![]() |
|
||||||||
| Kürtçe Şarkı Sözleri [Lyrics] Kürtçe şarkı sözleri bu alanda sunulmaktadır. |
|
|
LinkBack | Seçenekler | Stil |
|
|
#1 (permalink) | ||||||||||
|
SILOCAN
Lawkê min çû bû xwendevan Ber bi gundê me nayê Yara xwe hişt çara xwe Ji bîr kir sozê dinyayê Heylo silo silo can (ez qurban) Were mala me bi mêvan Sozê min î dil û can Ji te re bive nav nîşan xxxxx xxxxx xxxxx Bajarvan bû tîtik mîtik Qey mihbeta vî dilî Dilê lawkê min bû kevir Çerxa min çep zivirî -- Dîsgotin – xxxxx xxxxx xxxxx Na gundîno qesem qirar Xwendevanî bûye dem Ezê hildim ji bo xatira Defter kaxiz û Pênûs -- Dîsgotin – Muzîk: Dilovan Gotin:Fêrîkê Ûsif DOTMAMA BÎNIN 2{ Dotmama bînin lê lê dotmam hêja ne way 2{ Salê carekê lê li mala bavê ne way 2{ Cihêzê wan jî lê barê Devan e way 2{ Dotmama bînin lê lê dotmam hêja ne way xxxxx xxxxx xxxxx xxxxx xxxxx 2{ Dotmama bînin lê lê dotmam hêja ne way 2{ Erd û Ezman e lê mij û dûman e way 2{ Xerîba nînin lê xerîb belane way 2{ Cihêzê wanjî lê barê mişkane way 2{ Dotmama bînin lê lê dotmam hêja ne way Muzîk û Gotin: Gelêrî Herêm: Dêrika Çiyayê Mazî Berhevkar: Bawer Can FATIM Fatim gula meclîsa Delal gula meclîsa Bisk berda dîsa dîsa Fatimam gula meclîsa Dê were Dê were dêdim were Fatim were lê lê Dê were dêdim were Fatim were lê lê xxxxx xxxxx xxxxx Fatimê tendûr dada Delalê tendûr dada Rîşyê serê hûr bada Fatimê derê xwe dada xxxxx xxxxx xxxxx -- Dîsgotin – Fatim gula tatika Delal gula tatika Dest berda ser keziya Seyrana dilê lawika -- Dîsgotin – Muzîk û Gotin: Gelêrî Herêm: Kurdên Rusya Berhevkar: Rustem KEKÊ MIN ZAVA Zava zava zava zava kekê mino zava Hina destan kilê çavan xaliq mala te ava Emê kî û kî bi zava kin kekê mino zava Emê Şêrîn bi zava kin xaliq mala te ava Bi zavayê kêdera kin kekê mino zava Bi zavayê Dêrikya kin xaliq mala te ava xxxxx xxxxx xxxxx -- Dîsgotin – Qutkê zavê sor e kekê mino zava Qutkê zavê sor e xaliq mala te ava Me dirûtî dor bi dor e kekê mino zava Me dirûtî dor bi dor e xaliq mala te ava xxxxx xxxxx xxxxx -- Dîsgotin – Qutkê zavê zer e kekê mino zava Qutkê zavê zer e xaliq mala te ava Me dirûtî neqş bi neqş e kekê mino zava Me dirûtî neqş bi neqş e xaliq mala te ava xxxxx xxxxx xxxxx -- Dîsgotin – Qutkê zavê şîn e kekê mino zava Qutkê zavê şîn e xaliq mala te ava Me dirûtî îro în e kekê mino zava Me dirûtî îro în e xaliq mala te ava xxxxx xxxxx xxxxx -- Dîsgotin – Muzîk û Gotin: Gelêrî Herêm: Dêrika Çiyayê Mazî Berhevkar: Bawer Can GULBÎN Çavbeleka min tu yî Porxeleka min tu yî Surmeleka min tu yî Lê dil bi kovan ez im Ya dil birîn kir tu yî Ceger bi xwîn kir tu yî Dil har û dîn kir tu yî Ax kuştiyê çavan ez im xxxxx xxxxx xxxxx Memik ji sêvan tu yî Şekir ji lêvan tu yî Di dil de mêvan tu yî Gorî û qurban ez im -- Dîsgotin – xxxxx xxxxx xxxxx Taca delala tu yî Şewqa şemala tu yî Kara xezala tu yî Bi qîr û giryan ez im -- Dîsgotin – xxxxx xxxxx xxxxx Gula li baxan tu yî Pêta çiraxan tu yî Derdê bê saxan tu yî Lê dil bi êşan ez im -- Dîsgotin – Muzîk: Aram TÎGRAN Gotin: Cegerxwîn GULÎSTAN Gul şîrînê gulîstanê Gulbibînê l´Kurdistanê Pelê gûza ser fîstanê Sozek da min zivistanê xxxxx xxxxx xxxxx Gulîstanê Bûk biharê Palek dabû li ser darê Ket xewa xweş ber êvarê Şiyar nekir neyê xwarê xxxxx xxxxx xxxxx Gulîstanê çû dîlanê Çi dîlanek bê îmanê Tu mêzeke li xwêdanê Awrên çavan bi bazdanê Muzîk û Gotin : Aram TIGRAN EY NÊRGIZ Hey nêrgis nêrgis nêrgis nêrgisê narê ciwanê 2{ Hey nêrgis nêrgis nêrgis sorgulê bêrîvanê Aaaaaaaaaa Nêrgisa serê çiya nêrgisê narê ciwanê Delala berx û mîha sorgulê bêrîvanê Nêrgisa serê çiya nêrgisê narê ciwanê Delala berx û mîha sorgulê bêrîvanê Nêrgisê narê ciwanê -- Dîsgotin – xxxxx xxxxx xxxxx Aaaaaaaaaaaa Nêrgisa kofî mezin nêrgisê narê ciwanê Berda ser por û enî sorgulê bêrîvanê Nêrgisa kofî mezin nêrgisê narê ciwanê Berda ser por û enî sorgulê bêrîvanê Nêrgisê narê ciwanê -- Dîsgotin – Muzîk û Gotin : Gelêrî Herêm : Başûr BÛKÊ Bûkê delalê bûka Kurda ye Şêrîna şimamoka nava erda ye 2{ Tu xanima li ber mala ye 2{ Tu şêrîna dilê zava ye xxxxx xxxxx xxxxx Bûkê delalê rabe xwe kar ke Xemla xwe girêde b´serê xwe da ke 2{ Şûşa qolanya bi qaryole da ke 2{ Zava hêja ye xortekî pake xxxxx xxxxx xxxxx Sindoqa bûkê kesk,sor û zer e Bûk û zava xwe dan li ber e 2{ Zava hêja ye xortkî bedew e 2{ Bûk û zava gelek li hev e Muzîk û Gotin: Gelêrî Berhevkar: Bawer Can ZELÎXA Min ji xwer keçikek dîbû, Xwiya wê çiqas xweşbû Dilê min ket bejna wê, Min got keçik ji ku bû Min eslê wê pirsîbû, Eslê wê Dêrikî bû Min navê wê pirsîbû, Navê wê Zelîxa bû Werê lê were lêlê Qurbanê were lêlê Heyranê were lêlê were lêlê Zelîxayê Ez bandikim çima nayê xxxxx xxxxx xxxxx xxxxx Min dîbû wa te dîbû, Li ser banê xênîbû Ew çavên reş û belek awirek wa li serbû Min xwe wendakiribû Heşê min ji serê min çibû Heşê min hat serê min, Zelîxa li ber serê min bû -- Dîsgotin – Gotin û Muzîk: Gelêrî Herêm: Serhed Berhevkar: Mehmedê Evdil Celîl KEÇKÊ GUNDÊ ME Kêçkê gundê me buhane werin sêva werin sêva werin sêva werin sêva Kêçkê gundê me buhane werin sêva.Her yek elbê zêrane werin sêva Çavên wan xweşik xwiyane werin sêva.Wek dermanê nexweşxana werin sêva Weke êşa ber dirana werin sêva.Ezê keçkê birevînim werin sêva Herin qeza Kerboranê werin sêva werin sêva werin sêva xxxxx xxxxx xxxxx xxxxx xxxxx Keçik meşya çû kaniyê werin sêva werin sêva werin sêva werin sêva 7 salan mame l´hêviyê werin sêva.Ez qurban l´deqa eniyê werin sêva Min eslê keçkê pirsiye werin sêva.Eslê wê Diyarbekriye werin sêva Dosta lawkê Dêrikî ye werin sêva werin sêva werin sêva xxxxx xxxxx xxxxx xxxxx xxxxx Çi qanûne û edalete werin sêva werin sêva werin sêva werin sêva Li Edenê bû huryete werin sêva.Li Diyarbekir edalete werin sêva Li Batmanê bû qebhete werin sêva.Ez hemşehriyê birê wê me werin sêva L`mêrg ahmedê l´benda wê ma werin sêva. Ez b´qurbana dev û lêva werin sêva werin sêva werin sêva Muzîk û Gotin: Gelêrî Kanî: Husênê OMERÎ KUNDIRO Kundiro weyla kundiro Kundirê avya bi tenê Av dabû bi ava vergerê Şaxê kundir çû Edenê Dengê kundir çû yemenê 2{ Wa wey lê kundirê mîranê xxxxx xxxxx xxxxx Wa sibê kundir diçandin Êvarî kundir şîn hatin Para xalê xwe jêr şandin Para xalê wan hindik bû Hevdu li mehkema gerandin 2{ Wa wey lê kundirê mîranê xxxxx xxxxx xxxxx Kundirê avya evîna Xistin qamyon û trêna Hingî giran û mezin bû Tekerê wan diteqandin Serî li Şifêra digerandin 2{ Wa wey lê kundirê mîranê Muzîk û Gotin:Gelêrî Berhevkar:Bavê Jînda XEZAL NAYÊ Nayê ha nayê ha nayê hema nayê Nayê ha nayê xezala l´ber çemayê Nayê ha nayê kara me l´ser dezgayê Nayê ha nayê heqê we l´me nemayê 2{ Nayê ha nayê ma xezal çima tu nayê xxxxx xxxxx xxxxx 2{ Bêyo ha bêyo ez qurbano xwedêyo Bêyo ha bêyo we kengî xezal bêyo Bêyo ha bêyo seat dudoyê şevêyo 2{ Bêyo ha bêyo çavên Bawer li rêyo Gotin û Muzîk: Gelêrî Herêm: Mêrdîn Berhevkar: Bavê Jînda MÊRDÎNA RENGÎN Ez çûm Mêrdîna rengîn hatim Mêrdîna rengîn Min keçikek wa lê dî min xanimek wa lê dî Min qama wê dipîva du metre û çar tilî xxxxx xxxxx xxxxx Nisêbînê qişle ye Nisêbînê qişle ye Girherînê cade ye,Mazîdax pirpar heye, Dêrikê zeytûn heye Ez çûm Mêrdîna rengîn hatim Mêrdîna rengîn Min keçikek wa lê dî min xanimek wa lê dî Min qama wê dipîva du metre û çar tilî -- Dîsgotin – xxxxx xxxxx xxxxx Fato kilek da meşkê tolê kilek da meşkê Dengê meşkê çû şakir satil anî çar çemil Cara ewil tije kir, cara duda nêvî kir Cara dawî vala kir, kef ji ser kefê re kir Weleh min tim xisar kir -- Dîsgotin – Muzîk û Gotin:Gelêrî Herêm: Mêrdîn Berhevkar: Bavê Jînda KALO 2{ Kal e kal e kal e yadê bavo kal e 2{ Biro nal e nal e şevê hespê fal e Kalo hûçik mûçik elimî keçkê çûçik Dûrî cimeta hazir wey k...( bîb bîb bîb) lawê k…( bîb bîb bîb) xxxxx xxxxx xxxxx Kalo kalo kalo rû kulavo kalo Kalo kalo kalo diran ketyo kalo Kalo kalo kalo dev kefê min kalo Kalo hûçik mûçik elimî keçkê çûçik Dûrî cimeta hazir wey k...( bîb bîb bîb) lawê k…( bîb bîb bîb) Muzîk û Gotin: Gelêrî Berhevkar: Hunermend Feysel ê Dêrikî ÊMO ÊMÛŞÊ Hê hê …… 2{ Tê hera ez ê bêmo lê lê lê lê êmo Qurbana wê bejnêmo lê lê lê lê êmo Heyrana wê bejnêmo lê lê lê lê êmo 2{ Hero ez ser wê rêmo lê lê lê lê êmo Êmo êmo êmûşê koçera deşta mûşê 2{ heft salên te qediya li ber darê dergûşê lê lê lê lê êmo 2{ Hey êmo êmo êmo lê lê lê lê êmo -- Dîsgotin – xxxxx xxxxx xxxxx Hê hê …….. 2{ Çûmê helebê carek lê lê lê lê êmo Min anî hine barek, serê malê misqalek Bi neh gundan Muxtarek, bi heft kalan gopalek, Bi heft pîran diranek, hijdeh qîzan destmalek, heft jinebiyan kitanek, bi neh kursiyan berwarek, Ê min tenê sê çarek, heçê nebê binbarek, Wan veda kor û marek lê lê lê lê êmo -- Dîsgotin – xxxxx xxxxx xxxxx Hê hê ….. 2{ Êmo hatî xurxulî lê lê lê lê êmo Ew biskên hine kirî, ew porên boyaxkirî, Hat li hewşê sekinî, heçê neyê dawetê Porê xwesa xwe birî lê lê lê lê êmo Kula êmo giran e, tu car naçe j´vî dilî lê lê lê lê êmo -- Dîsgotin – Muzîk û Gotin: Gelêrî Kanî:Husênê OMERÎ OY NARÊ Hoy narê narê narê hoy narê narê narê Hoy narê narê narê hoy narê zeko narê Kulîlka serê darê hoy narê narê narê Kulîlka serê darê hoy narê zeko narê Kindir nagire qirarê hoy narê narê narê Kindir nagire qirarê hoy narê zeko narê xxxxx xxxxx xxxxx Kulîlka dor xaniya hoy narê narê narê Kulîlka dor xaniya hoy narê zeko narê Jîn daye serî çiya hoy narê narê narê Jîn daye serî çiya hoy narê zeko narê xxxxx xxxxx xxxxx Dayê naçime avê ye hoy narê narê narê Dayê naçime avê ye hoy narê zeko narê Tirsa min ji qemberê hoy narê narê narê Tirsa min ji qemberê hoy narê zeko narê Muzîk û Gotin: Gelêrî Herêm: Serhed XANIMÊ LORKÊ Çûme mala apê elî xanimê lorkê Çûme mala apê elî delalê lorkê Danî ber min nan û qelî xanimê lorkê Danî ber min nan û qelî delalê lorkê Min ne xwar û dilêm xelî xanimê lorkê Min ne xwar û dilêm xelî delalê lorkê Lorkê lorkê lorkê lorkê lê Xatûnê lorkê Kêrê bîne penîr hûrke lê delalê lorkê Min qurbana gulyê sorke lê xanimê lorkê Min heyrana gulyê sorke lê xanimê lorkê xxxxx xxxxx xxxxx Çûme mala eliyê zaza xanimê lorkê Çûme mala eliyê zaza delalê lorkê Danî ber min goştê qaza xanimê lorkê Danî ber min goştê kaza delalê lorkê Min ne xwar û ne raza xanimê lorkê Min ne xwar û ne raza delalê lorkê xxxxx xxxxx xxxxx Çûme mala biro qutkê xanimê lorkê Çûme mala biro qutkê delalê lorkê Danî ber min goştê qitkê xanimê lorkê Danî ber min goştê qitkê xanimê lorkê Dilê min çû madêm pê tê xanimê lorkê Dilê min çû madêm pê tê xanimê lorkê Muzîk û Gotin: Gelêrî ZEYNÊBÊ Tibzê tibzê tib zeynê zeynebê ha zeynebê Tibzê tibzê tib zeynê merhemê Lê zeynê berxan berde zeynebê ha zeynebê Lê zeynê berxan berde merhemê Berde li hember gunde zeynebê ha zeynebê Berde li hember gunde merhemê xxxxx xxxxx xxxxx Zeynep qîza metka min zeynebê ha zeynebê Zeynep qîza metka min merhemê Keremke were ba min zeynebê ha zeynebê Keremke were ba min merhemê -- Dîsgotin -- Muzîk û Gotin: Gelêrî alıntı/Bawercan.com |
||||||||||
|
|
|
| Seçenekler | |
| Stil | |
|
|
Benzer Konular
|
||||
| Konu | Konuyu Başlatan | Forum | Cevaplar | Son Mesaj |
| Şivan Perwer şarkı sözleri - Helbestên stranan | Mirza | Kürtçe Şarkı Sözleri [Lyrics] | 8 | 05-29-2008 01:18 PM |
| Diyar - Tina Rojê albümü şarkı sözleri) | Mirza | Kürtçe Şarkı Sözleri [Lyrics] | 1 | 05-06-2008 10:32 AM |
| Oğuz Aksaç Oğuzname Albümü Şarkı Sözleri | Mirza | Türkçe Şarkı Sözleri [Lyrics] | 0 | 05-03-2008 03:28 AM |
| Ahmet Kaya - Beni bul albümü şarkı sözleri | Mirza | Türkçe Şarkı Sözleri [Lyrics] | 0 | 05-02-2008 01:39 AM |
| Ahmet Kaya - Tedirgin albümü şarkı sözleri | Mirza | Türkçe Şarkı Sözleri [Lyrics] | 0 | 05-02-2008 01:22 AM |