05-06-2008, 11:09 AM
|
#12 (permalink)
|
Üyelik tarihi: May 2008 |
|
|
Mesajlar: 176
|
|
Üye No: 47
|
Tecrübe Puanı: 2
| Rep Puaný : 39
| Rep Derecesi
 |
|
| |
|
DÝYAR:::
Heval heval
Tari bu ezman roj xuya nayê
Kul û xemê min civiyan sebra min nayê
Çavê min digerin dayê Mizgîn tune ye
Gotin ew jî bû stêrk bar kir ji dinyayê
Heval Heval! Hevala me
Tu sorgulêk li baxê me
Em tev rewiyên doza te
Bila bê xembi dilê te
Sekinîne lê dayê avên van çema
Weþiyan pel dayê zu ketin ji dara
Nabuhurî ev roj dayê bûye wek sala
Mizgîn bu janek dayê ket hemû dila
Bêhna te tê Heval ji van hemî gula
Denge te tê Heval ji serê çiya
Buye helbest digerî li ser zimana
Bû roj heval hilatî li þeva
Gotin û Musîk: Diyar
Welatê min
Welat çendi þêrin e
Tevde gul û nesrîn e
Axa Bav kalan e
Goriya te me welatê min
Tu þêrina li ber dila
Welatêmi welatêmi
Tu delala li ber dila
Welatêmi welatêmi
Çemê te ji avên berfa
Kaniya te ji dilên çiya
Revine xemên dila
Goriya te me welatêmi
Gotin û Musîk: Hozan Zozan
Wey Dinyayê
Ey dinyayê tu bêbext î
Te zalim anîne ser textî
Me roj nedî ti çax û wextî
Para me ma tim bindestî
Wey dinyaye, Wey dinyaye
Ar pekêtê, derd lêketê
Me ked da te gelek salan
Te em xistin paþila guran
Bi guran re kirin bira
Lê wan em xwarin gelek caran
Me got bira tu bi xêr hatî
Gur fem nakir ji biratî
Dev vekirî, diran sutî
Binêr çawa kir biratî
Gotin û Musîk: Diyar
Doza Me Namirî
Hey dijminê me yê har
Tu çi dikî barebar
Em vê dozê barnadin
Eger ezman jî bê xwar
Tu çiqas bikî hovî
Ê li me xurt dibe hevî
Ger bixwazî nexwazî
Emê azad bin li dawî
Doza me namirî
Jîn dibe li her derî
Dernayê tu carî
Hey dijminê me yê salan
Tim wiha naçe dewran
Ev car dora te ye ferman
Tu bi rindî naye iman
Bila dinê xira be
Ger welatê te nebe
Bila mirin bi xêr bê
Eger jîn azad nebe
Gotin û Musîk: Diyar
Riya Azadî
Riya em dimeþin hewar û çetin
Gelek bi rê ketin hinek ji wan ketin
Pir heval stêrk bi ruyê ezman ketin
He gelek þêr in hevi û xelat in
Ev riya jînê
Sor bûye bi xwînê
Wê ji me re bîne azadiyê
Bazên li ser latên xwedanên çiya
Xwe berdan nava deþt û geliyan
Ketin nav axa þîn bûn bi hezaran
Bûn bela serê xayin û neyaran
Helbest : Dîyar
Gula min
Yar dilêe min de girtî
Ez hêsirê þeveke lal im
Bi ser dil de dinalim
Tu di bira min de yarê yarê
Tariya þevê de çum xar
Dil buye tar u mar
Bê te nabe nabe yar
Tu di dilê min de ye yarê
Hîv tune xwiya nabe
Ditirsim îþev sibe nabe
Li ku ma ev roj dernayê
Çi buye bi vê dinyayê
Þevên reþ bila herin
Rojên geþ tim yên me bin
Ez û tu li ba hev bin
Heta mirinê yarê
Tu gula ber bêhna min
Tu evina dilê min
Him derd û dermanê min
Ax belayêa serê min
Gotin û Musîk: Diyar
Ditirsim dayê
Çi bû dayê çi bû çi bû
Çima jiyan ji vir rabû
Me gundekî çi þen hebû
Çima îro tev xira bî
Ev dijminê me yê hovane
Em derxistin ji gundê me
Agir berdaye malê me
Disan nuh kirin kulên me
Ditirsim dayê ez ditirsim
Li vir kesekî nenas im
Agir têkeve mala Romê
Ez ji gundê kirin kulên me
Li þun maye pîrekî bi gopal
Piþta wê xûz lê bihurîne sal
Gund wêran e kesk nîne li mal
Ew jî tenê maye bê hal
Ditirsim day ez detirim
Ditirsim li xeribiyê
Ditirsim car din te nebînim
Herdu destên te ramusim
Gotin û Musîk: Diyar
Bira Huseyîn
Di þevek lal de û reþ tarî
Ta xatir ji me xwest li dû xwe hiþt derî
Sal û wekt buhurîn û dem zivirî
Çerxa felekê li ser serê me gerî
Ax bira Huseyn cigera min
Tu berxê dayka min þêrê gelê min
Dibêjin rojek meha havînê
Dîsa destxwînen artêþa romê
Te hiþtine di nav gola xwînê
Te kirine mêhvanê vê dinê
Rêçên te li dora çemê Munzurê
Bêhna te ji çiyayên Dersimê
Çavê min li te digerin her derê
Bê te jiyan ne xweþ wek mina berê
Gotin û Musîk: Diyar
Tîna Rojê
Çavên te wek morî
De razê lorî lorî
Ev þevên reþ û tarî
Roj derew e bimirî
Gurên har li hev kirin
Ev dinta reþ kirin
Ar þeref ji bîr kirin
Dile me birîn kirin .
Lê nabe berxêm nabe
Roja me tari nabe
Bi tîn u þewqa wî
Bexta me ronî dibe
Ey teyrên li ezman
Pêlên avê çeman
Bigrin bibin bi xwarê
Vî dibe bê derman
Biçin her bi roja me
Bibin dilê me
Bêjin halê me
Bê wi nayê sebra me
Gotin û Musîk: Diyar
Rindeka Dersimi
Xebera asmadere asme vecero
Min u yarê sero melemamin yakero
Astere asmeni sade canê mabo
Siliya sepeliya usarê ma sero bivaro
Erê dilê le le uy delalamin
Erê dilê le le uy roalamin
Sevdamo yarê sano meqise cacimi
Ez kerde mecnun rindeka Dersimî
Welamin sanara ze nakeremi
Zindane miri poyina ze Memeali
Gorin û Musîk: Delîl Xidir
Narinê
Min ji teyran teyrik di bu
Narinê narinêe narina min
Þekirê þerinê bermaliya min
Li ezmanan xwengi bû
Narinê narinêe narina min
Þekirê þerinê bermaliya min
Zava siwarê hespê boz
Li meydanan rakir toz
Govendeki li darxinin
Buka me bi rêxînin.
Gotin û Musîk: Gelêrî
Qederê
Te dî te dî rindam te dî
Rindam li qarþî ye te bela xwe dî
Min ji vê dinê qet xêr nedî
Oy oy oy qederê
Oy oy oy qederê
Ketiya serê min qet ne derê
Va çi gund e di kortê da
Mala axê di ortê da
Çirak sor pêdikeve
Ser mala ku rindam tê da
Gotin û Musîk: Gelêrî
Esmerê
Lê lê rindê lê lê dînê
Ez helandim vê evînê
Gelek bedew u rind min dîn
Ji te xweþiktir tine li dinê
Êdi ezê ji vir herim
Çav û biryan ji kêra kilkî
Esmerê lê yarê çavreþê lê lê yarê
Ez nizanim tu çi dixwazî
Te ez kirim ta û derzî
Þev û rojan li pey te mirim
Dîsa jî tu nebîyî razî
Tu kafirî nay îmanê
Çi bikim dîsa mam bi tenê
Ji çavê min wek baranê
Ne hêstir xwîn dibare
Avaz:Yilmaz Erþahin
Helbest ÝYAR
Dayê welle nabe
Dayê wale nabe dayê bile nabe
Dayê serem dêþe welle xewam nayê
Dayê qeler yeke wale dudu nabe
Daye welle nabe dayê bile nabe
Daye derdê yarê ji dilêm dernaye
Daye serêm dêþe welle xewam nayê
Dayê evar bûye welle sibê nabe
Daye welle nabe dayê bile nabe
Yar xewa kûr da çima hiþiyar nabe
Daye serêm dêþe welle xewam nayê
Gotin û Musîk: Gelêrî
Way lê Salê
Were Salê were Salê
Oxirsizê be berxe xirab malê
Ji xalke re gul u biherake rengîn î
Ji min evlada xwedare payizekî zor u
Gulê Gulê
Gulê Gulê delale Gulê
Weka ava zelale Gulê
Ez heyrana bejna te Gulê
Beje tu qîza kêyî Gulê
Gulê diçe guniya Gulê
Digere li ber çiya Gulê
Ez qurbana bazina Gulê
Tu delalya gundiya Gulê
Gulê diçe sosina Gulê
Derdixîne bazina Gulê
Ez heyrana bejna te Gulê
Ketiya destê nezana Gulê
Helbest û Muzîk: Gelêrî (Serhed)
Bilbilo lo
Bilbil ser þaxê çi xweþ dixwîne
Rist û helbesta ser diweþîne
Dilê bilbil bi kul û birîne
Wek min hejar e gezey dixwîne
Bilbilo lo, koçero bilbilo
Bilbilo lo xerîbo bilbilo
Bilbilo lo mehkimo bilbilo
Helbesta bilbil çi xweþ ji dil tê
Axîn û nalîn ji cîgeran tê
Ew jî mîna min li zora wî tê
Hêlin xirabu xwîn ji baskan tê
Bilbilo lo, koçero bilbilo
Bilbilo lo xerîbo bilbilo
Bilbilo lo mehkûmo bilbilo
Wek min xwînî ye koçer û jar e
Li ber xirabû hêlîn û war e
Pepûk maye ew berê çare
Þûna ristê wî mexel bu mar e
Bilbilo lo, koçero bilbilo
Bilbilo lo xeribo bilbilo
Bilbilo lo mehkimo bilbilo
Helbest: Hejar
Muzîk: Hozan Diyar
|
|
|