Tekil Mesaj gösterimi
Alt 05-06-2008, 01:19 AM   #1 (permalink)
Sümeyye
 
Üyelik tarihi: May 2008
Mesajlar: 57
Üye No: 83
Tecrübe Puanı: 2
Rep Puaný : 24
Rep Derecesi
Sümeyye is on a distinguished road


Standart Gani Nar - Bi min nekene

Bi min nekene

Bi min nekene
Dibe ku rengê min te bide kenandin
Serekî keçel û diranên þikestî
Qermûçkên di eniyê de û destên dilerizin
Di rojekê de ciwanekî rûken bûm ez
Wisa bûm ez, ez wisa bûm
Þervanekî serê çiyan bûm ez
Di nava geliyan, li ser giran bûm ez
Min stranên azadiyê ji bo bîranînan distra
Min yariyên xwe bi zemanan re dikir
Ez bi bazan re difiriyam
Û bi zeviyên geniman re dihejiyam
Bi avên çeman re diherikîm
Bi kaniyan re diteqiyam

Ê ku dujmin dilerizand, ew çalakvan bûm ez
Xewn û hêviyên zarokan û kenên ser lêvên wan bûm ez
Lê sal derbas bûn, roj li dû hatin
Bûme pêkenokê zemanan û li kolanan razam
Lê ji bîrneke
Min xwe xelat dabû rojê
Xelateke bê dawî
Nekene û henekê xwe neke
Ji ber ku rûyekî rasiyê me
Rastiyeke ji agir
Wisa bûm ez
Lê ev roj, straneke ji bîrbûyî me ez
Gotin : Mûsa Elo
Muzîk : Ganî Nar



Bi te re

Ez li ser piya me bi evîna te
Canê min bi te re, xwîna min bi te re
Min rastiya xwe dît bi agahiya te
Biryaram bi te re sozêm bi te re

Aþitî azadî tim para te ye
Stêrkên asîman tim para te ye
Roniya hîv û roj tim para te ye
Þeva min bi te re roja min bi te re

Mûsayên zehmetkêþ ta Zerdeþtê Kal
Ji Eyûbî bigere ji Rustemê Zal
Hemzeyê pehlewan, dengxweþê Bîlal
Muhemed bi te re, Elî bi te re (Zerdeþt bi te re)

Nava olê mezin, her çar pirtûkan
Tu sentez î yek ji nava dîrokan
Keç û xort û kal û pîr û heya zarokan
Gelê te bi te re welat bi te re
Gotin û Muzîk: Ganî Nar



Birîndar im
Ez birîndar im birîna min kûr e
Hekîm û derman li min pir dûr e

Ez birîndar im birîna min yek e
Hekîmo tu bîne dermanê lêke
Ez birîndar im birînê min du ne
Hekîmo zû bike birîn disotîne

Ez birîndar im birîna min sê ne
Nalîn û qêrîn im derman li min nîne
Ez birîndar im birîna min çar e
Dermanê birîna min li destê yar e

Ez birîndar im birîna min pênc e
Tu bi desmala yarê birînêm bipêçe
Ez birîndar im birînê min þeþ e
Yarê tu bi xêr hatî birîna min baþ e
Gotin: Ganî Nar
Muzîk: Gelêrî (Behdînan)


Dîlan
Li gundê me dîlan e, defû zirne lê dane
Hemî rengan lêxistin roja evîndaran e
Were canê em herin rista keç û xortan e
Ax lê canê canê
Tu yî rewþa dîlanê

Ev dîlan çendî xweþ e, cana min pê rûgeþ e
Beji û mil hevre d’heje, kesê newê rûreþ e
Ax lê canê canê
Tu yî rewþa dîlanê
Gotin: Nîzar
Muzîk: Ganî Nar


Qulingo
Wî de Qulingo çima qîrîn tê ji ezmanan
De tu çima nagerî li ser van deþt û zozanan
Ma per û baskên te þikestine
Tu jî weke min mayî di bin destên van neyaran

Wî de Qulingo ma tu êþ û jana min nizanî
Li ser hesreta dilê min axîn û waxîn kûr dinalî
Ma tu nizanî serê çend û çend salan e
Wez ketime xerîbî û dûrahiyê Qulingo
Ma te jî welatê xwe terikandî
Tu jî wek min bin desta yî Qulingo loy loy
Gotin û Muzîk: Ganî Nar

Ey salên bûrî
Ez çi pêþkêþ bikim bo te diyarî
Ne hest û hezkirin ne evîndarî
Dîsa dilê min de kuþtin bi çavnebarî
Ez li we digerim ey rojên çûyî
Eywax dibêm bo we ey salên bûrî

Hêz di çogê min de nema, bavêjim gava
Dibêjine vê jîyan lê nizam çawa
Siba min derbasbû rojam’m çû ava
Ez li we digerim ey rojên çûyî
Eywax dibêm bo we ey salên bûrî
Gotin û Muzîk: Ganî Nar
Sümeyye isimli Üye şimdilik offline konumundadır   Alıntı ile Cevapla