DigiSörf  

Geri git   DigiSörf > Şarkı Sözleri ve Sanatçı Tanıtımları > Şarkı Sözleri [Lyrics] > Kürtçe Şarkı Sözleri [Lyrics]
Anasayfa Kayıt ol

Kürtçe Şarkı Sözleri [Lyrics] Kürtçe şarkı sözleri bu alanda sunulmaktadır.



 
 
LinkBack Seçenekler Stil
Alt 05-07-2008, 08:47 PM   #1 (permalink)
 
Üyelik tarihi: May 2008
Mesajlar: 1.349
Üye No: 19
Tecrübe Puanı: 43
Rep Puanı : 4095
Rep Derecesi
Zengarî has a reputation beyond reputeZengarî has a reputation beyond reputeZengarî has a reputation beyond reputeZengarî has a reputation beyond reputeZengarî has a reputation beyond reputeZengarî has a reputation beyond reputeZengarî has a reputation beyond reputeZengarî has a reputation beyond reputeZengarî has a reputation beyond reputeZengarî has a reputation beyond reputeZengarî has a reputation beyond repute


Cool Koma Çarnewa - butun sarkilar degil ama bircogu var-

Xemilî Zozan

Xemilî Zozan û minra kenya
Tavê ezmanan şewqa xwe dayê
Gulê gazî kir min hate manya
Ez dikim herim yar minra nayê


Yara min bedew nola van gula
Kîja rewş daye emrê dinyayê
Gul gellek hene çavresa dila
Gazî me dikin yar minra nayê

Kani xulxulî orta çiya de
Dinya bû zeynet û textê şayê
Gul gellek hene çavresa dila
Gazî me dikin yar minra nayê


Bitlîs

Sûka Bidlisê çal e ware lawik tu ware
Di bin da cot newale ware cano tu ware
Tu çuyî her dinalim ware lawik tu ware
Ev çendik û çend sal e ware cano tu ware
Bidlîsê çem û kanî ware lawik tu ware
Kevotkan li ser danî ware cano tu ware
Dixwazim werim ba te ware lawik tu ware
Rê dûr e kul xedar e ware cano tu ware
Gotin û Musîk: Gelêrîi
Herêm:Bidlîs
Çevkanî: Mulazim


Bostano
Her bostano bostano her bêlo, bêlo, bêlo
Her bostano bostano
Kî dibê gundo
Kî dibê şindo
Kavirê gurî
Gîskê hile
Mişkê aşa ne di male

Her bostanê xiyara, her bêlo, bêlo, bêlo
Her bostanê xiyara
Kî dibê gundo
Kî dibê şindo
Kavirê gurî
Gîskê hile
Mişkê aşa ne di male

Xalis lawê dostano, her bêlo, bêlo, bêlo
Xalis lawê dostano
Kî dibê gundo
Kî dibê şindo
Kavirê gurî
Gîskê hile
Mişkê aşa ne di male
Gotin û Mûsîk: Gelêrî
Herêm:Serhed(Bazid)
Berhevkar:Serhat Karakas


Ha Silêman
Ha Silêman lo Silêmano
Çû Silêman layê dayê
şûr girêda bin ebayê
şûr girêda çû Bexdayê

Ha Silêman lo Silêmano
Çû Silêman layê dayê
şûr girêda çû bin xetê
Gotin û Musîk : Gelêrî
Herêm: Serhed(Erzirum)
Berhevkar: Dr.Ahmet Kaya


Dêro
Dêro gidyo dêro can
Dêr dêriko dêro can
Zeviya dêro mozirgan
Dêro çandiye du kot nan

Dêro têye li Tutê
Hilda sellê heft putê
Dêro têye li Axçê
Selle ketiye ser nalçê
Gotin û Musîk : Gelêrî
Herêm: Serhed(Tuzluca) Berhevkar:Süleyman Gültekin


Kişe kişe
Kişe kişe kiş mirîşkê wî serê min dêşe
Kişe kişe kiş mirîşkê wî dilê min dêşe
Mirîşka min a reş e wî serê min dêşe
Mirîşka mina reş e wî dilê min dêşe
Kê mirîşka min birye wî serê min dêşe
Kê mirîşka min birye wî dilê min dêşe

Mirîşka mina reş e wî serê min dêşe
Mirîşka mina reş e wî dilê min dêşe
Kê mirîşka min birye wî serê min dêşe
Kê mirîşka min birye wî dilê min dêşe
Teslîmê rebbê jorê wi wî serê min dêşe
Teslîmê rebbê jorê wi wî dilê min dêşe

Çingi çik çiçika leçik leylika leylane
Çingi çik çiçika leçik secika se cane
Gotin û Muzîk: Gelêrî
Herêm: Serhed(Bazid)
Berhevkar: Serhat Karakaş

Êmo
De gurm e gurme gurm e lê Êmo
Şara serê te surme lê Êmo
Êmo Êmo Êmuşê
Koçera deyşta Muşê
Heft salê te qediya
Li berderê derguşê lê
Ware lê lê Êmo

Êmo hatî xul xulî lê
Ware lê lê Êmo
Ew porê boyaxkirî lê
Ware lê lê Êmo
Gotin û Muzîk: Gelêrî
Herêm: Botan (Mêrdîn)
Berhevkar: Huseynikê Omerî

Finciko
Yeman yeman yeman yeman, yar yeman Finciko
Ava cêhrê hêniko yar yeman yar yeman
Delal dilê lawik e yar yeman Finciko
Yeman yeman yeman yeman, yar yeman Finciko
Tiryê nava xerziko yar yeman yar yeman
Ava cêhrê hêniko yar yeman Finciko
Min vexware serbiko yar yeman yar yeman

Finciko çi xwaşik e yar yeman yar yeman
Wazik e wek berxik e yar yeman Finciko
Gula dilê qîzik e yar yeman yar yeman
Gula dilê qîzik e yar yeman Finciko
Yeman yeman yeman yeman yar yeman Finciko
Gotin û Muzîk: Gelêrî
Herêm: Botan
Berhevkar: Şerîf Xezekî

Mellî
Nere Mellî Mellî Mellî
Çim burî qeytan qelemê

Melema mi xo sanenara
Lesa rindeke tadana

Melema mi çiqa vaji
Be to çitur tebat kerî
Be to çitur vinderî
Nere Mellî Mellî Mellî
Çim burî qeytan qelemê

Cansa vano eme mellî bo
Mellî ye ser kes mebo
Ez be melliye mireno
Nere Mellî Mellî Mellî
Çim burî qeytan qelemê

Papurê
Way na gidyê na gidyê parurê
Qîza mellê çi rind î
Çîçeka nava gund î

Papurê milla bîne
Daweta keçka dîn e
Qelendê wê çil zêr e
Destê min destê wê ye

Papurê here ware
Cot lêxe tu vegere
Toze ser govendêxe
Gotin û Muzîk: Gelêrî
Herêm: Serhed
Berhevkar: Serhat Karakaş

Rim
Rim hêlanê rim hêlanê
Lo zavao rim hêlanê
Îro care dawet danî
Xuşk kor e tu pê nezani

Hey hewar hey hewar hewar
Hey hewar te kil û sehra min

Roj derket kenarê Bota
Tav derket kenarê Bota
Xalek rese wêl ser birhoka
Bum evdal ketme Zaxoka
(Disgotin)

Roj derket ji kenarê şkêra
Tav derket kenarê şkêra
Xalek reş e wel ser birhê ra
Bum evdal ketme bajêra
(Disgotin)
Gotin û Muzik Gelêrî
Herêm: Botan (Cizîr)
Berhevkar: Welî Botî

Were qurban
Le ber egrî cey ciwanî
deçim debme mêwanî
awrî ledilim berdawe
kuştmî xalî lemilanî

Were qurban aramî dilan
sêtit kirdim ser gerdan
hoşit birdim, aqlit birdim
sutam sutam were qurban

zulfî du mêtro nîwe
yarim befre û barîwe
lehî cuwe min nemdîwe
ciwan wek ew kiçe hetîwe

Zulfî xaw wek heyate
ew kiçe bo min awate
yar eger du macim datê
bo min rêgay necatê
Gotin û Muzîk Gelêrî
Herêm: Rojhilat (Bokan)
Çavkanî: Hesen Zîrek

Kuro were
Kuro were were were benda te me
Kuro were were were hêvya te me

Biskê min çar gulî ne
Yek ji yekê şêrîn e
Bayê ji bakûrê tê
Bedew e û zêrîn e

Roj xweş e li ser çîyan
Bidin hev dest û milan
Govend bigrin li her deran

Êvar e tarî li gundan
Pale têne zeviyan
Xwêdanê wan li eniyan
Das û çakuç li ser milan

Destê xwe destê min de
Em herin Cizîra Botan
Evîna Mem û Zîn e
Biteqe Beko Ewan
Gotin: Yilmaz Erşahîn-S.Karakaş
Muzîk: Serhat Karakaş

Cano
Çi kerî pez e û pala hanê
Min hejmarto bi desmalê

Pezê lawkê min hogeç e
Cano cano cano can
Min çêrand û kaş bi kaş e
Lêvê tenik, diranê mircan, kî bi heyran

Pezê lawkê min kavir e
Cano cano cano can
Min hejmarto bir bi bir e
Lêvê tenik, diranê mircan, kî bi heyran

Çi kerî pez e û pala hanê
Min hejmarto bi desmalê
Çi kerî pez e û pala hanê
Cano cano cano can
Lêvê tenik, diranê mircan, kî bi heyran
Gotin û Muzîk: Gelêrî
Herêm: Gimgim
Berhevkar: Mehmet Kaya

Meymokê
Wî robarê lê hişe bi ha hiş e
Wî bi heramê lê hişe bi ha hiş e
Ber xwe da tînît lê qal û qirş e
Sîngê Meymokê lê sêvikuka tirş e

Wî robarê lê nale bi ha nal e
Wî heramê lê nale bi ha nal e
Ber xwe da tînît lê pûş û qal e
Sîngê Meymokê lê sêvikuka tal e
Gotin û Muzîk: Gelêrî
Herêm: Çolemerg
Berhevkar: Cevat Besî

Min ew kesem
Min ew kesem hemû rojê
Jiyanî em rom difroşim bo kirînî nanî sibeyî

Em rom dîsam hatûme der hey jîn hey jîn
Jiyanî em rom bifroşim
Lem nakirê xavenînen lem nakîrî

Hana yekim pingawete bîn û gero
Hey dad hey dad hey dad hey dad
Lem bazar e bêrehme de jiyan herzantir e le nan
Gotin: Rebwar
Muzîk: Asoy Selte

Quling
Ez im ez quling im xerîb im hoy
Firiyame çûme ser axa xwe
Kanê dengê Evdalê Zeynikê hoy
Kanê hemderdiya min hevalo

Difirim dibazim nikarim bigîjim
Welatê min dûr e Sîpanê min dûr e

Per û baskê min şikestine hoy
Refa hevalê xwe qetyame
Birîndar im birîna min kûr e hoy
Nagîjim nabînim hevalo

Difirim dibazim nikarim bigîjim
Welatê min dûr e Sîpanê min dûr e
Gotin: Suleyman Gultekîn-Dr.A.Kaya
Muzîk: Fîkrî Kutlay-Dr.Ahmet Kaya

Berîtan
Çendî hebim ji bîr naçe Bêrîtana min
Awaz û sirûd li ser dev e Bêrîtana min

Kulîlka deşt û çiyan e Bêrîtana min
Eniya pêş te wê can daye Bêrîtana min

Cenga jînê te xweş dikir Bêrîtana min
Wekî pêlan êrîş dikir Bêrîtana min
Çeper nedida ber xwe dida Bêrîtana min
Paşverûtî mehkum dikir Bêrîtana min

Eniya şer de ya li pêş bû Bêrîtana min
Şehîdbûnê de her li pêş bû Bêrîtana min
Wek şefeqê ron û geş bû Bêrîtana min
Xemla xwey bûkanî sor bû Bêrîtana min
Gotin: Dilşa Yûsiv
Muzîk: Songul Beyazgul

De bila bê to
Hoy hoy de bila bê to de bila bêt
De bila bê to rûbara
Hoy hoy ew robarê hêzila
De bila bê to de bila bêt, de bila bê to rûbara

Hoy hoy de bila bê to de bila bêt
De bila bê to rûbara
Hoy hoy ew robarê satêyo
Hoy hoy kes nehato kes neçî
Hoy hoy ew robarê rûbara
Hoy hoy tasek av jê vexwara

Hayîîî.... Heyran jaro....
Zahoka Banînan bi xemgîn e hêê...
Û ser da hêlzîne bira ka bîne
Dibê diçim tava Xalan û gerdenê…
Ez çi bikim mirin e mala xwedî şewitî
Nêzîk e derdina şao…
Ayê hayê hayê...

Hoy hoy ew robarê sînê tê
Hoy hoy serkanî ji binyê tê
Hoy hoy ew robarê kesanê
Hoy hoy kişya ji bin silanê
Gotin û Muzîk: Gelêrî (Çolemêrg)
Berhevkar: Cevat besî, Lokman Uren

Newrozê
Min jî dixwest rojeke Newrozê
Bi kenan bi evînan bihatama
Min jî dixwest baran dirêj bibare
Wek çiyayê Oramarê bişewitîyama

Min jî dixwest tim bikenin zarok
Wek lehiyên zivistanê tev hatin
Min jî dixwest wek destên Bêrîtanê
Serê çiyan porê stêrkan şe bikira
Gotin: Kalbim Aslan
Muzîk: Dr. Ahmet Kaya

Enedol im ez
Min dergûşan daye Nûh
Deydikan, hêlekanan
Enedol im ez tu dinasî?
Hember xelkê rojê tazî
Şerm dikim şerm dikim

Bimeşe bi ser û ser

Tû bike rûyê cellad
Yê xwedî keysê, xayin û fesat
Di ber xwe bide bi neynûk, bi diran
Bi evîn bi hêvî

Wisa xwe xerab meke
Wisa reben wisa xemgîn
Li ku derê dibî bibe
Hundir, derve, dersê de sirê de

Bimeşe bi ser û ser
Tû bike rûyê cellad
Yê xwedî keysê, xayin û fesat
Di ber xwe bide bi neynûk, bi diran
Bi evîn bi hêvî
Helbest: Ahmed Arîf
Muzîk: Fîkrî Kutlay

Xurbet
Bila baskê’m hebûna
Xwezî ez bifiriyama
Biçûma welatê xwe
Şopên evînên xwe de
Bila hebe xurbet
Bila hebe xewnbêjî
Êdî bila hebe, bila hebe dûrbêjî
Êdî bila hebe, bila hebe ax

Minê bidîta qey di çavên xezala xwe de
Minê bidîta qey rûyê dost û hevalan

Welato welatê min
Evîna ber dilê min
Hembêza xwe veke ez têm
Mirin be bila hebe
Gotin: Îbrahîm Seydo Aydogan
Muzîk: Fîkrî Kutlay

Ez şivan im
Gure gura çemê me ye
Xuşe xuşa ava me ye

Gurzek gîha milê min e
Kale kala pezê min e
Ez şivan im bilûrvan im

Dara biyê binya malê
Tu kulîlka serê darê

Kûzek hilda çû serayê
Dev biçûkê çima nayê
Ez şivan im bilûrvan im

Gazî dikim çima nayê
Dilsoza min benda te me

Desmala te destê min e
Çavên min li riya te ye
Ez şivan im bilûrvan im
Gotin: Yildiz Gultekin, S.Karakaş
Şirove: Serhat Karakaş


Alinti
Zengarî isimli Üye şimdilik offline konumundadır   Alıntı ile Cevapla


Alt 05-07-2008, 08:49 PM   #2 (permalink)
 
Üyelik tarihi: May 2008
Nerden: Generalekî tırsonek...
Mesajlar: 1.085
Üye No: 105
Tecrübe Puanı: 28
Rep Puanı : 2560
Rep Derecesi
cıwann has a reputation beyond reputecıwann has a reputation beyond reputecıwann has a reputation beyond reputecıwann has a reputation beyond reputecıwann has a reputation beyond reputecıwann has a reputation beyond reputecıwann has a reputation beyond reputecıwann has a reputation beyond reputecıwann has a reputation beyond reputecıwann has a reputation beyond reputecıwann has a reputation beyond repute
Standart

spas ama sanki seni bir yerden taniyem ama hatırlamadım...

sanki cıwan haco hestesisen
__________________
cıwann isimli Üye şimdilik offline konumundadır   Alıntı ile Cevapla
Bu Mesaj İçin cıwann Kullanıcısına Teşekkür Edenler:
Zengarî (05-07-2008)
Alt 05-07-2008, 08:52 PM   #3 (permalink)
 
Üyelik tarihi: May 2008
Mesajlar: 1.349
Üye No: 19
Tecrübe Puanı: 43
Rep Puanı : 4095
Rep Derecesi
Zengarî has a reputation beyond reputeZengarî has a reputation beyond reputeZengarî has a reputation beyond reputeZengarî has a reputation beyond reputeZengarî has a reputation beyond reputeZengarî has a reputation beyond reputeZengarî has a reputation beyond reputeZengarî has a reputation beyond reputeZengarî has a reputation beyond reputeZengarî has a reputation beyond reputeZengarî has a reputation beyond repute
Standart

Alıntı:
cıwann´isimli üyeden Alıntı Mesajı göster
spas ama sanki seni bir yerden taniyem ama hatırlamadım...

sanki cıwan haco hestesisen
axxx axx avatarimi ozledim
Zengarî isimli Üye şimdilik offline konumundadır   Alıntı ile Cevapla
Alt 05-07-2008, 08:55 PM   #4 (permalink)
 
Üyelik tarihi: May 2008
Nerden: Generalekî tırsonek...
Mesajlar: 1.085
Üye No: 105
Tecrübe Puanı: 28
Rep Puanı : 2560
Rep Derecesi
cıwann has a reputation beyond reputecıwann has a reputation beyond reputecıwann has a reputation beyond reputecıwann has a reputation beyond reputecıwann has a reputation beyond reputecıwann has a reputation beyond reputecıwann has a reputation beyond reputecıwann has a reputation beyond reputecıwann has a reputation beyond reputecıwann has a reputation beyond reputecıwann has a reputation beyond repute
Standart

Alıntı:
Zengari´isimli üyeden Alıntı Mesajı göster
axxx axx avatarimi ozledim
valla ben cıwanı koymak için oraya...dünyadiki tüm konuları taşıdım buraya

abem bana bak özlemesin cıwanı
__________________
cıwann isimli Üye şimdilik offline konumundadır   Alıntı ile Cevapla
 


Seçenekler
Stil

Yetkileriniz
Yeni Mesaj yazma yetkiniz aktif değil dir.
Mesajlara Cevap verme yetkiniz aktif değil dir.
Eklenti ekleme yetkiniz aktif değil dir.
Kendi Mesajınızı değiştirme yetkiniz aktif değil dir.

Smileler Açık
[IMG] Kodları Açık
HTML-KodlarıKapalı
Trackbacks are Kapalı
Pingbacks are Kapalı
Refbacks are Kapalı
Gitmek istediğiniz klasörü seçiniz

Benzer Konular
Konu Konuyu Başlatan Forum Cevaplar Son Mesaj
Koma AV û TAV CovBoy Sanatçı Tanıtımları 0 05-07-2008 01:57 PM
Koma Çarnewa - Xurbet Serhad Kürtçe Şarkı Sözleri [Lyrics] 0 05-06-2008 02:13 PM
Koma Pêşeng Serhad Kürtçe Şarkı Sözleri [Lyrics] 0 05-06-2008 02:11 PM
Koma Xelikan Serhad Kürtçe Şarkı Sözleri [Lyrics] 0 05-06-2008 02:11 PM
Koma Azad - Şar Mirza Albüm Kapakları [Covers] 0 05-03-2008 03:57 AM


Bütün Zaman Ayarları WEZ +3 olarak düzenlenmiştir. Şu Anki Saat: 05:29 AM .


Powered by: vBulletin Version 3.6.8
Copyright ©2000 - 2009, Jelsoft Enterprises Ltd.
SEO by vBSEO 3.2.0
Copyright ©2008 DigiSorf Forum ®, All Rights Reserved