![]() |
|
||||||||
| Genel Kültür Genel Kültür konularý burada paylaþýmda. |
|
|
LinkBack | Seçenekler | Stil |
|
|
#1 (permalink) | ||||||||||
|
MELAYÊ CIZIRÎ (1570-1640) - yek ji helbestvanên mezin yên kurd e.
Perçeyek ji meqele "Klasîkên me - an þahir û edîbên me ên kevin" ya Celadet Alî Bedirxan: Mela li cem hemî kurdmancan, nemaze li cem feqehan ewçend nas e ko ne hewce ye ez wesfê wî bidim. Mela þahirekî mitesewif e, dîwana wî di sala 1919 an de li Stenbolê ketiye çapê. Beriya wê li Petresbûrgê jî hati bû çap kirin. Min ji vê çapê nisxeyek li þamê di taxa kurdmancan de dîtiye. Çapa Petresbûrgê çapeke lîtografîk e. Melayê Jaba di heqê Melayê Cizerî de dibêje: »þahirê diwê Melayê Cizerî ye. Eslê wî ji Cizîra Bihtan e. Navê wî þêx Ehmed e. Di tarîxa pansed û çilî de di nêv Cizîrê de peyda bûye. Di wî wextî Mîr Imadedîn li Cizîrê mîr bû û xweheke mîr hebû. Ev þêx Ehmed li xweha mîr aþiq bûye. Xezeliyatine zehf gotiye û diwançeyek tertîb kiriye. Dîwana Melayê Cizerî dibêjin qewî dîwaneke misteleh e, û zehf li nik ekradan meqbûl e. Paþê, Mîr Imadedîn ew þêx Ehmed ceribandiye ko aþiqê heqiqî ye û xweha xwe da ê. þêx Ehmed qebûl ne kiriye. Ev þêx Ehmed jî di tarîxa pansed û pêncî û þeþê de merhûm bûye û di nêv Cizîrê de medfûn e, û ziyaretgaha xelkê ye« . Herwekî melayê Jaba gotiye tirba Melayê Cizêrî ziyaretgah e. Ji xwe hêj di saxiya wî de welayet bi aliyê wî ve didan. Dibêjin ko mela li Westaniyê, li ber þetê Cizîrê, li ser kuçekî rûdîniþt û þihrên xwe dinivîsandin. Ji cizba wî kuç welê disincirî ko piþtî ko mela jê radibû jin diçûn wî kuçî û nanên xwe pê ve didan û dipijandin. Ji dîwana melê me xezala jêrîn bijartiye. Heye ko di dîwana melê de jê spehîtir xezel hene. Îro ji husna dilberê Îro ji husna dilberê Dîsa helak û serxweþ în Remzên di wê þîrînsurê Sohtim bi pêta ateþîn Sohtim bi berqa lami' e Ew necm û bedra tali' e þemsa semayê rabi' e Lew pir ji þewqê þewwiþîn Pir þewwiþandin wê dil e Zulfên siyah ser dan mil e Tora muxalif silsile Selwa 'eqarib lê meþîn Selwa 'eqarib lê weten Ew nazika nûrînbeden Qendê dirêjin guft û ken Biskan di lê kir baweþîn Biska siyah re'na ye mest Yek dî bi heyran pê ve dest Hemyan bi mestî helqe best Derbendê ew zulfa reþ în Êsîr kirim zulfa çelek Ew horiya þubhet melek Tîr dan ji reþtûzên helek Mecrûhê qewsê pirweþîn Tîr dan ji qewsê malzirav Ew gewhera pir þewq û tav Sotin li min cerg û hinav Lew têk ji cergê heriþîn Cerg û cesed têk sohtine Lew xef xedengan nuhtine Ji qewsê hilalê jih tine Heyranê dêma mehweþ în Hem bedr û hem Zuhra ye dêm Ji wê 'alema kubra ye dêm Xweþ destxet û tuxra ye dêm Herfan ji miskê lê niþîn Lewhê ji nû sîqal bidin Herdem ji nû ve xal bidin Da dil bi yek dî pal bidin Nuqtan ji zêrabê weþîn Zulfa siyah 'enber bike Xemlê ji zêrê zer bike Zerbaf û dîba ber bike Misk û gulavê lê reþîn Mawer ke terh û biþkoyan Cîranê berg û lû'lûyan Ew 'er'er û selwa ciwan þetrî bi mestî lê xwiþîn Þetrî we tayên sor û zer Bayê nesîm lê da seher Li wê cebhetê hijiyan dû per Lewra sekara bêhiþ în Meþha seher yarê þefîq Da min bi enguþtên 'eqîq Ji wê badeya nûrîn rehîq Mexmûrê xemra bêxiþ în Mexmûrê bê camê ez im Yexmakirê ramê ez im Çavnêrê peyxamê ez im Perwaneyê þem'a geþ în Perwaneyên sotî kebed Dilber ji ber Birca esed Tîr dan ji reþtûzên semed Lew têk ji xwînê neqqiþîn Kuþtim bi qewsê 'enber e þoxê ji dil mil dan ber e Êxiste dil sed pencere Evrenge em mihnetkeþ în Mihnetkeþên roz û þebê Der firqeta þêrînlebê Zulma ji ber destê te bê Ew 'edl e em pir pê xweþ în Zulma tu kî pir pê xweþ im Sohtîdilê hicrankeþ im Mislê perengê ateþ im Rûhek mucerred bêleþ în Min dî sehergaha elest Camek ji kewser dost di dest Jê da Melê lew maye mest Hetta heyatê serxweþ în EHMEDÊ XANÎ (1651-1707) yek ji helbestvanên herî mezin ên kurd e. Ji meqeleya Klasîkên me – an sahir û edîbên me ên kevin ya Celadet Alî Bedirxan: Mela Camî di heqê Mewlana Celaledînê Rûmî û kitêba wî »Mesnewî« de gotiye: Men çi gûyem wesfi an alîcenab Nîst pêxember welê dared kitab. Yanî: Ez di heqê wî alîcenabî de çi bibêjim, ne pêxember e, lê kitêba wî heye. Ev pesnekî bilind û hêja ye û bi her awayî li bejna Mewlana têt. Di heqê Ehmedê Xanî û kitêba wî »Memozîn« de, bi min be, mirov dikare jê bêtir jî bibêje. Belê Xanî jî xudan kitêb e. Lê Xanî pêxember e jî. Pêxemberê diyaneta me a milî, pêxemberê ola me a nijadîn. Xanî di wextekî welê de rabû ko - beriya niho bi sê sed û neh salan - ne li cem me, lê li Ewropayê jî xelk hêj li miliyet û li nijadê xwe hiþyar ne bû bûn û zelamên ji yek miletî hev û dû ji bo ketolîkî an protestaniyê dikuþtin. Di heyameke welê de Ehmedê Xanî bîra miliyeta xwe, bîra kurdaniya xwe biri bû û ji kurdan re goti bû hon berî her tiþtî kurd in, rabin ser xwe, dewleteke kurdî çêkin û bindestiya miletên din mekin. Melayê Jaba der heqê Ehmedê Xanî gotiye: »Sahirê pêncê jî Ehmedê Xanî ye. Eslê wî ji tayifeyê hekariyan ji eþîreta xaniyan e. Bi xwe hatiye Beyazîdê, di tarîxa hezarê da tewetin kiriye. Di zimanê kurmancî de Memozîn nav kitêbek aþiq û maþûqan gotiye û kitêbek lixet jî bi kurmancî û erebî gotiye, navê wê Nûbihar e. Zarokê di Kurdistanê hemû di piþtî Quranê dixwînin. Û zehf jî xezeliyat û esharan û beyt bi zimanê kurmancî gotiye. Û di zimanê erebî û farisî û tirkî jî qewî mahir û sahibi irfan e. Û ji sierayê di Kurdistanê hemûyan jî meþhûr û faiq e, belkî ji hemû þieran meqbûl û memduh e. Û dii hezar û þêst û sê da jî merhûm bûye û di nêv Beyazîdê da mizgeftek jî bi navê xwe bîna kiriye. Û bi xwe jî li kenarê mizgeftê medfûn e« . Xanî herwekî bi xwe dibêje di sala hezar û þêst û yekê hicrî de ji diya xwe bûye. Lewra ko dema ji xeyb fek bû Tarîx hezar û þêst û yek bû Kengê emirê Xwedê kiriye em pê nizanin. Lê gava Memozîna xwe qedandiye çil û çar salî bû. Îsal gehiþte çil û çaran Ev pêþrewê gunahkaran Ehmedê XanîXanî ji Memozînê pê ve hin eserên din hene. Nûbihar: ferhengeke menzûm e. Kurdî-erebî. Xanî ji bo Nûbiharê dibêje: Ji Eqîda îmanê: Sifatê di sebhe ji bo zilcelal Bizan heft in ey arifê pir kemal Xweþî, þîn û zanîn û vên û kelam Bihîstin digel dîtî bû temam Xanî li Beyazîdê dibistanek jî danîbû û tê de dersa zarokan bi kurdmancî digot. Di pey mirina wî re þagirtê wî Smaîn bîst salên din li wê dibistanê guhdar bû û dersên kurdmancî tê de gotin. Li gora tiþtê ko min bihîstiye Xanî kitêbeke cexrafyayê jî çêkiriye û tê de qala ezman û stêrkan kiriye. Herçend ez gelek lê geriya bim jî ev kitêb neket destên min. Ehmedê Xanî herwekî bi xwe gotiye Mem û Zîn ji xwe re kirine behane û bi vê hêncetê kula dilê xwe bi der daye, derdê miletê xwe ê ker û lal bi ziman kiriye û ew axivandiye. Mem û Zîn ji bo Ehmedê Xanî remzên Kurdistanê, rêzikên welatê wî ne. Xanî dibîne ko ew rêzik winda dibin, kurdmanc bi zimanine din dixwînin û dinivîsînin, bi rêzikên miletên din ve diçin, belgên xwe ên nijadîn ji xwe tavêjin, dikevin rengên miletên din û bi vî awayî û bi rêva bindestiya wan dikin. Seyda dibêje: Sazi dili kul bi zîr û bem bit Sazendeyê 'eþqi Zîn û Mem bit Serha xemi dil bikim fesane Zînê û Memî bikim behane Nexmê we li perdeyê derînim Zînê û Memî ji nû vejînim Derman bikim ez ewan dewa kim Wan bê mededan ji nû ve rakim Meþhûr bikim bi terz û islûb Mimtaz bikim mihibb û mehbûb Ewreng bikim ji nû serefraz Da bêne temaþeyî nezerbaz Dilber li Memî bikin girînê 'Aþiq bikenin bi derdê Zînê Ev meywe eger xirab e ger qenc Kêsaye digel wê me dused renc Ev meywe eger ne avdar e Kurmancî ye, ew qeder li kar e Ev tifl e eger ne nazenîn e Nûbar e bi min qewî sirîn e Ev meywe eger ne pir lezîz e Ev tifl e bi min qewî 'ezîz e Mehbûb û libas û gûsiwar e Milkê di min in ne miste'ar e Ez pîlewer im ne gewherî me Xudreste me ez ne perwerî me Kurmanc im û kûhî û kenarî Ev çend xeber in di kurdwarîMemozîna Xanî di sala 1919'an de li Stenbolê hatiye çap kirin. Seyda Hemze - îro midirê dibistanên Hesiçê ye - jê re dîbaçeyek nivîsandiye. Tê de dibêje ko Xanî Nûbara xwe di sala 1094'ê hicrî de nivîsandiye. Li gora vê tarîxê Beriya qedandina Memozînê bi neh salan. Tirba Xanî li Beyazîdê ziyaretgaha xelkê ye. FEQIYÊ TEYRAN (1590-1660) yek ji helbestvanên mezin yên kurd e. Perçeyek ji meqele "Klasîkên me – an sahir û edîbên me ên kevin" ya Celadet Alî Bedirxan: Melayê Jaba di heqê Feqehê Teyran de gotiye: »Sahirê siyê Feqiyê Teyran e ko navê wî Mihemed e. Eslê wî ji qesaba Miksê ye, welatê hekariyan e. Di tarîxa heft sed û diwê peyda bûye. »Hikayeta þêxê Senhanî« û »Qiseya Bersîsayî« jî mewzûn gotiye û »Qewlê hespê reþ« jî wisanî mewzûn gotiye û zehf beyt û eshar jî qewî mileme û rengîn gotine. Û navê wî jî di sihrê da »Mîm û Hey« e, û miqdarê heftê û pênc salan emir kiriye û di tarîxa heft sed û heftê û heft da merhûm bûye û li Miksê jî medfûn e« . Gelo Feqehê Teyran kî bû? û navê wî, çi bû? Ji ber ko Feqehê Teyran leqeba sahir e û ne navê wî ye. Ji eserên wî »Wesfê þêxê senhanî« nik min heye. Yê ko ev nisxe nivîsandiye di dawiya wê de bi erebî gotiye: »Qesîda wesfê þêxê senhanî ya ko Mîr Mihemed nezim kiriye temam bûye, Ev mîr Mihemed bi navê Feqehê Teyran meþhûr e« . Li gora vê serhê Feqehê Teyran mîr bû û navê wî Mihemed bû. Lê mîrê kîjan welatî? Heye ko ji mîrekên Miksê bi xwe bû. Ji eserên Feqeh min ji »Wesfê þêxê senhanî« pê ve tu jî ne dîtine. Ji xwe esera »Qiseya Bersîsayî« bi guhê min ve jî ne bûye. Min navê »Qewlê hespê þes« bihîstiye. Bawer bikin jê re »Hikayeta hespê þes« jî dibêjin. Min hin xezel û qesîdeyên wî ên peregende jî dîtine. Dibêjin ko Feqehê Teyran þagirtê Melayê Cizerî bû û li ber destên wî xwendiye. Feqeh di wefata Melê de jê re mersiyeyek jî gotiye û li tarîxa wefata Melê tê de bi ebcedê iþaret kiriye. Ew mersiye bi destê min keti bû lê di dema nivîsandina vê bendê de ne bi min re ye. Lê qenc tête bîra min ko Feqeh di mersiya xwe de dibêje »Heft eyn û lam ji hev bûn cida, sîn û girî dîsa tê da« . Heke mirov ev pirsên ha bi hisabê ebcedê hel kir bawer bikin tarîxa wefata Melê jê xuya bike. Dîsan ji wê qesîdê tête zanîn ko Melayê Cizerî ji gundê Hêsetê ye. Ji ber ko Feqeh dibeje: Îro werin, lazim werin, cîran û xelkê Hêsetê. Herçî »eyn û lam« Feqeh qala van her du tîpan di »Wesfê þêxê senhanî« de jî kiriye û gotiye: Miksî ji wê meymestihê Tewîl diket hîkayetê Miksî ji eþqê sihtiye Ev sihir vi þêx ve nihtiye Halê xwe tê de guhtiye ji »eyn û lam« a hicretê [1] Feqeh qala nefsa xwe bi xwe dike. Herwekî me got Feqeh ji welatê Miksê ye. Lê gelek li Cizîra Botan maye û tê de xwendiye. Gelo leqeba Feqehê Teyran çawan bi vî sahirî ve bûye. Dibêjin ko Feqeh bi zimanê teyran dizanî bû ji lewre navê Feqehê Teyran lê kirine. Di vê babetê de min ji þêx Evdirehmanê Garisî çîroka jêrîn bihîstiye. Feqehê Teyran diçû Cizîrê. Bi rê ve rastî kesekî hat; pev re hevaltî kirin. Midekî çûn, westiyan, xwe dan ber siha darekê. Bihna xwe didan. Du çûk hatin û veniþtin ser darê. Çûk pev re diþtexilîn û Feqeh dikenî. Kesê ji Feqeh pirsî û got ê: Ma tu çire dikenî? Feqeh got: Ev adeta me ye, em feqeh holê dikenin. Kese: Divêt jê re sebebek hebe, mirov bê sebeb nakene. Feqeh: Xebera te ye, lê heke min ji te re got, ditirsim tu bêbextiyê li min bikî û belakê bînî serê min. Kese soz da yê ko nabêje tukesî. Feqeh rabû mesela xwe jê re qise kir û got: – Ez bi zimanê teyran dizanim. Tu van çûkên ser darê dibînî, yekî ji ê din re dibêje, ev feqehê ha diçe Cizîre, lê nizane ko li Cizîrê serê wî dê bête êþandin. Kese deyn ne kir. Her diwan da xwe û ji nû ve bi rê ketin. Gava gehiþtin Cizîrê Feqeh çû Medresa sor, kese çû Westaniyê. Li Westaniyê xelk giha bûn hev û wek mirovine ko li tiþtekî digerin diçûn, dihatin û li erdê fedikirîn û dipeyivîn. Kesê sehîtî kir û zanî ko remildarekî gotiye ko di erdê Westaniyê de xezîneyek heye, lê nikari bû cihê wê þanî bide. Mîrê Cizîrê jî li xezînê digere. Vê carê, kese kenî û çû nik mîr; mesela feqeh û çûkan jê re got. Mîr þande pey feqeh. Feqeh gote mîr; belê ezê xezînê derînim, lê para xwe jê dixwazin. Mîr jî sertê Feqeh pejirand, yanî qebûl kir. Feqeh jî çû hinek zad anî û resand nava Westaniyê, û xwe li paþ kevirekî veþart. Teyr hatin ser zad, zad xwarin û bi hev re þtexilîn. Teyrekî ji yekî dîtir pirsî: – Ma kê ev zad reþandiye vê derê? – Feqehê Teyran ev zad reþandiye, seba xezînê. – Ma tu nizanî xezîne li kû ye ? – Belê dizanim, sibehî wextê roj hiltêt kevirê ko tavê berî ewilî lê didit xezîne di bin wî kevirî de ye. Feqeh zivirî medresê û nivist. Sibe zû rabû çû Westaniyê û piþtî ko kevirê xwe nas kir berê xwe da mala mîr û gote wî: Ezbenî min xezîne bi cih kir. Mîr digel xulaman rabû, hat Westaniyê, erd kolan û xezîne derêxistin. Malekî zehf derket. Mîr ji feqeh pirsî: Para te çi ye bêje... Feqeh got: Beramberê serê kesê bidin min. Mîr got: Serê kesê bi laþê wî ve ye, em çawan beramberê wî bidin te. Feqeh got: Rahet e, serê kesê ji laþê wî vekin. Anîn serê kesê jê vekirin û danîn ser sehînê û li milê din hêdî hêdî zêrên xezînê êxistin, hetanî ko zêr temam bûn. Zêr beramberê serê kesê ne hatin. Mîr enirî û gote feqeh: Te zanî bû ko serê kesê hinde giran e, ji lewre te ev þert bi min re kir. Feqeh deyn ne kir, zêr ji sehînê rakirin û çend kulm ax avêtine þûnê. Milê axê daket, serê kesê rabû. Hingê Feqeh berê xwe da mîr û got ê: – Mîr im, min zêr navêt, zêr ji te re divêtin, tu ko xwedî xulam û mêvan î. Mexseda min ew bû ko ez þanî we bidim ji serê insên girantir ax heye, û insan bi tenê bi axê têr dibe. Ev her sê sahirên ha yanî Elî Herîrî, Melayê cizerî û Feqehê Teyran bivê nevê beriya Ehmedê Xanî ne. Ji ber ko Xanî qala wan dike û dibêje: Min dê elema kelami mewzûn Alî bikira li banê gerdûn Bînave riha Melê Cizêrî Pê hey bikira Elî Herîrî Keyfek we bida Feqiyê Teyran Heta bi ebed bimaye heyran Çi bikim ko qewî kesad e bazar Nînin ji qimas re xerîdar Ezê niho hin sihrên Feqehê Teyran bidim zanîn. Ji Wesfê þexê senhanî: Van qisetan izhar bikim Behsan kar û bar bikim Yar û biran hiþyar bikim Da ez ji þêx dim wesfekî þêxek hebû çaxê ewil Nûrha Xwedê hel bû di dil Sed gumreh û dal û midil Bi destê wî tên tobetê þêxek hebû sinhaniyan Serdarê pansed sofiyan Ji qesîdeke wî: Bizan ko min yar ti wî Dil ji birîndar ti wî Ez kuþtim yekcar ti wî Çi bikim ko min yar ti wî Bê dest û hem pa ti wî Pir li min kubar ti wi Ê b'xezeb xwendî ez im Di qeyd û bendê ez im Zencîr bi zendê ez im Mistaqi rindî ez im Aþiqê cindî ez im Perwazi findê ez im Xweþ qed û ehla ti wî Cama piyala ti wî Sûx bejn û bala ti wî Delala mala ti wî Pir bext û tala ti wî Nîmeta ala ti wî. Dûr ji wisalê ez im Yar di xeyalê ez im Îsa li erdan ti wî Bi girt û berdan ti wî. CEGERXWÎN Jidayikbûn û Zaroktî Cegerxwîn bi navê þêxmûs ji dê û bavekî gundî-cotkar-belengaz di sala 1903'an de li gundê HESARÊ hatiye cîhanê, ji (11)de xuþk û bira tenê sisê mane: Sêxmûs, Xelîl, Asya. Di sala 1918an de bavê wî Hesen li bajarê Amûdê serê xwe danî û çûye ser heqiya xwe. Di sala 1919'an de li gundê Bêdir-Memo diya wî Eyþan ya heftê salî jî serê xwe danî û çûye ser heqiya xwe. Cegerxwîn pêlakê li cem xuþk û birayê xwe maye. Jiyan û xebata li Binxetê (Kurdistan a Sûriye yê) Di sala 1920an de çûye xwendegeha olperestî û çend salan li ser hev li Kurdistana Sûrya yê, Îraq û Îranê jî li xwendinê geriyaye û rewþa gelê Kurdistanê baþ nas kiriye. Di sala 1927'an de keça xalê xwe Kehla Selîm ji gundê Hesarê ji xwe re tîne û li Amûdê bicî dibin. Di sala 1928'an de xwendina xwe qedand û îcaza xwe wergirt û bû melayê gundê Hazda jorî û di wê salê de dîwana xwe ya yekemîn nivîsiye, ev dîwan winda bibû û berî 3 ê salan ketiye destê me û heta îro nehatiye çapkirin. Di sala 1936'an de, Cegerxwîn bi çend malên gundiyan ve du gund li jêrê avaniyê avakirin(Çêlek û Cehenem). Di sala 1937-1938'an de, Cegerxwîn û hevalên xwe Nadiyek-Komelak li bajarê Amûdê ji xortên kurd re vekirin û komela wan gelek berepêþçû, lê bi navtêdana hin mirovên nezan û dijminê miletê kurd Firansizan ew komele girt. Di sala 1946'an de Cegerxwîn mala xwe ji gund guhaztiye bajarê Qamiþlo û ketiye nav pêlên rêzanî û siyasetê û di wê salê de Civata Azadî û Yekîtiya Kurd hate çêkirin: Dr. Ehmed Nafiz serok û Cegerxwîn sekretêr... Di sala 1948'an de Cegerxwîn bûye hevalê Partiya Komunîst a Sûrya yê. Di sala 1949'an de cara yekemîn bû ko Cegerxwîn hatiye girtin. Di sala 1950'an de Cegerxwîn dikeve Civata Aþtîxwazên Sûrya yê û di hundirê wê de kar dike. Di sala 1954'an de Cegerxwîn ji hêla komonîstan ve bû namzadê perlemana Sûriya yê. Di sala 1957'an de Cegerxwîn ji komonîstan dûr dikeve û di wê salê de Cegerxwîn û hevalên xwe rêxistina AZADÎ sazdikin û piþtî pêlakê Cegerxwîn û hevalên xwe rêxistina xwe fesix dikin û bi Partiya Dîmoqratî Kurdî re dibin yek. Di sala 1959'an de Cegerxwîn direve Îraqê û sê salan li wir dibe mamosteyê zimanê kurmancî li Zanîngeha Bexdayê perçê kurdî. Di sala 1962'an de hukûmeta Îraqê bera Cegerxwîn dide û ew û zarokên xwe vedigerin Sûrya yê, Cegerxwîn tê girtin û piþtî pêlakê tê berdan. Di sala 1963'an de dîsa Cegerxwîn tê girtin û dikeve Zindana Mezê li bajarê Samê, lê piþtî pêlakê tê berdan lê wî nefî (Surgun) dikin û diþînin bajarê Siweyda nav Durziyan, lê piþtî pêlake ne dirêj tê berdan û vedigere bajarê Qamislo yê. Di sala 1969'an de Cegerxwîn diçe Kurdistana Îraqê nav þoriþa kurdî û nêzîkî salekê li wir dimîne. Di sala 1970 yî de Cegerxwîn ji Kurdistana Îraqê vedigere Sûrya yê. Di sala 1973'an de Cegerxwîn direve Libnanê û dîwana xwe ya sisyan KÎME EZ? Û çîroka Salar û Mîdya li wir çap dike. Di sala 1976'an de Cegerxwîn vedigere Sûriye yê û heta sala 1979'an li wir dimîne. Li Swêdê Di sala 1979'an de Cegerxwîn ji Sûrya yê direve û diçe Siwêdê û pênc salên xwe yên dawî ji jiyana xwe li Siwêdê derbas dike. Di 22-10-1984'an de li bajarê Stockholmê Cegerxwîn serê xwe danî û çû ser heqiya xwe. Cegerxwîn di hewþa xaniyê xwe de li bajarê Qamiþlo yê hatiye veþartin. Zarokên wî yên ko li dû xwe hiþtine du kur û çar keç in: Keyo, Azad, Gulperî, Rojîn, Beniye, Selam. Neviyên wî 26 kes in. Sala bîranîna Cegerxwîn Cigerxwîn, dengê êþû azara gelê Kurd di têkoþîna azadiyê de, di sala 2003'an de kete sedsaliya xwe de. Cigerxwîn ku navê wî yê birastî Sexmûs Hesen e, di sala 1903-an de li gundê Hesarê girêdayî navçeya Kercosê ye, ji dayik bû. Piþtî ku di temenekî biçûk de dê û bavê wî çûne ser dilovaniya xwe xwîþka Cigerxwîn ew bire cem xwe. Dema ku ew yanzdeh salî bû, di destpêka þerê yekemîn yê cîhanê de, tevlû malbata xwîþka xwe binxet bû û bû penaber li welatê xwe. Ew li gundê Amîd girêdayî Qamiþloyê bi cih bû. Cigerxwîn di sala 1921-an de xwendina xweyî medresê bi dawî kir û îcazeya melatiyê wergirt. Piþtî vê yekê Cigerxwîn dest bi melatiya gundê Tell Sair kir û ji ber vê yekê jî navê Mele Sexmûs lê hate kirin. Dema Cigerxwîn li gelek cihên baþûr û rojhilatê Kurdistanê xwendina xwe ya medrese didomand, wî êþ û azarên gelê Kurd ji nêzîk ve dîtin û navê Cigerxwîn li xwe kir. Jiyana Kurdan ya sext û zor û zehmetiyên jiyana wî bi xwe ew xistine nava nakokiyên hundirîn. Cigerxwîn ji sala 1924-an û pê de dest bi nivîsandina helbestan kir. Piþtî têkçûna serhildana Sex Saîd, heþtên neteweyî yên Cigerxwîn gurrbûn û ew bû endamê rêxistina Xoybûn ya ku ji aliyê rewþenbîrên Kurd ku penaberî Sûriyê bûbûn hatibû damezirandin. Wî di 24 saliya xwe de dest bi nivîsandina helbestan di kovara Hawar de kir. Dilnermiya wî û mirovaniya wî û xwendina wî ya medresê bûn sedema wan berhemên wî yên ku bîna berhemên wêjeya klasîka Kurd jê tê: Cana xwe derîne tu ji piþta çeperê, Perde tu hilîne, ku li min roj bê derê, þevreþ bike ronî, tu bi loks û fenerê, Maçek ji du lêvan bide, ey lêv þekerê, Ew e dermanê birînê û kul û derd û kederê ... Piþtî demeke kurt Cigerxwîn berê xwe da civata feodal û paþverû. Wî di helbestên xwe de bi tundî xwudkarên feodal û olî rexne kirin. Li gor wî sedema bêbextî û êþa karker û gundiyên Kurd ev hêz bûn û di heman demê de wa rê li azadî û serxwebûna gelê Kurd jî girtibûn. Ronak kirina gelê Kurd di derbarê rewþa civakî û parvekirina hêzan de di civakê de ji bo Cigerxwîn berî hertiþtî dihat, ji ber vê yekê jî helbestên Seydayê mezin di destpêkê de li hemberî hêzdarên olî, þêx û mela bûn: ... Hawar dikim, Ranabî kes Sêx û mela Û pîr û qes Bi xaç û xist Û mizgevt û dêrEm xistine Tora neyêr. Hawar, hewar Hawar, hewar ! Van çûçikan Dexlê me xwar. Sed camî û Dêr û keniþt Naqos û bang Û tîr û xiþt Sed lek ji Tîpên Lemterew Bi kêr me nayên Tev derew. Cigerxwîn bi dil û can hewl dida piþtgêriya têkoþîna azadiya gelê Kurd bike. Wek mînak di dema muxtariya sala 1961-an li baþûrê Kurdistanê wî li zanîngeha Bexdayê beþa Kudiya Jorîn saz kir û ji bilî vê wî bernameya çanda Kurd di radyoya Bexdayê de amade dikir. Ji sala 1959 heta sala 1963-an Cigerxwîn li Bexdayê dima. Ji bilî helbestên siyasî (neteweyî û sosyalîst) wî helbestên li ser evînê jî dinivîsîn, ku pirê caran êþû jana evînê tanîn ziman, herwiha carcaran behsa xweþî û þahiya evînê jî dikirin. Gelek stranbêjên Kurd Helbestên wî ji bo stranên xwe bi kar anîn. Heþt dîwanên Cigerxwîn yên helbestan hatine weþandin, herwiha wî pirtûka bi navê “Tarîxa Kurdistanê”, ferhengeke zimanê Kurdî û pirtûkên li ser folklora Kurdî. Bi kar û barê xwe û bi berhemên xwe Cigerxwîn di ronakkirina girseyên li Kurdistanê de rolêkî gelekî mezin leyistiye. Mirov dikare wî mîna nîþaneke neteweyî bibîne. Cigerxwîn parabêtir jiyana xwe li Qamiþlo borand, lê paþê mecbûr ma ku dev ji welatê xwe berde û here Stockholmê. 22-ê êlûna sala 1984-an Seydayê Cigerxwîn çû ser dilovaniya xwe. Cigerxwîn li hewþa mala xwe ya li Qamiþloyê bi tevlîbûna dehhezaran Kurdên heskiriyê helbestên wî hate bi cih kirin. Ev kesayetiya mezin ya wêjaya Kurd, mamosteyê Qedrican, dikeve sedsaliya xwe. Divê ku ew newe ji bîr kirin. MELAYÊ BATÊ yek ji nivîskarên klasîk yên kurd e. Perçeyek ji meqele “Klasîkên me – an sahir û edîbên me ên kevin” ya Celadet Bedirxan: “Melayê Jaba der heqê Melayê Bate gotiye: »Sahirê siyê jî Melayê Bate ye. Navê wî jî Mela Ehmed e. Eslê wî ji Bate ye. Bate gundek e, ji gundê di hekariyan. Di tarîxa heþt sed û bîstî da peyda bûye, û zehf sihir û ebyat gotine. Dîwaneke mexsûs heye, qewî qenc e, û mewlûdeke kurmancî gotiye. Di Kurdistanê de ew meqbûl e; û heþtê salî emir kiriye û neh sedê hicrî merhûm bûye. Di nêv gundê Bate de jî medfûn e« . Li gora tiþtê ko min bihîstiye Bate li Behdînan û li nîzingî Amediyê ye. Ji eserên Batê min bi tenê mewlûda wî dîtiye. Herçî dîwan û sihirên wî ne, çavên min bi wan ne ketiye. Mewlûda wî di sala 1905 an de li Misrê hate çap kirin. Heke ez ne þaþ im ew mewlûd di sala 1919 an de li Stenbolê jî ketiye çapê. Bi min re niþxeke destnivîs heye. Eve çend dûrik ji mewlûda Batê: Hemdê bêhemd bo xudayê alemîn Wî Xudayî daye me dînê mibîn Em kirîne imeta xeyrel beþer Tabihî wî miqtedayê namewer Wî xudayî malikê milkê ezîm Daye me mîras qurana kerîm. Bo cemihî mislimîn û salihe Bo feqîrê Bate jî el-fatîhe.” OSMAN SEBRÎ - Osman Sebrî di sala 1905an li gundê Narincê yê Kolîka Semsûrê hatiye dinyayê. Bavê wî serokê êla Mêrdêsiyan bû. Dema ku Osman Sebrî hê zarok bû, bavê wî di sala 1915an de çû ser dilovaniya xwe û ew li ba apê xwe yê ku bû serokê êlê, mezin bû. Piþtî Serhildana Sêx Seîd, Osman Sebrî jî digel herdu apên xwe Þukrî û Nûrî di sala 1926an de tê girtin. Herdu apên Osman Sebrî di zîndana Amedê de hatin darvekirin. Lê Osman Sebrî du salan di zindana Denizliyê de dimîne û piþtî efûyeke giþtî, di sala 1928an de tê berdan. Di sala 1929an de careke din Osman Sebrî digel 26 serokên kurd, hat girtin lê dîsa zû hat berdan. Ew di 24.12.1929an de direve Sûriyeyê, du salan dibe endamê Partiya Xoybûnê û di kovara Hawarê de li ser mijarên cihê dest bi nivîsandinê dike. Di sala 1954an de Osman Sebrî alfabeya kurdî ya latînî weþand û hin pirtûkên mîna; Bahoz, Derdên Min û çar Leheng nivîsandine. Dîsa pir helbestên wî yên ne çapkirî jî hene. Di sala 1957an de Osman Sebrî digel hin welatparêzên kurd, di xebata damezirandina »Partiya Demokrat a Kurdî li Sûriyeyê« de cih digire û wek sekreterê partiyê tê hilbijartin. Osman Sebrî roja 11-01-1993an wefat kir. Ew li gundê Berkevirê, li binxetê veþartî ye. Bersîva Hoþeng Hoþeng! Roniya çavê min, Pandiyê navê min, Hêviya min a pêþîn, Di nav pêrêyên jîn, Divêm çend peyvan li gel te bikim. Bê qirên û deng Nizanim wa ji te dipirsim; Ka te tiþtek nasiye Wek kesên bîrbir, Jêhatî, eznawir, Ji êþa welat Warê xebat Derd û kulên min. Nabêjim tu ne jîr î, Ne dibêjim tu dibîrî. Tenê sergermiya te, Tu rojan, Tu deman, Nahêle ku li ci kirê hûr bî, Û çak bibîrî. Berî tu hebî, Piþtî tu hatî, Gelek caran ez ketim nav Lepên neyaran, Tevî zor û lêdan, Digel zirt û fortan, Di çavên min nedîtin tirs, Ji devê min negirtin yek pirs. Te bi çavên xwe dît, Carekê, du caran, Ku zor û êþandin pir hebû. Digel min xwe westandin, Dawî suhna xwe revandin. Lê serê min nizm nebû. Bi ya Xwedê her nizm nabe, Diviya bû dilê te bi vê yekê þa be. Tevî van bûyeran, Li ser gotina tewtewe û qeþmeran, Jehra ku berdane guhên te, Bê raman û xweragirtin, Bi ser min de dirêjî! Berî vê bi sê salan, Ji min re dinivîsî, holê dibêjî "Bavo, dibînim di nivîsarê te Dibihîzim ji dost û yarên te, Þopa bêhêviyeke cankuj, Xwe berdaye ser dilê te, Pê sist bûne dest û milên te!.." Delal! Berî her tiþtî, Ew rewrewok ne dost û yar in, Birek tewtewe, xêrnexwaz û çavnebar in. Ji her nasî re dost û yar nayê gotin, Holê pergela mirov tête sotin, Ev celeb kes dema rûbarî te bin Pir nerm û xweþ in Di paþgotiniyê wekî mar in, Gelek dilreþ in. Naxwazin kesek paqij bimîne, Qenciya camêran dilê wan diêþîne. Ji bo çakan û çakiyê dij û neyar in, Di devavêtinê de wek segê har in, Divê bizanî ev celeb kes wek miþkê lûr in, Wan bînayî nîne, li ser bênê dimeþin. Ji zikmakî kûr in. Ma gelo dizanî miþkê çi teba ye? Wek van kesan ji dîtina rastiyê Û qenciyê dûr û cuda ye. Lûr li ser rûyê erdê najî, her jêrzemîn e. Tiþtên li ser rûyê erdê Di nav ezmên yekcar nabîne. Çiya, dar û ber û keskayî, Çem, co û cobar û ronahî, Asîman, stêrk, ro û hîv, Gewher, pilatîn û zêr û zîv, Tev jê re nas in, li nik wî ne teba ne. Jê re ne hêjayî kêzikekê û du kurma ne. Kir, tevger û xebata wî di cihên teng û tarî, Jê re kurm û kêzik bihatir in ji elmas û mirarî. Navên Apolo û Kosmos wî bendewar nakin, Xwarina çend kêzikan dikarin dilê wî þa kin. Ev e rê û ramana van celeb kesan, Têgihan û bîrbirina nandoz û teresan. Li pêþ dost û yaran qurre û çalak in. Dema rûbarî neyaran dibin bizdok û perþikestî, Nikarin serê xwe rakin. Lê ji bo kurdên dilçak û doza welat, Bê ûst ji devê wan dertên her agir û pêt. Nemaze ji bo kesên têkoþer û gelparêz, Gunehan çar dikin, didin berhev, dikin rêz. Çi kesê ji zanîn û baweriya wan bi dûr keve Dibêjin "þaþ" e Ji kesên wek xwe bizdok û çepel re Dibêjin "Têgihiþtî ye, gelekî baþ e!" Ew ne yên xebatê bûn, Temê diketin riya xebatkaran. Kama wan di hatina nav Xebatê çavnebarî bû, Sixwestin ew jî wek camêran Bêne xuya kirin. Xwehildana wan ne xurtî û fedekarî bû. Zûka reviyan, dema ji wan ve xuya bû mirin. Hinekê wan hatibûn nav xebatê ji aliyê neyar, Da ku bera hev din, di berhev bêxin kesên ne hiþyar. Teqez baweriya wan bi gel nîne, Herçî ew bi xwe ji canê xwe bê hêvî ne. Dijî gelê xwe tu nizanî çi pêxwas in, Berdestî ne wek tajiyên bi meras in. Ji bo gel nawestînin ji xwe lingan, Ji bo xelkê, xwe davêjin ser pilingan, Ev e rewþa îro di nava gelê meyî nezan, Lîwana xwe spartine noker, bêbav û xinizan. Neyê bîra te ku rewþa Kurdên Rohilat û Bakur, Ji rewþa Kurdên Sûriyê durusttir û çaktir e, Em hin tiþtan ji wan dibihîsin halê wan Ji ê me pir kambaxtir e!.. Ev e ku nahêle em ber hev bên û bibin yek, Bê þerm em gunehên xwe diêxin ber Derê koledar û felek!: Delal: Gava em ne çak û durust bin, Teqez ew ji pîsî û neqenciya me ye, Em çawa dikarin bêjin "Sûcê felek û kolîdar tê heye?" Ma heya çi gavê em dê ji sûc û gunehên xwe birevin? Riya rast berdin, bikevin xaçerêyen, deverû bikevin. Riya rast þemirandin ne karê camêran e; teqez qelsî ye, Ji gunehên xwe revîn karê namerdan e, bes pîsî ye. Ji bo çi holê em pîsiyê di xwe de tînin? Neyar û nemerdan dilgeþ dikin, bi xwe dikenînin. Ev yek bûye nexweþiyek malkambax ketiye canê me. Nizanim ev çi bextreþî ye ku zanayên me pê ketiye pirtirîn nezanên me... Kesin hene ji gunehên xwe direvin, Alîkî di riya felekê re diêxin derê Yezdan, Aliyê din, bê þerm û fihêt diêxin derê Þeytan. Xwe ji guneh û kêmasiyan diþon wekî me kurdan. Tenê ya ku me ji vê guhertiye, Me kolîdar xistiye þona Þeytan!.. Wey xwelî li serê me, me riya rast þemirand, Ew bûne pelîse ketine bin lingan.. Gelo! Ma em dê çawa xwe ji vê nexweþiyê xilas kin? Gunehên xwe bibînin, qencî û neqenciyê ji hev nas kin? Kurê min! Wa tu li Ewrûpa yî, va me li Rojhilat, Teqez ne razayî me ji tevgera nav welat Çavdarê hemû bûyeran, Guhdarê nûçe û xeberan, Dibînim, dibihîsim, dêþim, Haydar im ji hemî war û deran, Tu tenê dibihîsî, lê ez dibînim, Hophopa qeþmeran, Canxulamiya nokeran, Dûvlûçandina nandozan, Devxumxumandina bê dozan, Demnasiya kêsbazan, Zimandirêjiya tolazan, Di nav pêlên gemarî; Di nav rojên reþ û tarî, Tertilîna gel, Tevgerên bê vac û çepel, Koraniya rêberan, Bertilîna têkoseran, Rê li ber wan wenda, Ji armancê cuda, Nema dizanin çi bikin!.. Tev mane bê war, Nabin hiþyar! Bi tevayî ketine ber lingan û hembêza neyar. Hey wax û sed hey wax, Di nav kulên kambax, Ku her roj dibînim, Dêþim û dilbirîn im. Xwezî min nedîtibûya, Çê ku tu nabînî, Teqez tu bextiyar î, Ne wek min xemgîn î. Guh bide min, delal! Ez sond sixwim bi serê te û Hoþîn û Heval, Ku tu caran ji xwe û gel bê hêvî ne bûme, Li ser þopa qelsan nehatime û tê neçûme. Tenê hin karbidestên xêv û nezan, Totik vala û cendek giran, Di nav þoreþê, Li nav niþtiman, Hineka bi serhiþkî, Hineka bi oflazî, Hineka bi xinizî, Hineka bi xêrnexwazî Gelekan jî bi talankerî û dizî, Kir, tevger û peyvên wan, Dikarin welat û þoreþê tev têxin bin lingan, Bê þivîsk, ez gelekî diêþiyam bi van kirên han, Kesek serwext û bîrbir û hiþyar, Dikarî qenc bibîne Çak bibîne, Gelek tiþtên ne diyar. Ji alîkî nezaniya gel û tênegihiþtina xortan, Ji aliyê din alozkeriya bêbavan reyin xêrnexwazan. Me nediviyabû rê bidim devlokiya qeþmer û tolazan. Ji lew re diviyabû ji her kirê hûr bim Xwe ragirim, ji her kesî dûr bim. Heya rastî ji her kesî ve xuyabe, Qencî û neqencî ji hev cuda be. Heya ku bê bîra te, berî wê nameyê di nameyek din de Te gazind kiribû, ji bo çi xwe nêzîkî xebatkaran nakim?! Hîngê min ji te re dûr û dirêjnivîsîbû ku: "Kesên di qada xebatê de mane birek kureder û malkambax in, Pêlên ku radibin, tev gend û gû, gerek û kerax in, Ez tu caran di nav avên holê de sobahiyê nakim." Dawî, va ye her tiþt xuya bû, Li Rojhilat Û li Rojava Dijmin bi me þa bû, West û xebata çardeh salan, Xwîn û fedekariya gelek hevalan, Bi bêbavî hatin firotin Li Kurdistana nîvro Gelek dever hatin sotin. Rêya ku li her derê bi koranî dabûn ser, Bi rêberiya hin nezan û piþtmêriya hin ker! Bê raman û hiþyarî, Em dever û dan erdê, Gîhandin vî warî... Ev bûyerên paþîn hîngê ji me xweþ xuya bûn, Kesên datanîn se xebatê cankole û ne hêja bûn. Hinek jê xiniz, ji aliyê neyar ve hatibûn þandin, Gelek ramanên çepel di serê milet de hatibûn çandin. Li Ewrûpa, li her alî welat, Xebat ketibû nav destên çepel û þêt. Xortên xebatkar, jêhatî û dilawer, Ji xebatê, ji berpirsiyariyê dihatin dûr xistin, Li êrdima þoreþ gelek têkoþer Ji bo gotina "çima?" Dihatin kuþtin. Diborin di gunehên xiniz û nokeran, Digirtin devên welatparêz û cengewaran. Bi tenê devekî digot, destekî dikir, Ê mayî bê deng wek pûtên ji kevir. Dongiya þoreþ û gel bi zarê mirovekî ve Hatibû girêdan, Ji lew re þoreþa serdest hat firotin, Qelenê wê gihaþtê destê Þahê Îranê. Her çi êrdima þoreþ, Dema bihîstin nûçeya kambax, ji rûkî girêdan reþ. Keç û bûkan porên xwe birîn, Kal û pîrên kurd bi ser hev de digirîn. Digotin: "Hey wax û her hey wax!" Çawa dibe ku serok holê bi hêsanî, Axa welêt û þoreþ serbest berde? Ma nizane ku Tikrîtî, neyarê gelê kurd e? Dê me hemiya ji welêt bi derxe û bi gerde. Çekhilgirên me wê tevde bêne kuþtin, Lat û zinarên niþtiman dê bi xwîna wan Bête þuþtin. Namûs û rûmeta me dê bikeve ber lingan, wê ku de bicin þervanên kurd ku dajotin Ser neyar wek pilingan. Hê tu caran ev bêbavî ne bûye, Kesî boblatek holê nediye, Ku welatek bê ser û ceng, Bê qirên û deng, Ji dijmin re Bête berdan: Xelkê wî wek pezê bê þivan Tê de bê ser jê kirin, Bête kuþtin, Jê bête gerdan!.. Piþtî van bûyeran, Em dibihîsin nexmeyeke nuh Ji devê zirtekeran: Binêr çi gotinek þêt, Beredayî, bêvac û kirêt, Hin kesên nezan û guhdirêj, Totik vala, mejî qirêj, Dibêjin di talde û nediyaran, Dikin kurtepist li pêþ nezanan, Li ber dîwaran: "Heke þoreþ bimaya, welat seranser dibû wêran, Di nav xerîta cîhan radibû navê Kurdistan, Teqez dê hebin hin gotin û peyman, Di navbera Barzanî û Þahê Îran." Ev e gotina min, ji van celeb kesan: "Bimirin, biqesin herin nik þeytan, Divê hûn bizanin ku Berzanî xwe kuþt, Xwîna cengewerên kurd bi dolaran þuþt, Rûmeta xwe û kurdan siparte neyar, Ji bo we keran her bindestî hiþt." Kurê min, niha dê bême ser te, Dilê xwe vekim li ber te, Binhêr ev e þîreta min, Dê bêjim pir kurt û kin: Ku di hemî kir û waran, Di gel hemî nas û neyaran, Bas vekî caxê xwe, Bîr bînî sîreta bavê xwe, Li ser her kir û gotinê hûr bî, Ji kir û gotinên lêz dûr bî, Heya nekevî kêmî û þaþiyê, Fihêtkar nebî li paþiyê. Ev e þîreta durust û çak, Ji bo we xortan dixwazim Pêsendeyek xweþ û ronak. ELÎ HERÎRÎ - Di nav þahirên kurdmanc de yên ko piþtî islamiyetê rabûne û bi kurdmancî nivîsandine; ê pêþîn Elî Herîrî ye. (Xwedê rehmeta xwe lê erzan bike û heke di ser bihuþtê re bihuþteke din, bihuþteke bijarte heye cih û meqamê wî tê de çêke). Li gora ko me bihîstiye gundê wî Herîr di welatê Soran de ye û Elî bi xwe sorî ye. Lê Melayê Jaba dibêje ko Herîr di welatê Þemdînan de ye. Me bi xwe tu esera wî ne dîtiye. Dibêjin ko dîwana wî heye. Melayê Jaba der heqê Elî Herîrî dibêje: »Þahirê berê Elî Herîrî ye. Dîwançeyek heye, þihir û qesayid. Herîr jî gundek e, di cihê û nehya Þemzdînan, di sencaxa hekariyan de, û þihir û ebyatê di wî jî di nêv Kurdistanê qewî zêde meþhûr û marûf e. Texmîna ko di tarîxa çar sedê hicretê de peyda bûye û di çar sed û heftê û yekê de merhûm bûye û di nav Herîrê de medfûn e« . AXAYÊ BÊDARÎ - Me tu eserên vî þahirî ne dîtine. Me bi tenê navê wî seh kiriye. Rawiyan gote me ko Axayê bêdarî gelek guh daye zimên û çiqas jê hat ewçend bêjeyên erebî û farisî ne xistine þihrên xwe. Melayê Jaba qet qala vî þahirî ne kiriye. Dibêjin ko Axa di pey Batê re rabûye. Ji lewra me ew daniye vê derê. MAÎLÊ BEYAZÎDÎ - Melayê Jaba di heqê vî þairî de gotiye: »Þairê þeþê, j þairê di Kurdistanê Ismaîl e. Eslê wî ji Beyazîdê ye, ji þagirtê di Ehmedê Xanî ye. Di hezar û þêst û pênê hicretê peyda bûye û di hezar û sed û bîst û yekê de merhûm bûye. Kitêbeke lixetan jî »Gulzar« nav telîf kiriye û bi kurmancî û erebî û farisî, zaro dixwînin. Bi xêrî ji wê jî zehf xezel û eþharan û ebyat bi zimanê kurmancî gotiye. Cehda wî meþhûr û marûf e. Û di nêv Beyazîdê da merhûm û medfûn bûye« . Me Gulzara Smaîl ne dîtiye; ne jî þihirên wî. Tiþtê ko em di heqê wî de dizanin ew e ko Smaîl daye ser þopa Xanî û di dibistana Beyazîdê de dersên zarokan bi kurdmancî gotiye. ÞEREF-XAN - Melayê Jaba di heqê Þeref-Xan de gotiye: »Þairê heftê Þeref-Xan e, ji mîrê di hekariyan e, û ji neslê Ebas. Di hezar û sed û yekê da jî li Colemêrgê ko cihê hikûmeta hekariyan e peyda bûye. Eþhar û ebyat bi zimanê kurmancî û farisî zehf gotiye. Di hezar û sed û þêst û yêkê da merhûm bûye û di nêv Colemêrgê de medfûn e«. Me ev Þeref-Xan nas ne kir. Heke jê mexsed xwediyê Þerefnamê Mîr Þeref e, mîr Þeref ji mîrên Bidlîsê ye, û me tu þihrên wî bi kurdmancî ne dîtine. MIRAD-XAN - Me navê vî þahirî jî ne bihîstiye. Melayê Jaba qala wî dike û dibêje: »Þahirê heþtê Mirad-Xan e ko di tarîxa hezar û sed û pênciyî da li Beyazîdê peyda bûye. Ewî jî miqderekî xezeliyat û eþharan bi zimanê kurmancî gotiye û di hezar û sed û nehê da merhûm bûye û di Beyazidê da medfûn e û paþî wî ji kurmancan êdî þair peyda ne bûne, heta niha« . Herwekî me got di heqê Mirad-Xan de em tu tiþtî nizanin. Li gora navê wî divêt ew jî ji mîrekên Kurdistanê be. Melayê Jaba - em wî hergav bi vî navî bi nav dikin ji ber ko bi navê wî nizanin piþtî ko heþt þairên jorîn hejmartine benda xwe bi gotinên jêrîn qedandiye: »Berê zaf medaris di wilayetê di Kurdistanê de hebûn. Dikat, bajar, qeza û qesebe û gundan da ehlê islamê di Kurdislanê da elbete felabid medreseyek û dido û sisê û belko êdî zêde hebûn û bila derece diqet û ihtimam ji kenarê di hakim û ehaliyan der heqê emrê di medaris û islaman hebûn. Li nik mezin û piçûkê di Kurdistanê qedr û rifta ilm û ileman hebû. Melayê di qewî û zûfinûn di Cizîr, Amedî, Soran û Sêrt û etrafan da zaf bûn. Lakin niha êdî medrese û ilema û xwendin di Kurdistanê de qewî kêm bûye, nadir peyda dibe. Elbetde elametê axirî ye ko ilm ilema niqsan dibin« . Kitêba kurdîzanê ûris di sala 1860î de ketiye çapê. Li gora vê tarîxê melayê ko em bi navê wî nizanin beriya niho bi 80-90 salî þairên jorîn senifandine û di heqê ilm û zanînê de ev tiþt bi dilekî kul gotine. SIYEHPÛÞ - Sed heyf û mixabin ko di heqê vî þairê hêja de em tu tiþtî nizanin, ji þihra jêrîn pê ve, ya ko vê paþiyê ketiye destên me. Dilberek min dî bi çavan Sed elif pabûsî bû Agirek berda hinavan Þemh û der fanûsî bû. Þemh û rihniya zilamê Agirek berda di amê Zilf û xalên û temamî Qeyd kirin mehbûs bi damê Þerbeta þîrînkelamê Terkî min nadit midamê Sed þikir îro selamê Kir li min taze xulamê Þerh û teqrîrê Isamê Fikr û teswîrê kelamê Reng û elwanê di Camî Þibhetî tawûsî bû. Þibhetî çavê duyengê Qews û ebrûyê du bengê Mir-reyê tîra xedengê Zilf û xal û xuncerengê Kes ne dî qet wî çi rengî Neqþê maçîn û firengê Qet ne ma qet wî çi rengî Hikmeta Têmûr û lengî Sifdera mêrê du cengê Þêr û mexmûr û pilingê Sed hezaran wek biþengê Hikmekî kawûsî bû. Min qebûl e hikmê rindan Serxweþ û sûretlewendan Lê çi bêjim qewl û bendan Ketme tora lehl û xendan Zehmetek wan pir bi min dan Kefþe bim wek gaz û sindan Dil hedef kir tîr li min dan Lê ji halê mestemendan Bê eded cewher bi min dan Lewmenoþê can bi der dan Xemzeyê pir mekr û fendan Lê li min casûsî bû. Lê li min berda girînê Mihbeta wê nazenînê Bê sebeb ketme nivînê Ax û efxan û enînê Lê ji ber hisna þerînê Þeq bû bedra yasemînê Kanî hûra ser zemînê Carekê bête girînê Ev bi xef, hal im bibînî Merhema bavê birînê Zilf û xal û xemrevînê Bo me calînosî bû. Zilf û xal û mest û naz e Iþweyê wan xemzebaz e Gerdenê gerdenfiraz e Lê ji eþqa rûyê faze Cerd dikin ehlê mecazê Ta sedî yasî û qaze Xef dibin esrar û raze ....... Ez çi kim sewm û nemaz e Kar û þixl û bê niyaz e Min ji dest tenbûr û saz e Dil wekî naqûsî bû. Dil ebîr û mest û mîrê Begler û þah û wezîrê Da li min derbek bi tîrê Ta li mir' nê min vebîrê Kirme hib-ba zemherîrê Sîne kir armanc li tîrê Kanî mel-layê Cizêrî Mek-kî û Elyê Herîrî Xanî, Þêxê Babeþîrê Bên li dengê min feqîrê Xemrî û gîs û herîrî Þev li min kabûsî bû. Þev dikim nalîn û zarî Þibhetî teyrê Biharê Ey Siyehpûþ tu xumar î Sahibê adab û kar î Çend Siyehpûþ tu sitar î Lê bi eþqa dil nikarî Dir û yaqût û mirarî Misk û enber jê dibarî Hespê þahê þehsiwar î Angeh ez pabûsî bûm. Dilberê ehlê dilan bû Qatilê cergê pijan bû Qasidê rûh û we can bû. Dibêjin leqeba Siyehpûþ pê ve bûye ji ber ko hewranikî reþ bi xwe ve dikir, li hespekî boz siwar dibû û kolosekî spî li serê wî bû; û ew di nav hesp û kolosê spî de reþ dikir. Ji þihra jorîn em dizanin ko Siyehpûþ di piþt Xanî re ye. Jû pê ve Siyehpûþ bi vê þihirê ji me re du þairên din dide nas kirin: »Mekî« û »Þêxê Babeþîrê« . AXAYOK - Gelo ev kurdê ko bi zmanê xwe bi qasî Ristemê kurd mêr e kî bû? Belê ew axa an pisaxayek bû. Lê axayê kû derê, navê wî çi ye, û kengê rabûye? Disan û dîsan em nizanin, em nizanin. Bi tenê çend dûrikên wî ketine destên me û bi vî awayî me zanî þahirek rabûye û leqeba wî Axayok e. Nebe ko ev û Axayê Bêdarê yek hibin. Dîsan em nizanin. Ev in dûrikên Axayok yê ko bi dest me ketine: Tawûs bi vî þiklê melîh, Þermendeyê saqê di reþ Ew qijika gûxwer binêr Qij qij dikit elwan im ez. Þêrê ji heft bavê xwe þêr, Dawayî þêrî naketin Tûlepîsê heft kûçikan Ewew dikit erslan im ez. Nanê cehî têr naxwitin Tiþtek di malê da niye Simbêl û çavan bel dikit Zobaþiyê qewman in ez. Fezl û terîqa neqþebend Ger ew bi þorbe germ biya Ew dîzika þorbe di nêv Dê þêxê Bestamî biya Fezl û terîqa sofîyan Ger ew bi reh beh'ta wicûd Ew nêriyê lehyetewîl Dê bê guman sofî biwa Fezl û terîqa aliman Ger ew bi þaþa gir biya Cismê kulindê ser mezin Dê qazî beyzawî biwa. Fezl û terîqa qadirî Ger teq teq û þeq þeq biya Ew þeqþeqa asî, yeqîn Dê qutbê gêlanî biwa. MEWLANA XALID - Þêx Xalid Ziyaedîn di terîqeta neqþibendî de þihba Xalidî daniye. Mewlana Xalid ji kurdên Silêmaniyê ye. Þêx Xalid berî ewilî li Bexdayê û di pey re li Þamê terîqeta xwe belav kiriye û di sala 1242 an da li Þamê çûye rehmetê. Di çiyayê Çilyaran de veþartî ye. Mewlana Xalid þahirekî mitesewif e; û wî dîwaneke farisî heye. Min bi xwe dîwan ne dîtiye. Dibêjin ko di wê dîwanê de çend qesîdeyên bi kurdî an nîvkurdî hene. Me got nîvkurdî ji ber ko Mewlana di wan qesîdan de kurdî û farisî tevlî hev kirine. Êdî mirov nizane ew qesîde bi kurdî an bi farisî ne. Eve qesîdeyek ji wan qesîdan: Çi tedbîr ey misilmanan Kî men xod ra nemîdanem Ne tersa me yehûdiyem Ne gebr û ne misilmanem Ne beriyem, ne behriyem Ne þerqiyem ne xerbiyem Ne ez erkanî tebhiyem Ne ez eflakî gerdan im Ne ez Çîn im, ne ez Hind im Ne ez bilxar û maçîn im Ne ez milkê Iraqê me Ne ez xakî Xuristan im Ne ez av im, ne ez ba me Ne ez xak im ne ez ateþ Ne ez dinya, ne ez iqba Ne ez firdewsî ridwan im Niþan im bê niþan baþed Mekan im lamekan baþed Ne ten baþed ne can baþed Ne min ez canî canan im Ne baba me, ne dada me Ne ema me, ne xala me Li ser wechê çiraya me Dikim îro di efxan im Ji efxana bes e salek Ji maþûqan bes e yarek Ji bo mihiban hero carek Welî bim ez bi çeþman im. MELA YEHYAYÊ MIZÛRÎ - Min bi tenê navê wî bihîstiye û ji min re gotine ko dîwaneke wî heye. Dîsan rawiyan gote min ko Mela Yehya gelek bala xwe daye zimên û di daira imkanê de, bêjeyên erebî û farisî ne xistine dîwana xwe. Çiyayê mizûriyan di ser Dihokê re ye. MELA XELÎLÊ SÊRTÎ - Dibêjin ko Mela Xelîl di wextê Mela Yehyayê Mizûrî de rabûye. Evî melayî kitêbek heye hi nnvê »Nehcel Enam« . Beytên jêrîn ji wê kitêbê ne: Tu guh dêre nitq û beyana fesîh Ji bo ferz û eynan e merdê melîh Ko îman û islam û sewm û selat Li ser malîdaran e hec û zekat Li ser te ji ferzan e ey nûrî can Bizanî tu erkan û þertê di wan Heçî hikmê þerhê tu mihtac dibî Ji bo zanîna wî tu minqad dibî We lêken qe yek bê yekî nabitin Misilmanî bê her diwan nabitin Tû manayê þehdê ko bawer bike Telefiz eger qadir î pê beke. ÞÊX EVDILQADIRÊ GÊLANÎ - Ev kîjan Þêx Evdilqadirê Gêlanî ye? Xwedê pê zane. Yê ko navê wî ji min re gotiye, gote min jî ko dîwana wî di gundê Qelenderan de peyda dibe. Qelenderan di dora Mêrdînê de ye. HECÎ FETAHÊ HEZROYÎ - Dîsan min bihîstiye ko dîwaneke wî heye û herwekî ji navê wî dixuye ji Hezroyê ye. ÞÊX MIHEMEDÊ HADÎ - Rawiyan gote min ko pêþiyên Þêx Hadî ji Rewandizê hatine û di Lîcê de cih bûne. Dibêjin ko dîwana wî heye. ÞÊX EVDIREHMANÊ TAXÊ - Dibêjin ko Þêx Evdirehman bidlîsî ye. Tax çi ye? Ji gundên Bidlîsê ye, an Þêx ji taxeke Bidlîsê e dûr e, û ji lewre jê re Evdirehmanê Taxê an »taxî« gotine. Me dîsan bihîstiye ko dîwana wî heye. NALÎ - Ji þahirên Soran e. Dîwana wî di sala 1931ê de li Bexdayê çap bûye û yên ko dîwan dane çap kirin biserhatiya Nalî jî tê de gotine. Jê dixuye ko Nalî leqeba þahir e navê wî Mela Xidir e, bavê wî Ehmed Þawês e. Nalî di sala 1215ê hicrî de, li Þarezorê, ji diya xwe bûye. Di sala 1255an de çûye Stenbolê û heta dawiya emrê xwe li Stenbolê ma û di sala 1273an de emirê Xwedê kir. Li Stenbolê di gornistana Eba - eyûbê - ensarî de veþartî ye. ÞÊX RIZA - Þêx Riza jî sorî ye. Ew jî çûye Stenbolê û li Stenbolê di civata þahir û zanan de gelek bi qedr û rûmet bûye. Dersa efendî û beglerên Stenbolê digot, nemaze bi farisî. Þêx Riza hecawekî bêeman bû. Mixabin ko tu þihirên wî bi min re nînin ko ezbelav bikim. Bi tenê çîrokoke wî dizanim. Herwekî me got Þêx Riza li Stenbolê dersa edebiyatê digot. Wezîrê miarîfê gelek ji Þêx Riza hez dikir. Lê carekê wezîr þêx xeyidand. Di mala wezîrê miarîfê de, li heywanê postê hirçekî hebû; ev post bi kayê dagirtî bûn û li ser lingan sekinandi bûn. Þêx Riza piþta erna wezîr, rojekê, di dersê de qala mecaz û kinayê dikir. Ji þagirtên xwe re heçko mîsalek anî û got: »Gava hon dikevin xanîkî û li heywanê hirçekî dibînin divêt bizanin ko xwediyê malê qereçî ye« . HACÎ QADIRÊ KOYÎ - Hacî Qadirê koyî Xaniyê didowan e. Ew jî weke Xanî bi derdê miletê xwe diþewitî. Þihir û qesîdeyên wî tev de li ser milet û welêt in. Çend þihirên Hacî Qadir di sala 1925an de li Bexdayê di bin navê »komela þihirên Hacî Qadirê Koyî« de çap kirine. Di wê komelê de biserhatiya Hacî jî gotine. Li gora wê komelê Hacî Qadir kurê Mela Ehmed e, di gundê Gorqeraçê de ji diya xwe bûye, û ji eþîra Zengenê ye. Lê ji ber ko di zarotiya xwe de guhastiye Koyê navê »koyî« pê ve bûye. Hacî jî weke Nalî û Þêx Riza çûye Stenbolê û ketiye civata edîb û þahirên Stenbolê. Ji þahirên wê heyamê pirê wan farisiya xwe li ber destên Hacî xwendine. Hacî dîwaneke mezin heye an hebû. Min dîwana wî dîtiye; bi destnîviseke hûr qederê 800 rûpel hebû. Hacî ji dîwana xwe du nisxe nivîsandî bûn; heke nisxeke wê tirkan þewitandiye heye ko nisxa din rojekê bikeve destên me. Ezê îro þihreke Hacî e neçapbûyî belav bikim. Herwekî me got Hacî perestiþkarê Xanî bû. Hacî li ser Memozîna bavê min a destnivîs þihira jêrîn nivîsandiye. Zemane resmi caranî ne mawe Çiraxi nazim û minþî kujawe Le dewri ême roman û cerîde Egerçî meqsed e, zanînî baw e Eman qedrê bizane em kitêbe Le dinya êstekî hemtay ne maw Le eyamî heyati þêxi Xanî Le ser nisxey xet ew nûsirawe Le layî erbabi xoy bo qedr û qiymet Xezîney gewher e, û kisey diraw e Le mecmûhi diwel, Soran û Botan Le sayey em kitêbe nasirawe Le kurdan xeyri Hacî û þêxi Xanî Esasi nezmi kurdî danenawe. Hacî di sala 1912ê hicrî de li Stenbolê çûye rehmetê. Bi eqlê min li Skûdarê di gornistana Reqece-Ehmed de veþartî ye. Ez dikarim bibêjim min Hacî dîtîye, lê nikarim bibêjim ez Hacî nas dikim. Ji ber ko sala ko Hacî çû rehmetê ez hêj nû keti bûm ser lingan. ÞÊX NÛREDÎNÊ BIRÎFKÎ - Ji eserên Þêx Nûredînê Birîfkî di destê me de bi tenê Çîroka Siltan Ebûbekrê Þiblî heye. Ji xwe jû pê ve min tu eserên þêx ne dîtine. Ev in çend beyt ji qesîda Ebûbekrê Þiblî: Ev bendeyî þêxî cîhan Lazim divî sira nihan Zahir bikim qutbî zeman Da hon bizanin qisetê Þêxek hebû xewsê dinê Insan hemî jê bûn xenî Ne d'hate xab û xwarinê Daîm bi terka lezetê Navê ewî qutbî þerîf Þiblî Ebûbekrê zerîf Yekser dibû wek mû zeîf Daîm bi tirs û xeþyetê Eslê terîqa þêx çi ye Ewil emîrî þahiye Þêx hakimek farîsî ye Siltanê mîr û þewketê Mîr~ê nihawendî bû ew Þahê semerqendî bû ew. EVDIREHMANÊ AXTEPÎ - Kitêbeke wî heye bi navê »Rewzel Neîm« tê de qalawesfên pêxember û mîraca wî kiriye. Kitêb mênzûm e, û 360 rûpel in. Kitêb di sala 1302ê hicrî de hatiye nivîsandin. Evdirehman teqlîdî Ehmedê Xanî kiriye û di þihirekê de qala kurdmancî û kurdmancan kiriye. Evdirehman di beyteke vê þihirê de dibêje: Me ev çend lefzi þêrîn çêkirin Zimanê di tirkan me pê jêkirin. * * * Heta niho me behsa wan camêran kir ko bi nezmê nivîsandine û xwediyê dîwanê ne. Ji van pê ve çend mirovên din hene ko bi þihirê mijûl ne bûne lê di warên din de bi kurdmancî nivîsandine. Emê niho qala wan bikin. Kurdîzan Eleksandr Jaba jî di kitêba xwe de qala wan dike û welê dixuye ko ev tiþt jî jê re ewî melayê kurdmanc bi devkî gotine û Jaba ew bi frensizî nivîsandine. ELÎ TEREMAXÎ - Jaba dibêje ko kurdmancan heta 1000ê hicretê ilmên dîn û þerîetê bi zmanê erebî dixwendin. Piþtî 1000î melayek bi navê Elî, ji gundê Teremaxê, ji qeza Miksê rabûye û ji ber xwendinê çû heta Bexdayê. Elî di medresên Bexda, Mûsil, Behdînan û Soran de xwend û di nav alimên heyama xwe de bû bû zanakî serdeste. Evî Eliyê Teremaxî piþtî ko vegeriya welatê xwe rabû di gundê xwe de medreseyek ava kir û bi zimanê kurdmancî kitêbeke tesrîfê jî çêkir û dersa feqehên xwe bi kurdmancî got. Hêdî hêdî ew kitêb li Kurdistanê belav bû. MELA ÛNISÊ ERQETÎNÎ - Jê re Melayê helqetînî jî dibêjin. Xuya ye ko »Erqetin« an »Helqetîn« gundê wî ye. Vî melayî daye pey Elî Teremaxî û kitebên tesrîf, zirûf û terkîbê bi zmanê kurdmancî nivîsandine. Min ne eserên Elî ne jî yên Ûnis dîtine ji lewre min nikari bû ez hin tiþtan ji wan belav bikim. MELAYÊ ERWASÊ - Melayê Erwasê kitêbeke kiçik lê hêja nivîsandiye. Kitêba wî li ser nexweþî û dermanên wan e. Mela tê de qala nexweþiyan dike û dermanê her nexweþiyê û çêkirina dermanên jî dibêje. Min bi xwe kitêb ne dîtiye, ez bi salûxdanê dibêjim. Dîsan rawiyan gote min ko Melayê Erwasî di wextê Evdil-Xanê bavê Bedir-Xan de rabûye. Li gora vê û bi texmîn Mela beriya niho bi 150 salî emir kiriye. Ji kitêba wî re »Tiba Melayê Erwasê« dibêjin. alýntý..
__________________ |
||||||||||
|
|
|
| Seçenekler | |
| Stil | |
|
|
Benzer Konular
|
||||
| Konu | Konuyu Başlatan | Forum | Cevaplar | Son Mesaj |
| Sadece Deli! Sadece Þair! | cýwann | Þiirler | 0 | 05-18-2008 12:27 PM |
| neden kadýn filozof yok | merxas | Felsefi Konular | 0 | 05-16-2008 07:46 PM |
| Filozof ile Doða Arasýndaki Konuþmalar | Bedirxan | Felsefi Konular | 0 | 05-14-2008 12:15 AM |
| þair olurum | havin | Aþk ve Sevgi | 2 | 05-10-2008 02:27 PM |
| Büyük Bir Filozof Olmanýn Yedi Altýn Kuralý | Bedirxan | Genel Kültür | 0 | 05-03-2008 07:54 PM |