Tekil Mesaj gösterimi
Alt 05-12-2008, 03:32 PM   #3 (permalink)
achar
 
Üyelik tarihi: Apr 2008
Yaş: 25
Mesajlar: 354
Üye No: 3
Tecrübe Puanı: 50000
Rep Puaný : 150532
Rep Derecesi
achar has a reputation beyond reputeachar has a reputation beyond reputeachar has a reputation beyond reputeachar has a reputation beyond reputeachar has a reputation beyond reputeachar has a reputation beyond reputeachar has a reputation beyond reputeachar has a reputation beyond reputeachar has a reputation beyond reputeachar has a reputation beyond reputeachar has a reputation beyond repute


Standart

Harûnê min

Harûnê min westîya ye
Pala xwe daye çîya ye
Birînên wî gelek kûr in
Bê hekim û derman maye

Fermandarê Zagrosê
Lawê agir û rojê
Dest û çîyan tewandin
Ji bo xatirê dozê

Awirek daye rojê
Kenîya bi serê lêvan
Xwîn herikî ji enîyê
Xunav hatî li ser çîyan..

Tekst û muzik:brader
1998 arnhem.


Helbestèn min stran

Helbestèn min

Di quntara çiyande melhemèn devè birìna ne

Helbestèn min

Di bè dengìya nevalan da þahidè bùyerane

Helbestèn min

Di kolanèn terì ù kùrde li pey failèn meçhùlin

Helbestèn min

Di diwarèn gundè kavil ù werande veþartìne….


Ù li wan digerim birìndarim

Ù ez li peywanim evìndarim


Helbestèn min

Di kildanè dayikamin de neqiþandine

Helbestèn min

Di awirè xuþkamin de kildayine

Helbestèn min

Di henùnìya paþila dayikande þìrdayine

Helbestèn min

Di nava cotè zermemikèn tede veþartìne…


Ù li wan digerim birìndarim

Ù ez li peywanim evìndarim


Brader

27 sibat 2002 arnhem….


Hestèn min

Hestèn min ne azadin isev
Ez nikarim wan bigihìnim ser tèlèn tembùra dilè xwe

Ez li virim ù dilèmin li welatèmin maye


Hestèn min li tixùbèn welatan radiwestin

Rè dure ù di westin

Li ezmanè welatèn sar di cemidin

Di helin ù disa di cemidin

Sar dibin ù germ dibin

Di kelin ù sar dibin

Ù di weþin bi ser sìnga min de

Mina kullìyèn berfè di weshin
Ù di hellin
Helak di çin…..

brader

Zivistan 2006-02-03

Arnhem/hollanda



Kinê

Lê lê kinê ezê bi zozanê bavê te ketim bi sewite wa bi kerenge
Kirasê li bejn û bala te ye min anîbû lê wa heft renge
Lê lê kinê tê ramûsanekî ji xan û banê gerdenê
Ji deqa lêvê ji boxazî qirikê ji xwêdana cenê
Bi ser dev û lêvê min de berde
E li te zûye li min derenge kin a min kinê..............................

Lê lê kinê ezê bi zozanê bavê te ketim van qulingan li me xulxuland
Lê lê kinê bihara me xwes bihare bi gul û sosin û cîmenan va xwe xemiland
Lê lê kinê xwezî bi wan dema wan wexta wan caxa wan seyrana tu ya min bû
Simbêlên minî resî narincî xwe li ser rûkê te herbiland kina min kinê....................

Lê lê kinê ezê bi zozanê bavê te ketim lê wa bilinde
Zozan sîpane berf û barane mij û morane
Lê li germiyana bajar û gunde
Sala par van caxa tu ya min bû
Sala îsal tu ketîye destê sindokî mêran xerabî gunde kina min kinê..........................

Geleri—cavkanî: Sulo Resê


Lo dilo

Em man li ber dîwaran lo dilo
Sal derbaz bûn bi hezaran lo dilo
Li bin bin destê neyara lo dilo
Bindestî qey ji Kurda re lo dilo
Windakir dost û bira lo dilo
Serî hildan yek caran lo dilo
Windakir kosk û waran lo dilo
Zûka berdan ew dara lo dilo

Em bi sûnde man ji hevalan
Em bi sûnde man ji hevalan
Em ne gihan tu waran
Em ne gihan tu waran

Braderim bi qêrîn lo dilo
Van zincîran biskînin lo dilo
Vê tarîxê bi cirînin lo dilo
Kurdistanê bistînin lo dilo

Hûn ji hevala ne mînin lo dilo
Xwe bi hevalan gihînin lo dilo

Brader Mûsikî—1981—Mêrdîn


Me hebû welatek

Me hebû welatek ew bê welatbû
Ew zû bîrbir zû zû ew zû mezinbû
Zû evîndarbû evîndarê welatbû
Ew bê welat hat û bê welat çû

Ey welatê lawê xaka Dêrikê
Li çîyayên mazî tu hatî dinê
Çavên xwe vekir bi bayê þoreþe
Tu zû mezinbû ket nav tekoþîne

Welat welatxanbû gelek ciwanbû
Jîr û zana bû gelekî hêjabû
Serê xwe dabû sirra xwe nedabû
Ewî li berxweda ew teslimnebû

2001-09-09 Brader.




Nalîna Emîna Kor

Nalina Emina Kor weke nalina dayika xwe qebûl kiribû di jiyana xwe de.
Gelek caran,xew lê herimî bû.Þev lê dirêj û bê dawî dibûn.Her çavên xwe di girttin,nalina Emina Kor mina zibeqê,ji orta herdû cênîkên wî,xwe bera nava guhê wî dida.þev lê reþ dibû ,zîz dibû,sor dibû,spî dibû,bi nalina Emina Kor re.Li ber guhên wî nalîna Emina Kor.Mina nalina diya xwe,xuþka xwe,heskirîya xe qebûl kiribû.Nalina Emina Kor nalîna welatê wî bû...Welatê Kurdan.Kurdistan........
***
Þev hatibû nivê þevê.
Nalinek li çemê hejîran ,binya gundê Musîka dihat.!
Nalînek û inte intek!Heþi weþek dihat.
Nalinek ji çemê hjîran dihat.
Nivê .þevek havînê.Nalina Emina Kor weke surrek bayê rêþ li newala govan belavdibû.Li tahta sor diket,di newalê derbasî nava gund dibû nalina Emina Kor.Tahta sor qeliþîbû.Hêlîna Bilbil hedimîbû.Kewir û dar digirîyan li ber nalinê.Gundê Mûsika çirayên xwe vemirandibûn û ketibûn reþa Emina Kor.Ketibûn hizna nalina wê.Ji hiznê pêve tiþtek ji wan nedihat.
-Xwedê zilma qomando biser kevir û dara de neyne lawo.Zalimin lawo zalim.Ew Akif çawiþê çav gawir,îman pêre tuneye lawo.Bi qandi zalime ewqas ji bê namûse....Diya wî,bi dizika jêre digot.
Ewî fêmkiribû kû Emina Kor ji ber tecawuza eskerè qomando di naliya.Ketibûn dorê namusiza,îmansiza.Tovèn roma tirrek ù bextresh.Jendirme.Jendirmeyèn bè nan ù xwè.Nan ù xuya wan liser conga wane.Jendermeyèn qùn bi cillik.Jendermeyèn spikùj.!.
Eminê xuþka M.Aliyê Hisên bû.Emrê wê di ser 25 an rebû.Lê ji ber koranîya xwe di malde mabû.Hê qîzbû.Çavek ji binî de tunebû;yek jî mina qulika derzîyê ronî bi ber diket.
Ewê rojê M.Eli yê Kor û þivanên mala Qero li ser delêv li hev dû xistibûn.þivanên gundîyan ketibûn navbênê ji hev qetan dibûn.Danê êvarê M.Elî rahiþtibû tivinga xwe çûbû piþta mala,û çend tiving bera mala Qero dabûn.Lê fîþekkek çûbû li jinikek merva wî ketibû.Jinik ji hêta xwe birîndar bûbû.Esker ji ber vê yekeê girtibû ser gûnd,lê M.Eliyê kor revîya bû.Esker jî xuþka wî biribû binya mala, çemê hejîra,û nalîna Emina Kor bû .
Tecrûbeyên fermandar ê eskeran di vî warî de gelekbûn.Fermandar Akif Çawîþ gelek navdarbû di heremê de bi zalimî û pûþteya xwe.
Carekê girtibû ser gundê Axrez.Mahkumê wan gelekî meþûrbûn.Ne di hatin zeftê.Lê gava Akif Çawîþ girte ser gundê Axrez,jinên mahkuman ani nava gund topkirin.Bi lingê bebekên wan girtin û serberjêr daliqandin.Bebekên þeþ mehî,yek salî ,du salî.Jinikên bi hemle iþkencekirin.þilfe tazî kirin.Bi wî awayî gelek mahkum û firarên gundê Axrez hatin xwe teselim kiribûn.Gelek buyerên wanî li herêmê di qewimîn.Van mahkûm û firarên bi nav û deng,kû tucarî ne di tirsîyan,gava zar û zêç dikete holê ,pertavên mêranîyê di þikestin û yeko yeko teslimi Akif Çawîþ di bûn.Ji xwe mêranîya wan çibû?
Li hember kê bû?Mêranîya wan xwe bi xwe bû.Mina mêranîya M.Eliyê Kor.Bi tifinga bera mala Qero dabû.Lê niha xuþka wî di nava lepê dijmin de bû.û ew revîya bû.Mêr ne wisane.Mêr ewbûn kû dijminê xwe nasbikira,û li hemberê wî li ber xwe bida.Namusa xwe xelaskira.


Nali nala Emina Kor newala govan tije dikir.þev zîz dibû.Tahta sor di çirîya,hêlina bilbil xera dibû.Berqefa nexþikê,qulika pembo,Kunniserê,Tingê,Teyranê û govên newala govan tev di hedimiîn,ji ber nalina Emina Kor.Ketibûn dorê!.Bê esla,namûsiz û soysiza!Gova ketî piþtî bi sedan sala careke din diket.Di hedimî.Vê carê ne bav û kalên wî di binde mabû.Dengê wî ,Qîrina wî,mêrxasîya wî di bin diwarên govan de mabû.Fetisîbû.Deng ji kesî nedihat.Mêranî dibin kevir û kuçên govên hedimî de mabû.Dengê Emina Kor ji Tahtasor vedigerîya di Hêlîna Bilbil re vedigerîya ,li nava gund mal bi mal di gerîya.Li alikarîkê,li piþtekê di gerîya.Lê deng û his tinebû.Tahtasor zuda qeliþîbû.Helîna Bilbil zûde hedimîbû ji bê xwedîtî...

Þev zîz bûbû.Stêrikan bê deng û mat mabûn.Heyv ji þerma ewrekî nerm mina pacekî dabû ber wecê xwe û li insanên newala gova temaþe dikir.Iþev insan ciqas hovbûbûn.Ciqas zalim bûbun.Ciqas bê deng bû bûn,li ber nalîna Emîna Kor.
Hertiþt dibin potinan de fetisî bû îþev.

Qadè Shèxè Cebo xwe li miriti danibù.Ji ber iskenca eskeran li cemè hejiran.Te dogot qey ne iro ev saleke wi ye kù miriye.Berè bi derziyan li binè lingè wi dan.Cixare pève danin.Le Qadè xwe qet tevne dilivand.Vè taliyè Qadè ji gundiyan re digot.
-Yaw ger min xwe li miritì dananiya wè ez bi kushtama wè shevè.
Derzi,cixare….eybe cwamèr.Ma ez deng dikim.Te di got qey ev saleke ez mirime.Lè hun bawer bikin gava Sèxè Evdo yasin li ser min di xwend di wi halide ma kennek ketubu singamin.Ji bona ku ez nekennim min zimanè xwe percekir.
Bi chend gavan ji Emina Kor wirde jendirman iskence li xortan dikirin.Ji bona ku chekèn xwe bidin dest.armanc ne chekbun.Iskencebu.armanc chav tirsan din bu.Zulum bu.
Sèxè Evdo ji mal birin ku li ser Qadè yasina bixwine.Akif chawis belki di wirde muslumantiya xwe di xwest bide nisandan.Ma Kemal ne bi muslumanetiye bav ù kalèn me li dora xwe dane hev.Ji aliyeki turki rizgar kir,ji aliyè din de Kurdistan bindest kir.Bav ù kalèn wan hergavè wisa kirine.Xelk bi din xapandine.Iro li chemè hejiran
Li ber nalina Eminakor din ketibu dewrè careke din.Yasin dihatin xwendin liser Qadè Sèxè Cebo..Dengè yasina.Dengè Shèxè Evdo li dengè emina kor dihatè pèchandin ù li tahta sor diket.Di hèla hèlina bilbilre xùzì chemè hejiran dibu ù dihat deri bi derì digeriya.Alikari di xwest.Shev ziz ù herder kerr ù lal bùbu.

Zarokè bi chùk bi pistè pista dayikan di hatin xilmash kirin.
-hiiiiiiiiiish!Esker.
-hiiiiiiiiiiish!Qomando!
Dinya bè deng ù herder lal bù.Heyv sekini ù ji sherma ewreki nerm dabù ber wecè xwe.tariyek tenik dabu ser newala govan.
Lè heviyek di meshiya bi dizi.Di psita malanre derbasi aliyè zaxorè bu bi dizi.Di nava rezo nano re xwe gihan de nava rezè Sènex.
Bè deng mina reshkè shevè di meshiya.Ruhè wi di serè pozè wi debu.Kefen xistibu bin chengè xwe.Di dilè xwede ji diya xwe ,ji gund xatir xwestibu.Di karibu isev bihata kushtin ji.armanca wi ne kushtuna esker bu.Armanca wi beje vaye ez heme.Lè hun nizanin ez kime.Lè ez heme.U ez gaziya Emina korim.Ez vèya ji were nahèlim.Iro ew sibe ki dizane xushka ki jime,dayika me,jina me.
Rezè senex ji derbaskir.xwe gihande pista hèlina bilbil.Pista esker li wi bu.Ji xwe xuya ne di kir kesek.Lè xmindi kir.Ceme hejiran weka kefa destè xwe di zanibu.gerek ew esker isev bireviya na.Gereke ev kèfa ji wan re nema na.Boxaza mezelan vekiri hist.Ji bo esker bi shunda vegere.Di psit kevirekide runist.Behna xwe veda.Berè xwe da gund.Herkes di tariye debau.Li tex ma mala xwe mezekir.Ew ji taribu.Dilè wi cu cixaraki.Lè -chènabe ji xwere got.

Xortekei cheleng bù.Mina deqekì bi gullebù ji qewla bavè wi ve.
Tivingek Ecemi pèrabu.Nu kete bira wi.Ku wè dengè tifinga wi wì bide dest.Capili du deng di
teqiyan.Wè herkesi zaniba ew tiving ya wi ye.Ya wi tene Ecemi bu.Ecemiya kin.è careke biryara xwe dabu.
U di zanibu gundi navè wi nadin.Berè tivinga we da nava eskeran texmini.U yek,dudi,sissè….qupìn ù xushin bi newalè ket.
Deng ji emina kor qut bu.idi dengèskeran dihat.Anam.anam.kach.oldum.komutanimmmmm.
Ewan ji berdida.sev bubu mina tu xwè bavèje agir.
Wè shevè kesek ranaza.Esker tev bi shunda reviya bu.

Tahta sor cebiri bu.Hèlina bilbil xwe nù dikir.Govèn keti ù hedimi ji nuv de dihatin avakirin.Tivinga Acemi ya kin ji niuvde dihate paqijkirin ji barùde.U dikete zuleya xwe.Gelek caran esker dihate nava gund ji bona mahkum u firaran.Dè bavè wan di anin mala mixtar.Zarokèn wan ji wan di xwestin.Rica dikirin.Digotin em brayè hevin.Ji zarokèn xwre bejin bila werin teslim i adalete bivin.
Dè bavan bi tirki nizanibu.Swarè ecemiya kin carna tercume dikir ji komutanre.Lè dibine simbèlanre dikeniya u siret li dè ù bavè mahkuman dikirin.Hun tisteki nebejin ha.Baweri bi van nabe.
Vana tirs nediyana ewqas insani nedibun.dem ne ya bere ye.Neyèn xapandin …Ù di ziviri ser komutan digot efendim dibejin Gul u kulilk li newala govan vebune.dem bihare.Biharek xweshe.behan xwezaye tevli bèhna azadiye dibe.Bayek ji bashur tè li bakur dixe.Bayè azadiyè serfiraziye ye.dem bihare.Agirè NEWROZE hare. Bi kech u xortan em dilanè bi gerinin,siretèn bav ù kalan bi cih binin.



Umir 16 e

Umir þanzde bu li dibistan e
Yarek te hebu li kurdistan e
Guli direjin Dicle u Ferat
Caven res u belek Cudi u Ararat

Singa we boze ciyaye Sipan e
Ezman cirandi li gola Wan e
Gelek delal u gelek sirine
Bi hilm u bihne gula bihare.

Kulen we pirin Dersim Agiri
Amed dinale Cudi di giri
Wa li Helbce wa li Qaladiza
Can di sewite cav xwin di giri.

Singa we deste wek mezra botan
Ciyayen mazi li ser bune cota
Xwezi azad ba yar serfiraz ba
Li gel we buma min kilam bigota.

Ev dur u direj sal derbaz bune
Ji bo azad bin bune qewme ciye
Seren zozanan pir sehid bune
Mina Barzani li xeribiye
(Mina Qasemlo li xeribiye)

Tekst u muzik:Brader....8/1989.arnhem.....


Xortê 50 salî

Riha te mina riha neriyeki xezala ye

Kenna min te.
Guliyen te biser milen te de SHINGALINE
Gotinen helbestan ji xwe dadiweshine
Li ser helbesta di pashila te de xilmshkiri
Bi baweshine
Porre te yi direj,
Milkesa diya te ku ji shurta deve cheman cedikir tine bira min
Disa kenna min te….
Milkesa diya min ji,ji shurta deve chemanbu
Hate bira min icar griye min te..
Kume ku qoqe te yi zellut vedishere
Kume che ye
Merxasiya bi bira min tee….
Bejna te ya kinnik
Dile te yi mezin
Mejiye teyi kuur
Awiren te yi duur
Ka deve te lo?
Ma tu wan bejeyen xweshik bi kijan levan di hune?
Kurbana wan simbela bumo.

Di fikirim tu rebbe zilama ye
Cinne saira ye
Shexee helbeste

Mamosteye gotina ye

Le tu ...

Helbestvane KURDA ye
Gava ez li te di fikirim,
Dilemin dibe DILBIRIN
Cegera min dibe CEGERXWIN
Mejiye min dibe CIZIRI
Awiren min tibin TIREJ
Loma giriye min tee....
Bi hale te te
Bi hale me te
Giriye min bi hale min tee...

Ew hesreta dile te nehate cih
U we neye cih,
Ger ne Husen bave te be

Bave Azad Bush ji li pishta tebe.

Jiyana hunermendi nabe para te rebeno
U we herdem qirika te bi qulbe u tucari tu ter naxwe
U rojeke nebeje elhemdullillah
U te herdem hejar u deyndare nemerdabe
Heta tu beje ez sair u niviskarim
Niviskare Kurda….
Hehehe de buxwe ha….

Niviskariya erebi li ber te digeriya dino
Weka hinekan teji dikaribu bi zimane serdesta ji xwere binivisanda lo..
Ma tuye niha wani buya?
Ma we niha denge kevci u seniya ji helbesta te bihata
Ma we behna sabune teketa nava helbesta te
Ma we helbesta te ji dohne pizza u doner e bi lewitiya qirdooo?
Tu rabu runush bi Kurdi got u bi Kurdi nivisi
Bi Kurdi kenniya
Bi Kurdi giriya
Bi Kurdi xeyidi
Bi Kurdi hasht bu
U bi Kurdi serxwesh ket
U hemi jiyana xweya di dilde vesharti rijande ser rupela helbesta Kurdi..
U tu hinaji di wan kolanan de hespa helbeste di bezine
Sware penusa diljikesti
Ma em ji edebiyate u nivise u ji helbeste ci famdikin?
Ma em fambikin ji
Gelo em rumeta wan dizanin?
Ma em zanibin ji eme rumeta te bizanibin?
Me rumeta kijan helbestvani,hunermendi girtiye
Ku em ya te bigrin lo?
Ev bu 50 sal ma te hina aqil negirtibe
Ev bu penci sal ger tu hina li benda komkirin u li hevanina bejeyan be
Ev 50 sale ger tu hina necare lekirina diwaren ji gotinan be

Ev 50 sale ku tu hina di xewnen xwede qesr u qonaxan ji gotinen brindar ava dike
Ev 50 sale zikeki ter u 50 birci be…..
e de tu zane.

Ma tu ji ciziri,ji feqi,ji heriri,ji tirej u c.xwin cetire?
Ma hemi ne di nava tunebune de mirin
Ere mirin
Mirin..............
Le pisti mirin zindi bun
Qun bi helaw bun
Ahuuuuuuuuu
Helaw tune niha tune
Kinga tu ji mir
U ger kurda adet ne guhertibin
Adeta miri hez u zindi kuj lo
Ere

Icar tuye we caxe zindi bive

Qun bi helaw bive

Seminar

Sev

Pirtuk

Quncik

Rojname

malper

Hemi we di xizmeta teda bin

Rumeta ku te 50 Sali nediye

Helawa penci Sali we li ser ruhe te belavbikin
We 50 teneke helaw
50 cewal sekir
50 sendoq biskuvit
50 helbest
50 nivis
50 kamyon vir u derew
li ser ruhe te belavbikin
hinge ev adeten me yen zindi kuj u miri hez heye
ma ez u tu nihaka bimirana ne cetirbu rahme?
Brader musiki


Brader Musiki
achar isimli Üye şimdilik offline konumundadır   Alıntı ile Cevapla