![]() |
|
||||||||
| Kürtçe Şarkı Sözleri [Lyrics] Kürtçe şarkı sözleri bu alanda sunulmaktadır. |
|
|
LinkBack | Seçenekler | Stil |
|
|
#1 (permalink) | ||||||||||
|
Koma Mizgîn ![]() Jîyan Gelo çima dijî mirov Ji bo çîye û çi nîne Ger xirabî ger çêyî Herdem hertişt li ba wî ye Dil û jîyan bikin yek e Xwe nexapînin bi malê dunê Rastî bêjin rastî bijîn Hevra bibin yek dil û can e Êdî bese rabin serxwe Bigerin bi hevra sema Têla tembûra min dibê Zulfîqar şûrê heqane Gotin: Semî Ber & Yilmaz Ersahin Muzîk: Yilmaz Ersahin Tew zerê Jorda hatî refik qazo Wî dilo yo yo yo yo Jor da hatî refik qazo Tew zerê wez mêvanê teme Hêvrî girtî gaz bi gazo Wî dilo yo yo yo yo Ez çibikim dewet bê sazo Tew zerê wez mêvanê te me Jor da hatî refik cuko Hêvrî girtî sûk bi sûko Ez çibikim dewet bê bûko Tew zerê wez mêvanê te me Gotin û Muzîk: Gelêri Berhevkar: Yilmaz Ersahin & Arslan Dogan Sîpanê Kî here axa Tetwanê Wê bibine çiyayê sîpanê Cîh warê siyabend û xecê Xeml û rewşa Kurdistanê Sîpan sîpane xelatê Bilind bûn çiqas li te tê Ava te ava qudretê Gulên te gulên cunetê Te kul û xem pir dîtye Zulm û zorê te pir dîye Xwezgînî hate girtne Soz û peyman wan dane Gotin û Muzîk: Dilovan Sebra min Ji xwe dipirsim sebrate kanî Gelo wenda ye kê ew hilanî Nikarim bijîm tim bê te lê yarê Dilê min diêşe ji ber te yarê Canê min diêşe ji ber te yarê Evînê birine ez pir bêhal im Delalê xezalê ez kur dinalim Şîrînê delalê ez pir bêhal im Xezalê delalê ez pir bêhal im Pelê te gulê sorê sor ave Wek birîna min hîn jî bê nave Dibê bibînim çavên kildayî Ev demên sirîn biskên badayî Bi tenê nabe bê te xew nakim Gotin û Muzîk: Peywan Arjîn Şev Wa dîsa bû şev Xewa min nayê Van şevên tarî Dawî lê nayê Tenahî zor e Sebra min nayê Dîlber xeyîdîye Pêjîn jê nayê Dimînim şîyar Di gel xeyalan Sevhêrkêm diçin Tev puç û vala Dijmêrim derdan Dirêşim kulan Dilber xeyîdîye Pêjîn jê nayê Helbest: Beşîr Mele Newaf Muzîk: Peywan Arjîn Keçika cindî Hana na keçika cindî Tu çiqas rind î poz bilind î Tu ji vî gundî ez ji vî gund î Nizanim çima tu poz bilind î Hana na na cana na na Na na na şimik sorê Şimikan derîne were jorê Min bi xulama te porsorê Hana na na cana na na Na na na şimik reşê Şimikan derîne were hewşê Min bi xulama te por reşê Gotin û Muzîk: Gelêrî Berhevkar: Yilmaz Ersahin Kurmes Kurmes bişewute li ber gaze Xebera xirab ji me çi dixwaze Wez ji qu kuva terim narim Xebera kotî di pêşya min dibeze Were eman eman eman eman Wez helîyam dayê teva nemam Ro vêket di gazê da warbû Derd û kulê me dihevda rabûn Şevaka payîzê sibe bû Derd û kulê me ne eyle bûn ne sar bûn Gotin û Muzîk: Dayika Edo Berhevkar: Semî Ber Çima Çim çim çima nay çima Esmer çima tu nayê Çim çim çima nay cima Dîlber çima tu nayê Çavêm kor bû ji hêsiran Lawo tu li xerîbîyê mayî Veger were cem dayka xwe Welat li hêvya te maye Berfa welatê me helîya Bihar hat tu nehatî Gul û sosin tev rengîne Dilê dayîka te bi xemgîne Gotin û Muzîk: Semî Ber & Yilmaz Ersahin Hêviya min Hêvîya min ji te heye ey hîcrana can Wer dermanke van birînan bi gul û rihan Hun gazincan ji min nekin derdêm giran a Evîna dijwar bila neyê serê gurana Pir havîn zivistan va çûn dîsa deng nehat Ma kê dîtîye gelo van birînên xedar Ew ne li vir ez dûrketim li xerîbiyê Bûye zindan jîyana bê evîndarîyê Gotin û Muzîk: Armanc Ax û dax Ax û daxû derdî le dest dunyayê Pesew û bê halim derd bê duwayî Em sersamîya Bê aramiya Dil nakamîya Key dîye kotayî Bûhar çûye derom pêy xirabtirim Nasre wê dilêy pir li agirim Ne li nav gulîzar Nelay xizmû yar Ne li dest û sar Oxre nagirim Gotin: Goran Muzîk: Arslan Dogan & Koma Mizgîn Lo lawiko Binê malê me bi rê ye Tûncik topa rimê ye Dikim delal revînim Bavêm kela Wanê ye Delal Delal delal wî delal Ax delal lo lawuko Sêva sor bê dendiko Ba xelkê ne tisteko Li ba min teberiko Delal delal delal Hamdi li gir fitili Te di li gir fitili Neynik dani xemili Xweskam yara xwe biditi Li ser kevna ewulî Delal delal delal Gotin û Muzîk: Gelêrî Agir Agirê şewata dilê dayîkan Dişewute venamire Agîrê hezar salan Dişewute venamire Agir agir roj agir Tîna dilê me agir Şewata azadîyê Hesreta Kurdan agir Tim buharê li newrozan Ronî dide deşt û çîyan Agîrê dilê şehîdan Dişewute venamire Helbest: Yilmaz Ersahin Mûzîk: Yilmaz Ersahin Şivano Şivano coş dibî tu li dest û diyaran Nabînî tu ruyê ne derd û xedaran Şa dibî tu herdem bi berx û bi karan Xwezil ji berxên te jî yek ezbama Heyla lawo şivano Ez heyrana şivano Heyla lawo şivano Ez qurbana şivano Pif dikî bilûrî tu li şevên tarî Top dibin pezên te tev li te dikin guhdarî Çi dibê tu ji wanra tu bi kîjan zarî Xwezla ji guhdarên te jî yek ezbama Helbest: Kemal Badilli Mûzîk: Yilmaz Ersahin
__________________ |
||||||||||
|
|
|
| Seçenekler | |
| Stil | |
|
|
Benzer Konular
|
||||
| Konu | Konuyu Başlatan | Forum | Cevaplar | Son Mesaj |
| Korn Şarkı Sözleri | Serhad | Yabancı Şarkı Sözleri [Lyrics] | 5 | 05-05-2008 09:17 PM |
| Pamela tüm şarkı sözleri | Mirza | Türkçe Şarkı Sözleri [Lyrics] | 1 | 05-02-2008 07:50 PM |
| Counting Crows şarkı sözleri | Mirza | Yabancı Şarkı Sözleri [Lyrics] | 6 | 05-02-2008 03:56 PM |
| Flyleaf Şarkı Sözleri | Mirza | Yabancı Şarkı Sözleri [Lyrics] | 0 | 05-02-2008 03:31 PM |
| RADIOHEAD - Şarkı Sözleri | Mirza | Yabancı Şarkı Sözleri [Lyrics] | 3 | 05-02-2008 03:26 PM |