Tekil Mesaj gösterimi
Alt 05-06-2008, 11:12 AM   #14 (permalink)
xeribo
 
Üyelik tarihi: May 2008
Mesajlar: 176
Üye No: 47
Tecrübe Puanı: 2
Rep Puaný : 39
Rep Derecesi
xeribo is on a distinguished road


Standart

ENVER ÇELÝK
Axatiriye
Axatiriye, Axatiriye
Cîra honde bîya tarîye
Car rojî amu meymanîye
Dewe bîya gerecîye

De ezo ezo ezo ezo
Wiy xerîv ezo
Na dîna de, bira ez bekeso

Serê bonî de vas rewîyo
Ez heyranê çim u burîyo
Na dina de zuke tevera merdo
Bizone ke bira gerîv merdo

Velg risiyo, bira na payizo
Mezela ma kam
Xevere bide bira Serdarî
Qeyda derdê zerê ma vazo

Xalo
Ero xalo,xalo
Emego tholo
Neçi cencê ma merdê
Kamî marê bîaro?

Taê koê de mirenê
Taê dewê de berbenê
Taê remenê þonê
i ke mendê, se benê?

Ero xalo,xalo
Emego tholo
Neçî cencê ma merdê
Kamî marê bîaro?


__________________

Bira Saano
bira Saano, bira Saano
Saanê mi gulçiçegê koê Muzirano
way leminê Muzirano
serranê Saanê mi persenê
hona domano, way leminê domano

bira Saano, bira Saano
Saanê mi gulçiçegê koê Muzirano


oo ki mavzer dest di koan di gêreno,
way leminê gêreno
oo ki taburan xirabi keno
way leminê keno

bira Saano, bira Saano
Saanê mi gulcicegê koê Muzirano
Vatox: Enver Çelîk
Het: Xozat
__________________

Min dil da xelkê ji xwe ra bir
Min dil da xelkê ji xwe ra bir
Evînam’ þêrîn þekir
Nizanim ezê çibkim
Dilê min pêt û agir
Wekî kewa firandin
Fermana min derandin
Lê hewara min nayên
Ne heval û ne hogir

Ma qey ewqas hêsan e
Tu diçî min dihêlî
Ezê bibim pûþiyê reþ
Serê te bibim xêlî
Te digo ez ya te me
Heta dinyayê he me
Ez bikevime gorê
Lawo tu ji min re kêl î

Bihar hate warê me
Vebû nêrgiz û lale
Çavê min l’rêya te ma
Dil ji boy te evda e
Heval im dilbirîn im
Ji dil de cîgerxwîn im
Hesreta evîna te
Dilê min nale-nal e

Cîran melhema dilê min
Cîrana min zaf delal e
Li ser sûreta wê xal e
Min dil dayê ev çend sal e
Ew kula dilê heval e

Oy eman brîndar im )
Cîran melhema dilê min )Dîsgotin
Dema çavêm dibîne )
Namîne derd û kulê min )

Tu wek kulîlka bihar î
Ji bo te xweþ e dildarî
Binê stêrkê, þevê tarî
Gel te xweþ e evîndarî
(Dîsgotin)

Evîna rind û bedewa
Xewê þevan naxe çavan
Bes dawiya emrê min hat
Ne tu bûyî bûk ne ez zava
(Dîsgotin)
__________________

Leter e Leter e
Leter e Leter e lê
Lêblê kinê lê lê
Sed mal bi defter e
Þerbet Þêrîn e ez naxum
Ser piþtê kember e lê
Lêblê kinê lê lê
Weka zêrê zer e
Þerbet Þêrîn e ez naxum

Amed e Botan e lê
Lêblê kinê lê lê
Meskenê xortan e
Þerbet Þêrîn e ez naxum
Li deþta gewerê lê
Lêblê kinê lê lê
Bihar e sêyran e
Þerbet Þêrîn e ez naxum

Ka werin dîlanê lê
Lêblê kinê lê lê
Govenda giran e
Þerbet Þêrîn e ez naxum
Ji bona azadî lê
Lêblê kinê lê lê
Gelê me þervan e
Þerbet Þêrîn e ez naxum

Leter e Leter e lê
Lêblê kinê lê lê
Leter e Leter e lê
Þerbet Þêrîn e ez naxum

Hey lawo hey bira
Dayik rûniþtin li ber dîwaran
Sor-gewez bûne avê rûbaran
Werin çend rojê dinya derewîn
Ji hev ra bibin wek xuþk û bira

Hey lawo hey bira hey lorî lorî
Hey lawo dil û can ji we ra gorî
Malê me zozan in, hewþê me zinar
Ji ber derd û kula dilêm bûye pare-par
Keç û bûka reþ girêda wa hewar hewar
Li warê dûr boy gula sor bûme evîndar

Gelî xemgîna derdê me zor e
Dijminê xayin wek marê kor e
Ronîkê çavan nikarim bigrim
Çekê delalan bi xwîna sor e
Dîsgotin

Tîrêjên da ser riya me
Ji boy rizgarî li ser piya me
Ewrê reþ-tarî ji ser me rakin
Jîyan wê xweþ be wek hêviya me
Dîsgotin
__________________
xeribo isimli Üye şimdilik offline konumundadır   Alıntı ile Cevapla