![]() |
|
||||||||
| Kürtçe Şarkı Sözleri [Lyrics] Kürtçe şarkı sözleri bu alanda sunulmaktadır. |
|
|
LinkBack | Seçenekler | Stil |
|
|
#1 (permalink) | ||||||||||
|
Bi min nekene
Bi min nekene Dibe ku rengê min te bide kenandin Serekî keçel û diranên şikestî Qermûçkên di eniyê de û destên dilerizin Di rojekê de ciwanekî rûken bûm ez Wisa bûm ez, ez wisa bûm Şervanekî serê çiyan bûm ez Di nava geliyan, li ser giran bûm ez Min stranên azadiyê ji bo bîranînan distra Min yariyên xwe bi zemanan re dikir Ez bi bazan re difiriyam Û bi zeviyên geniman re dihejiyam Bi avên çeman re diherikîm Bi kaniyan re diteqiyam Ê ku dujmin dilerizand, ew çalakvan bûm ez Xewn û hêviyên zarokan û kenên ser lêvên wan bûm ez Lê sal derbas bûn, roj li dû hatin Bûme pêkenokê zemanan û li kolanan razam Lê ji bîrneke Min xwe xelat dabû rojê Xelateke bê dawî Nekene û henekê xwe neke Ji ber ku rûyekî rasiyê me Rastiyeke ji agir Wisa bûm ez Lê ev roj, straneke ji bîrbûyî me ez Gotin : Mûsa Elo Muzîk : Ganî Nar Bi te re Ez li ser piya me bi evîna te Canê min bi te re, xwîna min bi te re Min rastiya xwe dît bi agahiya te Biryaram bi te re sozêm bi te re Aşitî azadî tim para te ye Stêrkên asîman tim para te ye Roniya hîv û roj tim para te ye Şeva min bi te re roja min bi te re Mûsayên zehmetkêş ta Zerdeştê Kal Ji Eyûbî bigere ji Rustemê Zal Hemzeyê pehlewan, dengxweşê Bîlal Muhemed bi te re, Elî bi te re (Zerdeşt bi te re) Nava olê mezin, her çar pirtûkan Tu sentez î yek ji nava dîrokan Keç û xort û kal û pîr û heya zarokan Gelê te bi te re welat bi te re Gotin û Muzîk: Ganî Nar Birîndar im Ez birîndar im birîna min kûr e Hekîm û derman li min pir dûr e Ez birîndar im birîna min yek e Hekîmo tu bîne dermanê lêke Ez birîndar im birînê min du ne Hekîmo zû bike birîn disotîne Ez birîndar im birîna min sê ne Nalîn û qêrîn im derman li min nîne Ez birîndar im birîna min çar e Dermanê birîna min li destê yar e Ez birîndar im birîna min pênc e Tu bi desmala yarê birînêm bipêçe Ez birîndar im birînê min şeş e Yarê tu bi xêr hatî birîna min baş e Gotin: Ganî Nar Muzîk: Gelêrî (Behdînan) Dîlan Li gundê me dîlan e, defû zirne lê dane Hemî rengan lêxistin roja evîndaran e Were canê em herin rista keç û xortan e Ax lê canê canê Tu yî rewşa dîlanê Ev dîlan çendî xweş e, cana min pê rûgeş e Beji û mil hevre d’heje, kesê newê rûreş e Ax lê canê canê Tu yî rewşa dîlanê Gotin: Nîzar Muzîk: Ganî Nar Qulingo Wî de Qulingo çima qîrîn tê ji ezmanan De tu çima nagerî li ser van deşt û zozanan Ma per û baskên te şikestine Tu jî weke min mayî di bin destên van neyaran Wî de Qulingo ma tu êş û jana min nizanî Li ser hesreta dilê min axîn û waxîn kûr dinalî Ma tu nizanî serê çend û çend salan e Wez ketime xerîbî û dûrahiyê Qulingo Ma te jî welatê xwe terikandî Tu jî wek min bin desta yî Qulingo loy loy Gotin û Muzîk: Ganî Nar Ey salên bûrî Ez çi pêşkêş bikim bo te diyarî Ne hest û hezkirin ne evîndarî Dîsa dilê min de kuştin bi çavnebarî Ez li we digerim ey rojên çûyî Eywax dibêm bo we ey salên bûrî Hêz di çogê min de nema, bavêjim gava Dibêjine vê jîyan lê nizam çawa Siba min derbasbû rojam’m çû ava Ez li we digerim ey rojên çûyî Eywax dibêm bo we ey salên bûrî Gotin û Muzîk: Ganî Nar |
||||||||||
|
|
|
| Seçenekler | |
| Stil | |
|
|