Helbestên Hozan Brader
Apê Mûsa
Serê te boze
Weke Sîpan bilinde
Dilê te bi soze
Weke çira û finde
Em ji te hînbûn rastîyê
Ù gelekt iþtên rinde
Çûna te agir berda bajar û gunde.
Dilê te bi soze
Weke Agirî germe
Awirên te bi þewqin
Weke bihiþtê nerme
Karwanê te li rê namîne
Ala û soze li ser me.
Li milekî te kevokên aþîtîyê
Li milekî te leþkerên azadîyê
Te hilgirtin heftê û çar salan
Tu ne westa û ne rawesta
Em li peytene leþkerên azadîyê.
Ew rûyê þermoke ji bindestîye
Nûr jê di bare ji Zerdeþtîye
Ew xwîna li nav porê sipîye
Ji dilê me niqitîye
Gulên sorin li zozana
Li Sîpanê vekirîye…
***
Brader jibo te
Dibêje îro
Hem bi saz û hem bi soze
Dozê di ajo
Wxîna te û þehîdên Kurdistan di þo
Ji gemara Ereb û Ecem û Tirko
*** *** ***
min þehîdek dît 74 salî
teva pênûsa bi xwînê reng dayî
liser millekî leþkerên azadîyê
liser millekî kevokên aþîtîyê
74 salan di rêça þoreþê de meþîyayî
Gula civatan þênaya civînan
Pîrê þoreþê kalê militan
Dara çinarê li Amedê paldayî….
Brader….Arnhem..97.
Ax Bavêmin
Bavêmin
Rojek derket ji malê
Di çù ser karê xwe
Ji bo ebùra malê
Rojek ne ewr ù ne sayî bù
Kolan bê deng ù xemgîn bùn
Diya min bi tirs ù bi xof bùn
Kemîn bêbext ù xayin bùn
Ew dimen nace ji ber cave min
Di nava xwinê de bavê min
Dil sekinî çav cemidîbùn
Serê wî li ser çonga diya min
Ew dimen naçe ji ber çavê min
Bavêmin di nava xwînê de
Diyamin di nava qêrîn girîde
Li kolanan ber mala me di nava bajêr de
Ax bavê min bavê min
Tu car nache ji bîra min
Jibo Baki Kiniþ
Dema kurê þehideki ku ji aliye dewletê ve hatiye qetilkirin.
Dema buyera qetilkirina bavê xwe di televizyonê de got,
ez geleki mutessirbûm û min ev helbest nivisiye.
2006-08-09 arnhem
Baranê
Bibar bibar wey baran ê
Wek ronikan ji ezman ê
Wey baran ê wey baran ê
Jibo evîna jîyan ê
Bibar bibar wey baran ê
Wey baran ê wey baran ê
Silek lêxe li felek ê
Xêr û berket bine Cîhan ê
Wer baran a vê Nisan ê
Bibar bibar wey baran ê
Wey baran ê wey baran ê
Jibo gulên Gulistan ê
Bibar bibar wey baran ê
Wey baran ê wey baran ê
Sîlek lêxe li felek ê
Azadi bîne Kurditan ê
bibar baran ê li herder
Wek daxwaziya Brader
Wey baran ê wey baran ê
Êdî bese derd û keder
Bibar bibar wey baran ê
Wey baran ê wey baran ê
Silek lêxe li felek ê
Xêr û berket bin e herder
wey barane wey barane
bibar bibar ez qurbane
wey barane wey barane
bibar bibar ez qurbane
Gulan 99 Kleve.BRD
Gotin ù muzik:brader
Bihara min
Bihara min hat liser singa te
Gul û nergiz vebûn ji bo bina te
Bilbil û sharûn hatin dîtna te
Keç û xort mezinbûn bi evina te
Vaye ez bûm shehide shêrin navê te
Ey nishtimanim ka bihishta te.
Lo ozano tu çi dibêji kani saza te
Tu ashikbe evindar be ezim yara te
Ji xew rakirim xilmashhishtim kani soza te
Te soz damin tu reviya kani doza te
Hem dayikim nistimanim hem jiyana te
Tu xerib û bê heval ma kani yara te.
Kawa yên hevdem li zindanên te
Shêrên birindar liser çiyayên te
Çima shin u giri li Newrozên te
Memê di nale ji bo zina te
Sipan rêzgirti jibo xeca te
Ka Feqiye ‘te ka Xani ‘ye te ka Evdal’ê te.
Braderim brindarim bi evina te
Ez nexwes û ez bê halim jiber halê te
Bê hekim û bê dermanim ka loqmanê te
Mal xerab û gund weranim ji bo doza te
Bi çar cîyan birîndarim ez jî mîna te
Heta kengi Dicle û Feratin ronikên te.
Brader musiki
1996...bennekom.
Cejna Xemgîn
Xweziya ez ji li hewlèr buma brindar u sehidbuma
Li ber desten hekimen me be derman u melhem buma
Mindaleki bi al buma li ser levan bi ken buma
Li gel karwane sehidan l’xuska leyla mivan buma
li mamosta mivan bum a
Xweziya cejna xemgin neba govend u dilan herdem ba
Ji hemi rengan di nav deba yekitiya Kurda heba
Xweziya ez ji li hewler buma li cejna xemgin mevan bu ma
Shal u shapik li bejne buma di nav gelde beshdarbuma
pesmergeki bi cek buma
Di nav gelde besdar buma kalek buma bapir buma
Li roja cejna xemginde xortek buma cwan buma
dest li deste yare buma
Xweziya cejna xemgin neba govend u dilan herdem ba
Ji hemi rengan di nav deba yekitiya Kurda heba
Xwezya ez ji li hewlerbuma bi nameki mivan buma
Dest li deste dostan buma cav li cave yare buma
Li dile yare mivan buma
Li paytexte welate xwe Brader u hozan buma
Li ber dilana cejna xemgin di nav gelda beshdar buma
Bi awaz u tembur buma
Xweziya cejna xemgin neba govend u dilan herdem ba
Ji hemi rengan di nav deba yekitiya Kurda heba
Gotin u muzik:brader musiki
Sibat/2004/arnhem
Çemê Reynê
Wey lo looooooo.......................................... ......
Erê cemê reynê tê bi kuda here Li nava gund û bajarê Ewropayê tê di gere
Te ne xumexume ne lêwe lêwe ne xuse xuse ne hêle hêle
Cemo qurbano ezê nizanim tê cima mîna min bê deng û bê kêre
Erê cemê reynê tê bi kuda here
Li nava gund û bajarê Ewropa yê tê di gere
Heger tê here welatê Kurdistanê serê firatê bêlan û bêlecûkê
Cemo qurbano ezê tembûra xwe bikim kelek û gemî,tê min jî bive bi xwere
Ere hey lo lo lo
Erê cemê reynê tê bi kuda here
Li nava gund û bajarê ewropyê tê di gere
Gemara atomê li serte ye sîn û girî para me ye
Ava te î zelalî gemarî dikin gund û bajarê kurdistanê xeradikin
Helebce wêrandikin
Zarokên dergusan di kujin,dê û bavan ber dîwar dikin
Erê bese lo bese lo bese lo ev ci hale
É tu soliye ez di nalim wey lo lo loheylo
Wey lo lo wey lo
loooooooooo....................................... ....................
Brader Mûsikî-1989
Dayika Þemiyê
Ez semê me semê me dayika semîyê
Ez hatime dinya yê rojek semiyê
Kezebamin winda ye ez li pey wê me
Ez semê me ez semê me dayika semîyê
Rojek banga sibê bû dil di xewda bû
Li derîyê me xistin tîm û lesker bûn
Kezeba min birin ji ber çav winda bûn
Ez semê me ez semê me dayika semîyê
Girtin dora mala me rojek êvarê
Wek çêlikên gurabûn tîmên dewletê
Kezeba min birin bi darê zorê
Ez semê me ez semê me dayika semîyê
Kezebamin windayi nema tê malê
Cavemin li rêye çend meh û salin
Tebata min nemaye ma ev çi hale
Ez semê me ez semê me dayika semîyê
Ez dayikim li pê me dil brindarim
Kezeba min windaye ez din û harim
Ez xwediya dozê me bi soz û biryarim
Ez semê me ez semê me dayika semîyê
Gotin ù muzik:brader
Çile.1999
De were evîna min!
Ji minre veke wî baxê îrem
Da ez bi xwînim ilmê sîneyê
Ew sêv û hirmî ew hejîr û nerm
Da kû ez rûnêm li textê serayê
De were evîna min
De were serê xwe deyne ser çonga min
Ezê stranên xerîbîyê ji tera bêjim
Ezê ramûsanên birçî bi pêjim
Di germahiya dilê xwe de
Û ezê ji tera bêjim û bêjim.
Ezê helbestên bindestîyê ji tera bêjim
Hevokan li pey hevdû rêzkim
Mina hêstirên çavên Emîna Kor kû di herikîn ser potînen gemarî.
Potinên zilmê hêstir di eciqandin di sînga Emina Kor de.
Potînên zulmê zarok di kustin di zikê xuska min de.
Ezê hevokan ji tera rêzkim
Li pey hevdû
Xelek bi xelek
Mina xelekên zincirên gerdena welatêmin.
Mina zincîrên destên çav girêdayî...
Ezê ji tera helbestên evînî yê bêjim
Yeko yeko þeh bikim û bi niqirînim
Û bi ramusanên þahîk û nerm
Li ser bedena evîna me dîwarekî ji edebê bi pêçim.
De were
Ezê hevokan ji tera lêkim
Yeko yeko ji bo diwarekî pir penceroj
Kevirên nerm û þêrin
Bi mizraba destê xwe þehbikim
Yeko yeko
Bi aqda zinara Mêrdînê
Bi kilsa êtunên çiyayên mazî
Bi kewînim
Bi dilê xwe î þaqûlî
Û bi çavên xwe î evîn birçî bi wezînînim
Û mîna hostakî qerase û dest mezin(GIBGIBE)
Þewqa xwe li alìyekì xim
Xwèdana eniya xwe paqishkim
Ù hilmekè li tutina Xursè xim
Mina Hoste Heci Emin çavekî xwe dagerînim û lê mêzekim.
Da kû qusûr lê nemîne.
Ji minre veke wî baxê îrem
Da ez bi xwînim ilmê sîneyê
Ew sêv û hirmî ew hejîr û nerm
Da kû ez rûnêm li textê serayê
De were...
Ezê Diwarekî ji helbestan lêkim
Û dora me bi pêçim
Da kû kes me nebîne
Kes ji sohbeta me aciz nemîne
Bi zimanê xwe î maleyî bi seyînim wî diwarê evînê
Û bi hêstirên xwe î gemkirî av bidim
Agd û kilsa dîwarê sitara me
Kû li ber tîna evîna dilê min ne çirre û ne qeliþe.
Bila hêstirên minî gem kirî zincîran bi qetînin
Û bi herikin li pey hevdû
Hevdû bi westînin
Li ser hinarikên rûyê teî qelew û þahîk.
De were bihara dilêmin î payizokî
De were ronahîya êvara dilêmin î xeyidokî
De were berbanga xilmaþîya dilêmin î zîzokî
De were naveroka xewnên min î sist û virçoqî.
De were.
De were
Serê xwe deyne ser çonga min
Û guhdarî bike li helbestên min
Yên xerîbîyê yên evîn a min.
Evîna min û te....
Evîna min û te î bi dizî û qedexe
Ku mina belavokek Newrozê
Di bêrîka min de sifrekirî.
Dest bi dest
Bêrîk bi bêrîk geryayî
Li kolan û kuçeyên bajarê dilê min
Li welatê min
Di xindeq û kozikande vesartî.
De were
Ezê bêjeyên kewandi
Bi evînê xemilandi
Ji boxçika dilê xwe
Yeko yeko
Hevde bi hevde
Kêl bi kêl
Têl bi têl
Ji tera birêsim
Bi xwînim
Û
Bi reþînim
Ser devê satila bi werîsê zimanê min î çel erîn ve girê day î
û derxînim ji bîra evîna dilê xwe
Û ezê veriþînim nav kutupxaneya ser bedena te î têr ilm.
Û
Ezê wan bêjeyên bi kirasê evînê xemilandî
Bi paçekî heftreng bi pêçim
Bikim ronik û rewa
Ji gerînek û þurrukên ronahîya xwe
Wan berdim ser xindeq û germoçekên suretê xwe.....
Bila xwe berdin nava pûndika simbêlêmin î yextîyar
Û bi herikin ji çenga min î westîyayî
Kû bi pirça spî pêçayî....
Û bi herikin dilop bi dilop
Hevok bi hevok
Xwe bavêjin bextê sîngate î bê sihûd û bê salih
Ji gerdena te bi herikin
Nava paxila te î xwê dayî
Qelew û dermalekirî.
Mîna destên min î bi lerz û bi xof
Ruhê min î di nava hevokan de veþartî
Carek bi tenê dilxweþ û þadbe li ser bedena te î bijartî....
De were maneka min î nal germ û paxil xwêdayî.........
Ji min re veke wî baxê îrem
Da ez bi xwînim ilmê sîneyê
Ew sêv û hirmî ew hejîr û nerm
Dakû ez rûnêm li textê serayê.
Brader...Arnhem.....5.12.99
Dêlegurê
Dêlegura bexcê kemal
Li te nîne hisnû cemal
Te ne dîne û te ne îman
Te ne bext e û te ne ujdan
Dêlle gurê navê tebî
Li meyxana qala tebî
Bavê te li ber deryê tebî
Gurên mezin mêvanên tebî
Ji bo Clinton tu mêzeye
Li gel Helmut Kohl gevezeye
Ji bo Jcírack hê tazeye
Ji bo Kurda pir naz heye
Dêllegurê dêllegurê
Welatê min bê war kirê
Gund û bajar xerakirê
Milletê min bê war kirê
Brader ..1995....Arnhem....
|