![]() |
|
|
#6 (permalink) | ||||||||||
|
Mamoste Can
Pîremêrdê çûbû xwendegehê gundê Li hewşê da rawestiya Dewreyan lê da mamosta Gotî ha xale can Çi digereke ha xale can Pîremêrdî beste ziman Peştî çema bû wek goçan Le mamosta ronî û bedlovanî Gotî ha Mamosta can Bi qurban mamosta can Fêrîm nakî çon binuwsim Kurdistan... Cîranê Dilê min bû behra belek Te av jê vexwar gelek Cîran ezê te bigrim Bira biteqe felek Cîran wa diçim sûkê Ji ter bînim xemla bûkê De tuê rabe lixweke Bibe bûka Kerkûkê De tuê rabe lixweke Wek kevokek Duhokê De rabe cîran rabe Rabe êdî em herin Bira fesad û nerind Êdî ji me bigerin De rabe cîran rabe Rabe êdî em herin Bira fesad û ewan Êdî ji me bigerin Cîran cîrana min Tu rind e li ber dilê min Cîran cîrana min Tu xweş e li ber dilê min Dilêm bû Behra Wanê Çem û kanî av danê Xwezî bi teyra baskbelek Ser serê Sîpanê Xwezî bi Siyabend û Xecê Dimîne li ser Sipanê Cîran melhema dilan Bi şev were nav gulan Cîran melhema dilan Bi tenê were nav gulan Bira kes te nebînin Dikevin nav du dilan Destê te bigrim biçim Ba pêşmergên Kurdistan De rabe cîran rabe Rabe êdî em herin Bira fesad û nerind Êdî ji me bigerin De rabe cîran rabe Rabe êdî em herin Herwek Şivan dibêje Ewan ji me nagerin Cîran cîrana min tu Rind e li ber dilê min Cîran cîrana min tu Xweş e li ber dilê min Em dixwazin ala xwe hildin Min divê her tim bilind be Ala engîn kesk û zer Hem xweşî hem ceng û rûmet Tê hildanê sor û gewr Dûr nêzîk ezê te hildim Tu yî xemla banê min Ger dibê derman mirin be Bo te gorî canê min Dêrsim û Sason û Pejder Bo te xwînê dirêjin Her çi Kurd in her çi xort in Bo te lawijan dibêjin Sê salan bi te kêfxweş bûn Agirî, Zîlan, Tendurek Li pêş rona te bûne ax Leşkerên Rom leq bi leq Dengek hat guhê min Dengek hat guhê min ji binê zinaran Nalîna şêrekî ku birîndar bû Bi ser birîna xwe da kû dinaliya Birîna wî ji dil jî gelek xedar bû Dilop dilop xwîn ji birînê dihat xwar Axa sar û tarî hêdî vedixwar Teyr û tû bi ser da dikirin hewar Dar û ber ji jana dil histuxwar mabûn Kela dilê wî bû weke wolkana Rêza çiya û bera ji ber dihejiya Weke talaz rabe li ser haviya Weke bahoz û tofanek rabibû Birîna şêrê me hewqas xedar bû Ew şêrên Kurdistanê ne, bê xwedî ne Gelê cîhan doza wan bi rast dibîne Doza wan jî parekî doza xwe dibîne Ew karker, cotkar, rêncber, pale û gundî nin Mafê çînî û çarenûsî divên pêk bînin Divên rizgar bikin gel ji bin lep û destan Lew nalîna şêrê me tê ji çiya û baniyan Herkes xelas jîndar û nas li ser kurdistan Da ku êdî kes nenale ji êş û birînan… Gelê min rabe Gelê min rabe xwe bidin hev Karê xwe bikin hemî tev Da ku bela nebin ser hev Bibin xwedanê axa xwe Diçilmisîn gul û sosin Ava jiyanê ji me dixwazin Guhê xwe bidin hev nerazên Jiyanê bidin gulên xwe Gelê min rabe xwe bidin Karê xwe bikin hemu tev Da ku bela nebin ser hev Bibin xwedanê axa xwe Mijûl bûne dayik li ser lorîkan Hêj dikin girî û hêstirên çavan Xwedî dikin bi van hêviyan zaran Da ku xelas bikin dayika xwe Gelê min rabe xwe bidin Karê xwe bikin hemu tev Da ku bela nebin ser hev Bibin xwedanê axa xwe Em hatin Kom kom hûn werin Em hatin hatin Ref bi ref hûn werin Em hatin hatin Cîhan tev bi me re Em hatin hatin Tê hev û dilerize Em hatin hatin Tirsok gi reviyan Em hatin hatin Weke pêt û pêlan Em hatin hatin Dikeve qesr û xopan Em hatin hatin Xelas bikin jînê Em hatin hatin Şên bikin rûyê dinê Em hatin hatin Zulmeta şevên reş Em hatin hatin Ronak bikin em xweş Em hatin hatin Em li bende we ne Em hatin hatin Li hêviya we ne Em hatin hatin Em jî bi we re ne Em hatin hatin Gelî xuşka werin Em hatin hatin Gelî bira werin Em hatin hatin Gelê’m tev de werin Em hatin hatin Ev çi jiyan e Çû ko dilêm benêfrîne Geh bi xweşî geh bi xemgîn e Were em li hev heyran rûnin Bextê we me min gune ye, çi evîn e Ma wê emrêm li bê welat oy.. her li binê xweliya çolan Ev çi jiyan e em tê de ne Weke pezê bê firotan Gîha star e li cîhana mirovanê eywax li min Par bi par hat veqetandin Li binê dê û tumgelan e Çavê me li parê kesî nîne Bes e dayika me ji me re Kurdistan oy... Delalîkê dilê mino Kuro dîno ezê nizanim çi bêjim de hayê hayê... lo çi nebêjim Lolo delalîkê dilê mino ezê nizanim çi bêjim de loy... lo çi nebêjim Ronîka çavê mino ezê bûme bbulbulekî ji vanê de loy... ker û gêj im Wele piştî çavê reş û belek dêmanên sorgulî Belê ezê biçim ser milekî ji vanê bilind Hawar ezê nizanim çîrokê halê xwe lo ji kê re bêjim Gidî lo ax de gidî lê gidî lo ez birîndar im Ax de gidî lo ez bêhal im Hawar gundîno hûnê rabin de hay… lo qiyamet e Malîno hûnê rabin de loy loy… qiyamet e Belê axaftina vê zeriyê, vê kubarê, vê seyranê de lê lê... li min hesret e Were gundîno hûnê ji min re bibin pale bêjin Hawar gidî lo him bi xêr û him bi minet e Gidî lo ax de gidî lê gidî şewityo gundo Ax de gidî lê gidî lo wêrano gundo Hawar gundîno hûn dizanin delalîkê dilê min rûdine de hay... lo li vê taxêyo Malîno hûn dizanin ronîka çavê min min rûdine de hay... lo li vê taxêyo Ji xêra xwe re hûnê kaxizekî pê ve rêkin de way way... ber avêyo Bêjin Xalito Emîna Îsa ji derdê te bêhal e Hawar hûnê bêjin pir nexweş e û ji dil dinale Hawar li min lo şewitiyo gundo lo çawa nêyo Gidî lo ax de gidî lê gidî lo ez bêhal im ax de gidî lê gidî lo ez bê wê nabim... Ez gul im tu beybûn î Ez nar im hay tu nar î Ez gul im hay tu beybûn î Ez dilê keça dihelînim Tu dilê xorta dişewitînî Narîna minê lê rewşenê Delala minê lê Eyşanê Delalê tu xeber xweş î Rindikê tu xeber xweş î Ji êvar da li benda te me Keremke tu were hewşê Ez gulçîn im tu gulnevşen î Ez çavşîn im tu çavreş î Gul û gulçîn û guladarên minê Tu pir şêrîn û tu pir xweş î lê... Ferzê Ferzê Ferzê lê Ferzê, Ferzê lê Ferzê Li qam û bejnê Li bejna Ferzendayê Ferzê Ferzê lê Ferzê, Ferzê lê Ferzê Li qam û bejnê Li bejna Ferzendayê Weke take rihanê Bejna min ne kin e lê Ne dirêj e lê Tayek rîhana ye Xwe berda vê jengê Serya bişo lê Çava kil ke lê Biska şeh ke lê Tuncika berde lê Ferzendayê Ferzê Ferzê lê Ferzê, Ferzê lê Ferzê Li qam û bejnê Li bejna Ferzendayê Ferzê Ferzê lê Ferzê, Ferzê lê Ferzê Li qam û bejnê Li bejna Ferzendayê Weke take rihanê Ferzê bala xwe da çû Min ra bû talû Li bejnê û balê Li bejna Ferzendayê Bejnê gelek kûr bûn lê Em daketin lê Kef ket xorta lê Nizanim tê ji mala kê Ferzê Ferzê lê Ferzê, Ferzê lê Ferzê Li qam û bejnê Li bejna Ferzendayê Ferzê Ferzê lê Ferzê, Ferzê lê Ferzê Li qam û bejnê Li bejna Ferzendayê Weke take rihanê Ez û bejna xwe çûn lê Tev daketin lê Bulbul û şalûl Li me rabûn temaşê Bejnê carek were lê Rûnê li vê hêlê Mijûl bin li ser eşq û evînê Ferzê Ferzê lê Ferzê, Ferzê lê Ferzê Li qam û bejnê Li bejna Ferzendayê Ferzê Ferzê lê Ferzê, Ferzê lê Ferzê Li qam û bejnê Li bejna Ferzendayê Weke take rihanê Çîroka Apê Misto Lo Misto lo Mistiko Rebeno dest sistiko Doza heqê xwe nake Ber xekê xwe melis diko Misto bavê Seyranê Rabûye ser tapanê Diqîrim çiqas bêjim Tew lê nayê gûmanê Misto Misto Misto Misto Deriya derda veneke lo Ji min re derda lêneke Were lo lo lo... Misto Min gelek tişt jê re got Dil û ceger li min bûn sot Go belê weke te ye Lê Misto bûye gayê cot Misasa dest axê xwe Nîr xistiye sutyê xwe Zikê erdê diqelişe Bûye gayê axê xwe Misto Misto Misto Misto Dor dor dor reş e lo Rebeno bi bextê reşo Were lo lo lo... Misto Heg zuxta lê dixîne Hêta Misto bi xwîn e Qet serê xwe ranake Lê bi ax û nalîn e Misto bîra te nayê Li gundê Xerabreşkê Havîn û zivistanan Em rêncber bûn bo axê Misto Misto Misto Misto Deriya derda veneke lo Ji min re derda lêneke Were lo lo lo... Misto Axa çûbû seyranê Me berdida meydanê Me serê hevdu dişikand Ew dima li ser talanê Bes e ev talan misto Nîr bavêje şivisto Tu rahêje misasê Li dujmin bade histo Misto Misto Misto Misto Misto dil û çavê min lo Tu dizanî bi halê min Were lo lo lo... Misto Misto kedxwar dudu ne Erd û zevî girtine Bi hev re weke seyan Dixwin tev ser û bin e Misto rabe ser piyan Dem çû em pri dereng man Kes êdî qebûl nake Zilm û zoriya kedxwaran Misto Misto Misto Misto Ji min gazinca neke lo Derya derda veneke Were lo lo lo... Misto Dayê ez xezal im Îşev xewka min nayê oy oy oy... Ez hêsîr im, ez piçûk im, ez reben im, ez pepûk im lê dayê Dayê xewka min nayê lê lê… Lê dayê lê dayê lê dayê xewkam nayê Bighêm mirad lê vê dinê Ez delal im, ez xezal im, ez melû im, ez hesdikim lê dayê Dayê heyran min bidinê lê lê... Bavo ez heyrana te me loy loy... Ez gune me, ez gede me, bêçare me, benda te me, li ber mirazê xwe me Li ber mirazê xwe me loy loy... Lo bavo, lo bavo, lo bavo, li benda şora te me Dil û cegera te me Ez delal im, ez xezal im, ez melû im, jê hesdikim lo bavo Bavo heyran min bidinê lo lo lo bavo… Keko ez xuşka te me oy oy.... Min xezalê, min delalê, min bidinê, naxwazim keskî dinê li vê dinê Naxwazim keskî dinê oy oy... Lo keko li darê dinê Xuşka te me bi zenê Hawar cîranno rabin oy oy... Ê dixwazim min nadinê Ê dixwazim min bidinê, didinê Xelas bikin ji vê zilmê, xelas bikin ji vê belê Bulbulo Bulbulo xêr e vê sibekê Tu li ser darê xweş dinale Ma tu jî weke min birîndar e Keremke were em mijûl bin Ka derdê te çiye Bulbulo vê sibekê li ser darê dîsa tu çi dinale Ax... wer xuya dike bulbulo tu jî weke min bêhal e De ezê nizanim tuyê ji derdê çiye ewqas bi ax û fîgan e Bulbulo de were em mijûlbin Keremke ji ser darê were xwar e Bulbulo, vê sibekê tavek kate çi hum-humî Ax kevir û kuçikên çiya û zinara li ser serê min hedimîn Bulbulo tu perê darê ez bûme kewkurkek kula zinaran Ax.. xêrnexwazan xera kirin germa buharê hêlîn li min herimî… Bulbulo, bişewite mala Contirkan, komkirin xortên hêja ji her hêlê da Birin bi vê qetera devê rê da, nizanim dibin bi çi hêlê da Li dû wan mane bûkên dest bi hine, di paş ko û perdê da bulbulo... Ax... derd û kederên min ev in bulbulo ev çiya hatiye bi ser ê min re penê da Xerîb im, bêks im, bêhal im de yar yar... lo lo bulbulo… Deşta Palo Kerengê deşta Palo zer bûn Min digot yê mo te digot na Tena serê wê bi der bû Min digot konê, te digot na Tev şa dibûn xort û zerî Min digot, birin te digo na Keçik zer bû, xort esmer bû Min digot, herê te digot na Deşta Palo bi dirhêz e Min digot, wa ye te digot na Delaliyê min teşîrês e Min digot, belê te digot na Hirî kî dasî de berda Min digot ew e te digot na Teşî ya xwe badide û dirêse Min digot vir de, te digot na Min got were li ba min rûne Min digot canê, te digot na! Teşîya xwe birise û bihûne Min digot dilêm, te digot na Tev şa bûn, wek Mem û Zîn e Sebra min bi te dihat Ez nergiz im tu beybûn e Bêhna gulan ji te dihat.. |
||||||||||
|
|
|
| Bu Mesaj İçin Mirza Kullanıcısına Teşekkür Edenler: | zilan (05-29-2008) |
| Seçenekler | |
| Stil | |
|
|