![]() |
|
||||||||
| Kürtçe Şarkı Sözleri [Lyrics] Kürtçe şarkı sözleri bu alanda sunulmaktadır. |
|
|
LinkBack | Seçenekler | Stil |
|
|
#1 (permalink) | ||||||||||
|
Xezal Xezal
Xezal Xezal de hayê hayê... Îro minê dîbû mala Xezala min barkir çû zozana oy cefayê Şewtê kulê dilêm pir bûn Xezalê... hayê... Ezê van kulê dilêm’ heya dare bûye j’tere bibim Cem aşiq û cem xozana.. oy cefayê.. Gelî gundyan û cîranan ma hunê qey nizanin Ma rûkê Xezala min sor bûne ji kut û matê lolo... ramûsanan oy Xezal Xezala min xeyidiye gelî gundyan û cîranan Ezê nizanim va qîza seba çiye hoy.. nayê rayê Xezal biyan e oy Xezal, Xerîbî zor e oy cefa Belê meryê xerîb li welatê xerîbiyê kor e Xezal Îro minê bala xwe didim çiyayê Sîpanê Xelatê berfê lêkir oy Xezal Dîsa min dît bilbilê malxirab di quntara çê de hêlîn çêkir oy cefayê Sala par heta van çaxana Xezal ya min bû Sala îsal mêrê heram rabû lolo dawe lê kir.. Xezala min biyan e Gelî gundyan û cîranan ezê nizanim va qîza seba çiye hoy.. nayê rayê Buharê hat Buharê Buharê hat Buharê Gul vebû li rûkê yarê Wexta çavê min lêket Aqil ji serê min çûbû derê Buharê hat Buharê M’gulek dî l’rûkê yarê M’bala xwe da vê gulê Ji dil de evîndar e Hin pir gulêm pir hene Gulê min wekî te ne Buhar hat tevb’gihayê Tev girt çol û çiyayê Buhar hate govendê Govend qada mêra ye Buharê hat Buharê M’gulek dît binya darê Bala xwe dam wê gulê Ji dil de evîdar e Hin pir gulêm pir hene Gulê min wekî te ne Buhara me şêrîn e Tevde gîhayê hêşîn e Keçê dilê min xweş ke Giş bi kul û brîn e Buharê hat Buharê M’gulek dît binya darê Bala xwe dam wê gulê Ji dil de evîdar e Hin pir gulêm pir hene Gulê min wekî te ne Buhar çi xweş û rind e Tev girt bajar û gund e Keçê te ez helandim Carek serî limin hilde Buharê hat Buharê M’gulek dît binya darê Bala xwe dam wê gulê Ji dil de evîdar e Hin pir gulêm pir hene Gulê min wekî te ne Behra Wanê Oy… De îro mi go dilê min bû Behra Wanê Kelemê derd û kulan e… oy… De îro mi go best û çem û kanî hemu bi ser de helyane hawar e limin... Ax were lê lê hesreta’m dayê oy... De îro mi go çiya û zozan, şax û newal Hemû mêl bûne li bende mane De îro min go behra Wanê werdigere Diçe diçe li qimê diçe pêl pêl diavê Weke bayê robarê li qimeye bayê kur e di dilê Kurdistanê de ye dilîline ya… Were eman neman oy… hawar e limin lêlê dayê oy De lê lê dayê oy nema... De xwezil ez teyrekî baskbelek bûma Ezê şax bi şax welat bi welat derya bi derya wergeriyame oy Ezê geh bilind bûyima, geh nizim bûma Minê baskê xwe li bayê tenik xista û bifiryama Behra Wanê dilê Kurdistanê, ev bû demek dirêj ku min Kurdistan nediye De ezê biçama li ber Behra Wanê dilê Kurdistanê De minê bi Dilê Kurdistanê deveniştama Hawar e limin oy.. Were eman lê dayê hesreta min Ez keçikek gundî me Ez keçikek gundî me lo wez brîndar im Deşt û bajar nedîme lo wez brîndar im Gula mêrga gelî me lo wez brîndar im Ava çem û kanî me birayêm hew zanim Lo bira serê min b’gorî Em girtine bi zorê Bi saxî ketne gorê.... Bira evîna dilê min Agir berda canê min Hêstir berda çavê min ay Min j’xortekî heskiribû Ji malê meriyê me Bav û birayêm nedan bûn sebeba serê min Bav û birayêm nedan bûn kelemê çavê min Bav û birayêm nedan bûn berdevkê devê min Lo bira serê min b’gorî Em girtine bi zorê Bi saxî ketne gorê.... Bira evîna dilê min Agir berda canê min Hêstir berda çavê min ay Min divê navir nemîne li ser rûçkê Cîhan Keç û xortik giş bibin weke xwişk û biran Li her derê ava bin da nişkav dibistan Ber dest û lingan mane em keçên Kurdistan Lo bira serê min b’gorî Em girtine bi zorê Bi saxî ketne gorê.... Bira evîna dilê min Agir berda canê min Hêstir berda çavê min ay Hele were binêr hatî mala me Perwer Şivan Teb’ ser seran ser roniyan hat xozanê Kurdistan Derd û kulên me pir in bûne qîr û qitran Te bi deng û tembûra xwe bela kir li nav cîhan Lo bira derdo Şivano Xozano bar girano Bê waro perişano oo... Lo bira serê min b’gorî Em girtine bi zorê Bi saxî ketne gorê.... Sebra malan kara xezalan Sebra malan kara xezalan Bi me xweş e wê nedin Serê xwe rakir kete du ala Lê li wê kes nebû xwedî Bira bira derdê’m giran e Ho bira derdê’m giran e Ooo.. pir têne ser min ev gelek şerm e Ooo.. bela serê min ji wan re ne xem e Wexta min dît gelek pê şa bûm Bi can û dil pê ra bûm Hêsir ji rû jor de hatin xwa Min nêrî lê beyan bû Bira bira derdê’m giran e Ho bira derdê’m giran e Ooo.. pir têne ser min ev gelek şerm e Ooo.. bela serê min ji wan re ne xem e Min go can û ceger xwişka min Hel wer ba min em rûnin Serê xwe rakir kete du ala Ka ji bo çi wê mijûl be Bira bira derdê’m giran e Ho bira derdê’m giran e Ooo.. pir têne ser min ev gelek şerm e Ooo.. bela serê min ji wan re ne xem e De lorî kurê min lorî De lorî lorî kurê min lorî Bavê te kuştin dayik bi gorî Gernas û mêrxas divê tu negrî Şênî ku sax bin nema tu bimrî Dujmin bi top û firok û leşker Bombardiman kir welat li her der Hilweşandin tev mizgeft û dîwar Kûr kûr dinalin jar û brîndar Zar û zêçên Kurd pir têne kuştin Dexl û rez û pez tiştek nehiştin Tazî û birçî kir banger û berf Wan venaşêrin van şikeft û berqef Li ser zikê xwe diçin bi mestî Hin dest û hin pê, hin ser şikestî Di şevreşan de gernas e rêber Şêrê brîndar dema diçin şer De lorî lorî kurê min lorî Bavê te kuştin dayik bi gorî Gelê hişyar e gelek giha ye Tiving di dest e li ser çiya ye Sêr û piling in hawîr dibazin Doza me Kurdan serbest dixwazin Bi xwîn nivisîn li ser zinaran Livir nemaye cîyê neyaran Bi qeşte dujmin qada me berde Ev der welatê gernasê Kurd e Qada me berdin ji bo me yekser Em aştîxwaz in me navê ev şer Em jî wekî we divên serbesti Ma kî dixwaze dîlî û bindestî Ey Reqîb Ey Reqîb her maye qewmê Kurdziman Naşikê û danayê bi topê zeman Kes nebê Kurd dimirin Kurd jîn dibin Jîn dibin qet nakevî ala Kurdan Em xortên rengê sor û şoreş in Seyr dike xwîna diyan me da rijan Kes nebê Kurd dimirin Kurd jîn dibin Jîn dibin qet nakevî ala Kurdan Em xortên Midya û Keyxusrev in Dîn îman û ha îman her niştiman Kes nebê Kurd dimirin Kurd jîn dibin Jîn dibin qet nakevî ala Kurdan Lawê Kurd e, bûye ser pê wek şêran Da bi xwîn neqşîn bike tacê cîhan Kes nebê Kurd dimirin Kurd jîn dibin Jîn dibin qet nakevî ala Kurdan Xortê nuh tev hazir û amade ne Canfida ne canfida her canfida Kes nebê Kurd dimirin Kurd jîn dibin Jîn dibin qet nakevî ala Kurdan
__________________ |
||||||||||
|
|
|
|
#2 (permalink) | ||||||||||
|
Serfirazkin (Venseremos)
Îro gel dike şerê jînê Hêz dike bi xurtî û ramanî Bimre neyarê gela cunta Bijî ‘Yekîtiya Popular’ Serfirazkin serfirazkin bişkînin zêncîrê zordarî Serfirazkin serfirazkin serfirazkin ala azadî Bi hurandin, bi girî fêde nakî Hatin wê bibe sosyalîst Wê sibe ji îro xweştir çêbe Ewê dîroka min nû vebe Serfirazkin serfirazkin bişkînin zêncîrê zordarî Serfirazkin serfirazkin serfirazkin ala azadî Lê Dotmam Xeber hate min li ser eşqa dil Eywax gul bû evîndara bilbil Bilbil xema qet nakşîne ji gul Lê dotmam lê dotmam wey limin rûreşê Lê dotmam lê dotmam lê dotmamê Delalê evîndara pismamê Zeriyê evîndara pismamê Dotmam dayika me tev niştiman e Diqîrî digazî li ber desta ne Wê çawa bê sebra me Kurdan e Lê dotmam lê dotmam wey limin rûreşê Lê dotmam lê dotmam wey limin rûreşê Lê dotmam lê dotmam lê dotmamê Delalê evîndara pismamê Zeriyê evîndara pismamê Dotmam tu pir şêrînî li ba şivan Lê niştiman nadim bi hezar yaran Bo azadî dil û canêm qurban Bo rizgarî divêm axa goran Lê dotmam lê dotmam wey limin rûreşê Lê dotmam lê dotmam wey limin rûreşê Lê dotmam lê dotmam lê dotmamê Delalê evîndara pismamê Zeriyê evîndara pismamê Zembîlfiroş Qinyata Zembilfiroş û evîna Xatûnê. Wekî bakî germ bi evîn, tirs. Lê paqijî girtibû ser hêlê û herkesî, li dora Kela Farqînê. Weha dibêje gelê me: Zembilfiroş. Lawikê Ebas, ya Emin ya nenas. Xêr û xeraca nastîne, keda destê xwe dixwe. Hurmeta Mîr û evîna Xatûnê; heskirina welat, gel, hele ya zarok û jina wî her li dilê wî ye. Hêja ye Zembilfiroş Zembîlfiroş zembîla tîne Delalo zembîla tîne Kolan bi kolan digerîne Nan û dahnê pê distîne Zarokan pê ditevrîne Gava ew zembîla tîne Xatûn li bircê dibîne Bi eşqa dil dihebîne Aqil diçe sewda namîne Ha dil were, ha dil were Kesê ji dil nekî bawere Ji mirovantî hatiye dere Xatûn : Kuro sêlka vir de bîne Mîr dixwaze te bibîne Buha buha ji te bistîne Lawiko ez brîndar im Zembîlfiroş: Xatûna min a delal e Min bîhîstî Mîr ne li mal e Bazara’m bi malê helal e Xatûnê ez tobedar im Delalê ez tobedar im Ha dil were carek bi coş Car car vexwe şerbeta xoş Dilqinyata Zembîlfiroş Xatûn : Zembîlfiroş lawikê beyan î Ez dibêjim tu pê dizanî Min bo eşqa dil te anî Lawiko ez evîndar im Zembîlfiroş: Xatûna min a zerîn e Qusur li ser te qet nîne Lê dilêm kesî nahebîne Xatûnê ez tobedar im Delalê ez tobedar im Hay hay hay hawar e hawar e Hay hay hay hay.. Xatûn pir evîndar e Li ber rehma Xwedê xwar e Ji eşqê maye bê par e Evîndar e ma bêçare Xatûn li jor kar dike Zêr li eniyê par dike Kalên sedsalan har dike Xatûn : Çavên min mîna eynan e Biskê min mîna qeytan e Diranê min mîna mircan in Eniya min mîna ferşan e Berê min mîna fîncan e Fîncanên mîr û paşan e Sîngê min mîna zozan e Zozanên haft eşîran e Zembîlfiroş, lawikê derwêş Lê bike kêf û seyran e Zembîlfiroş lawikê derwêş e Keremke tu were pêşe Heqê zembîlên xwe bibêje Lawiko ez evîndar im Zembîlfiroş: Lê lê lê, lê lê Xatûnê Çavên te mîna zeytûnê Ditirsim ji agirê êtûnê Ya Xatûn ez tobedar im Tobedarê Xaliqê Cebar im J’ser toba xwe ez nayêm xwarê Xatûn : Zembîlfiroş lawikê feqîr e Were ser doşeka Mîr e Bidim te guliyên herîr e Lawiko ez evîndar im Zembîlfiroş: Tu Xatûna li birc û van î Li ser text û li ser seran î Tu ji min re nabî kevanî Xwedî zarok û eyal im Zarok tazî û birçî li mal in Xatûnê ez tobedar im Xatûn : Zembîlfiroş lawikê nenas î Tena derpî û kiras î Tu ji destêm nabî xelas î Lawiko ez evîndar im Zembîlfiroş: Xatûna gerden bi morî Qet nabe bi kotek û zorî Tirsa min ji wî Reb ê jorê Xatûnê ez tobedar im Tobedarê Zerdeştê Kal im Ji ser toba xwe qet nayêm xwarê Ez nexweş im Ez nexweş im gewra minê Îro min go were ser min... ay… Gewra minê min go wez nexweş im De were ser min Tuyê taya lihêfê rake vê êvarê rex û têkev ber min Ax… çi ferman e bira oy… Bextê te me gava gundî û cîran bêjin ew kî bû ew kî nebû Ezê bêjim Hekîmê Loqman bû hate ser min limin... Ez xirabmal im yeman, ez bendewar im yeman Eva serê çend û çend salên min temam Min terka welatê xwe da Ez perîşan im bira… ax çi ferman e dilo Qumrîkê Qumrîkê ez romî me belê Delalê ez romî me Kumsor û efendî me belê Kumsor û efendî me Xulam çavên reşbelek Aşiqa keçka gundî me De yar yar yar, de yar yar yar De yar yar yar, de yar yar De yar yar yar, de yar yar Bê te sebra min nayê Qumrîka li ser zinara belê Delala li ser zinara Kulîlka nava dara belê Kulîlka nava dara Heyfa çavên reşbelek Ketiye destê neyara De yar yar yar, de yar yar yar De yar yar yar, de yar yar De yar yar yar, de yar yar Bê te sebra (xewka) min nayê Qumrîkê ser bi zêr e belê Sîng dergeha bajêr e Heyfa çavên reşbelek Qumrîkê didin mêr e De yar yar yar, de yar yar yar De yar yar yar, de yar yar De yar yar yar, de yar yar Bê te sebra (xewka) min nayê [b]Hinê bînin li teştê kin|b] Hinê bînin li teştê kin Şîr û şerbetê çêkin Kevçî bi kevî rûn lêkin Bînin li destê zavê kin Bînin li serê zavê kin Şarika bûkê heftreng e Dayê rabe dereng e Dawet hatî ber derî Bîhna zavê pir teng e Bîhna bûkê pir teng e Ha dîlan dîlan dîlan Stran dîlan û lîlan Çi bûkekî delal e Zava bû xwedî mal e
__________________ |
||||||||||
|
|
|
|
#3 (permalink) | ||||||||||
|
Yek Mûmik
Kanî tembûra we lo, kanî tembûrvanê we Kanî zirneya we lo, kanî zirnevanê we Kanî dahola we lo, kanî daholvanê we Kanî mêvanê we lo, kanî mazûbanê we Va ye mêvanê me lo, va ye mazûbanê me Kanî bûk û zavê we, kanî va govenda we Va ne bûk û zavê me, ava ye govenda me Yek mûmik, du mûmik, sê mûmik Çar mûmik, çarde mûmik Serê malê misqalik Bûk li zavê bimbarek ha nînna Ha nînna heyra nînna Çûme Mûsilê carek, min anî hine barek Heçî malê keç tê de, me dabûye sihanek Yek mûmik, du mûmik, sê mûmik Çar mûmik, çarde mûmik Serê malê misqalik Bûk li zavê bimbarek ha nînna Ha nînna heyra nînna Hatim Diyarbekir carek, min anî hine barek Heçî malê xort tê de, me dabûye desmalek Yek mûmik, du mûmik, sê mûmik Çar mûmik, çarde mûmik Serê malê misqalik Bûk li zavê bimbarek ha nînna Ha nînna heyra nînna Narîn Hey lê lê Narîn, Narîn kubarê Ezê tu emelê dunyayê nakim Ezê têlekê ji tembûra sazbendan peydakim Ezê rojê deh cara xwe di ber deriyê mala bavê te de her û werim xwe li ba kim Ezê tu dila di ser çavê reş û belek re qebûl nakim Keça bêsoza, reyisa bêbexta, toximê Ewana Derewînê lê Narîn, hey lê lê Narîn Hey lê lê Narîn, kubarê lê Narîn Narîn kubarê zozanên mala bavê me dudu ne De rabin em herdu bi çepilên hevdu bigrin bavêjin şaristanê xerîb Bila kesek nizanibe ez û mihuba dilê xwe li ku ne Gava xelk ji me bipirsin, bêjin hûn çiyê hevdu ne Emê bêjin ya wer em xuşk û birayê hevdu ne Hege xelk bêje ji bo şiklê ne weke hevdu ne Emê bêjin bavê me yek e, dayikên me dudu ne Toximê bextreşa, Ewana, nerindê, derewînê lê Narîn Hey lê lê Narîn, bêbextê lê Narîn Qîrînek tê Qîrînek tê ji dûr welat Nalîn diket deşt û newal Gazî dike dibê: Welat Kanî welat bimrim heval Pi gotin tê ji yekî şivan Pir dibêje li ser niştiman Guh dirêjo gotin giro Ka welatê te Kurdistan? Dilo ez bimrim Dilo ez bimrim dilo hewar li vê buharê Li vê buharê dilo heyran li vê buharê Mirin pir xweş e dilo hewar li milkê bavê Li milkê bavê dilo heyran li milkê bavê Hêsir li çavê min xweş in û neş in weke baranê Weke baranê dilo heyran weke baranê Tirba min çêkin dilo hewar li milkê bavê Milkê Kurdan e dilo hewar milkê merdan e Dilo ez bimrim dilo hewar li vê payîzê Li vê payîzê dilo heyran li vê payîzê Kurdo werin bi hev bigrin em bigrin lezê Em bigrin lezê dilo heyran em bigrin lezê Mirin pir xweş e bira hewar bi merd û cezê Bira azadîyê bira hewar bi merd û cezê Tirba min b’kolin bira hewar li Kurdistanê Li gulistanê dilo heyran li gulistanê Dilo ez bimtim dilo hewar li zivistanê Li zivistanê dilo heyran li zivistanê Mêr gelek bûne dilo hewar wek goristanê Wek goristanê bira hewar wek goristanê Emê ilm rastkin dilo heyran di dibistanê Di dibistanê dilo hewar di dibistanê Tirba Şivan hûnê çêkin li Kurdistanê Li Kurdistanê dilo heyran li Kurdistanê Kurdno rabin ji xewê (Xeberdan) Êdî bese rabe ji xew, xortê hêja keça bedew Tenê mayî tu raketî, xebata te bi paşketî Rohilatî pir bilind bûn, xelkê cîhan tev şîyar bûn Tenê mayî tu raketî, xebata te bi paşketî Rohilatî pir bilind bûn, xelkê cîhan tev şîyar bûn Kurdno rabin ji xewêyo, merdno rabin ji xewêyo Ez pir rind im li bende we me, lo gula sor im li hêvya we me Rêya we bû ronahî, dîsa kor in nabînin Kurdno rabin ji xewêyo, merdno rabin ji xewêyo Bandikim te Ruhayê lê, Diyarbekir pir deng daye Bitlîs û Muş, Hekarî, Wan hilgirtine barê giran Kurdno rabin ji xewêyo, merdno rabin ji xewêyo Ez Şivan im hêvîdarim, lo bi qîrîn û bi hewar im Ev bû bîst û sê salê min, dikim gazî û dinalim Dibe bîst û çar salê min, dikim gazî û dinalim Kurdno rabin ji xewêyo, merdno rabin ji xewêyo Hevalê bargiran im Hevalê bargiran im, hevalê şoreşvan im Hevalê şoreşvan im hevalê şoreşvan im Hozanê gelê bindest, hozanê we Kurdan im Ez dengê Kurdistan im, Endamê Kurdistan im Qet zen nekin her weha, li şorên we guhdar im Li şorên we guhdar im li şorên we guhdar im Nêm firotan nêm buha, gelê bindest re yar im Gelê bindest re yar im gelê bindest re yar im Nalîn tê ji Kurdistan, bo wê çêdikim helbestan Bo wê çêdikim helbestan ax bo wê çêdikim helbestan Destê xwe em dirêjkin hev, deynin baxê gulistan Çêkin baxê gulistan ax deynin baxê gulistan Alîkarê dilsoz im, rêdanê mêrê hov im Rêdanê mêrê hov im rêberê begê hov im Şoreşger im him Kurd im, bo xwînxwara bi xof im Bo xwînxwara bi xof im li ser wan tim bi xof im Ala rengîn Ala rengîn pîroz û xweş, te hildigrim diçim bimeş Tu’l ser milên xortên ciwan, di nav te de yek rojek geş Ala sê reng î tu, bi nav û deng î tu, nişana ceng î tu Ey xortê Kurdan silavê le bikin Îro me tu kirye himbêz, rojek wê bê te bikin rêz Li ser bana, li eywana, roja şadî bi xeml û xêz Kesk û sor û zer î, nişana zafer î Ey keçên Kurdan silavê le bikin Te bi zîv û zêr tevde kildim, roja cengê ez te hildim Ger ez bimrim, ger ez rabim, Cegerxwîn im serbilind im Ala sê rengîn î, pîroz û şêrîn î, nişana mizgîn î Ey xortê Kurdan silavê le bikin Mihemmedo Wî de loy loy loyloy loyloy loy loy de loyloy.......de loloy loy Mihemedo hevalo Wî de dayê bejna Mihemedê min nîşana serê çîyan Bejna delalê min nîşana serê çîyan Wî de agir bikev mala van romiyan Derbeke li bejna Mihemedê min dane van hoviyan De loy loy.... loy loy...... Mihemedo hevalo Ax de loy loy.... gula cimatano loy loy Destmala destê xortano loyloy..de kelemê çavê dujminano... Wî de yadê diyaram çiyayê Qerejdaxê bişewite bi kevir e Wey xeberdana xeberê dibêjin eskerê Romî rêç û durbên Mihemedê min digire Û emê xeberê bidin Diyarbekir û Siwereka xopan Bira heyf û tola Mihamedê me bigire de loyloy..Mihemedo cano Ax de loyloy... gula cimatano loyloy destmala destê xortano loyloy Kelemê çavê dujminano Warê me ye Warê me ye warê me ye Şûna bav û kalê me ye Ji me girtin bi zordestî Kesek tune bû li pişta me Pezê me, pezê me Diçêriya li çiyayê me Talan kirin, girtin birin Agir berdan konê me Li me girtin bi zordestî Kesek tune bû li pişta me Zarokên me zarokên me Ji bir nakin ew rewşa me Perçiqandin jiyîna wan Xwestin vemirin ocaxên me Li me girtin bi zordestî Kesek tune bû li pişta me Mêrgê me na mêrgê me na Lê gul diçînin keçê me na Jêdikirin gulyê wana Ez j’bîrnakim zarîna wan Warê me ye Warê me ye warê me ye Şûna bav û kalê me ye Ji me girtin bi zordestî Kesek tune bû li pişta me Kurd in em in Gerçî toşî rencerayî û hesret û derdim emin Qet lades em çerxe siqlê nabezim merdim emin Ger le birsan û leber bêbergî îmro req helêm Nokerî begane nakim ta le ser herdim emin Ax eman…. Ax Aşiqî çavî kejal û gerdnî pir xalnim Aşiqî kêw û talan û benden û berdim emin Min lezencîr û tenaf û dar û bend bakim niye Letletim kin bimkujin hêsta delim Kurdin emin Mîmîcan Hatim mala bavê te, hele hele hele hele Mîmîcan Bo xatirê çavên te, hele yar hele yar Nînacan Pir xanim e dayika te, hele yar hele yar Mîmîcan Xweş camêr e bavê te, hele yar hele yar Nînacan Bejn û bal çav û biryên te hele hele Mîmîcan Çi xweş li hev hatine, hele yar hele yar Nînacan Li min bibihorî ezbenî, hele hele hele Mîmîcan Bêhemd dilê min ketiye te, hele yar hele yar Nînacan Em hatine te bixwazin, hele hele hele hele Mîmîcan Ser çavan gilî û gazin, hele yar hele yar Nînacan Mala bavê te ava be, hele hele hele hele Mîmîcan Bixêrhatina me dixwazin, hele yar hele yar Nînacan Gotin: Şivan Perwer Muzîk: Gelêrî
__________________ |
||||||||||
|
|
|
|
#4 (permalink) | ||||||||||
|
Ehmedê Mala Mûsa
Ax... heywax li min, heywax li min... lê mala minê Heyfa dilê min mehkûmê, min rebenê lê dil ketinê Ehmedê Mala Mûsa çawa mi dixwazî lê mi nadinê Hûnê çawa bikûjin xweşmêra ji bo xatirê mi rebenê xweşik jinê Heywax li min heywax li min mala minê Heyfa çavên reş û belek hûn dibînin îro ax ketinê Ax.. dayê Ehmedê Mala Mûsa çi xweşmêr e, hunermend e lê, tembûrvan e Tesbîhê di destê wî de ji kevrê şadî, lê ji kehreban e Ew mêrxasê xweşmêra nekuje bi Xwedê ezê bêjim: Ew e mêrê bi sed mêran e Ew nemerdê Ehmedê min bikuje hawar ew ji bera gur û rovî lê xayina ne Ax.. dayê pêre hatî cejn û îda vê Qurbanê Keçik û kurikê me derketin govend, şahî lê vê dîlanê Salihê pismamê min bang kir got: Te por kurê Ehmedê Mala Mûsa birîndar e li aliyê le... di eywanê Gava ez çûm mi bi çavê serê xwe dî, hawar e dayê... Dilê min şewitî lê agir danê Heywax li min heywax li min mala minê Heyfa çavê reş û belek dibînin hawar, dibînin ax ketinê Gotin û Muzîk: Gelêrî Çavkanî: Seîd Axayê Cizîrî Berhevkar: Şivan Perwer Gulnîşan Gulnîşan Gulnîşan esmer halim perîşan Ezê biçim xerîbiyê, destmala’m bo te nîşan Buhar e êvar e, sîyê girtî zinar e Keç û xort li seyranê Ji xeynê me dost û yar e Gulnîşan Gulnîşan esmer halim perîşan Ezê biçim xûrbetê, da bo te bikem nîşan Gulnîşan gulgulî, kesk û sor da xemilî Kesê Gulîşan nevê, ew delala vî dilî Kesê Gulîşan nevê ew serdilka vî dilî Gulnîşan Gulnîşan esmer halim perîşan Ezê biçim xerîbiyê, destmala’m bo te nîşan Çavkanî: Hesenê Cizîrî Berhevkar: Şivan Perwer Mamê min Were dotmam were dotmam were dotmamê Tu kulîlka nava şax û zozan Wele dotmam heçî kesê derdê evînîkê nedîtiye Ax de bila li min û dotmama min nekin gazind û loman... Ay de domamê... ax zerî kubarê dil evîndarê Wele dotmam ava şetê me şerbet e... Pêla navîn li ser hev kete Lê dotmam dibê evînîka xelk û alemê adet bû Ax ya min û dotmama min li Cizîra Bota bûye çi qebhete Ax de domamê... ax zerî kubarê dil evîndarê Wele dotmam ava şetê me hêşîn e, pêla navîn ser û bin e Wele ezê herim dotmama xwe ji mamê xwe bixwazim Wela heke mamê min dotmama min nede min Wele ezê çepilê dotmama xwe bigirim birevînim Biqelibînim ser çemê Xalidikê… Ax de domamê... ax zerî kubarê dil evîndarê… Wele domam wele domam, navê dotmama min Gulçîn e Tava heyvê daketiye Cizîra Botan ser û bin e Ezê herim dotmama xwe ji mamê xwe bixwazim Lê lê heke dotmama min nede min Ezê bêjim mamo tu xwînîyê serê min î Ax de dotmamê dotmamê Wey de dotmamê, ax zerî kubarê, wez bi xûlamê Gotin û Muzîk : Meryem Xan Berhevkar : Şivan Perwer Heybênin Heybênin bênin Kejawe bênin Ew kiçe mindal e dilî meşkênin Erê çinar û lawlaw Cana zerya nemawe Erê min bo kê digrim Kê bibe ya ma Heybênin bênin Kejawe bênin Belê delên le bane Cana xum exime xwarê Erê xum eximê bawiş Gel gele darê Heybênin… Erê delên lew bane cane şede herzan e Belê şidê qabilî bala berzan e Hey bênin, bênin Belê dibên hingiv ket Canam le qutya şîn da Belê ê man çûn xazgînî Vala hatin bi şûn da Gotin û Muzîk: Gelêrî (Soranî) Çavkanî: Tîpa Silêmanî (Enwer Qeredaxî) Berhevkar: Şivan Perwer Sarê Sarê rabe êvar e, delalîkê rabe êvar e Sîyê girtî zinare Sî ket ber dîware Min bi heyrana gerdenê Wan biskê te yî li dar e Sarê keça Sûrya ye, delalîka dayik û bava ye Min go Sarê were vir Sûryoyî xeber daye Dinê me ji hev cuda ye, lê dilê me di hev de maye Em gelek ji hev hezdikin Ferqa dîn qet nemaye Sarê tu Sara min î, rindikê tu yara min î Ez bi heyrana gerdenê, wan biskên te yên şekirî Zar û ziman ne zor e, ger tu dixwazî fêr bibî De were te fêr bikim, da bi Kurdî xeber bidî Gotin û Muzîk: Gelêrî Hekîmo Were bêje Hekîmo… Hekîm qûrban tuyê bi xwe kî Xwedê hebînî ser me da neke nazî, wey neke nazî… Tuyê merhemekê ji birîna birîndarê mala bavê min re çêkî Tovê henikê, ji donê zeytê, koka darê dara Mazî Wey esmerê bînî şîrê teyrê bazî, emê pêşkêşî hekîmê xwe kin Bo xatirê birîndaran zêrê serê van pîrekan hekîm Heger tuyê birîndare mala bavê min sax kî Tu yê bi zêrê bi serê me qaîl bû, qaîl bû qaîl nebû, ezê pêşkêşî hekîmê xwe kim rûkê henarî, gerdena nazî Evdal im evdal im… nemînim nemînim… wer hekîmo birîna birîndarê mala bavê in xedar e, neêşîne Were bêje hekîmo, hekîm qûrban tu yê qutiya melhemê ji wî alî bîne vî alî, wî e hê hê… bîne vî alî Tuyê dibînî birîndarê mala bavê min bi ser birîna xwe de kûr dinalî De tu yê çêke melhemekê çêke ji evîna dilê evîndara Tovê biyê, ji koka dara darkinêrê, wey Esmerê bîne şîrê teyrê barî Wesmerê bîne şîrê teyrê barî, wemê pêşkêşî hekîmê xwe kin Hal û malê dinê ji bo xatirê birîndara, zêrê stûyê van pîreka Hekîm eger tu yê birîndarê mala bavê min sax kî Tu yê bi zêrê stûyê me razî bû, razî nebû wezê pêşkêşî hekîmê xwe kim cotê zermemkên qerqaşê hejde salî Wey de evdal im evdal im, nemînim nemînim… Wer hekîmo birîna birîndarê mala bavê min xedar e neêşîne Gotin û Muzîk: Evdalê Zeynikê Çavkanî: Şeroyê Biro Berhevkar:Şivan Perwer Seyran Nisan meha seyran e Dema bihara gulan e Vebûn gul û gulxunçe Çirîka bibilan e Were evîn were ba min Jana dil axîna min Ez heliyam li ber evînê Dermanê dil bide min Heyva çarde çû were Dewir û dem nema bi me re Ez nexweş im bêhal im Beriya ku can bidim wer Gotin: Şivan Perwer Muzîk: Gelêrî Yaro Yaro yaro yaro yaro Yaro yaro yaro yaro Xizir vezo marê biyaro Ezo şûne naçi verdi Yara rendek sujî verdi Yaro yaro yaro yaro Yaro yaro yaro yaro Xizir vezo marê biyaro Yaro delalo rindek e Him alvoz û him hevalik e Yaro yaro yaro yaro Yaro yaro yaro yaro Xizir vezo marê biyaro Xûda yarê min gunek e Gûzeka spî moreke Yaro yaro yaro yaro Yaro yaro yaro yaro Xizir vezo marê biyaro Gotinû Muzîk: Gelêrî Berhevkar: Mehmet Çapan Lemlanetkem Lemlanetkem, suk were dest le milanit kem Xu min yexsîrî tu nîm, hewaley şêkanit kem Xu min yêxsîrî tu nîm hewaley kiwstanit kem Qela û Sefîn beramber Yarekem e’bay kirde ser Bo xoy deçê bo seyran Minîş kirdûwe derbeder Be danîşin du be du Kelegetî xal le rû Aşiqî le xwe birdû Bo ru awirim tê berbû Ey gulî şaxî Sefîn, ey ciwanî şeqlawe were Were dilim be ax û keser e Were le ser Sefînewe birwane Wek evînî min çend kûr e Were were were ey hewar were Hewlêr piştî çiya ye Nawerastî kela ye Mesîf ser banu ma ye Min Şeqlawem xûş dewêm Ji ber Leyla tê da ye Gotin û Muzîk: Gelêrî (Soranî) Berhevkar:Şivan Perwer
__________________ |
||||||||||
|
|
|
|
#5 (permalink) | ||||||||||
|
Daha önce verildi...müsadenizle konu kapalı...
![]() [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir. ] ( [Linkleri Sadece Üyelerimiz
Görebilir.
] [Linkleri Sadece Üyelerimiz
Görebilir.
])
__________________ |
||||||||||
|
|
| Seçenekler | |
| Stil | |
|
|
Benzer Konular
|
||||
| Konu | Konuyu Başlatan | Forum | Cevaplar | Son Mesaj |
| Şivan Perwer şarkı sözleri - Helbestên stranan | Mirza | Kürtçe Şarkı Sözleri [Lyrics] | 8 | 05-29-2008 01:18 PM |
| Korn Şarkı Sözleri | Serhad | Yabancı Şarkı Sözleri [Lyrics] | 5 | 05-05-2008 09:17 PM |
| Pamela tüm şarkı sözleri | Mirza | Türkçe Şarkı Sözleri [Lyrics] | 1 | 05-02-2008 07:50 PM |
| Flyleaf Şarkı Sözleri | Mirza | Yabancı Şarkı Sözleri [Lyrics] | 0 | 05-02-2008 03:31 PM |
| RADIOHEAD - Şarkı Sözleri | Mirza | Yabancı Şarkı Sözleri [Lyrics] | 3 | 05-02-2008 03:26 PM |