![]() |
|
||||||||
| Kürtçe Şarkı Sözleri [Lyrics] Kürtçe şarkı sözleri bu alanda sunulmaktadır. |
|
|
LinkBack | Seçenekler | Stil |
|
|
#1 (permalink) | ||||||||||
|
Gula baxçê min hejar e
Em Am G F Em Gula baxçê min hejar e Em C Em Am G Birîna dilê min xedar e G C Em Am G Dikim gazî û hewar e F Am G F Em Ka welatê min Kurdistan Ev çi xişm e hat serê min Qetil kirin bav û birê min Ka erdê min, ka warê min Ka welatê min Kurdistan Kûr dinalim ez bi şewat Ji derdê hesreta welat Dikim haho, dikim feryad Ka welatê min Kurdistan Bihara min bû zivistan Ne gul maye ne gulistan Çar alîm bûye goristan Ka welatê min Kurdistan Delalê Em Am D Delalê lê bese delalê D Am D Em Te ez kuştim bi bejn û balê Em C Am Ax dîlberê çi xezal î Am G Nikarim bê te nikarim D G D Nikarim bê te nikarim D G D Em Te nebînim, tar û mar im Delalê tu keça ciwan Tu him xweş î, him jî dilovan Ez heyrana birh û çavan Nikarim bê te nikarim Nikarim bê te nikarim Te nebînim, tar û mar im Delalê tu yî sebra min Şev û rojan tim li bîra min Guh bide min delala min Nikarim bê te nikarim Nikarim bê te nikarim Te nebînim, tar û mar im Ez dîn bûm ji hesreta te Dibêm carek bême ba te Şewitîm ji evîna te Nikarim bê te nikarim Nikarim bê te nikarim Te nebînim, tar û mar im Gotin û Muzîk: Mistefa Gazî Were Gulîcanê Were Gulîcanê, ez li hêvya te me Tu veke sînga min, tev derd û elem e Limin ferman rabû, va dîsa rêwî me Were Gulîcanê, ez li hêvya te me Bilbil li ser darê, dike ax û fîgan Heyfa xwe pê tînim, bilbilko oy yeman Êdî teqet nema, di van çok û lingan Were Gulîcanê, ez li hêvya te me Nizam çawa bikim vê dem û dewranê Limin hesret kirye, malbat û xêzan e Biyanî pirr zor e, derdekî giran e Were Gulîcanê, ez li hêvya te me Gotin: Mistefa Gazî Muzîk: Pereng Şewitîm ez Şewitîm ez pêtî pêtî Goştê canê min peritî Tu sebeb î, tu hesret î Tu miraz î, lê delalcan Vê buharê, vê hişnayê Vê evînê, kêf û şayê Gazî dikim, çima nayê Were were lê delalcan Îro dinya pirr zelal e Îro alem kerr û lal e Çima digrî, ev çi hal e Megrî megrî lê delalcan Gotin: Mistefa Gazî Muzîk: Pereng Welatê min Welatê min ez bi qurban Tu megrî û tu menalî Wa ez hatim, serî hildam Şer datînim li her alî Welatê min bi nav û deng Her ji bo te ez dikim ceng Hindik maye wê biqede Ev roja teng û reşbelek Welatê min tu her hebî Hêvîdar im tu azad bî Xwîna xwe yê sor bo te dirêjim Da ku tu j’bindestiyê pa bî
__________________ |
||||||||||
|
|
|
| Seçenekler | |
| Stil | |
|
|
Benzer Konular
|
||||
| Konu | Konuyu Başlatan | Forum | Cevaplar | Son Mesaj |
| Koma Xelikan | Serhad | Kürtçe Şarkı Sözleri [Lyrics] | 0 | 05-06-2008 02:11 PM |
| Koma Hemdem - Nesrin | Serhad | Kürtçe Şarkı Sözleri [Lyrics] | 0 | 05-06-2008 01:58 PM |
| Koma Mizgin şarkı sözleri | Serhad | Kürtçe Şarkı Sözleri [Lyrics] | 0 | 05-06-2008 01:18 PM |
| Koma Azad - Şar | Mirza | Albüm Kapakları [Covers] | 0 | 05-03-2008 03:57 AM |
| Koma Agire Jiyan (Ali Geçimli) | achar | Sanatçı Tanıtımları | 0 | 05-02-2008 11:12 PM |