![]() |
|
||||||||
| Kürtçe Şarkı Sözleri [Lyrics] Kürtçe şarkı sözleri bu alanda sunulmaktadır. |
|
|
LinkBack | Seçenekler | Stil |
|
|
#1 (permalink) | ||||||||||
|
![]() Şekir Axa Hay şeng e şeng e Şekir Axa şeng e Hay şeng e şeng e Şekir Axa şeng e Şekir Axa kuştin Ertoşiyan da denge Gelîngê Şaxê Gelîngê kûr e Li me bû hewar Gazî li me dûr e Şekir Axa rêvîng e Rêka wî dûr e Gelîngê Şaxê Gelîngê sar e Şekir Axa kûştin Li me bû heware Dîtina Şêrê Sor Bu li me hew car e Gotin û Muzîk: Gelêrî Şirove: Koma Dengê Azadî Ez te baş nasdikim Ez te baş nasdikim Tur17;j min re ne dûr î Ez te baş nasdikim Tur17;j bo min ne nû yî Tu gul î ez gulistan im Tu dar î ez daristan im Tu Dîcle yî ez Kurdistan im Tu kevok î ez ezman im (Dîsgotin) Tu bilûr î ez şivan im Tu bihar î ez baran im Tu derd î ez derman im Tu delal î et heyran im (Dîsgotin) Min dilê te şikand Te jî dilê min şikand Min baweriya te hilweşand Te baweriya min hilweşand (Dîsgotin) Çima silav nadî?.. Gotin û Muzîk: Mehmet Atli Sazkirin: Koma Dengê Azadî Negrî Çenga por bibin bibin Bibin ser gorên dil kuştibin Bibin bin konên şîn girtibin Negrî çav deryayê negrî Mijankê te ji kil dibin Negrî por roavayê negrî Negrî û neke limin limin Hijê bike rê û bimeşe Xwe li çiya bigre û bimeşe Emrê te hê çend û şeş e Negrî neke limin limin Negrî bikene li dû min Beşişînê bike rû min Şehîdê dilê te ez bim Nekenîne bime dujmin Helbest: Arjen Arî Muzîk: Mehmet Atli Sazkirin: Koma Dengê Azadî Zerî Gundê hember gundê me ye C G C Am Qe ku tune sed mal heye Am Dm Gundek qîz bûk tê de tune C G Am Ew gunda jî xirabe ye Am Dm Wey liminê wey liminê C G C Am Zerya min çû pezxwedanê Am Dm Hatim Zerê birevînim C G Am Pêşî kete zivistanê Ez jr17;Dêrsimê wê de tême Qorê zêran yek jê kêm e Karê xwedê kes nizane Ez nesîbê canê kê me Gotin û Muzîk: Gelêrî Şirove: Koma Dengê Azadî Ez Xelef im Ez Xelef im Xelef im Hewar e Mîr hewar e Mîr Ez Xelef im Xelef im Êzdînşêr Mîrê Botan e Xwediyê şûrêr17;b sedef im Hewar e Mîr hewar e Mîr Xwediyê şûrêr17;b sedef im Êzdînşêr Mîrê Botan e Li nav eşîran bi gef im Hewar e Mîr hewar e Mîr Li nav eşîran bi gef im Êzdînşêr Mîrê Botan e Ez Xelefê kinik im Hewar e Mîr hewar e Mîr Ez Xelefê kinik im Êzdînşêr Mîrê Botan e Xwediyê şûrêr17;b şirik im Hewar e Mîr hewar e Mîr Xwediyê şûrêr17;b şirik im Êzdînşêr Mîrê Botan e Li nav eşîran bi rik im Hewar e Mîr hewar e Mîr Li nav eşîran bi rik im Êzdînşêr Mîrê Botan e Gotin û Muzîk: Gelêrî Şirove: Koma Dengê Azadî Dilê xemgîn Ji vî dilê xemgîn çend evîn derbasbûn Dê dilgerm bû bavêm comerd û mêrxas bû Birayên min hêja bûn, xwişkên min delal bûn Ji vî dilê xemgîn hezar evîn derbasbûn Keçkên ku min hezkir Hemî niha derew bûn Ya pêşîn dehsalî bû Ez hên zarok bûm Lê ewa dawîn çiqas xayin bû Hêvyên min jimin dizî jimin dizî û wenda bû Zaroktî xewnek bû, wek xewn zû derbas bû Ciwanî azadî bû Wek teyrek firya çû Li vî dilê xemgîn çend şewat peyda bûn Ji nav xweliyên wan hezar gul hêşîn bûn Gotin û Muzîk: M.Atli Sazkirin: Koma Dengê Azadî Dera sorê Dera sorê biçûk e lêlê lêlê lêlê lêlê lêlê Dera sorê biçûke Dest bi hinne û neynûk e Par qîz bû îsal bûk e lêlê lêlê lêlê lêlê lêlê Par qîz bû îsal bûk e berxê sebra mala minê Dera sorê mezin e lêlê lêlê lêlê lêlê Dera sorê mezin e Dest bi hinne û bazin e Par qîz bû îsal jin e lêlê lêlê lêlê lêlê Par qîz bû îsal jin e berxê sebra mala minê Gotin û Muzîk: Gelêrî Şirove: Koma Dengê Azadî Welatê min Dîsa li welatê min bombe barandin Zarok û dayikan bi hevre qelandin Birano rabin brîna me kûr e Hevalno rabin, êdî li me şerm e Hildan zarokan, ketine rêyan Dîsa destpêkir mihacirî va Birano rabin brîna me kûr e Hevalno rabin, êdî li me şerm e Hetta em nebin yek, destan nedin hev Emê tim bikşînin ev kul û ev dert Birano rabin brîna me kûr e Hevalno rabin, êdî li me şerm e Gotin û Muzîk: Serhat Baran Nizanim Xeyda ji min xeyidîye Rû sar û pir cemidî ye Li ser wî ez dikalim Wekî bilbil dinalim Tenê dibê nizanim Nizanim ez nizanim Nizanim ez nizanim hevalo Min go bêje çiye ev Li ser dibêm roj û şev Go min çi jê ye heyran Hun pîroz bin ji bo hev Tenê dibê nizanim Nizanim ez nizanim Nizanim ez nizanim hevalo Ew gelek pozbilind e Gelek delal û rind e Bi xwedî û xudan e Navê wî Kurdistan e Erê dibê dizanim Dizanim ez dizanim Dizanim ez dizanim birano Helbest: Cegerxwîn Muzîk: Hozan Şêxo Sazkirin: Koma Dengê Azadî Sebra min î Sebra min î mala min î E Newroz û sersala min î F Herdem di nav bala min î E Carek were sebra min î E Dilxwazê dîdara te me E Herdem dil gulzara te me F Wek roj û êvara te me E Carek were sebra min î Wan tîpên biskê reş xelek Wan awirên çavên belek Êriş kirin dil yek biyek Carek were sebra min î Helbest : Cegerxwîn Muzîk : W. Amedî Sazkirin : Koma Dengê Azadî Roj roja me ye Em G Em G Em G Em G Roja me derket li serê çîyan Em G Em G Em G Em G Tîrêja xwe da erd û zevîyan Em G Em G Em G Em G Hêstirê çavan çû em tev kenîyan Em G Em G Em G Em G Rabin dîlanê roj roja me ye G Em Am G Am G Roj roja me ye gundî û rêncber G EmAm G Am G Roj roja me ye hemmî proleter Armanca me yek e em birayê hev in Aştî dixwazin tev hevalbend in Hevalên rojê dujminê şev in Rabin dîlanê roj roja me ye Roj roja me ye gundî û rêncber Roj roja me ye hemmî proleter Gul û sosin vekir her alî sor kir Mizgînîya xweşiyê ji mer dîyarî kir Riya şoreşê me zû hişyar kir Rabin dîlanê roj roja me ye Roj roja me ye gundî û rêncber Roj roja me ye hemmî proleter Tirs û lerz neman emê liwan xin Li erd û ezman gurmîni daxin Kesk û sor û zeryê li herder bilindkin Rabin dîlanê roj roja me ye Roj roja me ye gundî û rêncber Roj roja me ye hemmî proleter Helbest : Cegerxwîn Muzîk : W. Amedî Sazkirin : Koma Dengê Azadî Erebo C Am C Erebo bengî bengî Erebê min C Am C Erebo bengî bengî sîngçelengê min C Am C Şev sar e were rakev Erebê min C Am C Şev sar e were rakev sîngçelengê min Ereb sabûnê tîne Erebê min Ereb sabûnê tîne sîngçelengê min Mal bi mal digerîne Erebê min Mal bi mal digerîne sîngçelengê min Ereb li Bêruyê pir in Erebê min Ereb li Bêruyê pir in sîngçelengê min Kêhêlê sor xurxur in Erebê min Kêhêlê sor xurxur in sîngçelengê min Gotin û Muzîk: Gelêrî Sazkirin: Koma Dengê Azadî Gul û Xwîn Heps û zîndan kûr û tarî Tê de dinalim Ez jr17;eşq û evîna Gulê Gellek bêhal im Gula min bindest e heyran Pir gellek salin Kê Gul bistîne dibê xwîn Pêre hevale Gula min kesk û sor heyran Gula min geş e Gula min br17;elkê tal e Bimin pir xweş e Dinya li ser me ronî heyran Bextê me reş e Destê Gulê bernafim Ta xwîn bimeşe Gotin û Muzîk: Mihemed Şêxo Aranje: Koma Dengê Azadî Selîmo Hew yarî ya yarî ya Selîmo lawo yarî ya Hew yarî ya yarî ya Selo Selo yarî ya Hewa der a barî ya Selîmo lawo yarî ya Hewa der a barî ya Selo Selo yarî ya Him der a him barî ya Selîmo lawo yarî ya Him der a him barî ya Selo Selo yarî ya Bejna keynek barî ya Selîmo lawo yarî ya Bejna keynek barî ya Selo Selo yarî ya Gotin û Muzîk: Gelêrî Sazkirin: Koma Dengê Azadî û Hakan Ener
__________________ |
||||||||||
|
|
|
|
|
#2 (permalink) | ||||||||||
|
çok teşekkürler kardeşim....
__________________ |
||||||||||
|
|
|
| Bu Mesaj İçin baco Kullanıcısına Teşekkür Edenler: | KANLI KARTAL (06-29-2008) |
| Seçenekler | |
| Stil | |
|
|
Benzer Konular
|
||||
| Konu | Konuyu Başlatan | Forum | Cevaplar | Son Mesaj |
| Koma Botan Şarkı Sözleri !!! | KANLI KARTAL | Kürtçe Şarkı Sözleri [Lyrics] | 1 | 06-25-2008 09:05 PM |
| Selahattin Özdemir Sarki Sözleri 2 | baco | Türkçe Şarkı Sözleri [Lyrics] | 7 | 05-16-2008 10:14 PM |
| Kuşlardaki şaşırtıcı denge | hemdem | Kuşlar | 0 | 05-08-2008 08:54 PM |
| Koma Azad şarkı sözleri | Serhad | Kürtçe Şarkı Sözleri [Lyrics] | 0 | 05-06-2008 01:20 PM |
| Koma Mizgin şarkı sözleri | Serhad | Kürtçe Şarkı Sözleri [Lyrics] | 0 | 05-06-2008 01:18 PM |