![]() |
|
|
#26 (permalink) | ||||||||||
|
Rojda
Gelmiş Bahar Gelmiş bahar geçmiş yazlar neyleyim Dinleyin derdimi dağlar söyleyim O yardan bir haber verin öleyim Vallah vallah öleyim billah billah öleyim vallah vallah Hat havîna gûndê me lê wexta reza Min got şevê digot lê lê di nav peza Ez ê te birevînim lê şev da reza Were were lê dîlberê were were Lê esmerê were were Halim çok perişan bağrım yaralı şu dünyada bir yar sevdim el aldı Konuşacak eşim dostum kalmadı Vallah vallah kalmadı billah billah kalmadı vallah vallah Toplayacak bir tek gülüm kalmadı Vallah vallah kalmadı billah billah kalmadı vallah vallah Gotin û Muzîk : Gelêrî Çavkanî : Ayşe şan Yar hay ninay Yar hay nînay nînay Yar hay nînay wey wey Yar hay nînay nînay Te şimik reşê wey wey Te şimik reşê lê lê Xeber xweşê wey wey Wez ramûsim lê lê Te çav reşê wey wey Yar hay nînay nînay Yar hay nînay wey wey Yar hay nînay nînay Te şimik sorê wey wey Te şimik sorê lê lê Xeber lorê wey wey Wez ramûsim lê lê Te pisporê wey wey Yar hay nînay nînay Yar hay nînay wey wey Yar hay nînay nînay Te şimik şînê wey wey Te şimik şînê lê lê Xem revînê wey wey Wez ramûsim lê lê Xew şêrînê wey wey Gotin Muzîk : Gelêrî Çavkanî : Salih Dilovan Herêm : Wan Wey dil Mîro mîro mîro mîro mîro mîro mîro mîro Wey dil Wey dil Wey dil Wey dil Wey dil Wey dil Wey dil Lo rebîyo xwedê xirab bike dilê bê dil, fenanî gakî bê werisî bê cil Fenanî kirasî qolî bê mil, fena dara bê şalûl û bilbil, fenanî xasbexçekî rûtî bê gul Bila dilê rezîl bi dil be, tûrê parsê li mil be, parsa meriv ne li vir be, Nava dazdeh duvalê ecnebî, ûrisan li mala Emerîkanê gewir be Parsa meriv birije, tûrê meriva ê qûl be, meriv li ber dîwarê evda be, Meriv xwedî kerî nanê garis û cê di gilgil be Ber seryê meriv kevir be, malxirabo ser rexa meriv gunî be, bin rexa meriv postê jûjî be, Tek bila di dêrisê gundan de, dilê rezîl bi dil be ax dilo hey dil Tu nizanî min di got qey tu mêrî, tu camêrî, min di got kotiyê mêran ne li mal e, Tu şeva îşev bişkênî camê camekanê şûşe û penceran, zirza derî şeva xwe di nava taxima sîng û berê min esmerê de bibihorî Min nizanîbû tu ne mêrî, ne camêrî, tu ji miskînê heramê mêrê min newêrî Tu nizanî ez ê ne azeb im, ne bi mêr im Ka melê gundan, de ez ê bi kaxit û bi nivişt im, bi seyr im Tu dêhna xwe bidî vê sivengê ez dikim herimê Lawikê min bû girtiyê taşxana Diyarbekir Ez ê vê sivengê dikim herim Dîtina xelkê xwe wey têlî delalê, şebabê, potê Gelo vê sivengê , malxirabo ji tirsa heramê miskînê mêrê xwe newêrim Ez ê vê sivengê , malxirabo ber tirba erebê reşê lêv deqandî, xîmê binê beriya tewr a jêr im Hey dil hey dil hey dil ax hey dil hey dil dilo hey dil Herêm: Serhat Çevkanî: Dengbêj şakiro Xerîba beyanî Xerîb gotegot e ………….. Cotyar çûne cot e Xerîbê kember difrote Oy oy li min xerîbê ………….. Bê tal û nesîbê xwedê neke kes xerîbê Lê lê dayê rebenê, dayê rebenê min got Min ji ciwanîya xwe xêr nedît Dayê rebenê, dayê rebenê, dayê rebenê Ew ê bibûna kul û sebeba ciwanîya min rebena xwedê Ew ê xêr ji ciwanîya xwe nebînin Dayê rebenê wêêêê hêêê wêêê hêêê Xerîba beyanî…………… Agir girte xanî bi kes halê xerîbê nezanî Xerîbê çû avê Qeytan kete navê Xwe heram kir nanê bavê Xerîba xwedê yo…………………. Ber bergê rojê yo Hesreta dayik û bavê yo Xerîba beyanî ………………… agir girte xanî bi kes halê xerîbê nizanî Herêm : Sêrt Gotin muzîk: Gelêrî Gotin ê navberê de :Rojda AYKOç Tiliya min diêşe Tiliya min diêşe maran gezkir lo lo lo lo lo lo………………. Lawiko qurban min bihîstiye te jin xwestiye lo lo …………. Heger min çêtir be ez ê jê re bibim ha berdestî lo lo …………… Lawiko qurban sal hatiye mexebitî lo lo …………………… Lawiko qurban şûr û qeme tev li me xebitî lo lo lo …………… Lawiko qurban min nizanîbû ax tu bêbextî lo lo lo ……………... Gotin û Muzîk: Gelêrî Herêm : Erîvan Çevkanî: Ozan şemdîn Werdeka Hemîd Sebrê Lê lê sebrê min got xwezila bibûma teyrek lê ê …. Li ezman bilind firyam sebrê Lê lê sebrê min got Per û baskên min rebana xwedê şikestine nefiriyam Ay lê sebrê sebra dila dil rezîl e bê te nabe Ay lê sebrê sebra dila te hêlîna xwe li kûr veda Lê lê sebrê min got xwezila bibûma teyrek lê ê …. Li ezman bilind firyam sebrê Lê lê sebrê min got ne şev şev e, ne roj roj e Ez xew nakim ji derdê bira Ax birîn kûr e derba xedar Ay lê sebrê sebra dila te hêlîna xwe li kûr veda Gotin û Muzîk : Rojda Aykoç Esmera min Esmera min şiya endê nê na Roştiya çimê mi heliya Zon nêva no ez lal biya Taqetê canêmin qediya Tew dil dilo dilê min Kes nêzano wek halê min Derdê yarê bî karê min Deşto ko biyo warê min Esmera min hênî duriya çîçega zerî deriya Gula çiçeka deriya Adiro kila na zeriya Vengê axwa goşkariya Gotin Muzik : Erhan Güneşer Ax welat Dilê min şewitandin Cîgera min peritandin Agir berdan welatê min Warê min talan kirin Ax welat ax welat Jiyana azad tu yî welat Armanca min her tu yî welat Ax welat şîrîn welat Pêta agir ser dilê min Roj tarîkirin ser welatê min Dayîk zarok hewar dikin Ev çi jîn e çi jîyan e Gotin û Muzik : Rojda AYKOç Ax lê gidyê Ax lê gidyê lê gidyê wê Lê gidyê lê gidyê wê Can canê Zekirya Belek berfa li çiya wa Lê gidyê lê gidyê wê Li ser singa helîya wa Can canê Zekirya Av li deşta kişiya wa Lê gidyê lê gidyê wê Zeko berjêr meşîya wa Can canê Zekirya Xweş bû zozan û çiya wa Lê gidyê lê gidyê wê Zeko jêlî ve hat keniya wa Gotin Muzik : Gelêrî Herêm : Gimgim Hoy nar Hoy nar tew nar tew narimê narimê Hoy nar tew nar wey bûka Eliyê Fatimê Hoy nar tew nar bexçê yarê zebeş e Hoy nar tew nar wey zebeş e dendik reş e Hoy nar tew nar tew narimê narimê Hoy nar tew nar wey bûka Eliyê Fatimê Hoy nar tew nar bexçê yarê gindor e Hoy nar tew nar wey gindor e dendik sor e Hoy nar tew nar tew narimê narimê Hoy nar tew nar wey bûka Eliyê Fatimê Hoy nar tew nar bexçê yarê kilkilk e Hoy nar nar tew nar wey kilkilk e firkefirk e Gotin û Muzîk : Gelêrî Herêm : Wan Were her nayê Were her nayê , were her nayê Dengê min ketiye sewta min dernayê Ji domên qulingan ji hewar dinyayê Ji domên qulingan ji hewar dinyayê çemê Imbarê bi sûs û mûs e Tê de digerya cotên ca sûs e Fatima Hecî dosta Mahfûz e Fatima Hecî dosta Mahfûz e Ji domên qulingan ji hewar dinyayê Ji domên qulingan ji hewar dinyayê çemê Imbarê bi dar û ber e Tê de digeriya çotên fener e Fatima Hecî dosta Emer e Fatima Hecî dosta Emer e Herêm:Misircê Gotin û Muzîk: Gelêrî Lê Bûkê Lê bûkê lê narê Bûka me bûka ne Lê bûkê lê narê Tiriya nava rez e Lê bûkê lê narê Zava da ber gez e Lê bûkê lê narê Bûka me diyar e Lê bûkê lê narê Tiryên ber dikan e Lê bûkê lê narê Zava jê nexwar e Lê bûkê lê narê Bûka me bûka ne Lê bûkê lê narê Bûka hez û mez e Gotin û Muzîk: Gelêrî Herêm:serhed Çevkanî:Yıldız Gültekİn Aşitî Govende girane civat rûniştî, Tê de dixwîne kevokên aştî. şêrê çiya bûne pilingên deştî, Biharê xemla xwe ji havîn re hîştî, Giravê giravê girava aştî, Giravê giravê girava aştî, Roja gelê min tê de rûniştî. ?ewqa xwe daye behrê rahê?tî, Giravê giravê girava a?tî. Govende digere li dora bûkê, Keç xwe xemlandin tên ji Dihokê. Mildane xortan dîlan şadike, Dîlan û lîlan ezman quldike… Giravê giravê girava aştî, Gotin : Alaettîn AYKOç Muzîk : Alaettîn û Rojda AYKOç Memet kanî Lawko dîno Memet Kanî baxbostane Wî de min ê pirekî çêkir bi destê van hostane Min ê sondekî adekî pêre xwariye Ezê destê gede lawkê xwe bigrim Paşê îznê bigrim, derbas bikim nav dostane Were yaman yaman yaman gundo Were eman eman lawko dîno Lawko qurban kelekçiyo kelek kejî Wî de min ê negot her û her gav newe neçe nesekine Ber derê mala bavê min jî Wezê navê te nizanim ji ber eşqa dila. Dibêm tu zavengê bavê min jî Were yaman yaman yaman gundo Were eman eman lawko dîno Lawko qurban bejin ziravo ji hesino Wî de min ê negot her û her gav newe neçe nesekine Ber derê mala bavê mino Wezê navê te nizanim ji ber qa dila Dibêm tu zavengê danga mino Were yaman yaman yaman gundo Were eman eman lawko dîno Gotin û Muzîk : Gelêrî Herem : Yêrîwan Gul rengdar in Gul ji gulistan gulan tîne Gava çû erdê dihecîne Xêlya sor bi xwe re digerîne Gul rengdarin bi hezarin Gul li Zîndanê Amedê Jiyanê çandiye erdê Ajda li zozanê Serhedê Gul rengdarin bi hezarin Gul li çiyayê Gabare Xwe girêdaye ji şêr re yare Evîndara axa sare Gul rengdarin bi hezarin Gul şehîdê Gelyê Zîlan Li Botanê girtî dîlan Gul berfîne ji bo dilan Gul rengdarin bi hezarin. Gotin û Muzîk : Alaettîn AYKOç Rûkena min Wextê xatira, gava tu çûyî Rûyê te yê bi ken ma Min xist nava dilê xwe Kena çavên delal Tu evîna welat Tu hestên dayikan Rûkena min Xem û xeyalên te da min Rûkena min Wek straneke sed sal Wek evîna Mem û Zîn Tu evîna welat Tu hestên dayikan Rûkena min. Gotin û Muzîk : Rojda AYKOç Hene Hene hene hene ha hene Sed û bîst car hene hene Hûn henek bînin bînin Ser destê zavê bireşînin Hene nayna hene nayna Hene nayna gulbarîne Hena kî û kî li desta kin Hene nayna hene nayna Hene nayna gulbarîne Hena zavê li desta kin Hene nayna hene nayna Hene nayna gulbarîne Emê kî û kî bi qurban kin Hene nayna hene nayna Hene nayna gulbarîne Xweyka mezin bi qurban kin Hene anî barek, Her deste û misqalek Heneka Mosilê Elb elba Hosilê Emê henê bînin Ser destê zavê kin Emê henê bînin Ser destê bûkê kin Emê şahî xweş kin Emê dîlan gêşkin. Gotin û Muzîk elêrîHerêm : Xerzan Gundê Tûtinê Evdo Evdo hanî manî Mendalo hanî manî Kurtkê şamgêlanî Min ji Gewrê re anî Evdo hanî manî Mendalo hanî manî Min ji çîlê re anî Evdo hanî manî Mendalo hanî manî Konê reş û mêle Vekir ser zindêre Evdo hanî manî Mendalo hanî manî Evdo çiye çiye Mendalo çiye çiye Kilê wê birîye Kilçûkê wî dizîye Evdo hanî manî Mendalo hanî manî Eşqê jina bî ye. Mendalo jina bî ye. Gotin û Muzîk : Gelêrî Herêm : Colemerg, çelê Nînno E le gêzî pêşêre nînno Paçem yarîs têşêre nînno Ax nînno nînno asef çêçê Yetse Xurem yaris kêfê mêçê Yêr kinkin empêle nînno Yares zin nesnele nînno Arî xaxank kargîk nînno Axvor anem kesmedik nînno Ax nînno nînno asef çêçê Yetse Xurem yaris kêfê mêçê Yara min li peşiyê elegeze Ez radmusim rû kê wê nînno Lê yara min got na na Ez dil birînim tu dil şadî Dinya bûye ewr Yara min li mehînê siwarbûye. Were em bileyizin bi pencoka Ez te baş temaşe bikim. Gotin û Muzîk : Gelêrî Herêm : Yêrîwan Seltene Erê mêxek be mildakir le zengiyaney lorkê Erê le pîr le ciwan milmilaney pexaşe Emrekem çawekem didekem seltenê Ho mubarekt bê nalew û mixek benê Min etirsim bimrim ho negem bemiradim Erê ezîzim hakim ho napirsî derdim To pirsî halim min dilekem pîr nabê Erê destim le memkî ax ew jine gîr nabê Makî kêşû xemim yakî kêşû barim Wekî bawkî şûse hakçe û, bîmarim We yêmro du roje û, min nemkirdenim xew Erê gelarêzekem wey çûn baxî bê aw Nal ekem nedarim erê badûr bîn dûser Ho ne li mal diyare û ne li derî dûser Gotyn û müzik : Gelêrî Herêm : Goran |
||||||||||
|
|
|
|
|
#27 (permalink) | ||||||||||
|
Rotînda
Zîlan Herin ji serê heft çiyan kulîlkên heft rengîn bînin Wan kulîlkan li der û dora serê Zîlana min bigerînin Bînin bi wan kulîlkan Zîlana min bi hef nexşan bixemlînin. Wer bikin ku Zîlana min nexeydînin Ew delale, rêhevale Lê lê dayê mij dagirtîye her derê Lê lê dayê çav çavan nabîne Lê lê dayê ên ku wenda dibe Mirovahiye hedî hedî Pêtî pêtî ji me kêm dibe Çima, bêdengin hîna? Ma me soz dabu wan şehîdan Li ser agir û li ber rojê Carna mirin pîroze bi qasê jiyan Wekî rêheval Zîlan. Gotin û Muzîk: Rotînda Meso dûr Serva tora buti Mi ye xo kerdo kêm Ju yo di bom wazena Meso dur meso Serva tora buti Mi yo xo kerdo kêm Ju yo di bom wazena Ezo hîta derro Ooo paye ki na dana xo Ooo çi vesayiye Qesey ke tu vanena Tê de kemer vorena Rastiye de senena Kam mire bivano Ça honde xo deznena Tew tew mire çi derdo Gotin û Muzîk: Quto û Erdal Avaşîn Şev tarî lê tu diçirusî Wek heyva çarde şevî Pir sînî pir zelalî Hevalê meyî tu Avaşîn Te kî dî kî nedî Avaşîn Te pir merxas û Egît nasî Ser singa Zagros diherikî Wekî xwînî ji axamere Rê bide Avasîn rê bide Ney xezebê li hember wan Ew hevalin wekî te zelalin Himezke wan bi pêlên xwe. Gotin û Muzîk: Rotînda Bihişt Dol û newal dema havîne Zozan buharin Serê çiyan tim bi berfe Tîpî û bagere Çar demsal jiyan dike Kurdistan bihişte Qelinê te xwîna şehîdane Tu evîna rojê, sebra dilê urdayî Bihiştekî axa te nadim hemû dinê Xeml û rewşa te çi xweşe Kurdistanê Kul û hêsan re hewa welatê min Wekê dermane Bê emsale avên rubaran Çem û kahniyan Xweza dewlemede Çîçek bi heft rengin. Gotin û Muzîk: Rotînda Tu were Dinêrim duriyan Li kûriyan, li deriyan Deregiyan şevan,dengekê were Gohdar dikim wekê dînan Were kezîzera min De were tu were gel min. Were were were Tu were gel min Tu were gel min zivistan bibe buhar Tu were gel min xweza bixemle bi heft rengan Tu were gel min wê roj ji nuva derkeve Tu were gel min dert keder kul namîne Tu were gel min temenê min bi be ciwan Tu were gel min ezê bifirim ji şabûna Were gel min kezî zera min Tu were gel min erd û asîman bigê hevdu Tu were gel min xiyal dakevin jiyanê Tu were gel min avên behra şîn bibe Gotin û Muzîk: Rotînda Benda te me Çavê min diçin cîhekê dûr Dilê min digere li wandera hur hur Nikarim bisekinim Diçim melûl melûl Benda te me dewere Benda te me Li benda te me dewere Tu gula çiyan Tu sebra dilan Heviya gelê min Sosina şoreşê Benda te me Xem nine bimirim jî Bo evîna te. Sebra min bi tenê li çiyan tê Tu heyî li her dol û newal, çem û rubar de bîhna te tîne bayê dimeşe sibe êvar li benda te me dewere. Gotin û Muzîk: Rotînda Koçberî zor e Te şikand dilê min Dîsa nizam çima Serê min dêhşê serê min Min nizani bû ku Koçberî ewqas zore Dilê min digrî dilê min. Ji te dûr bê navim Lê dîsa evîndarim Na bê te wek dîn û harim Na nabe zore Koçberî bi jane Ez mam li paş heft çiyan Bi hesreta te me Dilê min digrî dilê min Tu tim li ber çavê minî Dixwazim werim cem te Dilê min digrî dilê min. Qêrîn Qêrînek ji dûr Hat gohê min Min go belkî kezeba min Qetan ji kûrve Dizanim Veqetin zore Bi jane wek birîna şûr. Hesreta dilan Kû dide çavan Zore zore zore… Heywax mala min Rabin ji pêşiya min Ezê bajom dozê Hildim tola wî Berxa min Ji êvara xwedê da Agir dadan li ser singa min Berxa min Mêvanê şeva dawî rewiyê jiyana bê mirin. Gotin û Muzîk: Rotînda Çarçêla Dimeşî dimeşî naqedin çiya Pir bilindin Zagros bi qasê xweda Kurêjehro, Govendê, Cîlo û Çarçêla Sê perçê Kurdistan digêhêjin hev livra Ne Iskender, ne Timur, ne Erep ne Fars Dest hildarî nestandin li ser van çiyan Her kû serê gelê Kurd ketî tengasî Hilkişiyan Zagrosan ji bo azadî Konaxa şervananî tu Çarçêla Nav girê Zagrosta a herî delalî Çîroka Çarçêla pir bi jane Çarçêla wek çarperçê Kurdistane Çar demsal Çarçêla bi berf dixemile Bihişta Zagrosa tu yî Çarçêla Zagros cîhê zayiya mirovahiyê ye Piroze livir jiyan, pir kevne dîrok Rengîne xweza livir, bi xemlin zinar 16 hezar çîçek dijên li ser Zagrosan Gotin û Muzîk: Rotînda Gimgim Wekî baxçê gula bi cîh buye Di navbera çemê Sus û ava Xoşan de Kanya sar girê Sedo, Goşkarbaba Sê golê germikê li binya wê ye Gimgime, Warêtoye Inaq û Xirbaqup Ziring û Alingoz Dadînan û Xoşan Golabêbinî pir kûre Gimgime… Kimsoryan û Dêrik Badan û Baskan Tatan û Anêr Cîbran û Xormekan Gimgime Warêtoye Çiyayê hezargolê li pişta wê ye Welatparêzin tev şêniya wê Govendê Gimgimê dewlemende Min bîriya axa te kiriye Gotin û Muzîk: Rotînda Here welatê xwe Ket nava valahî kî Kur dirêj û reş û tarî Çewa derkevi ji wir Nizanim nizanim Direvin tên ji Kurdistan Durdikevin ji eslê xwe Bê xwedîne li wan kuçan Sutalin sutalin Here welatê xwe bo ku bibî mirov Here welatê xwe bo ku bibî azad Here welatwe an na tu wek parsekan Bigevizî li van deran. Naygotin Kerba dilê min bûye bahoz Fikrê serê min bûnin aşît Nikarim li ber bisekinim Çewa bînim ziman nizanim. Naygotin Pir hînê te bume Bê te wekê mirî me Dema navê te dibihîsim Av li çema kêmdibe Nay gotin Di vê dema teng da Min hustu xwar nehêle Tu dirêjke destê xwe Ez şerm dikim Bêjim ji te hesdikim nayê gotin Gotin û Muzîk: Rotînda herşeylegal.com/xeribo |
||||||||||
|
|
|
|
|
#28 (permalink) | ||||||||||
|
Sîmar
Cîran Erê Cîranê Cîranê Te bê sozê, bê îmanê Ka ew soza li eywanê Erê Cîran bextê te me Cîran tê û tê ji Mêrdînê Cohtê memka dihejîne Ew kî kore Cîran navê Erê Cîran bextê te me Bextê te û yê bavê te me Pişta derî li hêviya te me Rastî bêje te kî divê Erê Cîran bextê te me Bejna te ji dara behîvê Şewqa te wek ya heyivê Cerg û dilê min heliyê Erê Cîran bextê te me Bextê te û yê diya te me Ev pênç sale li benda te me Cohtê memkê te hewce me Erê Cîran bextê te me Gotin û Muzîk: Muharemê Zînê Çavkanî: Îhsanê Garisî Cizîre Cizîre Cizîre way Seet û zincîr e way Delala min wezîr e way (Çavreşa min) wezîr e way Mîr Hesenê Batilî Evdik çima ti digrî Delala min xelkê birî Çavreşa min xelkê birî Nêrdîş e Nêrdîş e way Şaşa Evdê pûşe way Delala min dergûş e way Çavreşa min dergûş e way Gotin û Muzîk: Gelêrî Herêm: Botan Çavkanî: Îhsanê Garisî Hey Narîn Hey narîn hey Narîn Hey narîn hey Narîn Ez û tu heval î hey Narîn (Delalê) Ji nav gul û giyayî hey Narîn (Delalê) Olya Baba Bilind e hey narîn (Delalê) Xatira ji mal bav dixwazî hey narîn (Delalê) Bûkê mal bav besê hey narîn (Delalê) Narîn di h3ewşê de hey Narîn (Delalê) Hey Narîn hey Narîn Gotin û Muzîk: Gelêrî Herêm: Botan Çavkanî: Îhsanê Garisî Gulê Ha Gulê Gulê, wî Gulê Gulê Eşqa min firî paşilê Ez li nav dara û tu li nav dara Ha Gulê Gulê, wî Gulê Gulê Eşqa min firî paşilê Min çilo çinî te da kara Ha Gulê Gulê, wî Gulê Gulê Eşqa min firî paşilê Ez li nav biya tu li nav biya Ha Gulê Gulê, wî Gulê Gulê Eşqa min firî paşilê Min çilo çinî te da miya Ha Gulê Gulê, wî Gulê Gulê Eşqa min firî paşilê Gotin û Muzîk: Gelêrî Herêm: Serhed Çavkanî: Kerem Heval Harun Li Zaxrozan wek gulek bû Bi destê sibê re vebû Dengê gelê bindest bû Çiya û zozan pê xweş dibû Harun wekî şêrekî bû Serleşkerên gerîlla bû Tirs û xofên Heval Harun Di nav dilê dijmin da bû Gulê çiya û zozana bû Kurdistan bi wî şa bû Bînên gulê Heval Harun Nav hevalan beladibû Gotin: Welat Muzîk: Sîmar Mem û Zîn Çar dîwarên deryê hesin Dikim nakim te nabînim Were ba min hevala min Were ba min te bibînim hey Tu hem gul î tu hem yar î Bê te dinya bimin sar î Tu şemala şevên tarî Were ba min delala min Ez bûme wek Memê Alan Evîndar im evîndar im Pêş çavê min tu bû Zînê Were ba min evîndar im hey Gotin : Mazlum Agaoglu Muzîk: Bariş Berhevkar: Sîmar Lerzan Lerzan Lerzan ho Lerzan e Şahiye û helper çi Kurdane Her çend yarem lêmbêzare Bê eşkî çarim naçarim Bu balakey bûm aware Lem sare ta ku ew sare Kurbanî bim ey bay şevê Xem bey li çavêm nakevê Gotin û Muzîk: Gelêrî Herêm: Rojhilat Xinê Lêlê lê lê weylê lê xinê Bejn û bala te teyka sosinê Me ji te sehnekiriye yek xeber tinê Terka te nadim heya mirinê Welleh neveye bîlleh neveye Indî wer hemî ji tere sehdeye Ser dest û lepa diçim pêşiyê Xalo bextê te me ti min bigihênyê Sibekî malu mabû di derî de Kefiya malu mabû di destî de Hingî kina min ket vî dilî de Lê lê lê lê weylê lê Xinê Gotin û Muzîk : E.Celîlê Noran Çavkanî : Îhsanê Garisî Min te dîbû Min te dîbû li ser bîrê, li ser bîrê Av dikşande bi zincîrê Radimîsim keçika pîrê Way lê lê, way lê lê malik wêran Diçûme neçûme bavo Çavreşê, çavreşê gerdenxweşê Min te dîbû li nav titûnê, li nav titûnê Agir danî ser qelûnê Ez radimîsim keç xatûnê Way lê lê, way lê lê malik wêran Diçûme neçûme bavo Çavreşê, çavreşê gerdenxweşê Min te dîbû li nav genekan, li nav genekan Keçê neke van henekan Ez radimîsim çavbelekan Way lê lê, way lê lê malik wêran Diçûme neçûme bavo Çavreşê, çavreşê gerdenxweşê Gotin û Muzîk: Gelêrî Herêm: Serhed Kaniya evînê Ti we sori kanî evînê Tîrêja rojê jana birînê Aso ye sor e buhara jînê Wa dil û melak tijî ne bi xwînê Sabir û dilxwaz waye ez dibînim Hem soz im hem saz Deşta heyatê wa dixemilînim Dîlan û Semah lê digerînim Gotin û Muzîk: Hozan Serhad |
||||||||||
|
|
|
|
|
#29 (permalink) | ||||||||||
|
Şener Yildiz
Eman Rojek tu ber kanî buyî le canê Waxta ku ber çavem çuyî nabe Bejna te dilê min heland le canê Keçê te emrê min qetand Were ba min hesreta min Maç bide tu levên min gotin & mûzîk : Şener Yıldız .herşeylegal.com/xeribo Gorgecin Gorgeçîna mi her çi leyê to de Çi şîrîno çi şerbet o To le mi de to mi vîr de Zobîn nimendo mi vîr de... Ay ay ay... lê canê Ez feqîr a ez hesîr a Dormê to de êna sona Ti kotî ya kamjî het der a Ez uca de to dime ra... Ay ay ay... lê cane gotin & mûzîk : Şener Yıldız Ze vaya Meheşne vatena qana Biqarê seba evîndarîya xo, verva dîna Fam bike, endî beso Zaf heskena ez tora Ez hewndera to veynena Neşîkîna vajî tora, cana min ez tora Ze vaya ti zerê midera Pêla / Hara zerê mide vay dana Goş bide dolimê mi ser Pêro ardo to mi ser Qatî nata qatî bota ke Kamî veynena ti mi ser cana min ti mi ser gotin & mûzîk : Şener Yıldız Sevda-Evîn Çavên reşbelek şewên me buyî Lewên te yî xweşik sebra min buyî Welle keçê delalê evîna min î Hem evîn hem jiyan tu ya min î Keça delalê ez benda te me Kî nizanê dildarê te me Welle keçê delalê evîna min î Hem evîn hem jîyan tu ya min î Bejna te yî zirav rojên min buyî Gotinên te yî delal dermanê min buyî Welle keçê delalê evîna min î Hem evîn hem jîyan tu ya min î Keça delalê sebra min tune Kî nizanê aşiqê te me Welle keçê delalê evîna min î Hem evîn hem jîyan tu ya min î gotin & mûzîk : Şener Yıldız Ketan ketana Çinar u law law ey hewar Seryan girtîwe gîr Min bô kê digirim bewanim Beçêm demken jîr Ketan ketana ey hewar Emrim ketana, hawar ketana.. Dem gul dem gul e ey hewar Dem piçkûlana hawar ketana Bêne maçtkêm bawanim To ew Qurana, xal dana dana Tu durû min dûr ey hawar Her dukman dûr în Xuda deyzanê bawanim Bo yek mecburin gotin & mûzîk : gelerî/soranî çavkanî : hesen zîrek Nizanim Nizanim, vî derdê ji kê re bêjim Nizanim vî derdê çawa bêjim Li behra Wanê Li çema Xursê Nizanim, li kî derê birjînim. gotin & mûzîk : ronî sterk acar Yar yar Dilê min dilek Şivan e Digere ew li çîyan e Xwarina wî jî hewan e Jêra bibim ez kevan e Ez bi dil û dergîst im Ez li çeme nergîs im Dixwazim ramîsim Bela serê min ê mezin e Yar yar yar yar… Gotin : Fîkrî Kutlay Muzîk : Şener Yıldız Şîrînê Delal a Şîrîna min a Şîrîn a hêsîrê çiman a Hesîrê dimê to de merda, ez merda Çime mi de ti jû gul a Zerê mi de jû cuçik a Wertê mergan de teyna ra Meke, Şîrîna min meke Sona hênî awe çêna Verê çeverî de kinca şuna Xorte dewe fetelînê Benê, gaytê xo be gotin & mûzîk : Şener Yıldız Na kama Na kam a dot ra êna Bejna barîye tadana Cor de êna veng dana Lorîkanê xo tey vana Ordega bejn barî ya çim sîya burî qelem a Ez vana na ê min a Maya mi mi rê qarîna Meke dayê ti meke Ez sosina xo ra hes kena Ya sona mi rê wazena Ya jî cena remnena gotin & mûzîk : Şener Yıldız Bagîyê Bagîye hoy bagîye lelele le bagîye Bagîye hoy bagîye rewşa lawendîye Bagîya xwişka şeran kinc şuştî avet tavan Çil bisk û çil kezîye kerba dile min ketîye Welle tu yara min î Xwede tu dosta min î gotin & muzîk : gelerî Çepkî çepkî çepkî çepkî çepkî Pêro çepkî nîya kay kenê Xort û çêneyî jü ca de çepkî çepkîyan kay kene Gomê Hesê Mikayîlî Şorika cerî şorika corî Hîn şîrîn ê, hîn honik ê Mergê kinkorî ju ca de Varto, Xinis, Bîngol ra ye Erzîngano çepkîcîyê Xortê dewan fetelînê Seba çêna çepkî kaykene- çepkîcîyê gotin & mûzîk : Şener Yıldız> Leyla Çawî ciwanî Leyla -- Bo to mirdim Leyla Xan û mana Leyla -- çawî ciwanî Leyla_leyla leyla hey İm şew şew bihar e -- çawî ciwan xûmar e Yarim zor nazdar e -- çawî ciwanî Leyla Xan û mana Leyla -- Leyla_leyla leyla hey Îm şew şew zivistan e – Befer le kolan e Yarim zor ciwan e -- çawî ciwanî Leyla Xan û mana Leyla -- Leyla_leyla leyla hey gotin & muzîk : gelerî/soranî |
||||||||||
|
|
|
|
|
#30 (permalink) | ||||||||||
|
Şoreş
Fîsqaya Fisqaya'dan o yani Dicle çayi dolani İkide bi pozıli Pantorımın fermani Bi ayi iki ayi Ayilar armût sayi Teprenme ûla kundır Sator elımden qayi Ocaxtaki beroştır Beroşın içi boştır Zıbo'nın kêfi xoştır Çunki qawat serxoştır Ûla yırtıx qablama Yêter baxtın ablama Walla gözun oyaram İçıne isot qoyaram Baxçalarda eluce Gel yanıma bû gêce Sen sator ol ben piçax Otırax şarab içax Adım Evdoş'tır benım Qafam da xoştır benım Gelen giden qarışi Zar bextım reştır benım Hebeşe bax hebeşe Qafa ûri zebeşe Hebeş'ın pis babasi Balxam fırlati hewşe Nêrde benım tûmanım Walla şaşti imanım İsot getırme anê Domatêz isti canım Hadê gene eyisen Belaş tırşık yiyisen Çaxtırmadan gulisen Sen ne anan gözisen Yuxari gel yuxari Xalolar seni ari Bırax oynasın qari Sallasın armûtlari Awêle bax awêle Xırnik yapışmiş têle Yaw ma olır mi bêle Dinen imanan söle Mızo diyi anê goşt Anasi diyi, hoşt hoşt Gêt qafami şişırme Tasi yêre duşurme Kerize bax kerize Demır soxi prize Kerizın kêş babasi Gene girmiş qrize Dêdım qardaş Niyazi Bax kitapta ne yazi Ando dêdıxın herıf Gör nasıl olmiş arıf Bi lolo iki lolo Lolonın adi Xello Xello diyi hanê lo Nêrde bızım elelo Qûşbaz Evdo qelleştır Hebeş oxli hebeştır Zatan dedesi kêştır Nenesi de şeşbêştır Ûla yuzsuz çılaqa Yêter bû qeder şaqa Şaqaların yuzunden Oldım qlinik waqa Baxırmayın abêler Yırtılmasın derpêler Görunmesın lololar Ûtanmasın xalolar Patlicanlari oyın Rûto'ya ayran qoyın Bû ne datli ayrandır Bêş gun sonra bayramdır Oy nini kezeb nini Qırx doqıza böl bini Bini bölmaxtan wazgêç Qafama duşti sini Gidın dêyın Xello'ya Sû vêrsın eleloya Nenemın qaynanasi Suslenmiş gidi toya Ûrfaqapi Enzele Yorıldım gide gele Ûla gamêş bax hele O ne raqraqtır êle Şofêre bax şofêre Pantori duşmiş yêre Ûla walla mehfoldım Sahan borc vêre vêre Way dede yırtıx dede Berde bınê te erde Eyıptır sölemesi Hanê tûmanın nêrde Xeber vêrın adama Pisikler çıxmiş dama Şatır Eyşo'nın oxli Fırlamadır fırlama Gotin û muzîk : Mustafa Gazî Hemdila Rojekê derket ji malê Berê xwe da Îstenbolê Ket nav koma sûtala Xirpo, ehmaqê çolê Dila dila dila dilaa Kîjan dila? Hemdila şonikê cila Zincîra zêr li stû ye Keçka Nataşa li dû ye Diçe bar û pawyona Aqil ji serî çûye -dîsgotin- Ketiye riya xirab Vedixwe bîra w şerab Ne eyb maye ne fedî Xêr tê nemaye êdî -dîsgotin- Gotin û sazkirin: Mustafa Gazî Muzîk: Rêzan Dayika min Dayka min hêsran merjîne wusa Kela dilê min rameke dîsa Min go dayka min megrî lê bes e Dayka min dayka min lê dayika min Dayka min bê azadî nikare Nizane ew çi hesretek zor e Min go dayka min lê bisebire Dayka min dayka min lê dayika min Dayka min dayka min lê dayika min Gula min, ruhê min, kulîlka min Tu dibê carek were hinda min Çi bikim gelek dûr e rêka min Gotin : Mustafa Gazî Muzîk : Nûhat Rozerîn Çavreşek min jî heye Por dirêj e, rûken e Ez ji bo wê dinalim Ew bi halê-m’ nizane Rozerîn gula buharê Dilê min anî xwarê Ez ji bo yarê digrîm Sibê, nîvro, êvarê Ez xistim nav agiran Dilê min kirye wêran Ji ber evîna yarê Bûme wek Memê Alan Gotin û Muzîk: Abdurrahman Bedir Tu kulîlk î Tu kulîlk î, tu nazik î Tu delal î pir xweşik î Li min awiran zêde dikî Birîndarê te me yar Evîndarê te me Tu kulîlka nav baxça yî Hem xwenda yî, hem zana yî Tu j' bona min pirr hêja yî Birîndarê te me yar Evîndarê te me Tu kulîlka erxewan î Pir qeşeng î, dilovan î Tu b' eslê xwe nav giran î Birîndarê te me yar Evîndarê te me Gotin û muzîk : Mustafa Gazî Ne go erê ne go na Rojekê li derekê Min hez kir ji keçkekê Hilda min barê xeman Hiştim bê çar û derman Min mêze kir mizicî Kêfa dilê-m' hate cî Min go tu-b' mi-r' nazewcî Ne go erê ne go na Rû xweşikê delalê Şengê bi bejn û balê Dimeşe-l' ser tilîka Tu dibê qey xezal e -dîsgotin- Ro herikîn wek çema Sal derbas bûn wext nem a Dil hedimî-j ber xema Hê jî dibêje çima -dîsgotin- Gotin : Mustafa Gazî Muzîk : Berat Yıldız Were li min wusa neke Ka soza te ka sonda te Ka hêvî û xeyala te Ji bo çi ye ev xeyda te Were li min wusa meke Ji ber evîna te ya zor Derdê m' gelek bûn qor bi qor Ka maç kim wan gulyên sor Were li min wusa meke Ku da diçî dîlbera min Kûr meke vê birîna min Tar û mar e hêlîna min Were li min wusa meke Gotin : Mustafa Gazî Muzîk : Berat Yıldız Nebû Nebû nebû çi-b'kim nebû Ev dilê min qet şa nebû Ba rabû bahoz rabû Mêzîna dilê-m' xera bû Dilê mino lo......... Evîn qet kêrî min nehat Ez bûm evdalek dilşewat Ba rabû bahoz rabû Mêzîna dilê-m' xera bû Dilê mino lo........ Min xêr nedî ji evinê Ji vê dunyê ji vê jînê Ba rabû bahoz rabû Mêzîna dilê-m' xera bû Dilê mino lo......... Gotin : Mustafa Gazî Muzîk : Berat Yıldız Bêrîvan Tu çû ro li min dahat Zeryê ez bûm dilşewat Min gazî kir tu nehat Tu nehat û nehat Min gazî kir tu nehat Tu nehat tu nehat Bêrîvan bêrîvan Kûr dinalim yar yeman Bêrîvan bêrîvan Bi hesreta niştiman Oy eman Oy oy oy eman Welat eve çend sal e Dil bi hesret dinale Ma min go ev çi hal e Çi hal e yar ci hal e dîsgotin Ji bo welat pêşeng im Gelek bi nav û deng im Xweş deng im xweş aheng im Aheng im yar aheng im dîsgotin Gotin û muzîk : Mustafa Gaz |
||||||||||
|
|
|
| Seçenekler | |
| Stil | |
|
|
Benzer Konular
|
||||
| Konu | Konuyu Başlatan | Forum | Cevaplar | Son Mesaj |
| 5 önemli Ders | rojhat_temo | İlginç Konular | 1 | 08-14-2008 03:34 PM |
| Felsefe'nin en önemli sorusu nedir sizce? | Bedirxan | Felsefi Konular | 0 | 05-03-2008 07:41 PM |
| Elton John Sarkı Sozleri | Mirza | Yabancı Şarkı Sözleri [Lyrics] | 6 | 05-02-2008 04:41 PM |
| Kürtçe Oyunu Sahneleyeceğim | ßotan | Tiyatro | 0 | 05-02-2008 03:57 PM |
| Sağlığımız için önemli 10 test | Bydigi | Genel Sağlık | 0 | 05-01-2008 03:51 PM |