Tekil Mesaj gösterimi
Alt 05-01-2008, 03:31 PM   #5 (permalink)
Mirza
 
Üyelik tarihi: Apr 2008
Mesajlar: 388
Üye No: 4
Tecrübe Puanı: 50000
Rep Puanı : 100525
Rep Derecesi
Mirza has a reputation beyond reputeMirza has a reputation beyond reputeMirza has a reputation beyond reputeMirza has a reputation beyond reputeMirza has a reputation beyond reputeMirza has a reputation beyond reputeMirza has a reputation beyond reputeMirza has a reputation beyond reputeMirza has a reputation beyond reputeMirza has a reputation beyond reputeMirza has a reputation beyond repute


Standart

Malan barkir
Malan barkir lê lê çûne waran

Dînê lê dînê lê Dînara min

Goştê me xwar lê lê mişk û maran

Keçê lê rindê lê bermaliya min


Ez sewî me lo lo ber desta me lo
Delalo delalo delalê min
Brîndar im lo lo bê xwedî me lo
Hevalo hevalo hevalê min

Malan bar kir lê lê koç bi rê ket

Dînê lê dînê lê Dînara min

Dilêm eşiya lê lê agir pê ket

Keçê lê rindê lê bermaliya min


Jana te ya dil jana min e lo
Delalo delalo delalê min
Ger min nedin ne gunehê min e lo
Hevalo hevalo hevalê min

Wî de mala min (Bavê Lalo)
Wî de mala min
Wî de mala min
Mala bavê min mala mêran e eywax
De here mala min hê hê….
Lê mala min mala mêran e
De konê mala bavê min rebena xwedê konê mala mêran e
De here çawa bi destê Bavê Lalo girtin xistin kelepçê
Berê wî dane hepisxana bajarê Qersê digo: ”yallah lo Kurdo”
De herê çawa berê zarok û zêçên wî dane
Guhê van gundan e de oy oy..
De mala bavê min mala mêran e
De herê malan min hê hê….
Wî de mala min, mala min, mala min..
Mala bavê min mala mêran e ha wa weylo…

Û çadira bavê Lalo danî li ber çema
Xeybetê berxê mala Emer Begê vê sibekî danî li ber çema
Were vê sibekê naziman û qomandarê Qolordîya Dîyarbekir
Hatî kon û kozikê xwe danî cem me
Belê wezê nakevime ber kûştin û girtina Bavê Lalo, Suwarê Kovê
Wezê ketime ber heyfa wê heyfê
De herê çawa destê wî xistin darê kelepçê, berê wî dane hapisxana bajarê Erziromê
De herê çawa berê zarok û zêçên wî dane nav Ecem e oy oy…
Mala bavê min mala mêran e ha wa weylo…

De herê malan min mala min mala min,
Mala bavê min mala mêran e ha wa weylo…

Û çadira bavê Lalo danî li ser latê
Belê îro sê roj e Alayê Sêrtê
Tevî mufreza cendirme tabûra eskerê vî Xelatê
Belê digerîne li Bavê Lalo, Suwarê Kovê
Li vê dews û li vî rêç û li vî deşt û taqîbatê
Wele wezê nakevime ber girtina û kuştina Bavê Lalo
Wezê dikevime ber heyra vê heyrê
Û axalerkê me ser re dibêjin
Çawa tu bûye firar û mehkûm û qacaxê hikûmatê
Hoh oy de hoy oy…
Mala bavê min mala mêran e ha wa weylo...

Canê canê
Canê canê canê, were meydanê
Dilê min pir xweş e bi vî dîlanê bi vî dîlanê

Dîlan e şoreş e, herkes pê serxweş e
Erd û ezman şên bûn bi vê dîlanê bi vî dîlanê
Canê cane cane, were meydanê
Dilê min pir xweş ebi vî dîlanê bi vî dîlanê

Keç û jin û pîr tev, xort û mêr hatin bi rev
Dest û mil tev dan hev li vê meydanê, li vê meydanê
Canê cane cane, were meydanê
Dilê min pir xweş ebi vî dîlanê bi vî dîlanê

Dîlan gelek xweş bû, Delîl pê rûgeş bû
Dilê dostan geş bû bi vê dîlanê bi vê dîlanê
Canê cane cane, were meydanê
Dilê min pir xweş e bi vî dîlanê bi vî dîlanê
Gotin û Muzîk: Delîl Dogan


Kîne em?
Kîne em?
Cotkar û karker
Gundî û rêncber
Hemû proleter
Gelê Kurdistan
Şoreş û volqan
Tev dînamêt in
Agir û pêt in
Sor in wek etûn,
Agir giha qepsûn

Gava biteqin
Dinya dihejî
Ev pêt û agir
Dijmin dikujî
Kîne em?
Hey hey hey kîne em?

Em in rojhilat,
Tev birc û kelat.
Tev bajar û gund,
Tev zinar û lat.
Ji destê dijmin:
Dijminê xwînxwar,
Xurt û koledar
Ji Rom, ji Fireng,
Di rojên pir teng,
Bi kûştin û ceng.
Parast, parast
Parast min ev rojhilat
Kîne em?
Hey hey hey kîne em?

Kîne em?
Gelê serfiraz
Dijminê dijmin
Dostê aştîxwaz.
Em xweş mirov in,
Ne hirç û hov in
Lê çibkim bê şer
Dijmin naçî der.
Bav û kalê me
Dijîn tev serbest,
Naxwazin bijîm
Ta ebed bindest.
Kîne em?
Hey hey hey kîne em?

Em in ew Kurdê serhişk û hesin,
Îro jî dijmin ji me ditirsin
Bîna barûdê
Kete pozê min
Dixwazim hawîr,
Biteqim ji bin,
Dîsa wek mêra,
Bikevin çiya.
Naxwazim bimrim,
Dixwazim bigrim.
Kurdistana xwe
Axa Mîdîya,
Kîne em?
Hey hey hey kîne em?

Em in ew Kardox Xaldêwê kevnar,
Em in ew Mîtan, Nayrî û Sobar.
Em in ew Lolo,
Kardox û Kudî,
Em in Mad û Goş,
Horî û Gudî.
Em in Kurmanc û Kelhor, Lor û Gor,
Em in, em Kurd in li jêr û li jor

Çend hezar salin
Kurdistana me
Perçe perçe ma
Bindestê dijmin!

Îro ji Lor û Kelhor û Kurmanc

Ji dest xwe berdan ew text û ew tac
Hinek bûn axa, hinek jên bûn beg
Hinek jên bûne cahşê jardara
Kurdistan firot wan tev neyaran
Bûne mezhebdar,
Bûne olperest,
Bûne paşverû, bi tizbî û xişt
Ta ku dijmin şikand li me ser û pişt
Me dan bin lingan dewlet û hebûn,
Bûn dijminê hev perçe perçe bûn.

Ta ku Kurdistan,
Ta ku Kurdistan
Jar û perîşan
Ket e bin destan!
Ketin xewê, ketin xewê
Ketin xewa zilm û zorê
Ketin xewa bindestiyê
Raketin, raketin…
Yekcaran serê xwe rakirin
Lê dijmin serî zû jêkirin
Yek carna serê xwe bi hêz rakirin
Lê dijmin serî zû jêkirin

Lê li vî xakî, li vî erdî tovên jiyanê hatiye çandin
Ev erdê jiyanê ye
Germ dibe, sar dibe
Dikele, dikele, dipişiqîne
Brûskê tavê tavan hiltîne
Ronahî dike rojê li welat hiltîne
Her wekên Kawa li ser xwe pêk tîne
Niştimanperweran diwelidîne

Em in ew gela
Belê em in ejdeha
Ji xewa dîlî
Şiyar bûn niha
Dixwazin wek mêr
Tev mejî û bêr
Rabin her wek şêr
Serê xwe hildin

Çi serbilind in
Bi cîhan carek
Em bidin zanîn
Rêçika Markîs,
Rêçika Lenîn.

Kurê Guhderz û Ferhad û Rustem,
Kurê Salar û Şêrgoh û Deysem.

Bejin bilind in
Wek dêw bilind in
Em dest dirêj in
Serbest dibêjin
Dixwazin bi lez
Gavan bavêjin!
Kîne em?
Hey hey hey kîne em?

Ne xwînxwar in em, aştîxwaz in em
Serdarên bilind, gernas in herdem
Em şer naxwazin,
Divên wekhevî,
Em paş ve naçin,
Lê dijmin direvî!
Divên bi şêwrê, lê ew qebûl nakî
Divên biratî, lê ew qebûl nakî
Bûye wek rûvî
Li paş xwe nanêrî
Kine em…

Gelo bavêm çi bikin?
Naxwazin însanî
Êrîş bikin û bigrin
Histu bişkînin
Ev pîsên mirdar
Ji nav me derxînin
Ji bo mirovan em tev dost û yar
Bijî Kurdistan, bimrî koledar!
Kîne em?
Herba Qoroyê
Delal kirin esker e oy eman
Dilêm kirin esker e canocan
Qumandarê Romiyan oy eman
Ew çawişê contirkan canocan

Tê çi çax bigre teskere oy eman
Ji eskeriya Romiyan oy eman
Ji leşkeriya Contirkan canocan

Destê min ji delal kirin oy eman
Destê min ji dilêm kirin lê yeman
Jar û hustuxwar kirin oy eman
Jar û birîndar kirin oy eman
Birin Herba Qoroyê lê yeman
Nizanim ji kê re çi dikirin oy eman…

Çi tolaz û serserî
Çi tolaz û serserî hele
Çi ewar û çav l’derî hele
Hemû di derya te de ne
Fesad gotina te kir lê lê

Ew rûyê tim reş dikî canê
Dilê min ji te sar dikin
Bo çi tu wa xemgîn î lê lê
Tu zeriyek çavşîn î canê

Tu li ber dilêm şêrîn î
Ketim derya evînê lê lê
Carê were bibînî canê
Bo xatirê Mem û Zînê

Bavê Fexriya
Bavê Fexriya qurba min go îro dinya ewr e....
Ax lo nabe sayî, hawar li min min rebenê
Lê li Bavê Fexro derketine Tabûra Sêrtê taqîbatê bi sê alayî
Hawar li min oy...

Gelî gundî û cîranan çima Bavê Fexro ne li mal e?
Hûn dibînin ode ji mêvanan xir û xal e
Hawar li min min rebenê

Bawê Fexriya qurba min go ji înê heta înê
Hawar li min min rebenê
Îro sê ro sê şev e Bavê Fexro birîndar e li nav nivînê…
Ezê rabim daw û delingê xwe hilgêvim herim Hadhaka xopan,
Mala Erekêlê Hekîm, bêjim hekîmo qurba sîng û berê min rebenê
Ji Bavê Fexro re bike melhema devê vê birînê hewar li min
Heyfa mêra ye di çi halî, hawar li min min rebenê

Min go Bavê Fexro were em bi destê hevdu bigrin...
Ax lo herin çiya, hawar li min min rebenê
Lê li min şewitiyê ezê derbasî hêla malê bûme
Bavê Fexro bi ser birînê xwe de kûr dinaliya hewar li min
Heyf û xebîneta Bavê Fexro, Suwarê Gêjo, Torinê mala Ezo
Birîndar bû bi sê gulên va Romiya ax hawar li min min rebenê
Emrê çûyî carde nayê min rebenê

Bavê Fexriya qurba min go bi qizanî ay…
Pir delal bûm hawar li min min rebenê
Gidî qurban bi bûkanî ay… karxezal bûm hewar li min
Bişewite mala mêrê xirab û Romiyan
Çawa sala îsal qir û qal bûm
Ax emrê çûyî carde nayê ay…

Çavreşê Ruhayê
Çûme Urfayê bi sosin e wax zeriyê we
Hatim Urfayê bi sosin e wax zeriya min
Van keçan dil girtine wax zeriyê me
Van keçan dil girtine zeriyê me we
Tu delala Ruhayê

Ruha maye di nav gulan ay ay ay zeriya min
Riha maye di nav gulan ax zeriyê wey
Gul danîne nav dila wax zeriyê me
Gul danîne nav dila zeriyê me wey
Hûn çavreşên Ruhayê

Zeriyê me bi şarê reş in ay ay ay zeryê me
Zeriyê me bi şarê reş in wax zeryê me
Kil ji çavan diweşin zeriyê me
Kil ji çavan diweşin zeriyê me wey
Hûn delalên Ruhayê

Wek bulbulan dengxweş in zeriyê me
Wek bulbulan dengxweş in wax zeriyê me
Kil ji çavan diweşin wax zeriyê me
Kî dil dide serxweş in zeriyê me wey
Hûn delalên Ruhayê

Dikim nakim nêrayê zerya min
Dikim nakim nêrayê wax zerya min
Pê re ketim belayê wax zeriya min
Pê re ketim belayê zeriya min wey
Tu çavreşa Ruhayê

Ruha bê te ne xweş e ay ay ay zerya min
Ruha bê te li min nayê lê zeriya min
Bê te sebra min nayê wax zeriya min
Bê te xewka min nayê zeriya min wey
Tu delala Ruhayê

Kirîvê
Ax de were lê, were lê were lê lê...
Ax kirîvê lê lê......ax
Kirîvê vê sibê wezê bi Çiyayê Şengalê, Gola Smoqya diketim îro gelî di gelîda gelî di gelî da di gelî da Kirîvê lê lê..
Minê bala xwe dabû ku vê sibekê keçka Smoqya li xwe kiriye kirasê sorî melesî çeka eba wî eba dawî di ser da

Xwe dabû devê Gola Smoqya mîna kevoka, şînordeka Çemê Xebûrê di binî da hê kirîvê lê lê ...
Kirîvê tu zanî gunê min û te çiye ev heq û şop û rê li min û te girtî ye
Ji min û te ra bûye sûc ku ez misilman im tu jî Êzidî ye kirîvê lê lê...
Kirîvê ez ketime bextê te, tê vê sibekê bi dengê qebqeba heramî kevîne
Xwe berde pozê Şengala Şewitî
Tê bi şêxa şêxê Melekê Tawis ke, were di ser derd û kula re ramûsanekê bi ser can û cesedê kirîvê xwe berde
Kirîvê lê lê...
Kirîvê heger xêr be bira ji dê û bavê te ra be
Heger gune be bira sedqa ber serê ez feqîrê we me kirîvê lê lê...

Îcar keçikê bang kir:
Kirîvo wezê jin im ne bi destê xwe me
Qurbana te me talan neke, ji xwe netirse, wez sond bixum bi Şêxaltîkê Melekê Tawis be
Hege wez mirim ji axa sara me, hege ez bimînim ji rih û can û cesedê kirîvê xwe ra me kirîvo lo…
De ramûsanê m keçkê Êzidîyan, di xweşbûna sehera sibê di azanya melê da kirîvo lo…
Sîng û berê min, kara xezala mi xibşê, mi dîlimezê, min kevoka, şînordeka Çemê Xêbûr e hê kirîvo lo…
De mîna fîncanê qehwê ferfûrî, dev û lêvê min mîna şekirê Amedê di devê cuhê de axitkirî dişîne, kirîvo lo…

Hevalno
Hevalno ho.. hevalno ho.. hevalno ho…
Kuştî bûn karwan
Dû hev çûn ezman
Da rojê bibînin
Sitêrka bikin nîşan
Hevalno ho.. hevalno ho.. hevalno ho…

Ew çavên digirîn... Ew laşên tev bi xwîn...
Ji roja azadiyê ra tev dikin mizgîn

Berdan ji gerdûn
Bo jînê tev çûn
Azadiyê dê bibînin
Mayîn û hebûn
Hevalno ho.. hevalno ho.. hevalno ho…

Min bêriya te kiriye
Min bêriya te kiriye bawerke m’bêriya te kiriye
Min bêriya te kiriye bawerke m’bêriya te kiriye
Bipirse ji rengê buharê
Bipirse ji gulên wê darê
Min bêriya te kiriye bawerke m’bêriya te kiriye
Min bêriya te kiriye bawerke m’bêriya te kiriye

Ev çend sal e ez girtî me
Zulm û zorî gelek dîme
Lê bi evîna te dijîme bawerke m’bêriya te kiriye
Jîna bê te ne tu jîn e
Jîna bê te ez dijîme
Herku te’d bîra xwe tînim
Hêz dide min û dijîme
Min bêriya te kiriye bawerke m’bêriya te kiriye

Evîn nebe jîn şîn e
Jîna bê evîn qiymet nîne
Dikim doza evînê bawerke m’bêriya te kiriye
Bipirse ji kevokên aşitiyê
Bipirse ji hevaltî û dostiyê
Bipirse ji dîwarên hepsê
Ewê ji te ra bêjin rastiyê
Min bêriya te kiriye bawerke m’bêriya te kiriye

Wa hatin pêşmergên me
Wa hatin pêşmergên me
Şal û şapik li bejna wan
Ew in partîzanên me
Çek û rext li milên wan
Wa hatin pêşmergên me
Şal û şapik li bejna wan
Ew in roniya çavên me
Gulên sor bidin dest wan

Ji mêj da benda wan e
Çavê me li rêça wan e
Keç û xortên gundê me
Daxwazya wan ya wan e
Wa hatin pêşmergên me
Şal û şapik li bejna wan
Ew in roniya çavên me
Çek û rext li milên wan

Tev rabin bkin dîlan
Cejn û şahî û sêyran
Bêjin hûn bi xêr hatin
Ey pêşmergên qehreman
Bêjin hûn ser seran hatin
Hûn pêşmergên pehlewan
Wa hatin pêşmergên me
Şal û şapik li bejna wan
Ew in roniya çavên me
Gulên sor bidin dest wan

Diparêzin jîna me
Pir zehmet dîtin ji bo me
Kurdistan ji nû ve şîn da
Bi xwîna pêşmergên me
Kurdistan ji nû ve şîn da
Bi xwîna şehîdên me
Wa hatin pêşmergên me
Şal û şapik li bejna wan
Ew in roniya çavên me
Gulên sor bidin dest wan

Dest ji dozê bernadî
Dibê dilxweşî û şadî
Da ji bo me pêk bînin
Dostî û aşitî û azadî
Wa hatin pêşmergên me
Şal û şapik li bejna wan
Ew in roniya çavên me
Gulên sor bidin dest wan

Serhildan jiyan e
Serhildan li serê çiyan hêy
Berxwedan di nava zîndan
Dengê xorta xweş tê min hele
Dengê keçan dilovan
Serhildan, berxwedan..
Serhildan jiyan e hêy hêy
Berxwedan jiyan e

Rawestan ne karê me ye
Pêşveçûn armanca me ye
Kurdistan li hêviya me ye
Çavên wî li rêça me ye
Serhildan, berxwedan..
Serhildan jiyan e hêy hêy
Berxwedan jiyan e

Dengê karker ji karistanê
Ê xwendevan ji dibistanê
Dengê pêşmergê ji qadê tê
Dengê şehîd ji goristanê
Serhildan, berxwedan..
Serhildan jiyan e hêy hêy
Berxwedan jiyan e

Pir xweş e serxwebûn
Kurdino merdino pir xweş e serxwebûn
Ev demên tar û teng ku me dî va ne çûn
Dest bidin hev hemî, pêşkevin em hemî
Da biçin bo welat
Yan mirin yan felat

Roj li me hate der zû şiyarbin ji xew
Ev dema ceng û şer paşketin êdî hew
Dest bidin hev hemî, pêşkevin em hemî
Da biçin bo welat
Yan mirin yan felat

Min divê ol û bext min divê pêşveçûn
Min divê tac û text min divê serxwebûn
Dest bidin hev hemî, pêşkevin em hemî
Da biçin bo welat
Yan mirin yan felat

Herne pêş
Birayên delal hûn werin Kurdino
Bihişta welat em herin merdino
Heger hûn neyên va ne keç em meşîn
Bese koletî serfiraz her bijîn
Herne pêş herne pêş dewr û dem ya we ye
Welat çav li rê bendewarê me ye

Keçên nû gihan em dixwazin xebat
Me canê ciwan daye rêka welat
Dilê me ji pola gurçik bûye hesin
Bo ala rengîn xuşk werin em besin
Herne pêş herne pêş dewr û dem ya we ye
Welat çav li rê bendewarê me ye


Narim narim narim
Tu gulê li gundê we ye
Yek wek te lê tune ye
Ji bo te ez ji dûr hatim
Dilê min di te de heye

Kuro dîno de here
Li dora min negere
Xortê gundê me pir in
Keçê me tune ji te re

Narim, narim, narim
Li vî gundî diyar im
Li ser te evîndar im
Çûna bê te ez nikarim

Bejna zirav bejna te
Çavê xezala li ser te
Dilêm bû perçe perçe
Ma ew ne bes e ji bo te

Kuro lawo tu dîn î
Ma van awiran tu nabînî
Fesad û nerind pir in
Hêsan nîne evînî
Dîsgotin

Şeva di nîvê şevê da
Di berf û di bahozê da
Gilî û gazîne xwe dikim
Ketim mala bavê da

Milê xwe bide vî milî
Te agir berda vî dilî
Em derkevin ji vî warî
Da xelasbin ji vî halî
Dîsgotin
Gotin û Muzîk: Şivan Perwer-Hesen Mele

Gulê rebenê
Wî de dewran e, gulê mahrûmê dewran e…
Min dî bejna zirav sekinî li pêşya malê li ber bênderan
Li xwekirirye qutinyê Helebê ser bejna tenik û zirav de berdabû
Gulik û şurikên van kemberan
Digo lawiko tuyê xwedê hebînî min bihîstiye tuyê here welatê xerîbiyê
De rabe ramûsanekê ji dev û lêvê şekirî ji min keremke
Bira dilê te nebe meskenê derd û kul û van keseran
Ax de dewran e… gulê mahrûmê dewran e.
Wey de gelî gundîno... gelî gundîno û cîranno...
Sibê ye min di bejna zirav sekinî li derî malê gelo xwe dabû nava derî
Minê bala xwe daye ji linga heya serî
Û min jê dipirsî kubarê tu aziba an jî ferî
Go lawiko ezê bi te kim tuyê bi xwedê kî ji van gotinan vegerî
Li kumêtê serreş suwar be, ber derê me re her û werî
Bêbexto bihîstina ku min bihîstiye tu li ser şêx û melan pir digerî
Ew qedera ku xwedê neke bi kaxezên şêx û melan naçe serî
Ax de dewran e… gulê mahrûmê dewran e...
Ax de gulê lê lê ez wêran im
Wey li min gelî gundîno û cîranno...
Sibê ye malan barkir koç bi rê ket
Min dî kewa gozel xemilî bi refê ket
Ew û pîra diya xwe ji malê suwarbûn bi rexê ket
Xwedayê alemê wê qedera wê bi reş bigerîne
Tu bala xwe bidê kewa gozel li zozana danimê
Teze dilê min şewitî agir pê ket
Ax de dewran e... gulê malwêran, ax lê gulê li min dewran e...

Laz û Kurd
Silav hatiye ji Lazîstanê
Bo xebatkarên Germenistanê
Silav hatiye ji Kurdistanê
Bo gelê me yê li Germenistanê
Lê bulbul kirin qefesa zêrîn
Dîsa bangkir ko ax welatê’m kanî
Welat berdane hatin Elmanya
Bûna auslender hey gidî dunya
Zar û zêça ziman ji bîr kirin
Bav û dayik biser halê xwe de giriya
Hezar silav bike li Kurdistanê
Emê vegerin ji Germenistanê
Hezar silav bike ji Lazistanê
Emê vegerin ji Germenistanê
Bulbul wê bişkîne qefesa zêrîn
Ji bo Derya Reş bo Gola Wanê

Hoy Narê
Ez sekinîm bin darê
Ji sibê heya êvarê
Li hêvîya te me malneket
Tu li ku maye lê Narê

Hoy nar, hoy nar, hoy Narê
Tu kulîlka hinarê
Te xemilandî Adarê
Te can daye buharê

Wek kulilka Newrozê
Bê qerarê, bê sozê
Were em destê hev bigrin
Bibin suwarê Bozê

Hoy nar, hoy nar, hoy Narê
Tu kulîlka hinarê
Te xemilandî Adarê
Te can daye buharê

Ji nav gulan nar gul bû
Rîhana nava dil bû
Narînê li min mêzekir
Çavê xezalê bi kil bû

Hoy nar, hoy nar, hoy Narê
Tu kulîlka hinarê
Te xemilandî Adarê
Te can daye buharê
Gotin û Muzîk: Şivan Perwer

Zindana tarî
Zindan tarî çav girêdayî
Ling û dest li bend û zincîr
Lêdan, îşkence, zilm û zorî
Bi sala ye dikşîne û li ber xwe dide, girtiyê azadiyê
Ji bo evîna xwe, hêvî, bendewarî û armanca xwe
Dixwaze gelê xwe rûsipî derxîne
Azadiya wî pêk bîne
Bi sala ye girtiyê me bendewarî evînê ye
Evîndariyê azadiyê ye
Bi hevalên xwe re mijûl dibû carna û stranên xwe digot
Carna îşkence û zilm li zindana tarî...
Hucra min çiqas sar e lê lê lê lê dayê
Çavên min girêdayî lê lê lê lê dayê
Zulum çiqas dijwar e lê lê lê lê dayê
Li vê zindana tarî lê lê lê lê dayê
Dengê deriyê hesin tê, dengê lingê cûnta tê
Û deriyê hesin dîsa vedibe lê lê lê lê dayê
Dengê lingê cûnta tê lê lê lê lê dayê
Dengê zilm û îşkencê lê lê lê lê dayê
Çi qêrîn û hawar tê lê lê lê lê dayê
Va vekirin deriyê min û bi dar xistin destê min
Zincîr xistin lingê min, zulma xwe destpêkirin hoy…
Û pirsan ji min dipirsin lê lê lê lê dayê
Ku tirsê têxin dilê min lê lê lê lê dayê
Her lêdanê li min didin lê lê lê lê dayê
Lê ew bixwe ditirsin lê lê lê lê dayê
Wek navê xwe ez dizanim lê lê lê lê dayê
Ez perwerê niştiman im lê lê lê lê dayê
Ser didim ez sir nadim lê lê lê lê dayê
Bawer im baş dizanim lê lê lê lê dayê
Vî dujminî ez nasdikim lê lê lê lê dayê
Hucra min çiqas sar e
Dest berdan û çûn
Çavên min girêdane
Hucra min çiqas sar e lê lê lê lê dayê hoy…
Û carê ban hevalê xwe kir
Weke dengê wan têkeve newalan, best û
Biçê heta pêşmergan, li şaxên Kurdistanê bilind dibin...
Wa.. Hevalno... Hevalno ho...

Helebçe
Wey lo lo, wey lo lo wey lo
Wezê daketim kel û kaşxanan
Wezê daketim serê birc û van dîwaran
Wezê bi serkela dilê xwe de mijûl ji xeman û kulan û derdan birîn in ax de wey lo lo lo wey lo...
Dîsa bombe û baran e
Her derê girtî mij û dûman e
Dîsa nale-nala birîndaran e
Dengê dayika tê li ser lorikê wan e
Bavik bi keder xwe davêjine ser zarokan e
Lê zarok mane bê nefes, bê ruh û bê can e
Ax birîndar im wey lo lo lo wey lo…
Hey lê lê.... wey lê lê... Ferman e ûy... hawar... hawar...
Dîsa li me ferman e
Li jor tête gire-gir û hume-huma bavirok û têyaran e
Her der xistiye nava agir û mij û dûman e
Li jêr tête qîre-qîra zarokan, hawara dayik û bavan e
Dîsa dîrok xwe nû ve dike weke carek ji caran e
Weke Diyarbekir, weke Palo û Gênc û Agirî, Dêrsim
Weke Mahabat û weke Berzan e
Îro dîsa li Deşta Silêmaniyê, li kêleka Hendirê, li bajarê helebçê
Fermana me Kurdan e, ferman e, ferman e...
Dîsa hatin qelandin zarok û zêç tev dayik û bavan e
Ax hawar... li me ferman e... li min ay... ax birîndarê we me, li min oy...
Erê hey lê lê... Here hey lo lo...
Hawar Kurdno hûnê bikin bilezînin
Hûnê kaxiz û pênûsekê bibînin binivsînin
Dinya alemê pê bihesînin
Serok û rêberên Kurda li hev bînin
Bira yek bi yek bin ji halê me Kurdan re tiştekî ji dinyayê re binnivsînin
Bira xelq û alema pê bihesînin
Da ku çarekê ji halê me Kurdan re bibînin
Me ji bin vê bindestiyê derînin hawar hawar…
Heyfa Kurdistan ku îro dişewitînin
Agir li serê me Kurdan dibarînin ax de ay ay... lo lo ax de li min birîndarê we me.

Mirza isimli Üye şimdilik offline konumundadır   Alıntı ile Cevapla
Bu Mesaj İçin Mirza Kullanıcısına Teşekkür Edenler:
zilan (05-29-2008)