Tekil Mesaj gösterimi
Alt 05-05-2008, 01:26 AM   #1 (permalink)
Mirza
 
Üyelik tarihi: Apr 2008
Mesajlar: 388
Üye No: 4
Tecrübe Puanı: 50000
Rep Puanı : 100525
Rep Derecesi
Mirza has a reputation beyond reputeMirza has a reputation beyond reputeMirza has a reputation beyond reputeMirza has a reputation beyond reputeMirza has a reputation beyond reputeMirza has a reputation beyond reputeMirza has a reputation beyond reputeMirza has a reputation beyond reputeMirza has a reputation beyond reputeMirza has a reputation beyond reputeMirza has a reputation beyond repute


Standart Bawer Can - Gulbîn albümü şarkı sözleri (Gotinên stranan)

SILOCAN
Lawkê min çû bû xwendevan
Ber bi gundê me nayê
Yara xwe hişt çara xwe
Ji bîr kir sozê dinyayê
Heylo silo silo can (ez qurban)
Were mala me bi mêvan
Sozê min î dil û can
Ji te re bive nav nîşan
xxxxx xxxxx xxxxx
Bajarvan bû tîtik mîtik
Qey mihbeta vî dilî
Dilê lawkê min bû kevir
Çerxa min çep zivirî
-- Dîsgotin –
xxxxx xxxxx xxxxx
Na gundîno qesem qirar
Xwendevanî bûye dem
Ezê hildim ji bo xatira
Defter kaxiz û Pênûs
-- Dîsgotin –

Muzîk: Dilovan
Gotin:Fêrîkê Ûsif

DOTMAMA BÎNIN
2{ Dotmama bînin lê lê dotmam hêja ne way
2{ Salê carekê lê li mala bavê ne way
2{ Cihêzê wan jî lê barê Devan e way
2{ Dotmama bînin lê lê dotmam hêja ne way
xxxxx xxxxx xxxxx xxxxx xxxxx
2{ Dotmama bînin lê lê dotmam hêja ne way
2{ Erd û Ezman e lê mij û dûman e way
2{ Xerîba nînin lê xerîb belane way
2{ Cihêzê wanjî lê barê mişkane way
2{ Dotmama bînin lê lê dotmam hêja ne way

Muzîk û Gotin: Gelêrî
Herêm: Dêrika Çiyayê Mazî
Berhevkar: Bawer Can


FATIM
Fatim gula meclîsa
Delal gula meclîsa
Bisk berda dîsa dîsa
Fatimam gula meclîsa
Dê were
Dê were dêdim were
Fatim were lê lê
Dê were dêdim were
Fatim were lê lê
xxxxx xxxxx xxxxx
Fatimê tendûr dada
Delalê tendûr dada
Rîşyê serê hûr bada
Fatimê derê xwe dada
xxxxx xxxxx xxxxx
-- Dîsgotin –
Fatim gula tatika
Delal gula tatika
Dest berda ser keziya
Seyrana dilê lawika
-- Dîsgotin –

Muzîk û Gotin: Gelêrî
Herêm: Kurdên Rusya
Berhevkar: Rustem

KEKÊ MIN ZAVA
Zava zava zava zava kekê mino zava
Hina destan kilê çavan xaliq mala te ava

Emê kî û kî bi zava kin kekê mino zava
Emê Şêrîn bi zava kin xaliq mala te ava
Bi zavayê kêdera kin kekê mino zava
Bi zavayê Dêrikya kin xaliq mala te ava
xxxxx xxxxx xxxxx
-- Dîsgotin –
Qutkê zavê sor e kekê mino zava
Qutkê zavê sor e xaliq mala te ava
Me dirûtî dor bi dor e kekê mino zava
Me dirûtî dor bi dor e xaliq mala te ava
xxxxx xxxxx xxxxx
-- Dîsgotin –
Qutkê zavê zer e kekê mino zava
Qutkê zavê zer e xaliq mala te ava
Me dirûtî neqş bi neqş e kekê mino zava
Me dirûtî neqş bi neqş e xaliq mala te ava
xxxxx xxxxx xxxxx
-- Dîsgotin –
Qutkê zavê şîn e kekê mino zava
Qutkê zavê şîn e xaliq mala te ava
Me dirûtî îro în e kekê mino zava
Me dirûtî îro în e xaliq mala te ava
xxxxx xxxxx xxxxx
-- Dîsgotin –

Muzîk û Gotin: Gelêrî
Herêm: Dêrika Çiyayê Mazî
Berhevkar: Bawer Can


GULBÎN
Çavbeleka min tu yî
Porxeleka min tu yî
Surmeleka min tu yî
Lê dil bi kovan ez im

Ya dil birîn kir tu yî
Ceger bi xwîn kir tu yî
Dil har û dîn kir tu yî
Ax kuştiyê çavan ez im
xxxxx xxxxx xxxxx
Memik ji sêvan tu yî
Şekir ji lêvan tu yî
Di dil de mêvan tu yî
Gorî û qurban ez im
-- Dîsgotin –
xxxxx xxxxx xxxxx
Taca delala tu yî
Şewqa şemala tu yî
Kara xezala tu yî
Bi qîr û giryan ez im
-- Dîsgotin –
xxxxx xxxxx xxxxx
Gula li baxan tu yî
Pêta çiraxan tu yî
Derdê bê saxan tu yî
Lê dil bi êşan ez im
-- Dîsgotin –

Muzîk: Aram TÎGRAN
Gotin: Cegerxwîn


GULÎSTAN
Gul şîrînê gulîstanê
Gulbibînê l´Kurdistanê
Pelê gûza ser fîstanê
Sozek da min zivistanê
xxxxx xxxxx xxxxx
Gulîstanê Bûk biharê
Palek dabû li ser darê
Ket xewa xweş ber êvarê
Şiyar nekir neyê xwarê
xxxxx xxxxx xxxxx
Gulîstanê çû dîlanê
Çi dîlanek bê îmanê
Tu mêzeke li xwêdanê
Awrên çavan bi bazdanê

Muzîk û Gotin : Aram TIGRAN

EY NÊRGIZ
Hey nêrgis nêrgis nêrgis nêrgisê narê ciwanê
2{ Hey nêrgis nêrgis nêrgis sorgulê bêrîvanê

Aaaaaaaaaa
Nêrgisa serê çiya nêrgisê narê ciwanê
Delala berx û mîha sorgulê bêrîvanê
Nêrgisa serê çiya nêrgisê narê ciwanê
Delala berx û mîha sorgulê bêrîvanê
Nêrgisê narê ciwanê
-- Dîsgotin –
xxxxx xxxxx xxxxx
Aaaaaaaaaaaa
Nêrgisa kofî mezin nêrgisê narê ciwanê
Berda ser por û enî sorgulê bêrîvanê
Nêrgisa kofî mezin nêrgisê narê ciwanê
Berda ser por û enî sorgulê bêrîvanê
Nêrgisê narê ciwanê
-- Dîsgotin –

Muzîk û Gotin : Gelêrî
Herêm : Başûr

BÛKÊ
Bûkê delalê bûka Kurda ye
Şêrîna şimamoka nava erda ye
2{ Tu xanima li ber mala ye
2{ Tu şêrîna dilê zava ye
xxxxx xxxxx xxxxx
Bûkê delalê rabe xwe kar ke
Xemla xwe girêde b´serê xwe da ke
2{ Şûşa qolanya bi qaryole da ke
2{ Zava hêja ye xortekî pake
xxxxx xxxxx xxxxx
Sindoqa bûkê kesk,sor û zer e
Bûk û zava xwe dan li ber e
2{ Zava hêja ye xortkî bedew e
2{ Bûk û zava gelek li hev e

Muzîk û Gotin: Gelêrî
Berhevkar: Bawer Can


ZELÎXA
Min ji xwer keçikek dîbû, Xwiya wê çiqas xweşbû
Dilê min ket bejna wê, Min got keçik ji ku bû
Min eslê wê pirsîbû, Eslê wê Dêrikî bû
Min navê wê pirsîbû, Navê wê Zelîxa bû
Werê lê were lêlê
Qurbanê were lêlê
Heyranê were lêlê
were lêlê Zelîxayê
Ez bandikim çima nayê
xxxxx xxxxx xxxxx xxxxx
Min dîbû wa te dîbû, Li ser banê xênîbû
Ew çavên reş û belek awirek wa li serbû
Min xwe wendakiribû Heşê min ji serê min çibû
Heşê min hat serê min, Zelîxa li ber serê min bû
-- Dîsgotin –

Gotin û Muzîk: Gelêrî
Herêm: Serhed
Berhevkar: Mehmedê Evdil Celîl


KEÇKÊ GUNDÊ ME
Kêçkê gundê me buhane werin sêva werin sêva werin sêva werin sêva
Kêçkê gundê me buhane werin sêva.Her yek elbê zêrane werin sêva
Çavên wan xweşik xwiyane werin sêva.Wek dermanê nexweşxana werin sêva
Weke êşa ber dirana werin sêva.Ezê keçkê birevînim werin sêva
Herin qeza Kerboranê werin sêva werin sêva werin sêva
xxxxx xxxxx xxxxx xxxxx xxxxx
Keçik meşya çû kaniyê werin sêva werin sêva werin sêva werin sêva
7 salan mame l´hêviyê werin sêva.Ez qurban l´deqa eniyê werin sêva
Min eslê keçkê pirsiye werin sêva.Eslê wê Diyarbekriye werin sêva
Dosta lawkê Dêrikî ye werin sêva werin sêva werin sêva
xxxxx xxxxx xxxxx xxxxx xxxxx
Çi qanûne û edalete werin sêva werin sêva werin sêva werin sêva
Li Edenê bû huryete werin sêva.Li Diyarbekir edalete werin sêva
Li Batmanê bû qebhete werin sêva.Ez hemşehriyê birê wê me werin sêva
L`mêrg ahmedê l´benda wê ma werin sêva.
Ez b´qurbana dev û lêva werin sêva werin sêva werin sêva

Muzîk û Gotin: Gelêrî
Kanî: Husênê OMERÎ

KUNDIRO
Kundiro weyla kundiro
Kundirê avya bi tenê
Av dabû bi ava vergerê
Şaxê kundir çû Edenê
Dengê kundir çû yemenê
2{ Wa wey lê kundirê mîranê
xxxxx xxxxx xxxxx
Wa sibê kundir diçandin
Êvarî kundir şîn hatin
Para xalê xwe jêr şandin
Para xalê wan hindik bû
Hevdu li mehkema gerandin
2{ Wa wey lê kundirê mîranê
xxxxx xxxxx xxxxx
Kundirê avya evîna
Xistin qamyon û trêna
Hingî giran û mezin bû
Tekerê wan diteqandin
Serî li Şifêra digerandin
2{ Wa wey lê kundirê mîranê

Muzîk û Gotin:Gelêrî
Berhevkar:Bavê Jînda


XEZAL NAYÊ
Nayê ha nayê ha nayê hema nayê
Nayê ha nayê xezala l´ber çemayê
Nayê ha nayê kara me l´ser dezgayê
Nayê ha nayê heqê we l´me nemayê
2{ Nayê ha nayê ma xezal çima tu nayê
xxxxx xxxxx xxxxx
2{ Bêyo ha bêyo ez qurbano xwedêyo
Bêyo ha bêyo we kengî xezal bêyo
Bêyo ha bêyo seat dudoyê şevêyo
2{ Bêyo ha bêyo çavên Bawer li rêyo
Gotin û Muzîk: Gelêrî
Herêm: Mêrdîn
Berhevkar: Bavê Jînda


MÊRDÎNA RENGÎN
Ez çûm Mêrdîna rengîn hatim Mêrdîna rengîn
Min keçikek wa lê dî min xanimek wa lê dî
Min qama wê dipîva du metre û çar tilî
xxxxx xxxxx xxxxx
Nisêbînê qişle ye Nisêbînê qişle ye
Girherînê cade ye,Mazîdax pirpar heye, Dêrikê zeytûn heye
Ez çûm Mêrdîna rengîn hatim Mêrdîna rengîn
Min keçikek wa lê dî min xanimek wa lê dî
Min qama wê dipîva du metre û çar tilî
-- Dîsgotin –
xxxxx xxxxx xxxxx
Fato kilek da meşkê tolê kilek da meşkê
Dengê meşkê çû şakir satil anî çar çemil
Cara ewil tije kir, cara duda nêvî kir
Cara dawî vala kir, kef ji ser kefê re kir
Weleh min tim xisar kir
-- Dîsgotin –

Muzîk û Gotin:Gelêrî
Herêm: Mêrdîn
Berhevkar: Bavê Jînda


KALO
2{ Kal e kal e kal e yadê bavo kal e
2{ Biro nal e nal e şevê hespê fal e
Kalo hûçik mûçik elimî keçkê çûçik
Dûrî cimeta hazir wey k...( bîb bîb bîb) lawê k…( bîb bîb bîb)
xxxxx xxxxx xxxxx
Kalo kalo kalo rû kulavo kalo
Kalo kalo kalo diran ketyo kalo
Kalo kalo kalo dev kefê min kalo
Kalo hûçik mûçik elimî keçkê çûçik
Dûrî cimeta hazir wey k...( bîb bîb bîb) lawê k…( bîb bîb bîb)

Muzîk û Gotin: Gelêrî
Berhevkar: Hunermend Feysel ê Dêrikî


ÊMO ÊMÛŞÊ
Hê hê ……
2{ Tê hera ez ê bêmo lê lê lê lê êmo
Qurbana wê bejnêmo lê lê lê lê êmo
Heyrana wê bejnêmo lê lê lê lê êmo
2{ Hero ez ser wê rêmo lê lê lê lê êmo
Êmo êmo êmûşê koçera deşta mûşê
2{ heft salên te qediya li ber darê dergûşê lê lê lê lê êmo
2{ Hey êmo êmo êmo lê lê lê lê êmo
-- Dîsgotin –
xxxxx xxxxx xxxxx
Hê hê ……..
2{ Çûmê helebê carek lê lê lê lê êmo
Min anî hine barek, serê malê misqalek
Bi neh gundan Muxtarek, bi heft kalan gopalek,
Bi heft pîran diranek, hijdeh qîzan destmalek,
heft jinebiyan kitanek, bi neh kursiyan berwarek,
Ê min tenê sê çarek, heçê nebê binbarek,
Wan veda kor û marek lê lê lê lê êmo
-- Dîsgotin –
xxxxx xxxxx xxxxx
Hê hê …..
2{ Êmo hatî xurxulî lê lê lê lê êmo
Ew biskên hine kirî, ew porên boyaxkirî,
Hat li hewşê sekinî, heçê neyê dawetê
Porê xwesa xwe birî lê lê lê lê êmo
Kula êmo giran e, tu car naçe j´vî dilî lê lê lê lê êmo
-- Dîsgotin –

Muzîk û Gotin: Gelêrî
Kanî:Husênê OMERÎ


OY NARÊ
Hoy narê narê narê hoy narê narê narê
Hoy narê narê narê hoy narê zeko narê
Kulîlka serê darê hoy narê narê narê
Kulîlka serê darê hoy narê zeko narê
Kindir nagire qirarê hoy narê narê narê
Kindir nagire qirarê hoy narê zeko narê
xxxxx xxxxx xxxxx
Kulîlka dor xaniya hoy narê narê narê
Kulîlka dor xaniya hoy narê zeko narê
Jîn daye serî çiya hoy narê narê narê
Jîn daye serî çiya hoy narê zeko narê
xxxxx xxxxx xxxxx
Dayê naçime avê ye hoy narê narê narê
Dayê naçime avê ye hoy narê zeko narê
Tirsa min ji qemberê hoy narê narê narê
Tirsa min ji qemberê hoy narê zeko narê

Muzîk û Gotin: Gelêrî
Herêm: Serhed


XANIMÊ LORKÊ
Çûme mala apê elî xanimê lorkê
Çûme mala apê elî delalê lorkê
Danî ber min nan û qelî xanimê lorkê
Danî ber min nan û qelî delalê lorkê
Min ne xwar û dilêm xelî xanimê lorkê
Min ne xwar û dilêm xelî delalê lorkê
Lorkê lorkê lorkê lorkê lê Xatûnê lorkê
Kêrê bîne penîr hûrke lê delalê lorkê
Min qurbana gulyê sorke lê xanimê lorkê
Min heyrana gulyê sorke lê xanimê lorkê
xxxxx xxxxx xxxxx
Çûme mala eliyê zaza xanimê lorkê
Çûme mala eliyê zaza delalê lorkê
Danî ber min goştê qaza xanimê lorkê
Danî ber min goştê kaza delalê lorkê
Min ne xwar û ne raza xanimê lorkê
Min ne xwar û ne raza delalê lorkê
xxxxx xxxxx xxxxx
Çûme mala biro qutkê xanimê lorkê
Çûme mala biro qutkê delalê lorkê
Danî ber min goştê qitkê xanimê lorkê
Danî ber min goştê qitkê xanimê lorkê
Dilê min çû madêm pê tê xanimê lorkê
Dilê min çû madêm pê tê xanimê lorkê

Muzîk û Gotin: Gelêrî


ZEYNÊBÊ
Tibzê tibzê tib zeynê zeynebê ha zeynebê
Tibzê tibzê tib zeynê merhemê
Lê zeynê berxan berde zeynebê ha zeynebê
Lê zeynê berxan berde merhemê
Berde li hember gunde zeynebê ha zeynebê
Berde li hember gunde merhemê
xxxxx xxxxx xxxxx
Zeynep qîza metka min zeynebê ha zeynebê
Zeynep qîza metka min merhemê
Keremke were ba min zeynebê ha zeynebê
Keremke were ba min merhemê
-- Dîsgotin --

Muzîk û Gotin: Gelêrî


alıntı/Bawercan.com
Mirza isimli Üye şimdilik offline konumundadır   Alıntı ile Cevapla