![]() |
|
||||||||
| Kürtçe Şarkı Sözleri [Lyrics] Kürtçe şarkı sözleri bu alanda sunulmaktadır. |
|
|
LinkBack | Seçenekler | Stil |
|
|
#1 (permalink) | ||||||||||
|
![]() Ey Dêrsimê Êy Dêrsimê, êy Dêrsimê Çi halê me heya niha Dujminê me, bavkujê me Runiştîye mala me da Em kar dikin, xebat dikin Tiştek tune mala me da Êy Dêrsimê, êy Dêrsimê! Êy Dêrsimê, êy Dêrsimê Çi halê ew he ye niha Kanî Cemo? Kanî Memo? Civîn heye Gundê me da Kanî Tifing? Xençera şeng Çima nîne destên we da? Êy Dêrsimê, êy Dêrsimê! Êy Dêrsimê, êy Dêrsimê Çi rewş e ew heya niha Zêr zane û zor zane Devê Tifinga mor zane Her bêje gel, em şer dikin Bo Kurdistan me can fîda Êy Dêrsimê ,êy Dêrsimê Gotin û Muzîk: Ali Baran Warne dahatê Def û Zirnê lêxine Qeflê li hev bicivîne Dengê dengbêj şîrîne Qîz bûkan bicivîne Lawno warne dahatê Kurno warne dahatê Dahata kurê Metê Bîrnakim heta hette Dengbêjê kale kale Bûk bedew e law ê xal e Zava can e ne kal e Emrê Bavan bîst sal e Lawno warne....... Hemu bêjin bimbarek Hemu bêjin pîrozek Roja îro pir can e Dilxwazî û miradek Lawno warne ..... Defçîyo li defêxe Zurneçîyo de lêxe Xismê me yê teze ne Yek Mele ye yek Şêx e Lawno warne .... Gotin û Muzîk: Baran Ezê yekî bigrim Ezê yekî bigrim li tewn û teşiyê de Ezê yekî bigrim li rixi û reşiyê de Eze yekî bigrim li zewq û sefalixê dunê da De lê lê hayê… lê hayê... Lo lo çavê yekê gilor e reş û belek e Bejna yekê zirav e wek hurî û melek e Zimane yekê şêrîn e li ba şekirê şamê vemeke De lê lê hayê… lê hayê... Lo lo bavê yekê beg e, wezîr e Bavê yekê bi zêr û zîv e pir malxur e Bavê yekê li gundê me şivan e, gavan e pir feqîr e Lê qiza wî emra dilê min e lo lo hayê Gotin û Muzîk: Ali Baran Demê demê Demê demê demê,çi xweş e demê Werin hevra bigrin, em eşq û semê Cema me şûna ehlîbeytan e Sema me tehre çel Qirxleran e Rêya me rêya deh û du îmaman e Xizir hazir û nazir li ser riyan e Demê demê demê, çi xweş e demê Werin hevra bigrin, em eşq û semê Heftê û du millet hat ser Cîhanê Alem ji yek nuxdê tev peyda bûye Dunya bakî nîne qe ji kesan re Aliyek peyda bûye ji Kurmancan re Demê demê demê,çi xweş e demê Emê biratî bikin rê û tevdîr, Emê ne bin hêsirê ber zulmên mîr Ê bên zemanên bi kêyf û bi nûr Ê rabe zemanên,tarî û zuxûr Gotin: Baran, Muzîk: Gelêrî Zeryê zeryê Zeryê zeryê lê tu zer î Desmala dor bi morî Li ber kendalan rûmenî Doce dase bi runi Malan barkir goç bi rê ket Zeriyam giran giran dû ket Heta Zerê çû diyarda verbû Agir bi dile min ket Me îsal çandiye cehek Mera nemaye mehek Gurz bi gurz biçînin bînin Bînin di bêderê kin Çiyayê hember pir bilind de Pûşiyê hilîn por di bin de Zerê destê min ji te nabe Tu desmala xwe bi min de De ha lêxin de ha hûrkin Bînin li destêr kin Hûr hûr bihêrin em bi nan kin Zarok û zêçan terkin Baran barî tene tene Vana rêçê min û te ne Yê ku bûn sebeba min û te Ew dijminê wî xadê ne Gotin û Muzîk: Ali Baran Eman eman Ez xerîbê ustî xwar im Dil da kul im kûr dinalim Dikim nakim we nabînim Êdî jar im ezî kal im Eman eman eman Çiya girtî berf û dûman Ez pê ketim derdê giran Nabînim çarê û dêrman Ew çi hal e ez dizanim Xelkê bindest im xizan im Welatê min tev şewitî Êdî kesek pê nizanin Eman eman....... Dest bi çek li ser Çiya bim Sebê welat can bidim Dixwazim welat rizgarkim Êdi nikam ez kal im Eman eman.... Gotin û Muzîk: Fedayî Baran Em şer naxwazin Em naxwazin wî derdî Şer bikeve tev erdî Naxwazin rê bikşînin Çavê Qîzê û desgirtî Em dibên nebînin Şertê wan bihebînin Em naxwazin kal û pîr Li ber dîyara bimînin Em naxwazin şera va Hew dûrkevin Bûk-Zava Naxwazin rê bikşînin Çavê Dîya,çavê Bava (Dîsgotin) Pirsa me yê şert ew e Dinyayê de şer nebe Dilê axîn û cahîla Tim wext melûl nebe (Dîsgotin) Gotin û Muzîk: Ali Baran Destê ma Wortê kar û Xebatî de Araq kûto çarekê ma Wortê Zeran û şemendê Destê ma Dayê destê ma Destê ma Dayê, Çene,Çene Weyve, Weyve destê ma... Top û Tûfongu vîrazimê Kamî ra Eskêrî ma kamî ra? Bindestî de ma bîya kole Destê ma Dayê,Dayê destê ma Destê ma..... Destê xo bidi destê ma Poşta xo bidi poşta ma Bere Zordestu dêmdîmê ma Destê ma Dayê,Dayê destê ma Destê ma Çene çene.. Gotin û Muzîk: Ali Baran Bûkê Çavê bûkê hebê tirî Heb li hebê ne dibarî Bûkê hat li min rabirî Min di dû da berda girî Lê lê bûkê çav reş bûkê Rindik î wek Kewokê Xaşik î wek şemokê Ez dimirim tu çi dikî Bûkê ware em herin Dirban Mal û milkêm hemî te ra Seba xatirê te dilberê Gayê sûrik dikim qurban Lê lê bûkê……. Baran barî erd şil nekir Rojê lêxist erd ziwa nekir Seba çaven reş û belek Eşîrê Dersim hevdu qir kir Le le bûkê…… Gotin û Muzîk: Ali Baran Lure Lure ezo tora hevalimi Na koanre peyarimi Eskerî dismenî amo Dakilami mara çi wezeno Lure lure lura mina Çim burî qeytan nemina Lure to qiçay nezanay Ewro sondi çay berbenay Apê to kodi ceng keno Piyê to hepisde makumo Lure lure lura mina Çim burî qeytan nemina Çemê Muzirî de gonî sona Nagoni goniya hevalana Dismanê ma Koledariyo Namê werekemî Azadiyo Lure lure lura mina Çim burî qeytan nemina Gotin û Muzîk: Ali Baran Şîrîna min Ava nevalan xuşe-xuş e Şîrîna min kinca dişo Dinale giran nexweş e Roj bi roj can lê dikişe Şîrîna min şîrîna min Ne bîramin mirina min Tu şîrîna ber dilê min Heta destê te lê nekev Qe xweş nabe birîna min Ez negano çi biyarî Şîrîn derdê xo wacerî Baran qedayê to bicerî Fîstanê sorik bi narî Şîrîna min sirina min -Dîsagotin- Şeva çûyî mala me bû Heta sibê qala te bû Seyd Riza rêbere me bû Çemê Muzir tew candek bû Şîrîna min şîrîna min -Dîsagotin- Gotin û Muzîk: Ali Baran Ax baba Çûme diyarê bêderan Ketim nav cema rêçbêran Him cot dikin, him av dikin Bûa mîr û beg û Axan Ox ox ox ox Axbaba ye Wa çi eşq û çi sevda ye Cila reşik xwe werdaye Wa çi hale çi sevdaye Dem dem dem dem...ox ox Tu Tembûr î ez perde me Tu Axa yî ez kole me Li ber derîyê we sêvî me Ne kenîme ne şa bûme Ox ox ox ox Axbabaye.... Ew kaniya ji kevir e Çel xayinan av lê bire Wekê karê me karkiran Xelas nabe, venamire Ox ox ox ox Axbabaye... Gotin û Muzîk: Ali Baran Dilêm loy loy Dilêm loy loy dilêm loy loy Dilêm ezê hatim lo tu ne li mal î Tu qicik î ustî xwar î Ez qazî me tu kurê xal î Delaliyê dilê min tim û tim têm tu ne li mal î Xazike tu malxe bûya ez bermalî Dilêm loy loy dilêm loy loy ..lo siwaro Delaliya dilê min tu bihatana ji derda Ezê hûrik hûrik rabûyama ji berda Mi ji delaliyê dilê xwa ra têr xeberda Dilêm loy loy dilêm loy loy Xazike tu malxe bûya ez ji te ra bermalî Dilêm loy loy dilêm loy loy ..lo siwaro Delaliya dilêm şîrîn şîrîn têm tu ne li mal î Ezê rabim ji te ra daynim cî û berpalî Delaliyê dilê min ne sax î hûrik hûrik kur dinalî Delaliye dilemin tim u tim tem tu ne li mali Xazike tu malxe buya ez bermalî Dilêm loy loy dilêm loy loy ..lo siwaro Gotin û Muzîk: Ali Baran
__________________ |
||||||||||
|
|
|
| Seçenekler | |
| Stil | |
|
|