![]() |
|
||||||||
| Kürtçe Þarký Sözleri [Lyrics] Kürtçe þarký sözleri bu alanda sunulmaktadýr. |
|
|
LinkBack | Seçenekler | Stil |
|
|
#1 (permalink) | ||||||||||
|
Ay lê Gulê
Ay lê Gulê Gula minê Þêrîna l’ber dilê minê Gulê nadim malê dinê Ez ser gulê têm kuþtinê Gulê kesk û sor û zer e Nîþana alê li ser e Êdî reng sipî û gewher e Þêrîn û peymana minê Rengê te yê pir delalî Bilbil li ser te dinalî Te nebînim bi vî halî Armanc û kedera min î Zordar dibê ez gul nadim Ezê zend û benda badim Ezê lê gilh û seradim Azad bibî b’þorþa minê Bi xudê ez pismamê te me Bi sûnd pesindarê te me Ser ceng û hewarê te me Qelenê te ji xwîna minê Helbest: Rêncber Muzîk: Mihemed Þêxo Eman dilo Eman dilo eman dilo Ji derdê yarê tim bi kulo Janê eþqê avêt dilo Dil û kezeb tev bûn kulo Yar bû gul û ez bûm bilbilo Eman eman eman dilo Eman eman eman dilo Ji derdê yarê tim bi kulo Janê eþqê avêt dilo Ji nav bexça meþî û bi rê ket Por wek herîr li ber bê ket Canê min ma û dilêm pêket Dil wek tîr ji kevan lê ket J’serêm çû hiþ û aqilo Eman eman eman dilo Eman eman eman dilo Ji derdê yarê tim bi kulo Janê eþqê avêt dilo Ji nav gulan derket meþ tê Wek horîya ji nav bihuþtê Ji gulan hilm û bêhna xweþ tê Ji hêsra hûnarkem bûn þilo Eman eman eman dilo Eman eman eman dilo Ji derdê yarê tim bi kulo Janê eþqê avêt dilo Di ber min re bihurî û dimeþe Yek li ber min kir wek þeþ e Li pêþ min kir þeva reþ e Bûm birîndar û nexweþ e Dil û kezeb tev bûn kulo Eman eman eman dilo Eman eman eman dilo Ji derdê yarê tim bi kulo Janê eþqê avêt dilo Helbest: Mihemed Elî Þakir Muzîk: Mihemed Þêxo Nesrîn Demê min tu dîtî Nesrîn Herdu çavêt di reþ digrîn Ewan çava di gotne min Careka dîn tu min nabîn Dil û canêm tev bûne xwîn Ji hemîla min vebûn birîn Ji ber þenga didan zêrîn Ji ber þoxa bejin þêrîn Te dêm têkel befr û xwîn Tu j'gula buy gula Nesrîn Buhar behî, Nesrîn werya, Kevnenêrî li ser çêrya Heyfa min têt Nesrîn girya Rondik weryan ser wan rûya Ew çavê reþ gelek girya Nesrîn xwezî te bibînim, Tu þîn bibî careka dî Ne li vê dinê li dinek din Ne li vî warî li warekî din Gotin û Muzîk: Mihemed Þêxo Xemcivîn Ez bûme pîrê xemcivîn Bê hiþ û mest û jêr nivîn Li dil vebûne sed birîn Ji ber evîna þoxa þêrîn Bilbil civanê gulê ye Evîna te ez pîr kirim Bê can û hem bê bîr kirim Bêçar kirim, xembar kirim Þaþ û nezan û jar kirim Bilbil civanê gulê ye Dilê xemgîn kir êþ û jan Agir berda hinav û can Hey zalimê bê bawerê Ma kanê peymana berê Bilbil civanê gulê ye Helbest: Sebrî Botanî Muzîk: Mihemed Þêxo Yar Gewrê Carekê min dit ji xwe re gewrek Çavê wi reþ û belek Xwe berda nav dilê min Min jê hez kirî gelek Ay gewrê ay gewrê ay gewrê gewra min Hat bîra min birh û çaw Lêv û diranê li hev Bejn û bala teyê zirav Porê tarî weke þev Ay gewrê ay gewrê ay gewrê gewra min Ez û gewrê bûn dilek Bûne rihek bûn canek Tu car gewrê ji bîr nakim Ji niha û sed û salek Ay gewrê ay gewrê ay gewrê gewra min Nesîbê me tev rabû Ne b’destê min û te bû Xêrnexwaza em dûr xistin Lê dilê min li cem te bu Ay gewrê ay gewrê ay gewrê gewra min Binêr li min û vî halî Ji eþq û xema ez dihelim Wextê çawêmin li te ket Keser xwe ser da alî Ay gewrê ay gewrê ay gewrê gewra min Helbest: Kemal Þanbaz Muzîk: Mihemed Þêxo Þêrînê nû gîhayê Þêrînê gewr û rind e Lihevhatî û bilid e Pêçî ji mûm û find e Þêrînê nû gîhayê Li ser min pir bihayî Rabe çaxa xewê ye Bê te xewa min nayê Were þêrîn li ba min Xeman nexwe seba min Were rûnê li ba min Þêrînê nû gîhayê Li ser min pir bihayî Rabe çaxa xewê ye Bê te xewa min nayê Dîlber çiqas delal e Bê hogir û heval e Her dem me dil li bal e Þêrînê nû gîhayê Li ser min pir bihayî Rabe çaxa xewê ye Bê te xewa min nayê Helbest: Cegerxwîn Muzîk: Mihemed Þêxo Ax û yeman Þikrayê Sebra min bê te nayê Þêrînê nû gîhayê Te ez xistim te ez helandim Te ez berdame dinyayê Te ez berdame dinyayê Ax û yeman Þikrayê Rê dûr e xeber nayê Çavê min rê de maye Ax û yeman Þikrayê Nazik û navgiran î Tu bi derdê dilan zanî Agir berda vê canê Hên jî tu nayî rayê Hên jî tu nayî rayê Ax û yeman Þikrayê Rê dûr e xeber nayê Çavê min rê de maye Ax û yeman Þikrayê Bûm nexweþek bê derman J’derdê kitek ramûsan M’nedî wek te bê îman Tere ketim belayê Ax û yeman Þikrayê Ax û yeman Þikrayê Rê dûr e xeber nayê Çavê min rê de maye Ax û yeman Þikrayê Gotin û Muzîk: Gelêrî Di xew de Di xew de ez çûme þûn wara Nale nalê van dîdara Ax û ofê evan yara Nedihat dengê van dildaran Leyla rabû xwe di min wer kir Go dildaro te çi li min kir Te dil fêrî dildariyê kir Te ez hêlam te xwe ker kir Leylayê çi di min nehêla Giyanê min kir têk þêla Min go diçim wê nehêla Gêrandim ser kavl û kêla Go baþ e tu çawa hatî Baþ bû kesî tu nedîtî Xwezî bi saxiya xwe min dîtî Gerdena min te têr mêtî Helbest û Muzîk: Mihemed Þêxo Ez der bûm Ez der bûm dinyayê bi þîn û bi ser Ez bûme xerîb geram der bi der Felek roja min çû nehat û nema Te ez berdayîme deþtan û çema Helbest û Muzîk: Mihemed Þêxo Were were Were were li nik min rûne Dilêm kul e bikewîne Eger rojê ez te nebînim Hemî dema li min girîn e Were were reng esmerê Wek kulîlka li pencerê Þev û rojê di xeyalê de Dil û hinav hatin derê Were were çavêd belek Wê xwedana pirça xelek Tu bi Xwedêkî ji nik min neçe Kulê dilêm bûne gellek Muzîk: Mihemed Þêxo Min canek dît Min canek dît li nav çiya Ronahî da çar aliya Rawestam bin sîka biya Nexweþ bûm ketme nav ciya Hiþyar kirim qêjnawê Min xwe avêt ber piyêt wê Ber perekî mezin ya wê Min jî guh da gazinêt wê Nesaxeke giran im ez Ya bê pirs û bê derman im ez Bê Xudan û sexbîr im ez Ya bê bab û semyan im ez Ferhad ez im þêrîna min Wey te xwelî bi serserê min Wey nazik û serbara min Kul û gazinda neke ji min Kaxeza ji kê re biweþînim Perda çî þêxî bi hêjîn im Ser kêleya çê çakî rûnim Dermanê te ji kîre bînim Muzîk: Mihemed Þêxo Dilvîna min Min canê dît bi çavêd zil Min yarê dît bi dilê kul War û hêlîn bûne kavil Min tu hêlayî Belê ne j’dil Dilvîna min, dilvîna min Ji nav baxî ez hatim çinîn Dûr ketim ji warê þêrîn Kilêz bit jî nabe hêlîn Bê awaz û cejn û narîn Dilvîna min, dilvîna min Bigrîm bo xo ya ji bo te Li ser xo ra sotim bo te Sûnd bi kavl û wêranya te Dîlber nadît evîna te Dilvîna min, dilvîna min Qalka zika her bihilavê Berba çûye ber barovê Þerme li testûrî ravê Du car bikevî yek davê Dilvîna min, dilvîna min Kaniya te av jê fîrkirî Te nedizanî ya dafkirî Te girêdan çav û burî Xewn bû go tu ser da birî Dilvîna min, dilvîna min Were guh bide vê pestê Ezê dijîm çerxa bîstê Ger liv livîm dibên rast e Ger nexweþ bûm ketme xestê Dilvîna min, dilvîna min Helbest: Mistefa Artûþî Muzîk: Mihemed Þêxo Cana þêrîn Ma te çend keç hilbijartin Te bi destê xwe veþartin Çend serhatî bi ser te hatin Ma te bo çi qîz negirtin Ey can canê cana þêrîn Te du pirsyar ji min kirin Car revend in car koçer in Nizanim kê em jê kirîn Þibê de ta roj diçû ava Ta ku heft nîvekê þeva Her ez bûm þevgerêt þeva Ez bûm per canê van çava Revend im ez revandim ez Revendekî bi lez û bez Yê bê reþmal û koz û pez Ji dîtina te têr nabim ez Helbest: Mistefa Artûþî Muzîk: Mihemed Þêxo Rabe ji xewê Rabe ji xewê çavê raketî Dilêm þewitî agir pêketî Þêrîna min çû tu dil vêketî Lê çibkim îro ji dest min derketî Þêrîna min bir zalim neyara Ez mame feqîr mam li ber dîwara Ez bandikim qêrîn hewara Kî serhêlîn e kî ji xew þiyar e Ser min zivistan, ka bihara min Þêrîna min ket dest neyarê min Wê li min qut kir ziman zarê min Li min xopan kir þûn û warê min Çi dem bê ser min ji biharê dila Ku bê guhê min dengê bilbila Ez wê hilgirim ser herdu dila Ez pê dermankim derd û kula Helbest: Bêbihar Muzîk: Mihemed Þêxo Hebs û zindan Heps û zindan kûr û tarî xewa min nayê Ji eþq û evîna gulê ketme belayê Gula min vebû bîn dabû serê çiyayê Min go gulê were vir, go ez bêwext nayêm Gula min kesk û sor heyran gula min geþ e Gula min bi xelkê tal e bi min pir xweþ e Dunya li ser me ron heyran bextê me reþ e Dest ji gulê bernadim ku xwîn bimeþe Gula min rengîn e heyran gul sor û zer e Hebs û zindan tê ez rizyam gul bê xeber e Gula min bindest e heyran bi kul û keser e Dest ji gulê bernadim can bidim ser e Gula min tu xeyidî min guneh çêkir Te ji min re çi got û min can û dil kir Mal û can dabû ser heyran gelek hindik kir Rêka min gelek dûr bû va iþqê kin kir Helbest: Bêbihar Muzîk: Bêbihar Gulîzar Gulîzar Gulîzar... Ezê rûniþtî me li bin darên serê kaniyê Min dî Gulîzara min av dianî... Piþta xwe da min, kirî meþek bi giranî Min ba kirê Gulîzar Gulîzar Gulîzar Tu bihara emrê min î Gulîzarê Were were Gulîzarê Sifet wek heyva biharê Tu wek kulîlka hinarê Wer ji min re tu xweþ yarê Gulîzara’m tu delal î Tu delal t xweþ heval î Binêr li min û vî halî Hêstir ji çavêm tên xwarê Gulîzaram tu xweþ xatûn Aþiq bûn wek Leyla û Mecnûn Hela were dîlber tu rûn Ji sibê heta êvarê Min li te nêrî min axîn kiþand Min axîn kiþand dlêm êþiya Ez bûm wek dîn û serxweþa Ez bang dikim þêrîn yarê Gulîzaram li dibistanê Çente bi desta li eywanê Xelk û alem tev dizanê Weke berfa li ser zinarê Perwîn Perwîn keça nûgihiþtî Ew delala xwedê hiþtî Çaxa serê xwe li min hilda Cerg û dilê min biriþtî Çiqas bêjim pir þêrîn e Keça têra min nalîne Ji ber bext û peymanê xwe Du reþmara li min werîne Du reþmar û herdu kezî Min go rabe wê go bixwazî Çaxa berê me ket welat Hêvî û gazî li pey me bezî Welatê min sor û þîn e Tevde buhara rengîn e Hinga min dî av û kevî Nûka xweda min mizgîn e Em vegeriyan ji welat e Me ne sebr û ne tebat e Mehra dila em hatin mal Qehra mezin ma welat e Helbest: Bêbihar Muzîk: Mihemed Þêxo Eyd û erefat Gava li me hat eyd û erefat Roka sibê li me hilat Ew dil û can ji ter kir xelat Hew xeyrî van bi destê miv’ hat Dilê min bû behra bêbinî Tu bû gemî lê sekinî Te ez helandime ji binî Evîna me bû serpêhatî Kanî ew sozê te û min Ka ehdê te li ber destê min Tu bi kud’ bir ew dilê min Ew ehd û soz kêr min nehat Gava tu li ber çavê min bû Cîhan li ber min heyv û ro bû Gava tu ji ber min dûr dibû Bê te qet sebra min nehat Ka hêlîna me ava kir Xewnê þeva me esas lêkir Bayê ber tavê xerakir Ji serê min bir hiþ û mat Kê dinya hejand Kê dinya hejand Kê dûlab gerand Ew Barzanî kak Rabû þûr kiþand Kurd hatin bi dor Bê kotek û zor Rijandin xwîna sor Barzan lê þikand Yek ji wa Barzan Ew bazê pehlewan Ew Mehdiyê zaman Bi mêranî heyf hiland Ne dêwê guhder´z Ne ristem û gurz Bê himet û hêz Barzanî nav stand De hêvî ma xweda Himetê bid’ Kurda Wan mêr û merda Xwîna xwe rijand Pir þêrîn e Kurdistan pir þêrîn e Tevde mêrg û kanî ne Ew buhuþta cîhanê Buhuþt xeyrî wê nîne Pênc hezar sal em hebûn Em tevde azade bûn Millet tev bindestê me Yek ji me Selahidîn e Welato tu pir hêja yî Tu welatê me Kurda yî Di cîhan de tu deng dayî Tu weke find û çira yî Ka we ke Kurdistanê Ji xeyrî dîn û îmanê Ji te re bibim bi qurban Roja cejna qurbanê Wan darê xox û rêva Bimeþe û bixwe bi lêva Kî heye milletê wa Ji xeyrî me Kurda pê va Helbest: Rêncber Muzîk: Mihemed Þêxo Aso ey hawar Aso ey hawar agir berbîne Aso cerg û dil tijî birîn e Herdu çav herdu çav tijî girîn e Dest û pê dest û pê bo te girtî ne Ey hawar e ey hawar e Bû bû Aso bû zalim bû Aso kulîlk e di nav berfê de Aso stran e dilê min lê da Ev roka wer kê dîtiye cana min Cana min ma bo çiye Aso stêra geþ tu car nagihêmê Aso kuþtî me ji ber vê þermê Evînî bo çi ya þerm e Li nik me ya bi tirs û sehm e Þivan Dînê lê lê Þivan pez daxist ji çiyê Ay dînê lê lê Birî dora kaniyê Ay dînê lê lê Bêrîvan çûn pêþiyê Ay dînê lê lê Dotin bizin tev miyê Ay dînê lê lê Þivan pez anî zinêr... Ber kendala rê du gur... Berxê biçûk me kir nagir Çêran a li nav gul û giyê Þivan pez anî welêt Nav bexçe tev dar û sêv Van gîska kir kire-kir Çêra li nav gul û giyê Pez anî dora bîrê Sazî kir bi wê bilûrê Kotan xwe da hemberê Kerî girt dora miyê Mixabin Mixab bi navê jînê Sotim derdê evînê Ma ne bes e þêrînê Were þêrînê canê Ji dil derxe vê janê Bila herkes bizanê Ma bo çi ye ev evîn Jana wê ku nebe jîn Ey dîlbera xemrevîn Tenê tu yî zîna min Armanc û evîna min Wêran neke jîna min Helbest: Sebrî Botanî Muzîk: Mihemed Þêxo Dil kuþtiyê Dil kuþtiyê awirên çavên te Dil girtiyê reþmûyên çavên wê Nam þêrîn tam þêrîn dêm þêrîn Li hember min rabe ser xwe weke roj Ji ber singê cana min biþkoj Navzirav rû gulav ser dilav Yarê ez kuþtim li min nabê êvar Derman çi ye kes nizane bes yar Renge rû tarî mû rinde rû Min dil daye buhayê du sêva Min can daye buhayê du lêva Dev li ken, lêv û çen, xweþ beden Helbest: Cegerxwîn Muzîk: Mihemed Þêxo Keça delal Çava kilke, xeml û xêla xwe girêde keça delal Were dilê min derman bik te derb lêda nego menal Keçê te baskê min jêkirin bam bê mefer Ez kor bûme ji dîtna te nakim der Nayêm nayêm, nayêm dil derman nakim Ez ne dextor im ku birîndara rakim Keçê ez mirim te xwe li min kire ferman e dil þewitî Were bibîn dîtina te ji min re derman e tu nalebitî Keçê baskê min jêkirin mam bê mefer Ez kor bûme ji dîtna te nakim der Xortê hêja menale ruh li te nema Te çi li min divê serseran va li ber te me Nayêm nayêm, nayêm dil derman nakim Ez ne dextor im ku birîndara rakim Ji min dûr ket Tu ji min dûr ket þêrîn Êþê avêt hinavê min Wez birîndar tim li ber çavê min Hat bîra min ew rojên geþ Min buhurand bi dilkî xweþ Tim tu bihara dilê min bû Pir kêfxweþ bûm bi wa çavêd reþ Min gazî kir dilo rabe Di nav dila de tim xuya be Çima tu tim kêfxweþ nabe Çima gula te geþ nabe Li min vegerand ez dinalim Wez brîndarek bêhal im Ji ax û hesreta dikalim Ji þêxê re ez evîndar im Helbest: Beþîr Çeçan Muzîk: Mihemed Þêxo Ey felek Ey felek bo te dinalim Bo çi nêrgiz çilmisîn Ew çima bextê me ho ye Em bê dost û bêkes in Qe dihêt ma qe dihêt Ew roja min û hewe divê Kanîka arî bizêt û Jê vexwin çend me bivêt Agirê sra û vemirî Çav me lê tê geþ bibî Ew buhara tehnî kuþtî Hêvîdar in xweþ bibî Helbest: Bedir Xan Sindî Muzîk: Mihemed Þêxo Her erom Her erom erom Dilim elerzê amoza can Lembecê ma wa Mi gerden berzê amoza can Amoza tû bala berz î Amoza tu bo min ferz î Li te digerim Menzîl bi menzîl amoza can Min liþwênê dil Dil li þwînî gul amoza can Amoza tû bala berz î Amoza tu bo min ferz î Aþe bextê min Reþî benwênê amoza can Kê dî we buhar Gul hel werênê amoza can Amoza tû bala berz î Amoza tu bo min ferz î Fermisî dilre Berdî lê dibarê amoza can Çûn dilê hinê Ya bê te xwarê amoza can Amoza tû bala berz î Amoza tu bo min ferz î Di zindanê dinalim Di zindanê dinalim ez Sibê de heta êvarê Çava vedikim te nabînim Tu ji min dûrket þêrîn yarê Evîndarê te bûm dinê Va îro tu mi dihilîne Çavrondika dibarîne Dil bi çav re dinalîne Tu gul bû min tu bîn dikir Çiqa gava ez hatim hundir Tu dûr ket te dilê min bi xwe re bir Tenha te ez hiþtim þêrînê Dikim derim ji dinyayê Ka soza ku te bi mir dayê Te hewara min his nayê Gelo tu ji ku diaxînê Axîna min û te bi tenê Çare tune jê re li dinê Ma dost nîne li vê dinê Cergê me suht vê evînê Helbest û Muzîk: Mihemed Þêxo Rewþa civata Rewþa civat û cihêla Gerdena van bejin kêla Xudena sê pel û pêla Van sê pela civat kêla Rûniþte xwar rûs û çîplaq Þîrê spiye gûzik û paq Ron û geþbûn dîwar û taq Fermiskê berfîne pê û loq Rêk û pêk û miþt û tijî Berdan ava birc û bijî Xwe lê zivirand û girnijî Got ez im dîlbera mijî Bibîne silava gulya Hawar bû req-reqa tilya Civat bi carkê hel hilya Kes nema go ne azerya Çihêla destêt xwe hildan Kura li keça çav wer badan Bû seyran û çeple lêdan Hemî rexa bû maç lêdan Kewê Kewê xortê ser çiya bûm Her bilbilê awaza bûm Dengê cihêlê genca bûm Min deng dabû çiya û newal Xort û lawên min heval bûn Aþiqê dengê zelal bûn Li ber çêla geþe gul bûn Rewneq dabû bask û kendal Ref ref hatin dildarêt me Li dûv deng û awazêt me Ji ber hawar û gazinêt me Dîlan kirin cihêl û kal Çiya me li ser awaz xwendî Mêrga me lê dilan re çandî Cergê lawa pê hejandî Îro mame bêdeng û lal Bextê we me ey hevalê Ey tolazên pîr û kalê Di wê rojê de em binalin Da ji bîr nekin neçit ji bal Helbest: Xelef Zebarî Muzîk: Mihemed Þêxo Þermîn e dil Þermîn e dil dê çawa þevçiraxim tariya Bo wê bêjim har û gêjim... dil berêjim min viya Lew þêrînê nazenînê em ketin derdê evînê Rewþen û þoxa dila xanzada textê evînê Ew buhara li dêmê rijtî lê belavin lal û gul Kew bi sohtin lê dixwînin, hêr û janê ev ro dil Ger me zanî tu çi reng î... da bîna me hêt Ne torîn û ne perî ne meye me ji dil divêt Ji meya dilêvan dibarit bi rengekî sor û zelal... Helbest: Bedirxan Sindî Muzîk: Mihemed Þêxo Xortên me Xortên me lê ne bê jimar Gêwên nehing in nav û dar Serbestî û azadîkar Jînê dixwazin bê hedar Kurd im min azadî divêt Xwînê dirêjin bo welêt Þûnê didim xew li me nebê Heya ji cî rakim neyar Hew hêvî û gazî bikin Ger em nebin dost dê çi kin Derdê bi dest derman nekin Lê em dimînin bendewar Hingî me go em westiyan Heya bi Çînê em gihan Dengê me çû koma cîhan Kesik li me nabê þiyar Ala bi aþtî ya bi zor Ferz e li me hildanê jor Yan bêne kuþtin tev li dor Þerm e ji vê em bêne xwar Helbest: Ehmedê Þêxo salih Muzîk: Mihemed Þêxo Çavên xwe veke Çavên xwe veke birîndarê min Mêvanê te me kovandarê min Bo min biaxêve evîndarê min Li hêviya te me nêçirvanê min Þermîn mêvanî belêt di xewnê da Dê min hêlêve gel rojê helda Rêka dildara ji nîvþevê pê da Ne þareza bûm ketme divê þikê da Çi ra derdê xwe ji min ra nabêjî Salek duwazde meh tu herî gêj î Ji dûriyê hatim mêvan im e jî Hilo biaxêve bû dilê tijî Þermîn çavêt xwe ez neþêm vekim Ji vê pirsyarê þermîn dê ji te kim Ev ser þoyabêt ez dilkî rêkim Ji kanya çavê te sed pîka fire kim Xem û xeyal Xem û xeyalên te ez revandim Li çol û kilala te ez gihandim Ji ber sotim, te ez þewandim Bayê evîna te ez hejandim Dildarê rûyê di singê te me Çelengê çakê mêvanê te me Ji ber fermana te eleste me Sondê serê te, te ez helandim Dêrsim û Agirî di taca te bi Sîpan û Cûdî di burhên te bi Rewan, Derya Wan çavên te bin Rondikên çavên te ez pêlandim Þingal û bêxêr di biskên te bin Sindî û Gulî guharên te bin Geliyê Elî jî lêvên te bin Tûj awirên çavên te ez þewandim Dîjle û ferat di keziyên te bi Kerkûk û Hewlêr du singê te bi Sersing û Þeqlawa di devên te bi Þêrîn zimanê te ez vejandim Hemrîn û Metîn di rûkên te bin Zozik û Þêrîn di guhên te bin Barzanî bi xwe zimanê te bî Li dora cîhanê te ez gerandim Gera cîhan tev hemû ji ber te bî Pêþmergên dilêr nîþana te bî Ala kesk û sor li ser singê te bî Þahî û cejna xwe te ez gerandim Çipka xunavê Çipka xunavê li ser nêrgizê Carek dî hatî nav hoz û kuzê Çavêt reþ hibrin li ser kaxezê Te navþêrînê yar belengazê Ta kengî bijîn bê jîn û viyan belengazê Ta kengî bijîn bê çare û derman Dema awazê vînê me lêda Dê bûme kene bê þermî û tawan Evîna xelkê þadî û huner e Bo çi evîna me pir þerm û gir e Dîroka vînê neþîm ji bîr kim Ji serhatiya ya miþt û pir e Xin û xiþkokê da bo te bêjim Ez dê gazinda bo te verêjim Ez evîndar im xelkê ez nevêm Ez rastî bêjim yara ez nevêm Xemê dilê min pir vîn û sax key Xemê rondika hiþk û zuha key Dergehê jînê ji bo me vekey Þahî û govenda ji bo me karkey Sînem Lê lê Sînem çiya bilind e ez te nabînim Erê bêbavê dinê min go mektûbekê biþîne Cizîra Botan jî bo ez bi xwîn im Sînem Erê eger tu nexweþ î ez textor im û ez hekîm im Gotin û Muzîk: Gelêrî Pêþkevin Pêþkevin em serfiraz in milletê Kurdî Yan mirin em dê bibînin, yan jîna Kurdî Wa milletê Kurdî Ala rengîn bo te deynim, ger ser bi derd im Ger nekim vê tu bizane ku ez ne Kurd im Wa milletê Kurdî Kurdistan êdî menale lawê te hatin Xwendevan xwînfiroþê axa welat in Wa milletê Kurdî Xwendewan û xwendegeh im bê al û leþker Dê bijîn paþî bizanin rêçê bibin ser Wa milletê Kurdî Mal û dil û can bi carek bo te fîda kim Xwîna xwey paqij dirêjim bindestî nakim Wa milletê Kurdî Helbest: M. Ehmedê Namî Muzîk: Mihemed Þêxo Keçka gundê me Ez keç im keça gundan im Kulîlka serê lawan im Rîhana rêz û çeman im Lawiko ez bêrîvan im Delalê tu xwînþêrîn î Dil req î lêv hingivîn î Mij xorta gava min dibînî Bêriyê ez evîndar im Lawiko evînî þerm e Geleka bi tirs û sehm e Evînî guneh e li dev me Lawiko ez bêrîvan im Delalê bêjin rihanê Kulilka heyva gulanê Rêzana xweþiya jîyanê Delalê ez evîndar im Lawiko were mala me Min bixwaze û sehke kilame Gustilkê bike tilîya min Lawiko ez bêrîvan im Delalê bêje bavê xwe Min bide û dewlet serê xwe Qayil ke delalê dilê xwe Bêrîyê ez evîndar im Helbest: Ebdulezîz Sefer Muzîk: Mihemed Þêxo Min bihîstî Min bihîstî tu nexweþ e dilo Çibkim bextê min tim reþ e dilo Dilê min herdem dikule dilo Carekî nebûye geþ e Delala min tu pir têþî dilo Derdê xwe ji kesîr’ nabêjî dilo Bendî te mam ez heliyam dilo Tu kulê xwe ji min re bêjî Nayêm ba we li min negrî dilo Çima wilo tu bêsebr î dilo Evîna te ez helandim dilo Ma sozê te heya kengî Hêstir ji çavê min tên xwarê dilo Weke xunava biharê dilo Alem tevde dikevin xewê dilo Çavê min ji bo te þiyar in Helbest: Kemal Þanbaz Muzîk: Mihemed Þêxo Axîna min tim ji dil tê Axîna min tim ji dil tê tim ji dil Lê min xist merez û kul, xem û kul Hiner birin ji dest û mil, ji dest û mil Hisret kirin ji dîtina gul, ji dîtina gul Þev û rojêm dirêj kirin, dirêj kirin Çav ji xewa bêpar kirin, bêpar kirin Kul û xema bi hevre kirin, bi hevre kirin Ta di dilde xwe bi cî kirin, xwe bi cî kirin Çav û dilêm bûne gunehkar Her civandin ta kirine bar Ev derdê pir nayêne jimar Xwe berdan ser dil wek kurmê dar Helbest: Hilal Botanî Muzîk: Mihemed Þêxo êmê Ay lê êmê, nazikê, nazdarê, sermezinê Aqilkêmê beybûna welatê Diyarbekir Hênikahiya welatêm Mûþê sozdara min î Vî zemanî rabe êmê Ay lê êmê bêbavê min go ez bi Yarimtepa þewitî diketim Minê dî li kutê biya lê mi dî sê zeryê Mala kalo hat û dimeþiyan Lê meþa van keçika Nebû meþa hakima, qeymeqama, yuzbaþiya êmê Erê dengê van bêbavan Nebû dengê naqosa, mifrediya Lê bêna van keçika Nebû bêhna misk û emberê þûþa kolonya Bi ser kambaxê gundê me de furiya Hevalno hogirno le min go bejna êma Hemo Takrihana devê çemê wezê xeþîm im zaro me nema Zanim ji kîjan alî de bêmê êma ma Gotin û Muzîk: Gelêrî Axîna min Xwedê çawa gul we re çêkir Nexþek nema li wê bejnê kir Wextê çav dî gul bi xemê kir Herdiwa di dil de hêlîn çêkir Axîna min tim ji dil tê tim ji dil Lê min xist merez û kul, xem û kul Hiner birin ji dest û mil, ji dest û mil Hisret kirin ji dîtina gul, ji dîtina gul Helbest: Hilal Botanî Muzîk: Mihemed Þêxo Berdilê min Berdilê min pir þêrîn e Wek kulîlka bi hilm û bîn e Dilê min bo wê bi evîn e Bê te min gazî û qîrîn e Derdê te weke Xabûr e Bêbinî û kûr û dûr e Pêlin gir in ê din hûr in Limin xistin birîn dûr in Çi Xabûrek bê devî Wek geliyê dudevî Tu ji mir bûye derd û keder Tu car ji bala min nayê der Wej’ evîna te nakim der Tu ji mir’ bûye kul û keser Hela were þêrînê Derman bike vê birînê Piþtî herdu çavê belek Min heznekir hîna kesek Belkî vegerî li me felek Herdu dila dîsa bi yek Miradê me bi cî werê Eþa dila pê derê Kengî li mew bê dem û dewran Vegerê li me rojê ciwan Bê me cejna herdu filan Bê me bîna gul û baxan Miradê me bi cî werê Eþa dila pê derê Muzîk : Mihemed Þêxo Mihemedo ronî Mihemedo ronî min go, minê çi ji te re got û tu xeyidî Lê ava gola li min û Mihemedê min cemidî Giyakê çola li min û Mihemedê min seridî Lê heke yê neqeba herdu dilê þêrîn xera bike Lê eger qîz bê tu car nezewicî Erê eger jin bê tu car newelidî Lê eger xort bê bi ciwanîka xwe þa nebî Gotin û Muzîk: Gelêrî alýntýdýr...
__________________ |
||||||||||
|
|
|
| Bu Mesaj Ýçin CovBoy Kullanýcýsýna Teþekkür Edenler: | feqiyê_teyra (05-09-2008) |
| Seçenekler | |
| Stil | |
|
|
Benzer Konular
|
||||
| Konu | Konuyu Başlatan | Forum | Cevaplar | Son Mesaj |
| Þarký Sözlerine Dikkat | *rojda* | Komik Yazýlar, Fýkralar | 0 | 05-09-2008 05:59 PM |
| Mihemed Arif Cizîrî | CovBoy | Sanatçý Tanýtýmlarý | 0 | 05-07-2008 02:24 PM |
| Mihemed Þêxo | Serhad | Kürtçe Þarký Sözleri [Lyrics] | 0 | 05-06-2008 02:00 PM |
| Rojda Þarký Sözleri | Serhad | Kürtçe Þarký Sözleri [Lyrics] | 2 | 05-06-2008 01:52 PM |
| Korn Þarký Sözleri | Serhad | Yabancý Þarký Sözleri [Lyrics] | 5 | 05-05-2008 09:17 PM |