![]() |
|
||||||||
| Kürtçe Şarkı Sözleri [Lyrics] Kürtçe şarkı sözleri bu alanda sunulmaktadır. |
|
|
LinkBack | Seçenekler | Stil |
|
|
#1 (permalink) | ||||||||||
|
Beser Şahin Berîvanê Berîvanê, Berîvanê, Tu keça rind û ciwanê Tu şehîda gulîstanê Tu sembola serhildanê Tu çîçeka Gulîstanê Şîn bûy Cizîra Botanê Meskenê Memê Alanê Cîyê şêr û şehidanê (Dîsgotin) Berîvanê mey bê vala Çek û sîleh, bejnê pêça Daket ala Cizîra Botan Keça Kurda bû ye rêzan (Dîsgotin) Ala rengî bi ser ra kir Silav rêça hevalan kir Dilê me da tu her bijî Şêra Kurda Bêrîvanê (Dîsgotin) Rojbaş Bi tîrêjên rojê re Bi aviya sibê re Ji nav çiyan der tên Dilê me hemiyan pê re Rojbaş Gerîlla rojbaş.... Herdu destan rakin Kesk, sor û zer li bakin Keç û xortan silavkin Wê kurdistan avakin Rojbaş Gerîlla rojbaş.... Li dû hev dû bi rêz in Hemû huner û hêz in Kevokên aşitî ne Bi zêrê zer xêzin Rojbaş Gerîlla rojbaş.... Gotin: Hekîm sefkan Muzîk: Hekîm Sefkan Serrastkirin: (Şehîd Serhad) Were Were der ey keldûmana min, Bese bi ser hev de kom dibe Diwerimîne cegerên min, Were, Paqijbike lûla gewriya min, Ji taliyê ji gemara tirsê, Ji ser hev rake diranên min Yên ku bi ser hev de hatbûn guvastin Bela bes bimijin xwîna hevûdun her dû lêvên min Were, were û bilivîne zimanê ku hatibû hiskirin, Bila bilive û bêje, Deee bese Nurheq Dee bese Engîzek, Bîne der wê hêrsa xwe ya sedê salan Biteq bi ruwê xayintiyê ve Bikuje bi hêrsa xwe xayinên jînê Û hemêz bike Sebriyê dayika min Xwazgîniyê azadiya te bû, Gulek ji yên zindanê, Pêtek bû ji agirê Mazlûman Nûrheq Nozdeh Siwar hatin Nûrheq dilezîn Dengê lingê wan neyaran dibizdînin Çiyayê Nûrhaq û Engîzek dihejînin Zincîrê xayintiyê ew diqetînin Siwarê pêşî Sebirye Sehlewend e Parasvanê xeta rast û serbilind e Bi heybet e dijminê xayinê kunde Li ber xweda serî hilda Lawê kurd e Bûne kilîta deriyê azadiyê Mîna mûmên ku vêkevin li tariyê Şoreş in ew li dijî vê tariyê Bilind hildan ala artêş û partiyê Hîna bi hezaran Sebriyên me hene Ji Botanê ta Nûrhaqê li pey we ne Gerîllan e parasvanê doza me ne Ger yek her e sed li sûnê em her hene Gotin û Muzîk: Hekîm Sefkan Licê Agir berdan nava bajêr Kuştin zarok û jin û mêr Dest avêtin guliyên zêr Sermê serî berdabû jêr Hevalno Megrî Licê diya min Hemêzke şehîdên xwe Bila neyar nekenin Bilind rake serê xwe Bi Tîm û topan girtin ser Ji tankan çêkirin çember Hinek kuştin hin kirin der Hinek girtin bin darê ter Hevalno Em Licê bikin gulîstan Bixemlînin mîna bûkan Li ber serê wan şehîdan Em biçînin baxê gulan Hevalno Gotin: Hekîm Sefkan Mûzîk: Beser Şahîn Textor Textor birîna min kuwîr e Ji kevin de ye pir pîr e Derman bik eger tu jîr e Textor Birîn ne birîna dil e Ne ya hestî, dest û mil e Canê min tev ji ber kul e Textor Çiye, tu dibê rab û rûnê Derzî û derman nayê sûnê Canê’ m divê serxwebûnê Textor Gotin û Muzîk: Hekîm Sefkan Leylo Çi dare ji dara Hewrêyo leylo leyla min Hosta bînin ji Stewrêyo tew tew mala min Çêkin textê vê yarêyo leylo leyla min Çi dare ji dara Hinarê leylo leyla min Hosta bînin ji Hekarê tew tew mala min Çêbikin textê vê yarê leylo leyla min Çi dare ji dara Bihokê leylo leyla min Hosta bînin ji Dihokê tew tew mala min Çêbikin textê vê bûkê leylo leyla min Gotin û Muzîk: Gelêrî (Mêrdîn) Çavkanî: Husênê Tewfê Keç û xortên Em keçên kurdistanê Em xortên Kurdistanê Sînga xwe naguhêrin ji arê zindanê Va Newroz e Ar û doz e Roja soz e Bi pîroz e Em keçên kurdistanê Em xortên Kurdistanê Serê xwe natewînin li heber nemanê Mê avakin Mê rizgarkin Serfirazkin Kurdistanê Em keçên kurdistanê Em xortên Kurdistanê Dengê xwe bilindikin li nava cîhanê Pêt û ar in Dij neyarin Tev siwar in Bo jiyanê Gotin û Muzîk: Hekîm Sefkan Wesya mina Perskerî ma ra perskerî awa dero Zimistananû serdû wusaranê germo Maymi gulê bilbilê baxo sêrê kowo Zamay mi hardûdi bereqîn mi je zerno Dayê dayê mirina mina Dayê dayê wesiya mina Je siliyê bi himet voraymi Je lasêr ebi lerz amaymi Xo sana senê to pelgê daranêmi Veyvikêmi hardûdi bereqînmi je zerno Dayê dayê mirina mina Dayê dayê wesiya mina Êstirê çimanê dayikanêmi Ma henê dastnêmi sewda mûradanêmi Rindiya welatê xoyêmi Nexsê serokêmi Sehîdêmi niy mirinmi kurdistanêmi Dayê dayê mirina mina Dayê dayê wesiya mina Qise û muzik: Beser Şahîn Xidirê mi Xaxo verra Xidirê min cigera min sona rayê Ha pepûga biko Xido ha pepûga kora mayê Wayê wayê,li min li min Xidirê min cigera min Mamekiya Mamekiya li min dayê Mamekiya Kerdmi top berdimi biko Disew û poncas mordem piya Wayê wayê,li min li min Xidirê min cigera min Meso meso Xidirê min cigera min Kora me so To xapneno biko Xido nû hukûmato tereso Wayê wayê,li min li min Xidirê min cigera min Qise û Mûzik: Gelêrî (Dêrsim) Berhevkirin: Beser Sahîn Dayê Dayê dayê dayê day delala Adir weke nayki yenê hevalê Heval cordê yenê xo tadanê Adir serdê xildanê way yamanê Namê daya min dayê dîlana Vera desmîn çera way bîlana Ha zana dawa dersim,Zîlana Ha zana dawa herîsponc milyona Qise: Xalid Sahîn Mûzik: Beser Sahîn Bêrîvana min Bêrîvanam berxikami Sew û roz tenganiya mi Tu hesreta can cigera mi Lorî berxikam Lorî cerenam Zarencam Hewndi viyenin virana mi dira Wirzin xoser lêwimidi çina Xerîbiya mira zof dûriya Lorî berxikam Lorî cerenam Zarencam Çîçego boyiken boya tuya Cigeram to ra girêdiya Zerê mi de kul beriya Lorî berxikam Lorî cerenam Zarencam Qese û mûzik: Beser Sahîn Wirzê Wirzê wirzê wirzê birayê min Wirzê wirzê wirzê hevalê min Wirzê wirzê pirodimî Porîxayu saw qeremuxo Pira giran giran risno wayê Wirzê wirzê wirzê birayê min Wirzê wirzê wirzê hevalê min Hevalî tokî torî sa girêdanê Heval Mazlum Nayî cordê yenî vanê Heval Mazlum sehîd kerdu Wirzê wirzê wirzê birayê min Wirzê wirzê wirzê hevalê min Hevalî tokî torî sa girêdanê Heval Mazlum Qise û Muzîk: Beser Sahîn û Sevîm Sahîn Simê Simê simmê simmê simmê Tawura simmê Ardê neyar wirdê neyar Ma werdîmmê Ey milletê Kurd, ey insanê Kurd Nu çi halo ma teyrimî Gam bi gam çing bi çing Pira wirjîmî Ma kamîmî qayxokîmmê Xo nas kîmmê Ey milletê Kurd, ey insanê Kurd Nu çi halo ma teyrimî Çek rexta gire dîmê ca bijîmî Hardê xo welatê xo xelas kimmî Ey milletê Kurd, ey insanê Kurd Nu çi halo ma teyrimî Qise û Muzîk: Beser Sahîn Elî Ihsan To qomandanî Dersimî To rosniya hard û asmênî To royî canî, to xortê ciwanî To royî canî, to xortê ciwanî Koyî Dersimî miz dumano Bira Alî Ihsan her cara vengdano Vano bêrî wayênê bêrî birayênê Vano bêrî wayênê bêrî birayênê Koyê Dêrsîmî lerzeno Alî Ihsan serê xo de çiqo hêrsino Xebera sayî mire amîye Birayê min sehîd bîyo Awa çemî Perîyê de Birayê sîn û siwano Qise û Muzîk: Beser Sahîn Newroz Vayê girmî yenî hurdî, hurdî çar hetora Adirê zêrd kerdiya gost û canê xo ra Girîna xo xemelnowo, gul û rêhani ra Adirê sora biskîna, rîyê dismeno ra Neworoz to Mazluma, newroz to Agîda Newroz, newroz cejina mawa Newroz, newroz Kurdistana Hirî kila vêsinê Newroz adirê to ra Kesik sor zer bireqînê destanê hevalu ra Govendê bijerî kowo dewu sukura Ewro Newroza rayêkimê serhildanu ra Neworoz to Mazluma, newroz to Agîda Newroz, newroz cejina mawa Newroz, newroz Kurdistana Qise û Muzîk: Beser Sahîn
__________________ |
||||||||||
|
|
|
| Seçenekler | |
| Stil | |
|
|
Benzer Konular
|
||||
| Konu | Konuyu Başlatan | Forum | Cevaplar | Son Mesaj |
| Korn Şarkı Sözleri | Serhad | Yabancı Şarkı Sözleri [Lyrics] | 5 | 05-05-2008 09:17 PM |
| Kızıl Şahin.. | ßotan | Kuşlar | 0 | 05-03-2008 10:46 AM |
| Pamela tüm şarkı sözleri | Mirza | Türkçe Şarkı Sözleri [Lyrics] | 1 | 05-02-2008 07:50 PM |
| Flyleaf Şarkı Sözleri | Mirza | Yabancı Şarkı Sözleri [Lyrics] | 0 | 05-02-2008 03:31 PM |
| RADIOHEAD - Şarkı Sözleri | Mirza | Yabancı Şarkı Sözleri [Lyrics] | 3 | 05-02-2008 03:26 PM |