![]() |
|
|
#1 (permalink) | ||||||||||
|
Xezal Xezal
Xezal Xezal de hayê hayê... Îro minê dîbû mala Xezala min barkir çû zozana oy cefayê Şewtê kulê dilêm pir bûn Xezalê... hayê... Ezê van kulê dilêm’ heya dare bûye j’tere bibim Cem aşiq û cem xozana.. oy cefayê.. Gelî gundyan û cîranan ma hunê qey nizanin Ma rûkê Xezala min sor bûne ji kut û matê lolo... ramûsanan oy Xezal Xezala min xeyidiye gelî gundyan û cîranan Ezê nizanim va qîza seba çiye hoy.. nayê rayê Xezal biyan e oy Xezal, Xerîbî zor e oy cefa Belê meryê xerîb li welatê xerîbiyê kor e Xezal Îro minê bala xwe didim çiyayê Sîpanê Xelatê berfê lêkir oy Xezal Dîsa min dît bilbilê malxirab di quntara çê de hêlîn çêkir oy cefayê Sala par heta van çaxana Xezal ya min bû Sala îsal mêrê heram rabû lolo dawe lê kir.. Xezala min biyan e Gelî gundyan û cîranan ezê nizanim va qîza seba çiye hoy.. nayê rayê Buharê hat Buharê Buharê hat Buharê Gul vebû li rûkê yarê Wexta çavê min lêket Aqil ji serê min çûbû derê Buharê hat Buharê M’gulek dî l’rûkê yarê M’bala xwe da vê gulê Ji dil de evîndar e Hin pir gulêm pir hene Gulê min wekî te ne Buhar hat tevb’gihayê Tev girt çol û çiyayê Buhar hate govendê Govend qada mêra ye Buharê hat Buharê M’gulek dît binya darê Bala xwe dam wê gulê Ji dil de evîdar e Hin pir gulêm pir hene Gulê min wekî te ne Buhara me şêrîn e Tevde gîhayê hêşîn e Keçê dilê min xweş ke Giş bi kul û brîn e Buharê hat Buharê M’gulek dît binya darê Bala xwe dam wê gulê Ji dil de evîdar e Hin pir gulêm pir hene Gulê min wekî te ne Buhar çi xweş û rind e Tev girt bajar û gund e Keçê te ez helandim Carek serî limin hilde Buharê hat Buharê M’gulek dît binya darê Bala xwe dam wê gulê Ji dil de evîdar e Hin pir gulêm pir hene Gulê min wekî te ne Behra Wanê Oy… De îro mi go dilê min bû Behra Wanê Kelemê derd û kulan e… oy… De îro mi go best û çem û kanî hemu bi ser de helyane hawar e limin... Ax were lê lê hesreta’m dayê oy... De îro mi go çiya û zozan, şax û newal Hemû mêl bûne li bende mane De îro min go behra Wanê werdigere Diçe diçe li qimê diçe pêl pêl diavê Weke bayê robarê li qimeye bayê kur e di dilê Kurdistanê de ye dilîline ya… Were eman neman oy… hawar e limin lêlê dayê oy De lê lê dayê oy nema... De xwezil ez teyrekî baskbelek bûma Ezê şax bi şax welat bi welat derya bi derya wergeriyame oy Ezê geh bilind bûyima, geh nizim bûma Minê baskê xwe li bayê tenik xista û bifiryama Behra Wanê dilê Kurdistanê, ev bû demek dirêj ku min Kurdistan nediye De ezê biçama li ber Behra Wanê dilê Kurdistanê De minê bi Dilê Kurdistanê deveniştama Hawar e limin oy.. Were eman lê dayê hesreta min Ez keçikek gundî me Ez keçikek gundî me lo wez brîndar im Deşt û bajar nedîme lo wez brîndar im Gula mêrga gelî me lo wez brîndar im Ava çem û kanî me birayêm hew zanim Lo bira serê min b’gorî Em girtine bi zorê Bi saxî ketne gorê.... Bira evîna dilê min Agir berda canê min Hêstir berda çavê min ay Min j’xortekî heskiribû Ji malê meriyê me Bav û birayêm nedan bûn sebeba serê min Bav û birayêm nedan bûn kelemê çavê min Bav û birayêm nedan bûn berdevkê devê min Lo bira serê min b’gorî Em girtine bi zorê Bi saxî ketne gorê.... Bira evîna dilê min Agir berda canê min Hêstir berda çavê min ay Min divê navir nemîne li ser rûçkê Cîhan Keç û xortik giş bibin weke xwişk û biran Li her derê ava bin da nişkav dibistan Ber dest û lingan mane em keçên Kurdistan Lo bira serê min b’gorî Em girtine bi zorê Bi saxî ketne gorê.... Bira evîna dilê min Agir berda canê min Hêstir berda çavê min ay Hele were binêr hatî mala me Perwer Şivan Teb’ ser seran ser roniyan hat xozanê Kurdistan Derd û kulên me pir in bûne qîr û qitran Te bi deng û tembûra xwe bela kir li nav cîhan Lo bira derdo Şivano Xozano bar girano Bê waro perişano oo... Lo bira serê min b’gorî Em girtine bi zorê Bi saxî ketne gorê.... Sebra malan kara xezalan Sebra malan kara xezalan Bi me xweş e wê nedin Serê xwe rakir kete du ala Lê li wê kes nebû xwedî Bira bira derdê’m giran e Ho bira derdê’m giran e Ooo.. pir têne ser min ev gelek şerm e Ooo.. bela serê min ji wan re ne xem e Wexta min dît gelek pê şa bûm Bi can û dil pê ra bûm Hêsir ji rû jor de hatin xwa Min nêrî lê beyan bû Bira bira derdê’m giran e Ho bira derdê’m giran e Ooo.. pir têne ser min ev gelek şerm e Ooo.. bela serê min ji wan re ne xem e Min go can û ceger xwişka min Hel wer ba min em rûnin Serê xwe rakir kete du ala Ka ji bo çi wê mijûl be Bira bira derdê’m giran e Ho bira derdê’m giran e Ooo.. pir têne ser min ev gelek şerm e Ooo.. bela serê min ji wan re ne xem e De lorî kurê min lorî De lorî lorî kurê min lorî Bavê te kuştin dayik bi gorî Gernas û mêrxas divê tu negrî Şênî ku sax bin nema tu bimrî Dujmin bi top û firok û leşker Bombardiman kir welat li her der Hilweşandin tev mizgeft û dîwar Kûr kûr dinalin jar û brîndar Zar û zêçên Kurd pir têne kuştin Dexl û rez û pez tiştek nehiştin Tazî û birçî kir banger û berf Wan venaşêrin van şikeft û berqef Li ser zikê xwe diçin bi mestî Hin dest û hin pê, hin ser şikestî Di şevreşan de gernas e rêber Şêrê brîndar dema diçin şer De lorî lorî kurê min lorî Bavê te kuştin dayik bi gorî Gelê hişyar e gelek giha ye Tiving di dest e li ser çiya ye Sêr û piling in hawîr dibazin Doza me Kurdan serbest dixwazin Bi xwîn nivisîn li ser zinaran Livir nemaye cîyê neyaran Bi qeşte dujmin qada me berde Ev der welatê gernasê Kurd e Qada me berdin ji bo me yekser Em aştîxwaz in me navê ev şer Em jî wekî we divên serbesti Ma kî dixwaze dîlî û bindestî Ey Reqîb Ey Reqîb her maye qewmê Kurdziman Naşikê û danayê bi topê zeman Kes nebê Kurd dimirin Kurd jîn dibin Jîn dibin qet nakevî ala Kurdan Em xortên rengê sor û şoreş in Seyr dike xwîna diyan me da rijan Kes nebê Kurd dimirin Kurd jîn dibin Jîn dibin qet nakevî ala Kurdan Em xortên Midya û Keyxusrev in Dîn îman û ha îman her niştiman Kes nebê Kurd dimirin Kurd jîn dibin Jîn dibin qet nakevî ala Kurdan Lawê Kurd e, bûye ser pê wek şêran Da bi xwîn neqşîn bike tacê cîhan Kes nebê Kurd dimirin Kurd jîn dibin Jîn dibin qet nakevî ala Kurdan Xortê nuh tev hazir û amade ne Canfida ne canfida her canfida Kes nebê Kurd dimirin Kurd jîn dibin Jîn dibin qet nakevî ala Kurdan |
||||||||||
|
|
|
| Bu Mesaj İçin Mirza Kullanıcısına Teşekkür Edenler: | zilan (05-29-2008) |
|
|
#2 (permalink) | ||||||||||
|
Serfirazkin (Venseremos)
Îro gel dike şerê jînê Hêz dike bi xurtî û ramanî Bimre neyarê gela cunta Bijî ‘Yekîtiya Popular’ Serfirazkin serfirazkin bişkînin zêncîrê zordarî Serfirazkin serfirazkin serfirazkin ala azadî Bi hurandin, bi girî fêde nakî Hatin wê bibe sosyalîst Wê sibe ji îro xweştir çêbe Ewê dîroka min nû vebe Serfirazkin serfirazkin bişkînin zêncîrê zordarî Serfirazkin serfirazkin serfirazkin ala azadî Lê Dotmam Xeber hate min li ser eşqa dil Eywax gul bû evîndara bilbil Bilbil xema qet nakşîne ji gul Lê dotmam lê dotmam wey limin rûreşê Lê dotmam lê dotmam lê dotmamê Delalê evîndara pismamê Zeriyê evîndara pismamê Dotmam dayika me tev niştiman e Diqîrî digazî li ber desta ne Wê çawa bê sebra me Kurdan e Lê dotmam lê dotmam wey limin rûreşê Lê dotmam lê dotmam wey limin rûreşê Lê dotmam lê dotmam lê dotmamê Delalê evîndara pismamê Zeriyê evîndara pismamê Dotmam tu pir şêrînî li ba şivan Lê niştiman nadim bi hezar yaran Bo azadî dil û canêm qurban Bo rizgarî divêm axa goran Lê dotmam lê dotmam wey limin rûreşê Lê dotmam lê dotmam wey limin rûreşê Lê dotmam lê dotmam lê dotmamê Delalê evîndara pismamê Zeriyê evîndara pismamê Zembîlfiroş Qinyata Zembilfiroş û evîna Xatûnê. Wekî bakî germ bi evîn, tirs. Lê paqijî girtibû ser hêlê û herkesî, li dora Kela Farqînê. Weha dibêje gelê me: Zembilfiroş. Lawikê Ebas, ya Emin ya nenas. Xêr û xeraca nastîne, keda destê xwe dixwe. Hurmeta Mîr û evîna Xatûnê; heskirina welat, gel, hele ya zarok û jina wî her li dilê wî ye. Hêja ye Zembilfiroş Zembîlfiroş zembîla tîne Delalo zembîla tîne Kolan bi kolan digerîne Nan û dahnê pê distîne Zarokan pê ditevrîne Gava ew zembîla tîne Xatûn li bircê dibîne Bi eşqa dil dihebîne Aqil diçe sewda namîne Ha dil were, ha dil were Kesê ji dil nekî bawere Ji mirovantî hatiye dere Xatûn : Kuro sêlka vir de bîne Mîr dixwaze te bibîne Buha buha ji te bistîne Lawiko ez brîndar im Zembîlfiroş: Xatûna min a delal e Min bîhîstî Mîr ne li mal e Bazara’m bi malê helal e Xatûnê ez tobedar im Delalê ez tobedar im Ha dil were carek bi coş Car car vexwe şerbeta xoş Dilqinyata Zembîlfiroş Xatûn : Zembîlfiroş lawikê beyan î Ez dibêjim tu pê dizanî Min bo eşqa dil te anî Lawiko ez evîndar im Zembîlfiroş: Xatûna min a zerîn e Qusur li ser te qet nîne Lê dilêm kesî nahebîne Xatûnê ez tobedar im Delalê ez tobedar im Hay hay hay hawar e hawar e Hay hay hay hay.. Xatûn pir evîndar e Li ber rehma Xwedê xwar e Ji eşqê maye bê par e Evîndar e ma bêçare Xatûn li jor kar dike Zêr li eniyê par dike Kalên sedsalan har dike Xatûn : Çavên min mîna eynan e Biskê min mîna qeytan e Diranê min mîna mircan in Eniya min mîna ferşan e Berê min mîna fîncan e Fîncanên mîr û paşan e Sîngê min mîna zozan e Zozanên haft eşîran e Zembîlfiroş, lawikê derwêş Lê bike kêf û seyran e Zembîlfiroş lawikê derwêş e Keremke tu were pêşe Heqê zembîlên xwe bibêje Lawiko ez evîndar im Zembîlfiroş: Lê lê lê, lê lê Xatûnê Çavên te mîna zeytûnê Ditirsim ji agirê êtûnê Ya Xatûn ez tobedar im Tobedarê Xaliqê Cebar im J’ser toba xwe ez nayêm xwarê Xatûn : Zembîlfiroş lawikê feqîr e Were ser doşeka Mîr e Bidim te guliyên herîr e Lawiko ez evîndar im Zembîlfiroş: Tu Xatûna li birc û van î Li ser text û li ser seran î Tu ji min re nabî kevanî Xwedî zarok û eyal im Zarok tazî û birçî li mal in Xatûnê ez tobedar im Xatûn : Zembîlfiroş lawikê nenas î Tena derpî û kiras î Tu ji destêm nabî xelas î Lawiko ez evîndar im Zembîlfiroş: Xatûna gerden bi morî Qet nabe bi kotek û zorî Tirsa min ji wî Reb ê jorê Xatûnê ez tobedar im Tobedarê Zerdeştê Kal im Ji ser toba xwe qet nayêm xwarê Ez nexweş im Ez nexweş im gewra minê Îro min go were ser min... ay… Gewra minê min go wez nexweş im De were ser min Tuyê taya lihêfê rake vê êvarê rex û têkev ber min Ax… çi ferman e bira oy… Bextê te me gava gundî û cîran bêjin ew kî bû ew kî nebû Ezê bêjim Hekîmê Loqman bû hate ser min limin... Ez xirabmal im yeman, ez bendewar im yeman Eva serê çend û çend salên min temam Min terka welatê xwe da Ez perîşan im bira… ax çi ferman e dilo Qumrîkê Qumrîkê ez romî me belê Delalê ez romî me Kumsor û efendî me belê Kumsor û efendî me Xulam çavên reşbelek Aşiqa keçka gundî me De yar yar yar, de yar yar yar De yar yar yar, de yar yar De yar yar yar, de yar yar Bê te sebra min nayê Qumrîka li ser zinara belê Delala li ser zinara Kulîlka nava dara belê Kulîlka nava dara Heyfa çavên reşbelek Ketiye destê neyara De yar yar yar, de yar yar yar De yar yar yar, de yar yar De yar yar yar, de yar yar Bê te sebra (xewka) min nayê Qumrîkê ser bi zêr e belê Sîng dergeha bajêr e Heyfa çavên reşbelek Qumrîkê didin mêr e De yar yar yar, de yar yar yar De yar yar yar, de yar yar De yar yar yar, de yar yar Bê te sebra (xewka) min nayê [b]Hinê bînin li teştê kin|b] Hinê bînin li teştê kin Şîr û şerbetê çêkin Kevçî bi kevî rûn lêkin Bînin li destê zavê kin Bînin li serê zavê kin Şarika bûkê heftreng e Dayê rabe dereng e Dawet hatî ber derî Bîhna zavê pir teng e Bîhna bûkê pir teng e Ha dîlan dîlan dîlan Stran dîlan û lîlan Çi bûkekî delal e Zava bû xwedî mal e |
||||||||||
|
|
|
| Bu Mesaj İçin Mirza Kullanıcısına Teşekkür Edenler: | zilan (05-29-2008) |
|
|
#3 (permalink) | ||||||||||
|
Yek Mûmik
Kanî tembûra we lo, kanî tembûrvanê we Kanî zirneya we lo, kanî zirnevanê we Kanî dahola we lo, kanî daholvanê we Kanî mêvanê we lo, kanî mazûbanê we Va ye mêvanê me lo, va ye mazûbanê me Kanî bûk û zavê we, kanî va govenda we Va ne bûk û zavê me, ava ye govenda me Yek mûmik, du mûmik, sê mûmik Çar mûmik, çarde mûmik Serê malê misqalik Bûk li zavê bimbarek ha nînna Ha nînna heyra nînna Çûme Mûsilê carek, min anî hine barek Heçî malê keç tê de, me dabûye sihanek Yek mûmik, du mûmik, sê mûmik Çar mûmik, çarde mûmik Serê malê misqalik Bûk li zavê bimbarek ha nînna Ha nînna heyra nînna Hatim Diyarbekir carek, min anî hine barek Heçî malê xort tê de, me dabûye desmalek Yek mûmik, du mûmik, sê mûmik Çar mûmik, çarde mûmik Serê malê misqalik Bûk li zavê bimbarek ha nînna Ha nînna heyra nînna Narîn Hey lê lê Narîn, Narîn kubarê Ezê tu emelê dunyayê nakim Ezê têlekê ji tembûra sazbendan peydakim Ezê rojê deh cara xwe di ber deriyê mala bavê te de her û werim xwe li ba kim Ezê tu dila di ser çavê reş û belek re qebûl nakim Keça bêsoza, reyisa bêbexta, toximê Ewana Derewînê lê Narîn, hey lê lê Narîn Hey lê lê Narîn, kubarê lê Narîn Narîn kubarê zozanên mala bavê me dudu ne De rabin em herdu bi çepilên hevdu bigrin bavêjin şaristanê xerîb Bila kesek nizanibe ez û mihuba dilê xwe li ku ne Gava xelk ji me bipirsin, bêjin hûn çiyê hevdu ne Emê bêjin ya wer em xuşk û birayê hevdu ne Hege xelk bêje ji bo şiklê ne weke hevdu ne Emê bêjin bavê me yek e, dayikên me dudu ne Toximê bextreşa, Ewana, nerindê, derewînê lê Narîn Hey lê lê Narîn, bêbextê lê Narîn Qîrînek tê Qîrînek tê ji dûr welat Nalîn diket deşt û newal Gazî dike dibê: Welat Kanî welat bimrim heval Pi gotin tê ji yekî şivan Pir dibêje li ser niştiman Guh dirêjo gotin giro Ka welatê te Kurdistan? Dilo ez bimrim Dilo ez bimrim dilo hewar li vê buharê Li vê buharê dilo heyran li vê buharê Mirin pir xweş e dilo hewar li milkê bavê Li milkê bavê dilo heyran li milkê bavê Hêsir li çavê min xweş in û neş in weke baranê Weke baranê dilo heyran weke baranê Tirba min çêkin dilo hewar li milkê bavê Milkê Kurdan e dilo hewar milkê merdan e Dilo ez bimrim dilo hewar li vê payîzê Li vê payîzê dilo heyran li vê payîzê Kurdo werin bi hev bigrin em bigrin lezê Em bigrin lezê dilo heyran em bigrin lezê Mirin pir xweş e bira hewar bi merd û cezê Bira azadîyê bira hewar bi merd û cezê Tirba min b’kolin bira hewar li Kurdistanê Li gulistanê dilo heyran li gulistanê Dilo ez bimtim dilo hewar li zivistanê Li zivistanê dilo heyran li zivistanê Mêr gelek bûne dilo hewar wek goristanê Wek goristanê bira hewar wek goristanê Emê ilm rastkin dilo heyran di dibistanê Di dibistanê dilo hewar di dibistanê Tirba Şivan hûnê çêkin li Kurdistanê Li Kurdistanê dilo heyran li Kurdistanê Kurdno rabin ji xewê (Xeberdan) Êdî bese rabe ji xew, xortê hêja keça bedew Tenê mayî tu raketî, xebata te bi paşketî Rohilatî pir bilind bûn, xelkê cîhan tev şîyar bûn Tenê mayî tu raketî, xebata te bi paşketî Rohilatî pir bilind bûn, xelkê cîhan tev şîyar bûn Kurdno rabin ji xewêyo, merdno rabin ji xewêyo Ez pir rind im li bende we me, lo gula sor im li hêvya we me Rêya we bû ronahî, dîsa kor in nabînin Kurdno rabin ji xewêyo, merdno rabin ji xewêyo Bandikim te Ruhayê lê, Diyarbekir pir deng daye Bitlîs û Muş, Hekarî, Wan hilgirtine barê giran Kurdno rabin ji xewêyo, merdno rabin ji xewêyo Ez Şivan im hêvîdarim, lo bi qîrîn û bi hewar im Ev bû bîst û sê salê min, dikim gazî û dinalim Dibe bîst û çar salê min, dikim gazî û dinalim Kurdno rabin ji xewêyo, merdno rabin ji xewêyo Hevalê bargiran im Hevalê bargiran im, hevalê şoreşvan im Hevalê şoreşvan im hevalê şoreşvan im Hozanê gelê bindest, hozanê we Kurdan im Ez dengê Kurdistan im, Endamê Kurdistan im Qet zen nekin her weha, li şorên we guhdar im Li şorên we guhdar im li şorên we guhdar im Nêm firotan nêm buha, gelê bindest re yar im Gelê bindest re yar im gelê bindest re yar im Nalîn tê ji Kurdistan, bo wê çêdikim helbestan Bo wê çêdikim helbestan ax bo wê çêdikim helbestan Destê xwe em dirêjkin hev, deynin baxê gulistan Çêkin baxê gulistan ax deynin baxê gulistan Alîkarê dilsoz im, rêdanê mêrê hov im Rêdanê mêrê hov im rêberê begê hov im Şoreşger im him Kurd im, bo xwînxwara bi xof im Bo xwînxwara bi xof im li ser wan tim bi xof im Ala rengîn Ala rengîn pîroz û xweş, te hildigrim diçim bimeş Tu’l ser milên xortên ciwan, di nav te de yek rojek geş Ala sê reng î tu, bi nav û deng î tu, nişana ceng î tu Ey xortê Kurdan silavê le bikin Îro me tu kirye himbêz, rojek wê bê te bikin rêz Li ser bana, li eywana, roja şadî bi xeml û xêz Kesk û sor û zer î, nişana zafer î Ey keçên Kurdan silavê le bikin Te bi zîv û zêr tevde kildim, roja cengê ez te hildim Ger ez bimrim, ger ez rabim, Cegerxwîn im serbilind im Ala sê rengîn î, pîroz û şêrîn î, nişana mizgîn î Ey xortê Kurdan silavê le bikin Mihemmedo Wî de loy loy loyloy loyloy loy loy de loyloy.......de loloy loy Mihemedo hevalo Wî de dayê bejna Mihemedê min nîşana serê çîyan Bejna delalê min nîşana serê çîyan Wî de agir bikev mala van romiyan Derbeke li bejna Mihemedê min dane van hoviyan De loy loy.... loy loy...... Mihemedo hevalo Ax de loy loy.... gula cimatano loy loy Destmala destê xortano loyloy..de kelemê çavê dujminano... Wî de yadê diyaram çiyayê Qerejdaxê bişewite bi kevir e Wey xeberdana xeberê dibêjin eskerê Romî rêç û durbên Mihemedê min digire Û emê xeberê bidin Diyarbekir û Siwereka xopan Bira heyf û tola Mihamedê me bigire de loyloy..Mihemedo cano Ax de loyloy... gula cimatano loyloy destmala destê xortano loyloy Kelemê çavê dujminano Warê me ye Warê me ye warê me ye Şûna bav û kalê me ye Ji me girtin bi zordestî Kesek tune bû li pişta me Pezê me, pezê me Diçêriya li çiyayê me Talan kirin, girtin birin Agir berdan konê me Li me girtin bi zordestî Kesek tune bû li pişta me Zarokên me zarokên me Ji bir nakin ew rewşa me Perçiqandin jiyîna wan Xwestin vemirin ocaxên me Li me girtin bi zordestî Kesek tune bû li pişta me Mêrgê me na mêrgê me na Lê gul diçînin keçê me na Jêdikirin gulyê wana Ez j’bîrnakim zarîna wan Warê me ye Warê me ye warê me ye Şûna bav û kalê me ye Ji me girtin bi zordestî Kesek tune bû li pişta me Kurd in em in Gerçî toşî rencerayî û hesret û derdim emin Qet lades em çerxe siqlê nabezim merdim emin Ger le birsan û leber bêbergî îmro req helêm Nokerî begane nakim ta le ser herdim emin Ax eman…. Ax Aşiqî çavî kejal û gerdnî pir xalnim Aşiqî kêw û talan û benden û berdim emin Min lezencîr û tenaf û dar û bend bakim niye Letletim kin bimkujin hêsta delim Kurdin emin Mîmîcan Hatim mala bavê te, hele hele hele hele Mîmîcan Bo xatirê çavên te, hele yar hele yar Nînacan Pir xanim e dayika te, hele yar hele yar Mîmîcan Xweş camêr e bavê te, hele yar hele yar Nînacan Bejn û bal çav û biryên te hele hele Mîmîcan Çi xweş li hev hatine, hele yar hele yar Nînacan Li min bibihorî ezbenî, hele hele hele Mîmîcan Bêhemd dilê min ketiye te, hele yar hele yar Nînacan Em hatine te bixwazin, hele hele hele hele Mîmîcan Ser çavan gilî û gazin, hele yar hele yar Nînacan Mala bavê te ava be, hele hele hele hele Mîmîcan Bixêrhatina me dixwazin, hele yar hele yar Nînacan Gotin: Şivan Perwer Muzîk: Gelêrî Ehmedê Mala Mûsa Ax... heywax li min, heywax li min... lê mala minê Heyfa dilê min mehkûmê, min rebenê lê dil ketinê Ehmedê Mala Mûsa çawa mi dixwazî lê mi nadinê Hûnê çawa bikûjin xweşmêra ji bo xatirê mi rebenê xweşik jinê Heywax li min heywax li min mala minê Heyfa çavên reş û belek hûn dibînin îro ax ketinê Ax.. dayê Ehmedê Mala Mûsa çi xweşmêr e, hunermend e lê, tembûrvan e Tesbîhê di destê wî de ji kevrê şadî, lê ji kehreban e Ew mêrxasê xweşmêra nekuje bi Xwedê ezê bêjim: Ew e mêrê bi sed mêran e Ew nemerdê Ehmedê min bikuje hawar ew ji bera gur û rovî lê xayina ne Ax.. dayê pêre hatî cejn û îda vê Qurbanê Keçik û kurikê me derketin govend, şahî lê vê dîlanê Salihê pismamê min bang kir got: Te por kurê Ehmedê Mala Mûsa birîndar e li aliyê le... di eywanê Gava ez çûm mi bi çavê serê xwe dî, hawar e dayê... Dilê min şewitî lê agir danê Heywax li min heywax li min mala minê Heyfa çavê reş û belek dibînin hawar, dibînin ax ketinê Gotin û Muzîk: Gelêrî Çavkanî: Seîd Axayê Cizîrî Berhevkar: Şivan Perwer Gulnîşan Gulnîşan Gulnîşan esmer halim perîşan Ezê biçim xerîbiyê, destmala’m bo te nîşan Buhar e êvar e, sîyê girtî zinar e Keç û xort li seyranê Ji xeynê me dost û yar e Gulnîşan Gulnîşan esmer halim perîşan Ezê biçim xûrbetê, da bo te bikem nîşan Gulnîşan gulgulî, kesk û sor da xemilî Kesê Gulîşan nevê, ew delala vî dilî Kesê Gulîşan nevê ew serdilka vî dilî Gulnîşan Gulnîşan esmer halim perîşan Ezê biçim xerîbiyê, destmala’m bo te nîşan Çavkanî: Hesenê Cizîrî Berhevkar: Şivan Perwer Mamê min Were dotmam were dotmam were dotmamê Tu kulîlka nava şax û zozan Wele dotmam heçî kesê derdê evînîkê nedîtiye Ax de bila li min û dotmama min nekin gazind û loman... Ay de domamê... ax zerî kubarê dil evîndarê Wele dotmam ava şetê me şerbet e... Pêla navîn li ser hev kete Lê dotmam dibê evînîka xelk û alemê adet bû Ax ya min û dotmama min li Cizîra Bota bûye çi qebhete Ax de domamê... ax zerî kubarê dil evîndarê Wele dotmam ava şetê me hêşîn e, pêla navîn ser û bin e Wele ezê herim dotmama xwe ji mamê xwe bixwazim Wela heke mamê min dotmama min nede min Wele ezê çepilê dotmama xwe bigirim birevînim Biqelibînim ser çemê Xalidikê… Ax de domamê... ax zerî kubarê dil evîndarê… Wele domam wele domam, navê dotmama min Gulçîn e Tava heyvê daketiye Cizîra Botan ser û bin e Ezê herim dotmama xwe ji mamê xwe bixwazim Lê lê heke dotmama min nede min Ezê bêjim mamo tu xwînîyê serê min î Ax de dotmamê dotmamê Wey de dotmamê, ax zerî kubarê, wez bi xûlamê Gotin û Muzîk : Meryem Xan Berhevkar : Şivan Perwer Heybênin Heybênin bênin Kejawe bênin Ew kiçe mindal e dilî meşkênin Erê çinar û lawlaw Cana zerya nemawe Erê min bo kê digrim Kê bibe ya ma Heybênin bênin Kejawe bênin Belê delên le bane Cana xum exime xwarê Erê xum eximê bawiş Gel gele darê Heybênin… Erê delên lew bane cane şede herzan e Belê şidê qabilî bala berzan e Hey bênin, bênin Belê dibên hingiv ket Canam le qutya şîn da Belê ê man çûn xazgînî Vala hatin bi şûn da Gotin û Muzîk: Gelêrî (Soranî) Çavkanî: Tîpa Silêmanî (Enwer Qeredaxî) Berhevkar: Şivan Perwer Sarê Sarê rabe êvar e, delalîkê rabe êvar e Sîyê girtî zinare Sî ket ber dîware Min bi heyrana gerdenê Wan biskê te yî li dar e Sarê keça Sûrya ye, delalîka dayik û bava ye Min go Sarê were vir Sûryoyî xeber daye Dinê me ji hev cuda ye, lê dilê me di hev de maye Em gelek ji hev hezdikin Ferqa dîn qet nemaye Sarê tu Sara min î, rindikê tu yara min î Ez bi heyrana gerdenê, wan biskên te yên şekirî Zar û ziman ne zor e, ger tu dixwazî fêr bibî De were te fêr bikim, da bi Kurdî xeber bidî Gotin û Muzîk: Gelêrî Hekîmo Were bêje Hekîmo… Hekîm qûrban tuyê bi xwe kî Xwedê hebînî ser me da neke nazî, wey neke nazî… Tuyê merhemekê ji birîna birîndarê mala bavê min re çêkî Tovê henikê, ji donê zeytê, koka darê dara Mazî Wey esmerê bînî şîrê teyrê bazî, emê pêşkêşî hekîmê xwe kin Bo xatirê birîndaran zêrê serê van pîrekan hekîm Heger tuyê birîndare mala bavê min sax kî Tu yê bi zêrê bi serê me qaîl bû, qaîl bû qaîl nebû, ezê pêşkêşî hekîmê xwe kim rûkê henarî, gerdena nazî Evdal im evdal im… nemînim nemînim… wer hekîmo birîna birîndarê mala bavê in xedar e, neêşîne Were bêje hekîmo, hekîm qûrban tu yê qutiya melhemê ji wî alî bîne vî alî, wî e hê hê… bîne vî alî Tuyê dibînî birîndarê mala bavê min bi ser birîna xwe de kûr dinalî De tu yê çêke melhemekê çêke ji evîna dilê evîndara Tovê biyê, ji koka dara darkinêrê, wey Esmerê bîne şîrê teyrê barî Wesmerê bîne şîrê teyrê barî, wemê pêşkêşî hekîmê xwe kin Hal û malê dinê ji bo xatirê birîndara, zêrê stûyê van pîreka Hekîm eger tu yê birîndarê mala bavê min sax kî Tu yê bi zêrê stûyê me razî bû, razî nebû wezê pêşkêşî hekîmê xwe kim cotê zermemkên qerqaşê hejde salî Wey de evdal im evdal im, nemînim nemînim… Wer hekîmo birîna birîndarê mala bavê min xedar e neêşîne Gotin û Muzîk: Evdalê Zeynikê Çavkanî: Şeroyê Biro Berhevkar:Şivan Perwer Seyran Nisan meha seyran e Dema bihara gulan e Vebûn gul û gulxunçe Çirîka bibilan e Were evîn were ba min Jana dil axîna min Ez heliyam li ber evînê Dermanê dil bide min Heyva çarde çû were Dewir û dem nema bi me re Ez nexweş im bêhal im Beriya ku can bidim wer Gotin: Şivan Perwer Muzîk: Gelêrî Yaro Yaro yaro yaro yaro Yaro yaro yaro yaro Xizir vezo marê biyaro Ezo şûne naçi verdi Yara rendek sujî verdi Yaro yaro yaro yaro Yaro yaro yaro yaro Xizir vezo marê biyaro Yaro delalo rindek e Him alvoz û him hevalik e Yaro yaro yaro yaro Yaro yaro yaro yaro Xizir vezo marê biyaro Xûda yarê min gunek e Gûzeka spî moreke Yaro yaro yaro yaro Yaro yaro yaro yaro Xizir vezo marê biyaro Gotinû Muzîk: Gelêrî Berhevkar: Mehmet Çapan Lemlanetkem Lemlanetkem, suk were dest le milanit kem Xu min yexsîrî tu nîm, hewaley şêkanit kem Xu min yêxsîrî tu nîm hewaley kiwstanit kem Qela û Sefîn beramber Yarekem e’bay kirde ser Bo xoy deçê bo seyran Minîş kirdûwe derbeder Be danîşin du be du Kelegetî xal le rû Aşiqî le xwe birdû Bo ru awirim tê berbû Ey gulî şaxî Sefîn, ey ciwanî şeqlawe were Were dilim be ax û keser e Were le ser Sefînewe birwane Wek evînî min çend kûr e Were were were ey hewar were Hewlêr piştî çiya ye Nawerastî kela ye Mesîf ser banu ma ye Min Şeqlawem xûş dewêm Ji ber Leyla tê da ye Gotin û Muzîk: Gelêrî (Soranî) Berhevkar:Şivan Perwer |
||||||||||
|
|
|
| Bu Mesaj İçin Mirza Kullanıcısına Teşekkür Edenler: | zilan (05-29-2008) |
|
|
#4 (permalink) | ||||||||||
|
Gulîzer
Dibêjin gul nexweş e wey gulîzeram Dibêjin gul nexweş e wey gul ez bimrim Rebenê bi bextê reş e Wey gul wey gul wey gulîzer Derdêm yek bû bûne sedhezar Ez ji vî canê xwe bûme bezar Wax derdêm yek bû te kir sedhezar Ez ji vî canê xwe bûme bezar Gula min gla zer e wey gulazerê Gula min gula zer e wey gulîzeram Ber çavêm here û were Wey gul wey gul wey gulîzer Derdêm yek bû bûne sedhezar Ez ji vî canê xwe bûme bezar Derdêm yek bû bûne sedhezar Ez ji vî canê xwe bûme bezar Gula min bê evîn e wey gulevînê Ez bûm Mem ew bû Zînê Wey gul wey gul wey gulîzer Derdêm yek bû bûne sedhezar Ez ji vî canê xwe bûme bezar Wax derdêm yek bû te kir sedhezar Ez ji vî canê xwe bûme bezar Hesenîko û Asê Hesenîko qurban ava çemê Mûradê tê û leme-lem e hoyê…. Hesen qurban wezê li qiraxa çem rûniştîme li benda te me hoyê... Wezê bêjim kelekvano ez ketime bextê te min derbasî wî alî ke Wez kefîla heqê te me hoyê... Na na wele tê min derbas neke wezê sîng û berê xwe ji xwe re bikim kelek û gemî, wezê derbasbim cem Hesenîkê xwe, wez helala canê Hesenîkê xwe me hoyê... De lê lê wî Asê... Lo lo Hesen dîno wezê naçim Mûradê lo bilind ciya hoyê... û çû keriyê mala bavê min danîne li zozanan cem bêxêrê pezkuviya hoyê... Lo lo Hesen dîno bê te xewka min nayê gidî li nava ciya hoyê... Bira dêk û bavê min xêrê bikin û xêrê qe nebînin Çawa min nedan Hesenîkê bi dilê min, min dane lawê Heskê Xelo ew şûndokê ser xaniya hoyê... De lê lê wî Heseno... Hesen qurban min go ji Mûradê heta vira hoyê... Ava Mûradê pêl bi pêl e derbas dibe ser pira hoyê... Hesen qurban bira agir bikeve mala fesad û awara Wele minê bizanibiya te yê ji min ra bigota Asê xwehingê, minê bigota Hesen bira hoyê... Na na wele bişewite mala zalim û xêrnexwaza sala îsal xwîna sor nedirijiya li ser kevirê hoyê... De lê lê wî çi bike Asê... Hay gidî Xeydokê Hay gidî hay gidî, hay hay gidî Xeydokê Şêrînê şemamokê lê li min gidî Zeynokê Bejna te zirav e, weke şitila tuhokê Li Ruhayê dewran e, li Siwerekê ferman e Ji bo xatirê Xeydokê, eşîr tevda di şer da ne Bona çavê Xeydokê eşîr tevda di şer da ne Hay gidî hay gidî, hay hay gidî Xeydokê Şêrînê şemamokê lê li min gidî Zeynokê Bejna te zirav e, weke şitila tuhokê Xeydok hat û hewa çû, kê lê nêrî ji dil va çû Bona xatirê Xeydokê lo xwîna sêsed mêrî çû Bona çavê Xeydokê eşîr tevde têk ve çûn Hay gidî hay gidî, hay hay gidî Xeydokê Şêrînê şemamokê lê li min gidî Zeynokê Bejna te zirav e, weke şitila tuhokê Çi Xeydokek dil û can, xort tev jê re bûn qurban Çi Xeydokek dil û can lo eşîr tev jê re bûn qurban Et di bîra xwe neanîn lê çi bûye Kurdistan Hemû hatin doza wê, lê nefikirîn Kurdistan Hay gidî hay gidî, hay hay gidî Xeydokê Şêrînê şemamokê lê li min gidî Zeynokê Bejna te zirav e, weke şitila tuhokê Dûzgî De bê wayiro Dûzgî Dûzgî Dûzgî Mekanê to berzo Xwe ser de qîmetê heyet velerzo Wazê topî xoma sera dûr berzo De bê wayiro de bê wayiro Gola Dêrsim de qom bê wayiro De bê wayiro de bê wayiro Pelgê defterê radê orê dîwanî Gola Dêrsimî kena mawkê kamî Berkenê bergêy benê gavanî De bê wayiro de bê wayiro Gola Dêrsim de qom bê wayiro Khêla Dêrsim sero mekanî Zalim ta ana rozî keno xan û xopanî Kafirî çi xwo ra vira kerda Kêla birêna, yaba vêlî De bê wayiro de bê wayiro Gola Dêrsim de qom bê wayiro Ya Dûzgînê minê kemerî Ez û to kerdo amo verê têberî Ê te kerdo amo verê têberî Komê xo ra vazî xebera te xêrî Ev ri sê nîma te ro çavêyî serî De bê wayiro de bê wayiro Gola Dêrsim de qom bê wayiro Gotin û Muzîk : Gelêrî (Dêrsim) Berhevkirin : Daimi Cengiz Bew Bew bew bew xemil xasekem Baxî new bew bew dîde razekem Mizgîn mizgînî bew bew kiras hatewa Yarim le nêw hat sera datewa Bew bew bew xemil xasekem Baxî new bew bew dîde razekem Çîftî çawderî wey wey çi bînay çênî Xwuday wanê ser mergit naybênî Bew bew bew xemil xasekem Baxî new bew bew dîde razekem Gotin û Muzîk : Gelêrî (Soranî) Berhevkirin : Şivan Perwer-Rênçber Xoşnav Mîro Ez çûme kelê Kela li evrazî Dergeh asin e Kilîl dar û mazî Tu bi Xwudê mîro mîro Esmerê bixwazî Ûy yeman yeman esmerê yeman Ûy yeman yeman esmera min yeman Tev xweşî birin eman eman Tehlî bo me man Xweşî tev birin mîro mîro Rindî tev birin yeman yeman Tehlî bo me man Rindî tev birin mîro mîro Nexweşî bo me man Gotin û Muzîk : Gelêrî Berhevkirin : Şivan Perwer Koçerê Eman eman koçerê Tu bi qolana kemberê Radimûsim kejîzerê Pişta mala bênderê Eman eman koçerê Beriyê xaniyê me bi kevot Pişta mala me bi kevot Melkê mewtê here jor Melkê mewtê were jor Da biçe seyra dawetan Xweziya min kejîyan firot Eman eman koçerê Eman eman koçerê Min dît li afirê gamêşa Te dî li afirê gamêşa Tilya min girt û kêşa Gava çavê min lê ket Şîşa dilê min êşa Eman eman koçerê Eman eman koçerê Tu bi qolana kemberê Radimûsim kejîzerê Pişta mala bênderê Eman eman... Gotin û Muzîk : Gelêrî Çavkanî: Hesenê Cizîrî Pawanekanî Pawanekanî dezirîngî tewa Qefle laya Hewlêr e egirê tewa Qefle laya Kerkûk e egirê tewa Çavreşim wa were Bênxweşim zû were Emro ezîzim were Rûhîşîrînim were were were A wan e zêrî hejdeh eyar e Yarekem bi naz û nazik û nazdar e Çavreşim wa were Bênxweşim zû were Emro ezîzim were Rûhîşîrînim were were were Ax eman nazdarim were Were ezîzim delalî ey gulî şaxî sefîn were Canim desotî be agirî to were ezîzim were Ax eman nazdarim tu Dilşadî min perîşanim were Bangî le canekim bawere be dil perîşanim Wek cîhan bûme perwaneyî tu ey hewar Were ey ezîzim were Le dûrî to ye şêt û şeyda mam Carî were hey canim çaw le rêka ma Çavreşim wa were Bênxweşim zû were Emro ezîzim were Rûhîşîrînim were were were Gotin û Muzîk : Gelêrî Berhevkirin : Şivan Perwer-Nazmî Nazim Mîrkut Mîrkut bînin vî yalî Nend û bendan vemalî Doxê bigrin û rakin Bila dangoh binalî Him dano Him xwarino Him jîyano Kesê nekin Bê îmano Kesê bikin Jîn û jano Ay ay ay ay...... Hey ne li mal e ne li mal e Lawik hate pêş mal e Ber bîna te bêhal e Ji kerba keçikê dinale Xwedê ava bike vê malê Keçikê bike bermalî Danê me ye Pel kuteye Ew xwêdana Eniya me ye Axa naxwe Xatûn naxwe Ev jî keda Destê me ye Lawno rabin dan lêdan in Tev lê bidin nan û dan in Zar û zêçên me birçî bûn Li payîz û zivistan in Spas ji xudayê xwe bikin Daye me ev nan û dan e Bila emrê me wiha neçe Bê azadî bê îman e Ay ay ay ay.... Nanê me ye Hem kute ye Noşîcan be Li canê me ye Me helal be Rizqê me ye De lê bidin Danê me ye Gotin û Muzîk : Gelêrî Berhevkirin : Şivan Perwer Dîlberê Min dî di banga sibê da oy... Bi fîstanê gulgulî... hey Di ber min ra dibuhurî oy... Bû perpitiya vî dilî hey hey hey eman Carek limin mêzekir oy... Wan awiran limin çêkir hey... Ew dîlbera lihevhatî oy... Tîr berda dil perçe kir ax ax ax eman Haho ji derdê dîlberê oy... Ji evîne nayêm derê hey... Ji bo xatirê Feqiyê Teyran oy... Carek were vê derê hey hey dîlberê Şêxa Dînê Eman eman şêxa delal yarî kir... Ax lê tu yarî kir ax were lo ax Were min destê xwe avêt sîng û pela bişko qetiya Ax lê sîng sipî dikir hawer lê ax... Wele ev bêbavê bê esas û ewarê cîran û derdora me Li ber devê derî li min û şêxa delal ax lê gohdarî dikir Were eman ... ax eman eman hawer lê were lo lo... Wele gelî fesad û ewaran çûn cem bavê min û şêxa delal Ax lê fesadî kir ax were lê ax were lo ax Wele emê herdu biçin cem hakimekî adil mala wî ava bibe Bira bê vana herdu cihêl in ax lê nezan in ax ha wer lo lo Ava ji bona çavê te yî reş û belek, ji dêmane sorgulî û bejna te ya zirav Ma ne hersalê minê dinya gihirt û ax lê aqil ji vî kir Were eman... ax eman eman hawer lê were lo lo... ax şêx delalê Eman eman şêxa delal min go ez ne şêx im... Ax lê ne derwêş im ax were lê ax were lo ax Wele ezê rahêjim va xençera xençerekî heyderî bidim ser dilê xwe Dilê xwe rebenê ax lê biqelişim hawer lê lê... Wele ezê hemû derd û elem û keserê şêxa delal ax lê lê bavêjim Wele tu dibîne kambaxê malê me qeliyane Wele ezê nizanim derdê dilê xwe rebenê ax lê ji kê ra bêjim Hawer lê eman... şêx delalê Ax eman eman şêxa delal min go ev çi dar e Ax lê di hewşa we de ax were lê ax were lo Wele dar e vaye bi nava payizê dawiyê re pelê xwe weşandin Ax lê bi ser me de ax hawer lê Wele xwedê bike mirazê mirazxwaza mirazê min û şêxa delal di nav doşek û lihêf û balîfê ax lê qedîfe da Ax were eman... ax lê şêxa dînê Yarê Çûçik çûye bin darê ra Silavek şande ji yarê ra Heçî di nava min û yara min fesadî kê bikin Xwedê nehêle biharê ra Yarê yarê bêbext yarê Kerbiyê yarê, kurbiyê yarê Yarê yarê, kerbiyê yarê Kurbiyê yarê, bêbext yarê Ji dîyêr de mîha reş tê Dengê zengil bi min xweş tê Serê çend sala ye ku şivanê mala bavê te li ber derd û kula Ji cîgerê xwîna reş tê Yarê yarê bêbext yarê Kerbiyê yarê, kurbiyê yarê Yarê yarê, kerbiyê yarê Kurbiyê yarê, bêbext yarê Xaniyê bavê te bi çin e Baran dibarî hat me bin e Gava çavê te li min ket te go wî eva kî ye li hêvya min e Va Şivan e lo tu yarkê min e Yarê yarê bêbext yarê Kerbiyê yarê, kurbiyê yarê Yarê yarê, kerbiyê yarê Kurbiyê yarê, bêbext yarê Yarê, min nabihîze, min nabîne tu Kerbiyê, kurbiyê, lalbiyê, bêbext yarê.... Di dinê te sê tişt hene Di dinê de sê tişt hene pir xweş in Yek jê dayik, yek jê bav e Yek yar e lê lê, yek yar e canê, yek yar e Bê dê nabe, bê bav nabe Yar xweş e lê lê yar xweş e Dayik ji bo me weke dilê dinê ye lê lê Dinê ye canê, dinê ye Bavik ji bo me wek roniya rojê ye lê lê Rojê ye canê, rojê ye Yar delal e weke bîhna gulê ye lê lê gulê ye Gava bavo xort bû ji xwe re yar anî lê lê Yar anî canê yar anî Dadê û bavo bi evînê mal danî lê lê Mal danî canê mal danî Vebûn nêrgiz, gul û rîhan çem û kanî Vebûn nêrgiz herikîn çem û kanî lê lê... Di dinê de sê tişt hene pir xweş in Yek jê dayik, yek jê bav e Yek yar e lê lê, yek yar e canê, yek yar e Bê dê nabe, bê bav nabe Yar xweş e lê lê yar xweş e Li eywanê xew kirî Li eywanê xew kirî loy loy, loy loy, loy loy loy mala min Xelkê yara te birî loy loy, loy loy, loy loy loy emrê min Dikim nakim ranabe loy loy, loy loy, loy loy loy cana min Xwelî li serê te kirin loy loy, loy loy, loy loy loy mala min Diyarbekir ber avê loy loy, loy loy, loy loy loy emrê min Çi yarek bejnzirav e loy loy, loy loy, loy loy loy mala min Xelkê yara te dibe loy loy, loy loy, loy loy loy çavê min Tu hîn mayî di xewê loy loy, loy loy, loy loy loy emrê min Deryê Ruhayê bilind e loy loy, loy loy, loy loy loy mala min Ev çi yareke rind e loy loy, loy loy, loy loy loy emrê min Xelk û alem zewicîn loy loy, loy loy, loy loy loy mala min Tu hîn pepûk û kund e loy loy, loy loy, loy loy loy mala min Li eywanê xew kirî loy loy, loy loy, loy loy loy mala min Xelkê yara te birî loy loy, loy loy, loy loy loy emrê min Xezala min Xezala min, delala min konê bavê te çît e Xezala min delala min kon girêda bi şirît e Xezala min delala min tu rabe weris bîne Were ba min bi min re bikene li mala me kes nîne Were ba min bi min re bikene li nav kona kes nîne Xezalê delalê wek sitêrkê li ezmana Mala barkir koç bi rê ket, koçer tev çûn zozana Xezala min delala min evîn xweş e bi du dila Evîna me şan û şîn be bi bilûra şivana Xezalê delalê were can lê hê lê can Xezalê delalê were can Evîn xweş e li zozanan li ber qiraxê çeman Evîn xweş e li zozanan lê Deşta Heranê pir germ e ez namînim li vê derê Destê xwe bide min tu em biçin tev Şerefdînê Em ne xwînî ne Lê lê dayê ez destê xwe ji çek û rextê xwe bernadim Bira tu zanibe heger can û ruhê xwe jî bi ser dim Dayê welat bindest e vê dozê nikarim tu car berdim Ax de menal menal lê dayikê Reşa xwe deyne lê xwe hînke, dema me nîne ji bo şînê ax... Gelî heval û hogiran hunê bi zixit û lîlan laşê me rakin Ala rengîn bi ser me dakin, gulek sor bi serê me de çakin Ax de menal menal lê dayikê Reşa xwe deyne lê xwe hînke, dema me nîne ji bo şînê ax... Heyran hûnê herin hevre doza xwe tev berdewamkin Bes e bêjin hûn pêşmergi em te ji bîr nakin Em sond dixwin te dilşad kin Ax de menal menal lê dayikê Reşa xwe deyne lê xwe hînke, dema me nîne ji bo şînê ax... Dotmam Wey de dotmam, xweziya mala me cîranê mala hev biya ay... Wey de bira şîva şevê li me tinebiya Dotmama min tim û tim li ba min biya Were dotmam, lê dotmam... hezar car dotmam ay... Were dotmam ev çi kul e, çi ê, ev çi derd e way... De tuyê rabe çavê xwe kil ke Biskê xwe şeh ke, guliyê xwe berde De emê herin serê Xelatê Sîpanê Bibin mêvanê Siyabend û Xecê Were dotmam, lê dotmam... hezar car dotmam ay... Wey de dotmamê, xweziya çavê min birjiya Û ez nehatama wî alî Wey de minê dotmama xwe ya çavreş nedîta bi wî halî De çawa sala îsal wezê bê te derbaskim van cejn û vî sersalî Were dotmam, lê dotmam... hezar car dotmam ay... |
||||||||||
|
|
|
| Bu Mesaj İçin Mirza Kullanıcısına Teşekkür Edenler: | zilan (05-29-2008) |
|
|
#5 (permalink) | ||||||||||
|
Malan barkir
Malan barkir lê lê çûne waran lê Dînê lê dînê lê Dînara min Goştê me xwar lê lê mişk û maran lê Keçê lê rindê lê bermaliya min Ez sewî me lo lo ber desta me lo Delalo delalo delalê min Brîndar im lo lo bê xwedî me lo Hevalo hevalo hevalê min Malan bar kir lê lê koç bi rê ket lê Dînê lê dînê lê Dînara min Dilêm eşiya lê lê agir pê ket lê Keçê lê rindê lê bermaliya min Jana te ya dil jana min e lo Delalo delalo delalê min Ger min nedin ne gunehê min e lo Hevalo hevalo hevalê min Wî de mala min (Bavê Lalo) Wî de mala min Wî de mala min Mala bavê min mala mêran e eywax De here mala min hê hê…. Lê mala min mala mêran e De konê mala bavê min rebena xwedê konê mala mêran e De here çawa bi destê Bavê Lalo girtin xistin kelepçê Berê wî dane hepisxana bajarê Qersê digo: ”yallah lo Kurdo” De herê çawa berê zarok û zêçên wî dane Guhê van gundan e de oy oy.. De mala bavê min mala mêran e De herê malan min hê hê…. Wî de mala min, mala min, mala min.. Mala bavê min mala mêran e ha wa weylo… Û çadira bavê Lalo danî li ber çema Xeybetê berxê mala Emer Begê vê sibekî danî li ber çema Were vê sibekê naziman û qomandarê Qolordîya Dîyarbekir Hatî kon û kozikê xwe danî cem me Belê wezê nakevime ber kûştin û girtina Bavê Lalo, Suwarê Kovê Wezê ketime ber heyfa wê heyfê De herê çawa destê wî xistin darê kelepçê, berê wî dane hapisxana bajarê Erziromê De herê çawa berê zarok û zêçên wî dane nav Ecem e oy oy… Mala bavê min mala mêran e ha wa weylo… De herê malan min mala min mala min, Mala bavê min mala mêran e ha wa weylo… Û çadira bavê Lalo danî li ser latê Belê îro sê roj e Alayê Sêrtê Tevî mufreza cendirme tabûra eskerê vî Xelatê Belê digerîne li Bavê Lalo, Suwarê Kovê Li vê dews û li vî rêç û li vî deşt û taqîbatê Wele wezê nakevime ber girtina û kuştina Bavê Lalo Wezê dikevime ber heyra vê heyrê Û axalerkê me ser re dibêjin Çawa tu bûye firar û mehkûm û qacaxê hikûmatê Hoh oy de hoy oy… Mala bavê min mala mêran e ha wa weylo... Canê canê Canê canê canê, were meydanê Dilê min pir xweş e bi vî dîlanê bi vî dîlanê Dîlan e şoreş e, herkes pê serxweş e Erd û ezman şên bûn bi vê dîlanê bi vî dîlanê Canê cane cane, were meydanê Dilê min pir xweş ebi vî dîlanê bi vî dîlanê Keç û jin û pîr tev, xort û mêr hatin bi rev Dest û mil tev dan hev li vê meydanê, li vê meydanê Canê cane cane, were meydanê Dilê min pir xweş ebi vî dîlanê bi vî dîlanê Dîlan gelek xweş bû, Delîl pê rûgeş bû Dilê dostan geş bû bi vê dîlanê bi vê dîlanê Canê cane cane, were meydanê Dilê min pir xweş e bi vî dîlanê bi vî dîlanê Gotin û Muzîk: Delîl Dogan Kîne em? Kîne em? Cotkar û karker Gundî û rêncber Hemû proleter Gelê Kurdistan Şoreş û volqan Tev dînamêt in Agir û pêt in Sor in wek etûn, Agir giha qepsûn Gava biteqin Dinya dihejî Ev pêt û agir Dijmin dikujî Kîne em? Hey hey hey kîne em? Em in rojhilat, Tev birc û kelat. Tev bajar û gund, Tev zinar û lat. Ji destê dijmin: Dijminê xwînxwar, Xurt û koledar Ji Rom, ji Fireng, Di rojên pir teng, Bi kûştin û ceng. Parast, parast Parast min ev rojhilat Kîne em? Hey hey hey kîne em? Kîne em? Gelê serfiraz Dijminê dijmin Dostê aştîxwaz. Em xweş mirov in, Ne hirç û hov in Lê çibkim bê şer Dijmin naçî der. Bav û kalê me Dijîn tev serbest, Naxwazin bijîm Ta ebed bindest. Kîne em? Hey hey hey kîne em? Em in ew Kurdê serhişk û hesin, Îro jî dijmin ji me ditirsin Bîna barûdê Kete pozê min Dixwazim hawîr, Biteqim ji bin, Dîsa wek mêra, Bikevin çiya. Naxwazim bimrim, Dixwazim bigrim. Kurdistana xwe Axa Mîdîya, Kîne em? Hey hey hey kîne em? Em in ew Kardox Xaldêwê kevnar, Em in ew Mîtan, Nayrî û Sobar. Em in ew Lolo, Kardox û Kudî, Em in Mad û Goş, Horî û Gudî. Em in Kurmanc û Kelhor, Lor û Gor, Em in, em Kurd in li jêr û li jor Çend hezar salin Kurdistana me Perçe perçe ma Bindestê dijmin! Îro ji Lor û Kelhor û Kurmanc Ji dest xwe berdan ew text û ew tac Hinek bûn axa, hinek jên bûn beg Hinek jên bûne cahşê jardara Kurdistan firot wan tev neyaran Bûne mezhebdar, Bûne olperest, Bûne paşverû, bi tizbî û xişt Ta ku dijmin şikand li me ser û pişt Me dan bin lingan dewlet û hebûn, Bûn dijminê hev perçe perçe bûn. Ta ku Kurdistan, Ta ku Kurdistan Jar û perîşan Ket e bin destan! Ketin xewê, ketin xewê Ketin xewa zilm û zorê Ketin xewa bindestiyê Raketin, raketin… Yekcaran serê xwe rakirin Lê dijmin serî zû jêkirin Yek carna serê xwe bi hêz rakirin Lê dijmin serî zû jêkirin Lê li vî xakî, li vî erdî tovên jiyanê hatiye çandin Ev erdê jiyanê ye Germ dibe, sar dibe Dikele, dikele, dipişiqîne Brûskê tavê tavan hiltîne Ronahî dike rojê li welat hiltîne Her wekên Kawa li ser xwe pêk tîne Niştimanperweran diwelidîne Em in ew gela Belê em in ejdeha Ji xewa dîlî Şiyar bûn niha Dixwazin wek mêr Tev mejî û bêr Rabin her wek şêr Serê xwe hildin Çi serbilind in Bi cîhan carek Em bidin zanîn Rêçika Markîs, Rêçika Lenîn. Kurê Guhderz û Ferhad û Rustem, Kurê Salar û Şêrgoh û Deysem. Bejin bilind in Wek dêw bilind in Em dest dirêj in Serbest dibêjin Dixwazin bi lez Gavan bavêjin! Kîne em? Hey hey hey kîne em? Ne xwînxwar in em, aştîxwaz in em Serdarên bilind, gernas in herdem Em şer naxwazin, Divên wekhevî, Em paş ve naçin, Lê dijmin direvî! Divên bi şêwrê, lê ew qebûl nakî Divên biratî, lê ew qebûl nakî Bûye wek rûvî Li paş xwe nanêrî Kine em… Gelo bavêm çi bikin? Naxwazin însanî Êrîş bikin û bigrin Histu bişkînin Ev pîsên mirdar Ji nav me derxînin Ji bo mirovan em tev dost û yar Bijî Kurdistan, bimrî koledar! Kîne em? Herba Qoroyê Delal kirin esker e oy eman Dilêm kirin esker e canocan Qumandarê Romiyan oy eman Ew çawişê contirkan canocan Tê çi çax bigre teskere oy eman Ji eskeriya Romiyan oy eman Ji leşkeriya Contirkan canocan Destê min ji delal kirin oy eman Destê min ji dilêm kirin lê yeman Jar û hustuxwar kirin oy eman Jar û birîndar kirin oy eman Birin Herba Qoroyê lê yeman Nizanim ji kê re çi dikirin oy eman… Çi tolaz û serserî Çi tolaz û serserî hele Çi ewar û çav l’derî hele Hemû di derya te de ne Fesad gotina te kir lê lê Ew rûyê tim reş dikî canê Dilê min ji te sar dikin Bo çi tu wa xemgîn î lê lê Tu zeriyek çavşîn î canê Tu li ber dilêm şêrîn î Ketim derya evînê lê lê Carê were bibînî canê Bo xatirê Mem û Zînê Bavê Fexriya Bavê Fexriya qurba min go îro dinya ewr e.... Ax lo nabe sayî, hawar li min min rebenê Lê li Bavê Fexro derketine Tabûra Sêrtê taqîbatê bi sê alayî Hawar li min oy... Gelî gundî û cîranan çima Bavê Fexro ne li mal e? Hûn dibînin ode ji mêvanan xir û xal e Hawar li min min rebenê Bawê Fexriya qurba min go ji înê heta înê Hawar li min min rebenê Îro sê ro sê şev e Bavê Fexro birîndar e li nav nivînê… Ezê rabim daw û delingê xwe hilgêvim herim Hadhaka xopan, Mala Erekêlê Hekîm, bêjim hekîmo qurba sîng û berê min rebenê Ji Bavê Fexro re bike melhema devê vê birînê hewar li min Heyfa mêra ye di çi halî, hawar li min min rebenê Min go Bavê Fexro were em bi destê hevdu bigrin... Ax lo herin çiya, hawar li min min rebenê Lê li min şewitiyê ezê derbasî hêla malê bûme Bavê Fexro bi ser birînê xwe de kûr dinaliya hewar li min Heyf û xebîneta Bavê Fexro, Suwarê Gêjo, Torinê mala Ezo Birîndar bû bi sê gulên va Romiya ax hawar li min min rebenê Emrê çûyî carde nayê min rebenê Bavê Fexriya qurba min go bi qizanî ay… Pir delal bûm hawar li min min rebenê Gidî qurban bi bûkanî ay… karxezal bûm hewar li min Bişewite mala mêrê xirab û Romiyan Çawa sala îsal qir û qal bûm Ax emrê çûyî carde nayê ay… Çavreşê Ruhayê Çûme Urfayê bi sosin e wax zeriyê we Hatim Urfayê bi sosin e wax zeriya min Van keçan dil girtine wax zeriyê me Van keçan dil girtine zeriyê me we Tu delala Ruhayê Ruha maye di nav gulan ay ay ay zeriya min Riha maye di nav gulan ax zeriyê wey Gul danîne nav dila wax zeriyê me Gul danîne nav dila zeriyê me wey Hûn çavreşên Ruhayê Zeriyê me bi şarê reş in ay ay ay zeryê me Zeriyê me bi şarê reş in wax zeryê me Kil ji çavan diweşin zeriyê me Kil ji çavan diweşin zeriyê me wey Hûn delalên Ruhayê Wek bulbulan dengxweş in zeriyê me Wek bulbulan dengxweş in wax zeriyê me Kil ji çavan diweşin wax zeriyê me Kî dil dide serxweş in zeriyê me wey Hûn delalên Ruhayê Dikim nakim nêrayê zerya min Dikim nakim nêrayê wax zerya min Pê re ketim belayê wax zeriya min Pê re ketim belayê zeriya min wey Tu çavreşa Ruhayê Ruha bê te ne xweş e ay ay ay zerya min Ruha bê te li min nayê lê zeriya min Bê te sebra min nayê wax zeriya min Bê te xewka min nayê zeriya min wey Tu delala Ruhayê Kirîvê Ax de were lê, were lê were lê lê... Ax kirîvê lê lê......ax Kirîvê vê sibê wezê bi Çiyayê Şengalê, Gola Smoqya diketim îro gelî di gelîda gelî di gelî da di gelî da Kirîvê lê lê.. Minê bala xwe dabû ku vê sibekê keçka Smoqya li xwe kiriye kirasê sorî melesî çeka eba wî eba dawî di ser da Xwe dabû devê Gola Smoqya mîna kevoka, şînordeka Çemê Xebûrê di binî da hê kirîvê lê lê ... Kirîvê tu zanî gunê min û te çiye ev heq û şop û rê li min û te girtî ye Ji min û te ra bûye sûc ku ez misilman im tu jî Êzidî ye kirîvê lê lê... Kirîvê ez ketime bextê te, tê vê sibekê bi dengê qebqeba heramî kevîne Xwe berde pozê Şengala Şewitî Tê bi şêxa şêxê Melekê Tawis ke, were di ser derd û kula re ramûsanekê bi ser can û cesedê kirîvê xwe berde Kirîvê lê lê... Kirîvê heger xêr be bira ji dê û bavê te ra be Heger gune be bira sedqa ber serê ez feqîrê we me kirîvê lê lê... Îcar keçikê bang kir: Kirîvo wezê jin im ne bi destê xwe me Qurbana te me talan neke, ji xwe netirse, wez sond bixum bi Şêxaltîkê Melekê Tawis be Hege wez mirim ji axa sara me, hege ez bimînim ji rih û can û cesedê kirîvê xwe ra me kirîvo lo… De ramûsanê m keçkê Êzidîyan, di xweşbûna sehera sibê di azanya melê da kirîvo lo… Sîng û berê min, kara xezala mi xibşê, mi dîlimezê, min kevoka, şînordeka Çemê Xêbûr e hê kirîvo lo… De mîna fîncanê qehwê ferfûrî, dev û lêvê min mîna şekirê Amedê di devê cuhê de axitkirî dişîne, kirîvo lo… Hevalno Hevalno ho.. hevalno ho.. hevalno ho… Kuştî bûn karwan Dû hev çûn ezman Da rojê bibînin Sitêrka bikin nîşan Hevalno ho.. hevalno ho.. hevalno ho… Ew çavên digirîn... Ew laşên tev bi xwîn... Ji roja azadiyê ra tev dikin mizgîn Berdan ji gerdûn Bo jînê tev çûn Azadiyê dê bibînin Mayîn û hebûn Hevalno ho.. hevalno ho.. hevalno ho… Min bêriya te kiriye Min bêriya te kiriye bawerke m’bêriya te kiriye Min bêriya te kiriye bawerke m’bêriya te kiriye Bipirse ji rengê buharê Bipirse ji gulên wê darê Min bêriya te kiriye bawerke m’bêriya te kiriye Min bêriya te kiriye bawerke m’bêriya te kiriye Ev çend sal e ez girtî me Zulm û zorî gelek dîme Lê bi evîna te dijîme bawerke m’bêriya te kiriye Jîna bê te ne tu jîn e Jîna bê te ez dijîme Herku te’d bîra xwe tînim Hêz dide min û dijîme Min bêriya te kiriye bawerke m’bêriya te kiriye Evîn nebe jîn şîn e Jîna bê evîn qiymet nîne Dikim doza evînê bawerke m’bêriya te kiriye Bipirse ji kevokên aşitiyê Bipirse ji hevaltî û dostiyê Bipirse ji dîwarên hepsê Ewê ji te ra bêjin rastiyê Min bêriya te kiriye bawerke m’bêriya te kiriye Wa hatin pêşmergên me Wa hatin pêşmergên me Şal û şapik li bejna wan Ew in partîzanên me Çek û rext li milên wan Wa hatin pêşmergên me Şal û şapik li bejna wan Ew in roniya çavên me Gulên sor bidin dest wan Ji mêj da benda wan e Çavê me li rêça wan e Keç û xortên gundê me Daxwazya wan ya wan e Wa hatin pêşmergên me Şal û şapik li bejna wan Ew in roniya çavên me Çek û rext li milên wan Tev rabin bkin dîlan Cejn û şahî û sêyran Bêjin hûn bi xêr hatin Ey pêşmergên qehreman Bêjin hûn ser seran hatin Hûn pêşmergên pehlewan Wa hatin pêşmergên me Şal û şapik li bejna wan Ew in roniya çavên me Gulên sor bidin dest wan Diparêzin jîna me Pir zehmet dîtin ji bo me Kurdistan ji nû ve şîn da Bi xwîna pêşmergên me Kurdistan ji nû ve şîn da Bi xwîna şehîdên me Wa hatin pêşmergên me Şal û şapik li bejna wan Ew in roniya çavên me Gulên sor bidin dest wan Dest ji dozê bernadî Dibê dilxweşî û şadî Da ji bo me pêk bînin Dostî û aşitî û azadî Wa hatin pêşmergên me Şal û şapik li bejna wan Ew in roniya çavên me Gulên sor bidin dest wan Serhildan jiyan e Serhildan li serê çiyan hêy Berxwedan di nava zîndan Dengê xorta xweş tê min hele Dengê keçan dilovan Serhildan, berxwedan.. Serhildan jiyan e hêy hêy Berxwedan jiyan e Rawestan ne karê me ye Pêşveçûn armanca me ye Kurdistan li hêviya me ye Çavên wî li rêça me ye Serhildan, berxwedan.. Serhildan jiyan e hêy hêy Berxwedan jiyan e Dengê karker ji karistanê Ê xwendevan ji dibistanê Dengê pêşmergê ji qadê tê Dengê şehîd ji goristanê Serhildan, berxwedan.. Serhildan jiyan e hêy hêy Berxwedan jiyan e Pir xweş e serxwebûn Kurdino merdino pir xweş e serxwebûn Ev demên tar û teng ku me dî va ne çûn Dest bidin hev hemî, pêşkevin em hemî Da biçin bo welat Yan mirin yan felat Roj li me hate der zû şiyarbin ji xew Ev dema ceng û şer paşketin êdî hew Dest bidin hev hemî, pêşkevin em hemî Da biçin bo welat Yan mirin yan felat Min divê ol û bext min divê pêşveçûn Min divê tac û text min divê serxwebûn Dest bidin hev hemî, pêşkevin em hemî Da biçin bo welat Yan mirin yan felat Herne pêş Birayên delal hûn werin Kurdino Bihişta welat em herin merdino Heger hûn neyên va ne keç em meşîn Bese koletî serfiraz her bijîn Herne pêş herne pêş dewr û dem ya we ye Welat çav li rê bendewarê me ye Keçên nû gihan em dixwazin xebat Me canê ciwan daye rêka welat Dilê me ji pola gurçik bûye hesin Bo ala rengîn xuşk werin em besin Herne pêş herne pêş dewr û dem ya we ye Welat çav li rê bendewarê me ye Narim narim narim Tu gulê li gundê we ye Yek wek te lê tune ye Ji bo te ez ji dûr hatim Dilê min di te de heye Kuro dîno de here Li dora min negere Xortê gundê me pir in Keçê me tune ji te re Narim, narim, narim Li vî gundî diyar im Li ser te evîndar im Çûna bê te ez nikarim Bejna zirav bejna te Çavê xezala li ser te Dilêm bû perçe perçe Ma ew ne bes e ji bo te Kuro lawo tu dîn î Ma van awiran tu nabînî Fesad û nerind pir in Hêsan nîne evînî Dîsgotin Şeva di nîvê şevê da Di berf û di bahozê da Gilî û gazîne xwe dikim Ketim mala bavê da Milê xwe bide vî milî Te agir berda vî dilî Em derkevin ji vî warî Da xelasbin ji vî halî Dîsgotin Gotin û Muzîk: Şivan Perwer-Hesen Mele Gulê rebenê Wî de dewran e, gulê mahrûmê dewran e… Min dî bejna zirav sekinî li pêşya malê li ber bênderan Li xwekirirye qutinyê Helebê ser bejna tenik û zirav de berdabû Gulik û şurikên van kemberan Digo lawiko tuyê xwedê hebînî min bihîstiye tuyê here welatê xerîbiyê De rabe ramûsanekê ji dev û lêvê şekirî ji min keremke Bira dilê te nebe meskenê derd û kul û van keseran Ax de dewran e… gulê mahrûmê dewran e. Wey de gelî gundîno... gelî gundîno û cîranno... Sibê ye min di bejna zirav sekinî li derî malê gelo xwe dabû nava derî Minê bala xwe daye ji linga heya serî Û min jê dipirsî kubarê tu aziba an jî ferî Go lawiko ezê bi te kim tuyê bi xwedê kî ji van gotinan vegerî Li kumêtê serreş suwar be, ber derê me re her û werî Bêbexto bihîstina ku min bihîstiye tu li ser şêx û melan pir digerî Ew qedera ku xwedê neke bi kaxezên şêx û melan naçe serî Ax de dewran e… gulê mahrûmê dewran e... Ax de gulê lê lê ez wêran im Wey li min gelî gundîno û cîranno... Sibê ye malan barkir koç bi rê ket Min dî kewa gozel xemilî bi refê ket Ew û pîra diya xwe ji malê suwarbûn bi rexê ket Xwedayê alemê wê qedera wê bi reş bigerîne Tu bala xwe bidê kewa gozel li zozana danimê Teze dilê min şewitî agir pê ket Ax de dewran e... gulê malwêran, ax lê gulê li min dewran e... Laz û Kurd Silav hatiye ji Lazîstanê Bo xebatkarên Germenistanê Silav hatiye ji Kurdistanê Bo gelê me yê li Germenistanê Lê bulbul kirin qefesa zêrîn Dîsa bangkir ko ax welatê’m kanî Welat berdane hatin Elmanya Bûna auslender hey gidî dunya Zar û zêça ziman ji bîr kirin Bav û dayik biser halê xwe de giriya Hezar silav bike li Kurdistanê Emê vegerin ji Germenistanê Hezar silav bike ji Lazistanê Emê vegerin ji Germenistanê Bulbul wê bişkîne qefesa zêrîn Ji bo Derya Reş bo Gola Wanê Hoy Narê Ez sekinîm bin darê Ji sibê heya êvarê Li hêvîya te me malneket Tu li ku maye lê Narê Hoy nar, hoy nar, hoy Narê Tu kulîlka hinarê Te xemilandî Adarê Te can daye buharê Wek kulilka Newrozê Bê qerarê, bê sozê Were em destê hev bigrin Bibin suwarê Bozê Hoy nar, hoy nar, hoy Narê Tu kulîlka hinarê Te xemilandî Adarê Te can daye buharê Ji nav gulan nar gul bû Rîhana nava dil bû Narînê li min mêzekir Çavê xezalê bi kil bû Hoy nar, hoy nar, hoy Narê Tu kulîlka hinarê Te xemilandî Adarê Te can daye buharê Gotin û Muzîk: Şivan Perwer Zindana tarî Zindan tarî çav girêdayî Ling û dest li bend û zincîr Lêdan, îşkence, zilm û zorî Bi sala ye dikşîne û li ber xwe dide, girtiyê azadiyê Ji bo evîna xwe, hêvî, bendewarî û armanca xwe Dixwaze gelê xwe rûsipî derxîne Azadiya wî pêk bîne Bi sala ye girtiyê me bendewarî evînê ye Evîndariyê azadiyê ye Bi hevalên xwe re mijûl dibû carna û stranên xwe digot Carna îşkence û zilm li zindana tarî... Hucra min çiqas sar e lê lê lê lê dayê Çavên min girêdayî lê lê lê lê dayê Zulum çiqas dijwar e lê lê lê lê dayê Li vê zindana tarî lê lê lê lê dayê Dengê deriyê hesin tê, dengê lingê cûnta tê Û deriyê hesin dîsa vedibe lê lê lê lê dayê Dengê lingê cûnta tê lê lê lê lê dayê Dengê zilm û îşkencê lê lê lê lê dayê Çi qêrîn û hawar tê lê lê lê lê dayê Va vekirin deriyê min û bi dar xistin destê min Zincîr xistin lingê min, zulma xwe destpêkirin hoy… Û pirsan ji min dipirsin lê lê lê lê dayê Ku tirsê têxin dilê min lê lê lê lê dayê Her lêdanê li min didin lê lê lê lê dayê Lê ew bixwe ditirsin lê lê lê lê dayê Wek navê xwe ez dizanim lê lê lê lê dayê Ez perwerê niştiman im lê lê lê lê dayê Ser didim ez sir nadim lê lê lê lê dayê Bawer im baş dizanim lê lê lê lê dayê Vî dujminî ez nasdikim lê lê lê lê dayê Hucra min çiqas sar e Dest berdan û çûn Çavên min girêdane Hucra min çiqas sar e lê lê lê lê dayê hoy… Û carê ban hevalê xwe kir Weke dengê wan têkeve newalan, best û Biçê heta pêşmergan, li şaxên Kurdistanê bilind dibin... Wa.. Hevalno... Hevalno ho... Helebçe Wey lo lo, wey lo lo wey lo Wezê daketim kel û kaşxanan Wezê daketim serê birc û van dîwaran Wezê bi serkela dilê xwe de mijûl ji xeman û kulan û derdan birîn in ax de wey lo lo lo wey lo... Dîsa bombe û baran e Her derê girtî mij û dûman e Dîsa nale-nala birîndaran e Dengê dayika tê li ser lorikê wan e Bavik bi keder xwe davêjine ser zarokan e Lê zarok mane bê nefes, bê ruh û bê can e Ax birîndar im wey lo lo lo wey lo… Hey lê lê.... wey lê lê... Ferman e ûy... hawar... hawar... Dîsa li me ferman e Li jor tête gire-gir û hume-huma bavirok û têyaran e Her der xistiye nava agir û mij û dûman e Li jêr tête qîre-qîra zarokan, hawara dayik û bavan e Dîsa dîrok xwe nû ve dike weke carek ji caran e Weke Diyarbekir, weke Palo û Gênc û Agirî, Dêrsim Weke Mahabat û weke Berzan e Îro dîsa li Deşta Silêmaniyê, li kêleka Hendirê, li bajarê helebçê Fermana me Kurdan e, ferman e, ferman e... Dîsa hatin qelandin zarok û zêç tev dayik û bavan e Ax hawar... li me ferman e... li min ay... ax birîndarê we me, li min oy... Erê hey lê lê... Here hey lo lo... Hawar Kurdno hûnê bikin bilezînin Hûnê kaxiz û pênûsekê bibînin binivsînin Dinya alemê pê bihesînin Serok û rêberên Kurda li hev bînin Bira yek bi yek bin ji halê me Kurdan re tiştekî ji dinyayê re binnivsînin Bira xelq û alema pê bihesînin Da ku çarekê ji halê me Kurdan re bibînin Me ji bin vê bindestiyê derînin hawar hawar… Heyfa Kurdistan ku îro dişewitînin Agir li serê me Kurdan dibarînin ax de ay ay... lo lo ax de li min birîndarê we me. |
||||||||||
|
|
|
| Bu Mesaj İçin Mirza Kullanıcısına Teşekkür Edenler: | zilan (05-29-2008) |
| Seçenekler | |
| Stil | |
|
|