Tekil Mesaj gösterimi
Alt 05-06-2008, 11:11 AM   #13 (permalink)
xeribo
 
Üyelik tarihi: May 2008
Mesajlar: 176
Üye No: 47
Tecrübe Puanı: 2
Rep Puaný : 39
Rep Derecesi
xeribo is on a distinguished road


Standart

EBBAS AHMED

Hey dinyayê
Em C Am Em
Her tiþt dimire, tu her tiþtî dikuje
G F Em
Min nizanibû hey dinyayê
Em C Am Em
Çavên reþ ji qetra þevan
G F Em
Lêvên sor bûn ji xwînê
C Am Em
Hey dinyayê hey dinyayê
G F Em
Wez ji xwe re kuþtim vê dinyayê

Dinya bi xwe kelik ken e
Kelik girî ye û yek bîrhatin e
Dema þeva diçe bi zû
Þevê min diçin wekî rojê
Hey dinyayê hey dinyayê
Wez ji xwe re kuþtim vê dinyayê

Min navê te çand di nava axa sor
Û li ber sinbilan hey dinyayê
Hêviyeke biçûk bi min hebû
Te ew jî kuþt hey dinyayê
Hey dinyayê hey dinyayê
Wez ji xwe re kuþtim vê dinyayê
Gotin û Muzîk: Abbas Ahmed

Rastiya
Rastiya te ev bû, rastiya min ev bû
Lê min nizanibû, evîn ne ji dil bû
Hey were were nazika min were
Vî dilê biçûk bibe ji xwe re

Nazik bedew e þubhetê kewê
Lê ken derew e sed heyf li te bû
Hey were were nazika min were
Vî dilê biçûk bibe ji xwe re

Te digot ez ya te me, tim li benda te me
Dûrî ne xem e, ev soza te bû
Hey were were nazika min were
Vî dilê biçûk bibe ji xwe re
Gotin: Osman Hemo
Muzîk: Abbas Ahmed



Tenê tu zanî
Tenê tu zanî, kanî gul û kulê min
Gava min te hembêz kir li ber derî berî maçê
Nizanim di nav dûmanê de winda bûn
Van ji bîr bûn, gava tazî bûn ser livîna xewê

Çavên min bi kul in
Kulên min ji dil in
Min berê dilê xwe li ba te ji bîr kir
Min bi þîr venek
Ser holka pelê payiza evîna te
Dil di destê de te kuþti ye
Bi xinçerek ji berfê
Windayî me li qiraxê lêva te
Li xewê digerim

Û tu di tenahiya xwe de belav dibe
Belkirinek ji singa gotinên tozê
Û kerwanên evîndarên te ber bi ezman dibin
Bi destên sipî ji bo te
Û strana axê mabûna me saz dikin
Kewa minî belek di nav tariya dîwaran de
Xew nabe bê çira çavên te
Gotin: Rehîmo
Muzîk: Abbas Ahmed

Çûkên germê
Çukên germê li ser berfê
Winda kirin warê ew lê
Hêlîn tev de vala man
Hin jê nefirîn û ji rej man
Xerîbî sar e dayê

Bûm nêçira xerîbiyê
Bûn qiralê tenahiyê
Xincera di singa min de
Min dike sed birîndar
Xerîbî sar e dayê

Þahiyên min bi sînor dike
Zeviyên min bê dar dike
Min ditirsîne min tune dike
Xwêhdana þevê li min zûwa dike
Xerîbî sar e dayê
Gotin û Muzîk: Abbas Ahmed



Heyv tarî ye
Þînewî þînewî lê didin çavên te
Rivina agir ne
Ba jî har dikin
Ger kor bim, bilî te bo kesî dîtir nebim
Têkçûyî bim heger
Can yê min e
Xewn ya min e
Ma xelkê çi jê ye
De were heyv tarî ye

Ji kûçik birçîtir ji mar tazîtir
Talan û derbedan hat û rawesta bim
Li dergehê te heger
Ma heye natêrbuna min
Tew mîna dildariyên min
Runiþtine nivîskar dinivîsînin fermana min
Ma çi dibe de were heyv tarî ye

Çar alî min veþara pûþtan e
Rû dostane ken dostane
Ji cixareya min hildibe
Ji eniya min radimîsin
Dizivirim dizivirim
Rê her girtî ye
Mirina min hatiye
Wusa bi min neke
De were heyv tarî ye
Helbest: Ahmed Arif
Muzîk: Abbas Ahmed



xeribo isimli Üye şimdilik offline konumundadır   Alıntı ile Cevapla