Tekil Mesaj gösterimi
Alt 05-12-2008, 03:26 PM   #2 (permalink)
achar
 
Üyelik tarihi: Apr 2008
Yaş: 25
Mesajlar: 354
Üye No: 3
Tecrübe Puanı: 50000
Rep Puaný : 150532
Rep Derecesi
achar has a reputation beyond reputeachar has a reputation beyond reputeachar has a reputation beyond reputeachar has a reputation beyond reputeachar has a reputation beyond reputeachar has a reputation beyond reputeachar has a reputation beyond reputeachar has a reputation beyond reputeachar has a reputation beyond reputeachar has a reputation beyond reputeachar has a reputation beyond repute


Standart

Delîla

Cara yekem,dema min klipa Delila li ser ekranen televizyona mmc dit, min got tamam hunermendek jin li muzika me zede bu.

Piþti demeke bawerim ewe ji were ewropa u bi awayeki profesyonel dest bi kare muzike bike.
U mafe we bu ji. Jiber ki hem deng u hem reng u hem sirove u terbiya huneri ku Delila dida nisandan, çavên merev tije roni, dile merev tije hevi dikir.
Le Delila bi klipeke ne sekini ù jimere da nisandan ku, jibona merev kare muzike bike, hewce nake merev li bajaran be u di nava teknoloji de be.Muzik li herderè tè afirandin.Bes cewher ù xiret hebe.
Delila bi wi denge xwe ye kuvi,bi wece xwe ye weka gulek kuvi li ber dimene curbecur stranen xwe hunandin u peskesi me kirin. Mixabin u sedmixabin konsera xwe ya tali li ber siha ser u pevcun u denge tivingan pekani.

Ve care nave strana we tene ji cendgotinan pek dihatLexin hevalno teslim nebin!
saza deste Delila ve care keleshek bu.
Telen we ji barud u fisekan bu.
mizrabek hesini ew ji tetike kelese bu.
denge kelesan di zinaran de li hevdu vedigeriya u harmoniyek cedikir jibona delila u hevalen we.
strana delila tene cend gotin bun ve care.Lexin hevalno teslim nebin!
Delila u hemi hevalen xwe teslimnebun ù bune cangoriyèn welate xwe
le delila cend stran li pey xwe histin.
Delia weka guleke kuvi li ciyan reng da
weka xezalek kuvi li ciyan deng da
delila kuvi hat u kuvi cu
yani azad hat u azad cu
delila nebu saristani
muzika xwe u denge xwe nexiste nava dengen cami,der u zengile erebeyan li bajaran
delila ji ciyan derket u disa kete himbeza ciyan
dema delila u hevalen xwe sehid ketin ez li izmir meydana konak di nava gelde bum.
Celakiya roja yeke ilone hebu.Gelek kesan ez naskirim u hatin silav dan.
Yeki telefonek direji min kir u got mamoste ev diya Delila yi.
Delila ku li Sernexè li gel 10 hevalen xwe sehid ketiye.Min jere got ki mamoste livire.
Ger denge te bibihize we gelek basbe bawerim.
Va ez le geriyam ger mumkunbe cend gotian jere beje.
Min zu mesele famkir u silav da denge li aliye telefone din.
Ew kes dayika Delila bu.
Tisten min jere gotin ji we hemiyan ve roniye.silav u sersaxi u paykirina derd u eleman bu.Diya Delila ne kemi keca xwe bu bi dengeki bi baweri u ji xwe razi got hun hemi ewlade minin.Delilamin yekbu niha bi hezarani.Le bese bila edi xwin ne rije. Dile dayikan bes bi eshe.Le dayika Delila ji kere digot u denge we ji min peve di gihiste ke?
Ma deng here ezmane heftan ji ki guhdardike daye?
Ma ew ranta siyasi,abori u karismeya miqam u mewkiyan dihele ku van dilkafiran ji kustina insanan ter bive?
Ger sher bisekine ma Ordiya dewlete we ci kari bike.
ma Siyasi u desthilatdaren dewlete we bi ci awayi milet di xewvekin u xwina milet bimejin?
Ji bona ew jiyanek xwesh derbaskin gerek hin gelek insan bivin qurban.
Ew be xwinrijandin nikarin jiyana xwe u hukumdariya xwe bidominin. pisti me gotinen tali u xatir xwest min sipasiya wi xorti kir u telefona wi daye.
Vaye demek direj derbas bu.
Buyera Delila bu weka sotikek agir u kete canemin,weka mirongeke serxwesh kete xwinamin.
Ù gelek car xewèn sheva limin nivco kirin.Lè min her carè digot na na!
Ez stran cènekim cètire.Weka ya Harunèmin wè disa bive sedemèn texlitan.
Ji xwe Delila bi xebata xwe,xwe xiste dile me hemiyan.
Delila ji xwe hem bi celakiya xwe ù hem ji bi berhemèn xwe kete dilè miletè xwe.
Le min nikaribu.
Ez bùme weka jinek bi hemle.
weka goshìyek tri ku bi darè ve bi stewe ù li ber ketinè be.
Carna weka simbileki genim ku gi bi serride.
Carna weka guleke kuvi u dema pellèn xwe veke.
Carnan weka ava liser agir u dikeliyam.
Carna weka deyndarek li deriye merecxe u deynè xwe bi xwaze,
ji merev ne qede ù merev li ber xwe mezebike u xwin li merev bi cemide.
Carna weka merev mahkumè dewleta rome be u dora malè tije esker ù polisbe ù
merev nikaribe bi reve ù xwina merev bazde mejiyè merev.
Dibum hèsire gotinan,ji ber wan di reviyam,min xwe vedishart xelasi tunebù.
Chare nemabù!
Chavènmin dichune serhev
dilè min ,mejiye min shiyarbù
gotin ji singamin di herikin
li gel xwedana shevè......
....nece delila nece
kom civina me heye
nece delila nece
konsera te heye....
nece gula kuvi nece
komcivina me heye
saza xwe li gel xwe bine
u konsera te heye.......
van gotinana li gel ritmeke nerm u newaki caziyane carna ji bi awayeki bloes.
di singa min de li bineguhè hevdu diketin
chengi hevdu di bun
radiwestiyan u disa cengi hev dibun li gel ritmeki nerm u melodiyek bloes carna ji cazz
Ù ev gotinen jèrin rengè strana Delila girtin.
Dema min ev stran chèkir ù niha ji dema di xwinim,hemi dimenèn Delila di ber chavènminre derbas dibin.
Delila hè zindiye di nava stran ù dengè xwede.Delila Gulek kuviye ù hewce nekir ku bajaran bivine.

DELILA GULA KUVI


Neche Delila neche komcivina me heye
Tu saza xwe ji bir neke ù konsera te heye
Nece delila nece komcivina me heye
Saz u hevalan bine u konsera te heye
Dengè Delila xwesh tè chiyan rabùn govendè
Bèhna gulkuvi xwesh tè ciyan rabùn govendè
Nèrgiz rabùn ji xewè girtin rèz ù silavè
Heval rabùn govendè ketin rèza dilanè
Delilamin meshiya xumin keti geliyan
Gula kuvi hejiya xumin keti geliyan
Chìyan ketin silave gul u nèrgiz meshiyan
Demsal bune xizmetkar ji ezman nur bariya
Delila gula kuvi tuye xemla biharè
Sèrina dilè dayè mingina dost ù yarè
Deng ù awaza kuvi melodiya jiyanè
Tuye remza azadi li sìnga Kurdistanè
gotin ù muzik
brader musiki
2007-Arnhem


Dilêmin bûye Helebçe

Dilêmin bûye Helebçe
Helebçe xwîn digirî
Ês û nalîn
Hawar û qêrîn
Wek serê Nazî
Wek Hîrosîma
Dilêmin bûye Helebçe
Helebçe xwîn digirî.
Ax vaye ez digirîm
Brîndarin
Can sewitîn
Las nepixîn
Gost xerabû
Hilm genîbû
Sitar nemaye li ser xuskamin
Canê vesirtî xuyabû
Serm neke xuskê
Diya serm naki.
Biskên res wesîyan
Bexçê gula wêranin
Sêvên xelatî xerabûne
Sîr nayê ji sêvan
Sêv xwîn dirêjin
Xwîn têt ji lêvan
Zarok sehîdin li ser sînga dayîkamin.
Xwîn têt ji lêvan
xwîn têt ji devên zarokan
Gulgulîbûye xwîn
Li binya çenê.
Jar û agir barandin
Ês û elem
Sîn û girî
Gul û nêrgiz wesandin
Hawaye gul çilmisîn
Xwîn herikî binya çenê
Hê dikenin çavên res
Çen û poz, devên biçûk, wecê þêrîn


Dua'yê

Dua'yê

Tuye evina li bin keviran
Tuye di dilde êþeki giran
Tuye brindara hezar keviran
Dua yê dua yê derdê dilayê
Dua yê dua yê shina mala yê
Dua yê….

Tuye þêrina li ber hemi dilan
Tuye delalika dayik u bavan
Tuye kulilka 17 e biharan
Dua yê dua yê derdê dilayê
Dua yê dua yê rewþa mala yê

Dua yê….
Çirayên xwe tefandin hemi bajaran
Alayên xwe daxistin nêvi hemi welatan
U ketin sekna þermê seri tewandin
Dua yê dua yê þerma mêrayê
Dua yê dua yê serma xorta yê

Dua yê
Çavên xwe girtin stêrên ezmana
Ketin hizna dua yê birina dilan
Tuye brindara17 e xenceran
Dua yê dua yê derdê dilayê
Dua yê dua yê shina mala yê
Dua yê….

Brader musiki


Em jî însan in

Dîn û îman bext û ujdan
Bi kesire neman ya neman

Xelkê em kuþtin avêtin çeman

Xelkê em kuþtin avêtin çeman

Dizanim çima lo lawo dizanim çima

Emjî insanin lo lawo lawêdi insana
Çi heqê we li meye hun xwîna me dirêjin
Çi heqê we li meye hûn xwina me di mêjin

Wê rojekî bê emêji bi hevre rabin

Emê we ji welatê xwe bavêjin

Em jî mêrxasin lo lawo lawê di mêrane
Lawê di mêrane................................

Ew neyarê qemîs reþe
Dil xerabê gotin xweþe nasbikin
Dev ê wî di xwîna medi xwîn pir pê xweþe
Dijminê gelaye wek marê reþe

Dijminê gelaye lo lawo wek marê reþe
Emjî insanin lo lawo lawêdi insane

Çi heqê we li meye hun xwîna me dirêjin
Çi heqê we li meye hûn xwina me di mêjin

Wê rojekî bê emêji bi hevre rabin
Emê we ji welatê xwe bavêjin
Em jî mêrxasin lo lawo lawê di mêrane
Lawê di mêrane................................

Brader-1978-wan


Ez feqirê awirên te me

Ez feqìr ù dergevanè awirèn, wan çavèn te me
Di tarì de xilmaþim,li hèviya ronahìya te me
Min ne denge ù min ne heste,nobedarè ala te me
Min dil li ser deste,ez qurban ù serbirè cejna te me

Derwèþim digerim te nabinim,rèwinda yè warè te me
Ez rèwìme li felekè digerim Siyabend bi Lahorim li Sìpanè te me
Di piþtaminre derbasbûye qelemê bindestiyê ez þoreþvanê te me
Dermanê min ramusanek ji azadiya te ye li hêviya Xeca xwe me

Ji 72 fermanan di parêzim,xwendevanê beytên te me
Li Meshafêreþ digerim þagirt û bi evina Avesta te me
Di tari de dibezède westiyam,sofi me li ber dergehê te me
Qibleya min tuyì ez feqì ù qewalè Laleþa te me

Bi Xani re di xwinim,bi C.Xwinre di qìrim cengawerè doza te me
Bi Feqire bi figanim bi Cizirire evindar ù dildarè dilbera te me
Li ser xaka xwe penaberim, rengè Barzani heyran ù pèsmergè te me
Pènc hezar car di mirim di dergùþa xwe,de li gel þehidê Helepçe ya te me

U tu awireki nademin ji germahìya dilè xwe ez mecburè te me
Tìnek bide min ji awirèn xwe ez qefiliyè berfa Serheda te me
Li xeribiyè bè per ù baskim birìndar û penaberê doza te me
Maçek bidemin ji dev ù lèvan ez birçi ù parsekè evìna te me

Brader musiki
2007. arnhem


Ez sehideki bênavim

Ez sehideki bênavim tirba min ne xuya ye
Sevek teqîn û nalîn stêrka min rijîya ya
Belkî li serê cîyakî belkî li ser zinarekî
Li ser darek qizwanê min navê xwe kola ye
Mirina bi mêranî xwestire ji bin destaye

Ez sehîdekî bênavim hûn war ê min nizanin
Li bajarê Cizîrê li qiraxa wê avê
Carina li suka Licê me kû agir dabû navê
Li bajarê Amedê libinê dara cinarê
Sîh û sê spîndarim carna li Gola Wanê

*** *** ***
Ez sehîdekî bênav im ezim termê windayi
Ezim li cemê qesqbqn dil û gurcik firyayî
Li bajarê Amed ê agir li xwe pêcayî
Ezim li ciyayê Agirî li gel namluyên ciryayî
Ezim li Sîpan ê xelatê Xecê li ser girîyayî

Ez sehîdekî bênavim hûn warê min nizanin
Li bajarê Helebce zarokên li ser destame
Li bajarê Mahabat sehidê Carcira me
Li bajarê Amûdê li agirê sînema me
Li welat ê xerîbîyê Brader im ez

Brader Mûsikî 4.11.1993.Arnhem
achar isimli Üye şimdilik offline konumundadır   Alıntı ile Cevapla