![]() |
|
||||||||
| Kürtçe Şarkı Sözleri [Lyrics] Kürtçe şarkı sözleri bu alanda sunulmaktadır. |
|
|
LinkBack | Seçenekler | Stil |
|
|
#1 (permalink) | ||||||||||
|
DİYAR....
Heval heval Tari bu ezman roj xuya nayê Kul û xemê min civiyan sebra min nayê Çavê min digerin dayê Mizgîn tune ye Gotin ew jî bû stêrk bar kir ji dinyayê Heval Heval! Hevala me Tu sorgulêk li baxê me Em tev rewiyên doza te Bila bê xembi dilê te Sekinîne lê dayê avên van çema Weşiyan pel dayê zu ketin ji dara Nabuhurî ev roj dayê bûye wek sala Mizgîn bu janek dayê ket hemû dila Bêhna te tê Heval ji van hemî gula Denge te tê Heval ji serê çiya Buye helbest digerî li ser zimana Bû roj heval hilatî li şeva Gotin û Musîk: Diyar Welatê min Welat çendi şêrin e Tevde gul û nesrîn e Axa Bav kalan e Goriya te me welatê min Tu şêrina li ber dila Welatêmi welatêmi Tu delala li ber dila Welatêmi welatêmi Çemê te ji avên berfa Kaniya te ji dilên çiya Revine xemên dila Goriya te me welatêmi Gotin û Musîk: Hozan Zozan Wey Dinyayê Ey dinyayê tu bêbext î Te zalim anîne ser textî Me roj nedî ti çax û wextî Para me ma tim bindestî Wey dinyaye, Wey dinyaye Ar pekêtê, derd lêketê Me ked da te gelek salan Te em xistin paşila guran Bi guran re kirin bira Lê wan em xwarin gelek caran Me got bira tu bi xêr hatî Gur fem nakir ji biratî Dev vekirî, diran sutî Binêr çawa kir biratî Gotin û Musîk: Diyar Doza Me Namirî Hey dijminê me yê har Tu çi dikî barebar Em vê dozê barnadin Eger ezman jî bê xwar Tu çiqas bikî hovî Ê li me xurt dibe hevî Ger bixwazî nexwazî Emê azad bin li dawî Doza me namirî Jîn dibe li her derî Dernayê tu carî Hey dijminê me yê salan Tim wiha naçe dewran Ev car dora te ye ferman Tu bi rindî naye iman Bila dinê xira be Ger welatê te nebe Bila mirin bi xêr bê Eger jîn azad nebe Gotin û Musîk: Diyar Riya Azadî Riya em dimeşin hewar û çetin Gelek bi rê ketin hinek ji wan ketin Pir heval stêrk bi ruyê ezman ketin He gelek şêr in hevi û xelat in Ev riya jînê Sor bûye bi xwînê Wê ji me re bîne azadiyê Bazên li ser latên xwedanên çiya Xwe berdan nava deşt û geliyan Ketin nav axa şîn bûn bi hezaran Bûn bela serê xayin û neyaran Helbest : Dîyar Gula min Yar dilêe min de girtî Ez hêsirê şeveke lal im Bi ser dil de dinalim Tu di bira min de yarê yarê Tariya şevê de çum xar Dil buye tar u mar Bê te nabe nabe yar Tu di dilê min de ye yarê Hîv tune xwiya nabe Ditirsim îşev sibe nabe Li ku ma ev roj dernayê Çi buye bi vê dinyayê Şevên reş bila herin Rojên geş tim yên me bin Ez û tu li ba hev bin Heta mirinê yarê Tu gula ber bêhna min Tu evina dilê min Him derd û dermanê min Ax belayêa serê min Gotin û Musîk: Diyar Ditirsim dayê Çi bû dayê çi bû çi bû Çima jiyan ji vir rabû Me gundekî çi şen hebû Çima îro tev xira bî Ev dijminê me yê hovane Em derxistin ji gundê me Agir berdaye malê me Disan nuh kirin kulên me Ditirsim dayê ez ditirsim Li vir kesekî nenas im Agir têkeve mala Romê Ez ji gundê kirin kulên me Li şun maye pîrekî bi gopal Pişta wê xûz lê bihurîne sal Gund wêran e kesk nîne li mal Ew jî tenê maye bê hal Ditirsim day ez detirim Ditirsim li xeribiyê Ditirsim car din te nebînim Herdu destên te ramusim Gotin û Musîk: Diyar Bira Huseyîn Di şevek lal de û reş tarî Ta xatir ji me xwest li dû xwe hişt derî Sal û wekt buhurîn û dem zivirî Çerxa felekê li ser serê me gerî Ax bira Huseyn cigera min Tu berxê dayka min şêrê gelê min Dibêjin rojek meha havînê Dîsa destxwînen artêşa romê Te hiştine di nav gola xwînê Te kirine mêhvanê vê dinê Rêçên te li dora çemê Munzurê Bêhna te ji çiyayên Dersimê Çavê min li te digerin her derê Bê te jiyan ne xweş wek mina berê Gotin û Musîk: Diyar Tîna Rojê Çavên te wek morî De razê lorî lorî Ev şevên reş û tarî Roj derew e bimirî Gurên har li hev kirin Ev dinta reş kirin Ar şeref ji bîr kirin Dile me birîn kirin . Lê nabe berxêm nabe Roja me tari nabe Bi tîn u şewqa wî Bexta me ronî dibe Ey teyrên li ezman Pêlên avê çeman Bigrin bibin bi xwarê Vî dibe bê derman Biçin her bi roja me Bibin dilê me Bêjin halê me Bê wi nayê sebra me Gotin û Musîk: Diyar Rindeka Dersimi Xebera asmadere asme vecero Min u yarê sero melemamin yakero Astere asmeni sade canê mabo Siliya sepeliya usarê ma sero bivaro Erê dilê le le uy delalamin Erê dilê le le uy roalamin Sevdamo yarê sano meqise cacimi Ez kerde mecnun rindeka Dersimî Welamin sanara ze nakeremi Zindane miri poyina ze Memeali Gorin û Musîk: Delîl Xidir Narinê Min ji teyran teyrik di bu Narinê narinêe narina min Şekirê şerinê bermaliya min Li ezmanan xwengi bû Narinê narinêe narina min Şekirê şerinê bermaliya min Zava siwarê hespê boz Li meydanan rakir toz Govendeki li darxinin Buka me bi rêxînin. Gotin û Musîk: Gelêrî Qederê Te dî te dî rindam te dî Rindam li qarşî ye te bela xwe dî Min ji vê dinê qet xêr nedî Oy oy oy qederê Oy oy oy qederê Ketiya serê min qet ne derê Va çi gund e di kortê da Mala axê di ortê da Çirak sor pêdikeve Ser mala ku rindam tê da Gotin û Musîk: Gelêrî Esmerê Lê lê rindê lê lê dînê Ez helandim vê evînê Gelek bedew u rind min dîn Ji te xweşiktir tine li dinê Êdi ezê ji vir herim Çav û biryan ji kêra kilkî Esmerê lê yarê çavreşê lê lê yarê Ez nizanim tu çi dixwazî Te ez kirim ta û derzî Şev û rojan li pey te mirim Dîsa jî tu nebîyî razî Tu kafirî nay îmanê Çi bikim dîsa mam bi tenê Ji çavê min wek baranê Ne hêstir xwîn dibare Avaz:Yilmaz Erşahin HelbestİYAR Dayê welle nabe Dayê wale nabe dayê bile nabe Dayê serem dêşe welle xewam nayê Dayê qeler yeke wale dudu nabe Daye welle nabe dayê bile nabe Daye derdê yarê ji dilêm dernaye Daye serêm dêşe welle xewam nayê Dayê evar bûye welle sibê nabe Daye welle nabe dayê bile nabe Yar xewa kûr da çima hişiyar nabe Daye serêm dêşe welle xewam nayê Gotin û Musîk: Gelêrî Way lê Salê Were Salê were Salê Oxirsizê be berxe xirab malê Ji xalke re gul u biherake rengîn î Ji min evlada xwedare payizekî zor u zuhayî De were Salê were Salê Oxirsize be bexte xirab male Wele ez kal nabunm van Salên xerîbiye emre min xwarî Were Salê de tu kulbî bikevî mala xaîn û bêbextên ve dinyayê Çawa destê min qutkirin ji heval û hogira Ez bûme beniştê ser zimana wek gura van çol û çiya bi tenê Weyle Salê oxirsizê bê bextê xitrab malê Wale ez kal nebun ev Salên xeribiyê emrê min xwarî Helbest û Muzîk: Gelêrî (Çarsincax) Gulê Gulê Gulê Gulê delale Gulê Weka ava zelale Gulê Ez heyrana bejna te Gulê Beje tu qîza kêyî Gulê Gulê diçe guniya Gulê Digere li ber çiya Gulê Ez qurbana bazina Gulê Tu delalya gundiya Gulê Gulê diçe sosina Gulê Derdixîne bazina Gulê Ez heyrana bejna te Gulê Ketiya destê nezana Gulê Helbest û Muzîk: Gelêrî (Serhed) Bilbilo lo Bilbil ser şaxê çi xweş dixwîne Rist û helbesta ser diweşîne Dilê bilbil bi kul û birîne Wek min hejar e gezey dixwîne Bilbilo lo, koçero bilbilo Bilbilo lo xerîbo bilbilo Bilbilo lo mehkimo bilbilo Helbesta bilbil çi xweş ji dil tê Axîn û nalîn ji cîgeran tê Ew jî mîna min li zora wî tê Hêlin xirabu xwîn ji baskan tê Bilbilo lo, koçero bilbilo Bilbilo lo xerîbo bilbilo Bilbilo lo mehkûmo bilbilo Wek min xwînî ye koçer û jar e Li ber xirabû hêlîn û war e Pepûk maye ew berê çare Şûna ristê wî mexel bu mar e Bilbilo lo, koçero bilbilo Bilbilo lo xeribo bilbilo Bilbilo lo mehkimo bilbilo Helbest: Hejar Muzîk: Hozan Diyar
__________________ |
||||||||||
|
|
|
| Seçenekler | |
| Stil | |
|
|
Benzer Konular
|
||||
| Konu | Konuyu Başlatan | Forum | Cevaplar | Son Mesaj |
| Ferhat Göçer - Gül ki Şarkı Sözü | baco | Türkçe Şarkı Sözleri [Lyrics] | 0 | 06-24-2008 12:43 PM |
| İsmail YK - Yar Gitme [Şarkı Sözü] | Bydigi | Türkçe Şarkı Sözleri [Lyrics] | 1 | 05-14-2008 12:36 AM |
| Gökhan Türkmen - Dön [Şarkı Sözü] | Bydigi | Türkçe Şarkı Sözleri [Lyrics] | 2 | 05-14-2008 12:19 AM |
| Birkaç eski şarkı sözleri... | baco | Kürtçe Şarkı Sözleri [Lyrics] | 1 | 05-12-2008 11:18 PM |
| birkaç türkü sözü | Şevger | Türkçe Şarkı Sözleri [Lyrics] | 0 | 05-05-2008 01:52 PM |